MALPERA AMÛDE LI PÊ ÇI YE?

FÛAD SÎPAN (AKPINAR)

Almanya, 25.05.2004


Kurdistaniyên hêja! Min ev gotar di meha Adarê de amade kiribû ku bi weþînim. Ji ber ku li Baþûr-Rojavayê Kurdistanê, li Qamîþlo serhildan çêbû û gelê me li dijî rejîma Baas li ber xwe da, loma min nexwest, ku di wan rojên teng de vê nivîsê li ser Sîrwan Hecî Berko belav bikim.

Di 14.04.2004an de nivîskarê Kurd Hekar Findî ji Duhokê der mafê Malpera Amûde û xwediyê malperê Sîrwan Hecî Berko de nameyek vekirî þand û ez jî ji wê nameyê, li jêr hin mînakan didim.


Malmera Amûde an jî rasterast mirov bêje, Sîrwan Hecî Berko xwediyê malperê li pê çi ye? Û sedem çi ye, ku van rojan geh êriþî wir dike û geh êriþî vir dike. Kî Sîrwan Hecî Berko tevdide û wî dide reqisandin? An jî kî wî bi vî karê bêbextiyê bi kar tîne. Yên ku wî fît dikin û provokasyonan pê didin kirinê, kî ne? Sîrwan Hecî Berko van bêbextiyan bi navê kê dike? Û Sîrwan Hecî Berko vê cesaretê ji kê digire?; heriyê davêje heyîyên Kurdistanê.

Sîrwan Hecî Berko ji bo van kirinên xwe yên bêxêr ji kê û çend quriþan digire?

Bêguman mafê her kurdekî ye, ku dîtin û nêrînên xwe li ser her mijarên Kurdan eleqeder dike binivîsîne. Lê tiþtek heye û divê em sînorê wê bizanibin. Dema em hin tiþtan rexne dikin, divêt em xwe ji rastiyê dûr nexin û bi mantiqê herîavêtinê tev negerin. Çumkî dawiya herîavêtin û îftirakirinê îflasî ye.

Zimanê Sîrwan Hecî Berko pir dirêj bûye û ewî bi muxbîrtiya xwe nivîskarê hêja Jan Dost ji Medya TV da avêtinê. Wek tê zanîn, nivîskar Jan Dost di malpera efrin.net de nivîseke bi zimanê erebî nivîsîbû û hin rexne li PKK kiribûn. Sîrwan Hecî Berko muxbîrtî li Jan Dost kir; di malpera xwe amude.com de bi kurdî nivîsand, ku Jan Dost li ser sifra PKK rûniþtiye û rexneya wan dike. Li ser vê muxbîrtiya Sîrwan Hecî Berko nivîskar Jan Dost ji Medya TV hate avêtin. Ev yek dide xuyakirin, ku çiqas Sîrwan Hecî Berko xwe di nav raya giþtî de li hember PKK dide xuyakirin; ew di rastiyê de muxbîrciyê wan e.

Sîrwan Hecî Berko ji vir demek berê bi êriþên qirêj çû ser hozanê me yê navdar Þivan Perwer û xwest wî di nav gelê Kurd de reþ bike. Sîrwan Hecî Berko di malpera xwe de li ser Þivan Perwer wiha dinivîsîne: Þivan Perwer ji bo çûna Tirkiyeyê Kurdistanê difiroþe ?
Gotinên wiha bê edeb û bê ehlaq ji bo Þivan Perwer ancax karê provokator û dijminan in.

Di wê demê de hin kes ji Sîrwan Hecî Berko re telefon dikin û jê re dibêjin, ku ”þerm e ji bo te, tu li ser Þivan Perwer tiþtên wiha bê edeb dinivîsînî. Sîrwan Hecî Berko jî wiha bersiv dide: ”Ger hûn bixwezin, dikarin bi peran van gotinan ji malperê derxînin”.

Nivîskarê Kurd Hekar Findî ji Duhokê di nameya xwe ya vekirî de, ku ji Sîrwan Hecî Berko re bi rê kiriye wiha dibêje:

Derbarey nûçeyan … bo nimone, te çendîn cara ji min re gotîye ev nûçe û berhemên belaþin, here nûçên ku pare tînin bîne, rêklamên bazirganî bîne!!. Lê min ev daxaza te û ew karê te nekir û nakim jî. Wê demê jî min gotibû te ku bo zanîn ev nekarê mine .

