LAÝLA FREÝWALDS DÝÇÝ ANKARÊ Û DÝYARBEKRÊ

LAÝLA FREÝWALDS DÝÇÝ ANKARÊ Û DÝYARBEKRÊ


Wezîra karên derve a Swêdê xanim Laila Freiwalds, roja 5.10 diçi Ankara paytexta Turkîyê û piþtre jî berê xwe didi Diyarbekrê. Laila Freiwalds sosyal demokrat i û li Swêdê wezîrê hikûmeta sosyal demokrata yi. Bi minasebeta çend civînên di derbara pirsa kurdan di, Min ji nêzîk vi guhdarî vê xanimê kirîyi. Ez bixwe jî di nava partîya sosyal demokratên Swêdê di, ne gelekî aktîv û ne jî gelekî pasîv kar dikim. Sosyal demokratên Swêdê jî, wek herkesê ko ji welatê xwe hes diki û berjewendîyê welatê xwe di parêzin, Ew jî bi kêmanî bi qender wan kesan ji welatê xwe hes dikin û berjewendîyê netewê xwe berî her tiþtî diparêzin. Hikûmeta Swêdê sosyal demokrat in û dan û standinên wan bi hikûmeta Turkîyê ri di roja îro di pir xweþin.

Hikûmeta Swêdê eþkere û alanî hevalbend ê ko YE bi Turkîyê ri, muzakerê destpê biki. Fêda Swêdê û Turkîyê her çiqasî di nav hev di hebi jî, Swêd nikari bi hawakî hesan pirsa kurdan li ber lingan berdi. Lê dewleta Swêdê jî giranîya kurdan, daxwazên kurdan, organîzasyonên kurdan di wezinînê. Ji ber ne Swêd tenê van wezin û pîvanan diki, YE û YDA jî van tiþtan li moxilê dixînin û li gor encamên analîzên xwe, polîtîka dan û standinê hem bi kurdan ri û hem jî b dijberên kurdan ri dikin.

Wezîra karê derve a Swêdê Laila Freiwalds berî biçê bi vê rêyê di, ev tiþtên ko min li jor qala wan kirinin, analîza giþan kirîyi. Berî ko wezîra Swêdî biçi Turkîyê, Gelo wek kurd çend wezîfedarên siyasî û dîplomasî, ji bo pirsa kurdan li Turkîyê, têkilîyên xwe bi wezareta derve a Swêdê ri çêkirinin ? Kîjan partî, grûp, însîyatîv an platformên kurdan, xwedî elemanên sîyasî û dîpomasînin ? PolîtIka hikûmeta Swêdê, di vê seferê di du mesajan diyar diki.

Yek jê, ko dibêji fêdên Swêdê û Turkîyê di nav hev di henin û em hevalbendên ko Turkîyê têkevi nav civata YE û YE gerek wextekî ji bo muzakerê bidi Turkîyê. A duduwan, ko dibêji kurd henin, kurd xelkekî kevni, ew û tirk bihevri dijîn, pêtivi ko em bi wan jî ri rûnin û li wan guhdarî bikin.

Ev her dû mesaj jî gelekî baþin. Lê wek kurd em ji çi ri amadenin ? Em wek alîyê sisîyan amadenin, ji bo ko gotina me di nav her dû alîyan di bê holê? Bi gumana min em ne amadenin. Ne ji alîyê organîzasyonek hemdemî û demokratîk û nej î ji alîyê elemanên polîtîk û dîplomat.

Em gerek sipasî van dewletên ko demokrasî wek sîstema mirovatîyê ji xwe ri danînin û fêda wan li mej î dibi bikin. Em wek kurd incex bi YE û bi YDA di nav dijberên xwe di bên holê. YE ji bo ko Turkîyê nîzîkî xwe bikin, hel û mercan didin ber. Di nava van hel û mercan di pirsa kurdan cîhê wê girîng û taybetîyi. Divê em wek kurd bi modernbûna mejîyê xwe, karibin pirsa xwe, hîn girîngtir û aktueltir bikin û emcamên konkiret bi dest xwe xînin. Lê mixabin, hîn jî me xwe, ji nexweþîyên çepîtîya ko tofan li me rakiribûn rizgar nekirîyi. Carna bê hiþê xwe û carna jî bi hiþê xwe em avê li aþê dijberên xwe dikin. Çiqas Turkî nêzîkî civatên demokrasî bibi, Çiqas têkevi nav Ye hem fêda xelkê kurdan û hem jî fêdan xelkê tirkan tê di heyi. Sefera wezîra derve a Swêdê Laila Freiwalds pozîtîv i. Gerek em wek kurd bixêrhatina wê yî ji bo Diyarbekrê bikin, pêþewazîyek kurdewarî û nazikî jê ri pêþkêþ bikin.

04. 10. 2004, Swêd

Felemez Akad







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=286