“ORGANIZASYON”

“ORGANIZASYON”


Organîzasyonek ji organan pêktê. Saxlembûn û ne saxlembûna laþê organîzasyonê jî, bi saxlembûn û ne saxlembûna organên wî laþî vi girêdayîyi. Heger organên organîzasyonekê nexweþ û bê hêzbin, laþê wê organîzasyonê jî, wilqasî nexweþ û bê hêz i.

Nexasim ko serê laþê organîzasyonê ne li cîh bê û ne saxlem bê, dibê sebeba ko her tiþtê wê organîzasyonê li hev kevê û dilê wê ne bidê û bistînê. Forma vê organîzasyona ko gotin li ser i û dikevê rewþek wisa, formên organîzasyonên kevn in, klasîk in û ne demokratîk in. Hebûna organîzasyonên bi formên wisa, ji fêdê bêtir zirarê didin.

Ji bo ko organîzasyonek nekevê rewþek bi zirar û ji dela zirarê fêdê bi dê, pêwistî bi organên saxlem, çalak, demokratîk û hemdemî bê holê. Bi van organên ko saloxên wan qencin, saxlemin, organîzasyonek çalak, çalakîyên bi ber, xebatek sîstematîk, eþkere û zelal, kari li meydana xebatê bi sarfirazî dûm bikê.

Avekirina organîzasyonekê bi hawayekî bi dizî, di destpêka avekirina xwe di, bi taybetî di dema îro di, nebiserketina berjewendîyên netewî û têkçûna xwe alan dikê. Di hundirê xebata bi dizî di fen, dek û dolab, fêda kes û kesan, di pêþîya her tiþtî deyi. Fêda kes û kesan di tevgera bi dizî di, bi sed derencî di ser a netewî reyi. Tu derfet û mecal ji bo fêdên netewî ên kolektîv tunenin. Kar û xebatên bi dizî, ne ji bo berjewendîyên netewî tenê, ji bo pêþketina kes, xwe gihandina kes û guhertina kes, di warê xebata sîyasî û netewî di, asteng, pêl û kospin.

Timamên tevger û organîzasyonên ko ne eþkere bin, di wan di,prensîbên demokrasî bê bask û bê perin. Ji dêla rêgirên demokrasî, rêgirên li dij demokrasî bi per û baskin û bi hêzin. Di van tevger û organîzasyonan di, gelek bazarên þexsî li ser navên tevger û organîzasyonên netewî tên kirin. Kar û xebata netewî, ji marîfeta xwe a zaînî dikevê. Ji forma siyasî û netewî bêtir dikevê formek nenaskirî. Di organîzasyonên nehêne di, jîrekbûn û kompetensa mirovan, dikevê rewþa mirinê.

Kar û xebat, di rêxistinên wisa di, li gora daxwaz û enteresên ferdî, li cîhna, di qorzîka di, tên kirin. Lê agahdarî li ser navê xebata netewî û qaþo wek ko xebatek pir hêja kirinin tê dan û belakirin. Di serî di, nerastî, di serî di, xap û çiv ji bo xebeta bi dizî, bingehin. Bahwerîyên ko li ser navên formên netewî, di xebata bi dizî di tên paraztin, di asasê wan bahwerîyan di, parastina kesayetî yi. Tu tiþtî wê xebatê, bi demokrasîyê ri tune yi. Kolektîvî, bîr û bahwerîyên newek hev, wek dewlemendîyê nayê qebûl kirin. Mirovên ko bahwerîya wan bi demokrasîyê tên, dibin wek mirovên ko li dijî demokrasîyê nin.

Avekirina organîzasyonek netewî,demokratîk, hemdemî, çalak, birêk û pêk, eþkere, vekirî û zelal, sîyasî û dîplomat, di dema îro di, organîzasyona helî xurt û bi serkevtî yi. Organîzasyonek wisa, rê li ber popilîzmê û destpotîzmê asê dikê, rêya demokrasî fireh û xurt dikê.

07.10. 04 - Swêd

Felemez Akad






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=269