Ez ne( Werecim) ta biçim peran ji xelkê bixazim ….malpera Amûde …..Rastî li ku be ew li wire Di vê derbarê de em zêde dûr naçin û di rûperên malperê yên kevin de cîh nagerin, te di van nêzîkan de çendîn nûçên nerast û þaþ di derheqa çendîn kes û alîyan de weþandine, mîna ( hunermendê mezin Þivan Perwer, Pena Kurd, Hîvî Berwarî ,...û gelekin din).

Ez berevanîyê ji van kes û alîyan nakem, ji ber ku wan bixwe bersiva te bi baþî dane, lê bi van karên te yên nedirost ez nerazî me. Herwesa mixabin navê min jî dikeve tensihta navaê te û ez ji vê çendê bêbarim û ez ne digel bîr û bawewrên te yên bertesik û þexsîme.


Malperest, muxbîrcî û xwefroþên wek Sirwan Hecî Berko, beriya ku êriþî Pena Kurd û hozanê Kurd û Kurdistan Þivan Perwer dike, divê sê caran berê bifikire, hîngê tiþtekî wiha bike. Divê, dema wî yek prosentek qasî Pena Kurd û Þivan Perwer ji doza gelê Kurd re kar kir, wê çaxê mafê wî heye, ku tenê rexne bike. Karê maxûlan nîne, ku heriyê wek Tirkan biavêje, bila pê de bimîne.

Sîrwan Hecî Berko niha jî li pê lêpirsînan (anketan) ketiye û ji hin kesan dixweze, ku ew di der mafê Pena Kurd de çi difikirin? Ew bi xwe muxbîrtiyê ji PKK re dike û Pena Kurd tewanbar dike, ku bi PKK ve girêdayî ye. Pirsên wî ji hin kesan re ev in:
-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
1. PENa Kurd saziyeke serbixwe ye yan na? Eger na, "neserbixwebûna" wê li kû û di çi de diyar dibe?

2. Eger tu ne endamê PENa Kurd bî, çi divê bête kirin, da ku tu jî bibî endam. Sedemên neendametiya te çi ne? Eger tu endam bî, nerîna te derbarî "girêdana" PENa Kurd bi "PKK"ê ve çi ye?

3. Sekreterê PENa Kurd Dr. Zorab Aloian êrîþî Malpera Amûdê dike û dibêje ku vê malperê dest bi "kampaniyayekê li dijî PENa Kurd" kiriye. Tu derbarî vê yekê çi dibêjî? Malpera Amûdê di nûçeyên xwe yên li ser PENa Kurd de þert û mercên rojnamevaniyê binpê dike?

Ez hêvîdar im, ku tu bikaribî ji me re nerîna xwe binivîsînî.

Pêwîst nake, ku tu bersivên xwe bi du hevdu de binivîsînî. Tu dikarî bersiv û têbîniyên xwe bi hevre di nivîsekê de eþkere bikî.

Ji bo nerîna te ji niha ve pir sipas.

Li gel rêz û silavan

Sîrwanê Hecî Berko

------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Sîrwan Hecî Berko dixwaze bi van karên xwe yên bêbext û bêxêr ji kê xelatan wergire. Qet ne bi xêr be, mirovên wek Sîrwan Hecî Berko navê bajarên me kirine malê xwe û lewitandine.

Tewsiya min ji Sîrwan Hecî Berko re ew e, ku bila qasî bejn û bala xwe biaxive û ziman dirêjiyê bike. Ger ew wiha berdewam bike û heriyê bavêje heyiyên Kurdistanê, dê zimanê wî bêye kinkirin!.

Banga min ji nivîskarên Pena Kurd û nivîskarên me yên ku li derî Pena Kurd in re ew e, ku neyên provokasyonên Sîrwan Hecî Berko, çumkî ew bi navên hin hesan dixwaze tevliheviyê çêbike û Kurdan berî hev bide.

Þivan Perwer efsane ye

Nîþe: Berpirsiyarê çapemeniya PKK/KADEK û an jî Kongra Gel, emir qûlên wek Ferda Çetîn jî zimanê xwe dirêj kiribûn û stranên Þivan Perwer qedexe kiribûn. Gelo kes dizane ew niha çi dike? Ew jî bi emrê bilbilê Ýmralî çûûûûûûûûûûûûû..................................................







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=178