Helbesta, Ciwanê Abdal : Vê kêlîkê


Vê kêlîkê

Weke jîn û jiyana hinna-kirî
Vê kêlîkê min bêriya te kirî
Mîna zeviya çav li baranê dibane,
Lê gelo.. ew bi halê min dizane
Ku sincirî me mîna rokê
Û qulincê avisbûnê li kokê ,
- Min gulek çinî serdan
Bo wê anîm xelat û diyarî
Min çend rist helbest
Ezber-kirin dîgarî,

Lê gelo.. ew bi halê min dizane.
Vê kêlîkê gul bi destim çilmisî
Û bihn jê hate dizîn
Û ristên helbestî tî man, ziwabûn
An pûçbûn, jibîrkirin daxwazî,

Mixabin çîka min þkest
Û tîna min vemirt
Têlê dilê min qetiyan
Û koda tenbûrê þkest,
Lê gelo.. ew bi durvê min dizane
Vê kêlîkê min xwe hilkir, amadekir
Ava sar-û-germî bi xwe kir
Ji reþ raxistim çîka sipî..
..Li vê kêlîka nizar û serberjêr
Hina serê xwe þuþtin bi derewa..?


Ciwanê Abdal

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=213