TÝRKÝYE Û YEKÎTÝYA EWROPA

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )


TÝRKÝYE Û YEKÎTÝYA EWROPA


Almanya, 14.12.2004 - Tirk bi hemû derfet û îmkanên xwe bi hêvî ne, ku di 17.12.2004an de ji YE dem wergirin û di sala 2005an de dan û standin û bazara endametiyê di navbera wan û Ewropiyan de dest pê bike.

Hewceyî gotinê ye, ku beriya ez li ser mijarê bisekinim, pirsa demgirtinê zelal bikim, ku Tirk çima ewqas ji bo demgirtinê lavakar in. Çumkî demgirtin ji bo endametiya Tirkan di pêþerojê de rola kilîtê dilîze. Lê komîsiyona YE ev pirsa jî zelal kir, ku di dîroka YE de cara yekem e, tawsiyek bi vî awayî li ser Tirkiyê tê dayîn, ku li gorî vê tewsiyê dê endametiya Tirkan ne bi awayekî automatîk be, ku di dawiyê de Tirk bibin endam. Heta niha wisa bû, ku dema tewsiye ji bo welatekî dihate dayîn, YE êdî nikarîbû bigota çima? Hemû karê wan li ser pirsa kîngê bû?. Ev tewsiya ku komîsiyona YE daye, ew her dem û her gav dikare dan û standinên xwe bi Tirkan re bibire; ev yek ji bo me Kurdan ji tinebûnê çêtir e.

Lê belê ez di wê baweriyê de me, ku ne Tirk ji endametiya YE re amade ne û ne jî Ewropa ji endametiya Tirkan re amade ye. Sedem pir in. Sedema herî girîng ew e, ku Ewropa ji endametiya Tirkan ne razî ye, sedemek jî ola îslamê ye. Ewropiyan hên jî barbariya Osmaniyan-Tirkan ku heta deriyê Viyana bi destê zorê hatin, ji bîr nekiriye. Û dibêjin, em ji bîr nekin, ku bûyerên niha wek terorîstî ji aliyê El-Qaîde û yên din jî Ewropiyan ji Tirkan vediciniqîne. Loma her çiqas Tirkiye ne welatekî ereban be jî, ji ber ku piraniya wan misliman in, bibê nebê hemwelatiyên Ewropa ji endametiya Tirkan kovî dibin. Jixwe bi taybetî siyasetmedarên Almaniya yên muhafezekar her gav dibêjin, em endamê ku cîranê Iraqê û Îranê be naxwazin.

Ez jî wek pir kesan û pir caran di gotarên xwe de qala Ewropiyan dikim. Lê di vir de qesta min pir caran Almaniya û Firansa ye. Ji ber ku Almaniya û Firansa motora YE ne.

Lê ji ber ku niha di parlamena YE de muhafezekar piranî ne û naxwazin demê ji bo guftûgo (muzakere) bidin Tirkan, loma hukumetên Ewropa nikarin raya wan li ber çav negirin.

Welatekî wek Tirkiyê qaþo hezar salî kevneþopiya wan ya dewletê heye û ji bo civîna asta bilind ya NATOyê çend mehan berê rojeva xwe pê de girê bide, gelê xwe sê rojan ji bo civînê li Stenbolê têke zîndanê û bi destê ajanê CIA li kefa wezîrên xwe bide kontrolkirin, ew dewlet layiqî ti tiþtekî nîne. Dawiya wê dewletê têkçûyîn e.

Ewropiyên ku niha pir bi îsrar, yên wek Gerhardt Schröder, Joschka Fischer, Silvio Berlusconi û yên din mirovên birçî ne û bedelê erêniya wan ji bo Tirkan bi mîllîyon û belkî jî bi mîllîyaran dolar ruþwet e. Lê ez dîsa jî di dawiya dawî de ti demê bawer nakim, ku Tirk sedî sed bibin endamê YE. Yên ku bawer in, eger Tirk ji bo guftûgo dem bigirin û di dawî de bibin endamê YE dê di pirsa Kurdan de tiþtên baþ bikin, ez ji wan kesan re dikarim bêjim, ew xeyalperest in. Eger em bûyerên van rojana baþ bidin ber çavan, emê bikaribin pir dersan jê derxin. Lê pir mixabin, ku hên ji me Kurdan re pir nan û av lazim e.!!!!


Almanya, 14.12.2004


FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=289