Seydayê Keleþ, 1930 – 2007 / Stêrekek din ji asmanê helbesta kilasîk a kurdî rijiya



Seydayê Keleþ, 1930 – 2007
Stêrekek din ji asmanê helbesta kilasîk a kurdî rijiya

Kurdistanîyên hêja !

Di roja 18 meha cehzeran de 2007, Seydayê Keleþ ( Mele Hisênê Bizgûrî ) xatirê dawî ji me xwest û çû ber dilovaniya Xwedê, di mala xwe de li bajarê Qamiþlo.

Di eynî rojê de, di gel cemawerekî zexim ji evindarên peyva kurdî a resen û rêxistinên kurdî, termê wî hat spartin xaka sar û cemidî, di rex gora Kemal Ehmed, Þêxmûs û þêx Maþûq de, di goristana Qudûr Beg de li Qamiþlo.

Seydayê Keleþ di sala 1930 î de li gundê Bizgûrê ji wîlayeta Mêrdîne li kurdistana Serxetê (Tirkiyê), hatibû jiyanê. Di 6 saliya temenê xwe de bav û diya wî diçin ber dilovaniya Xwedê, ji feqîrtî Binxet dibe.

Li Binxetê, di temenê 10 salî de, dest bi xwendina olperestiyê kiriye, di sala 1945 an de, dest bi karê welatparêzî û xwendina kurdî kiriye û dan û standinên wî bi rewþenbîrên wê hingê re çêdibin wek Cegerxwîn, Qedrî Can, Mele Ehmed Namî, Seydayê Tîrêj.. û bi wan re dest bi hunandina helbestê dike.. Ji ber ku wî ji biçûkaniyê ve, gelek zilm û zor dîtibû û di gelek cûreyên kar û xebatê kiribû, ji bo pêkanîna gepa nanê xwe û zarokên xwe; ji cotkariyê, þivantiyê, palayiyê û avakirina xaniyan, ji ber van yekan, piraniya ristên wî bi dijwarî û xurtî êrîþî zordestiyê, sitemkariyê û bindestiyê dike, û li dor rewþa gel û welatê xwe bi xurtî sekiniye; ji serketinên welatiyên xwe re lîlandiye û ji têkçûnan re hawar kiriye..

Seydayê Keleþ Xwedî 8 dîwanên Helbesta ye.

Ji Dîwanên wî yên çapkirî :
1 – Em û Dijmin
2 – Rêka Gel
3 – Derdê Millet
4 – Ronahî
5 – Xebat
6 – Gotinên Pêþiyan

Yên destnivîs sê dîwan û bîranin e :
1 – Helebçe
2 – Berbang
3 – Baxistan
4 – Bîranînên Min


Di guhestina termê wî de, çend gotin hatin xwendin, ji wan gotinan a rewþenbîrên kurd li Binxetê, ya ku min bi devikî, li ser daxaza heval û hogiran got :

Çax û demê we xweþ be, hun bi xêr hatin û bi xêr vegerin.
Sipas ji we re, ji hatina we re, ji beþdariya we re..

Bêguman iro stêrek ji asmanê helbesta kurdî a kilasîk rijiya. Ew stêr Seydayê Keleþ e. Seydê Keleþ rewþenbîrekî ji nifþê piþt Hawarê bû, yek ji wan kesan bû, ewên ku xeleka rewþenbîriya kurdî di nav kurdên sûriyê de, bi zimanê kurdî bi berdewamî gerandine, mîna Cegerxwîn, tirêj, mele Namî, Qedrî Can.. Ango ew jî li ser rêbaza kovara Hawar ê û Mîr Celadet Bedirxan meþiya ye.

Wî jî dengê xwe tevî dengê Mîr Celadet Bedirxan kiriye û gotiye : ( Kuro ! Eybe, þerme, fihête an hînî xwendin û nivîsanina zimanê xwe bibin an mebêjin em kurdin…)

Erê seydayê Keleþ xelekek qewîn bû di navbera rewþenbîrên kevin û nû de..

Em wek rewþenbîrên kurd li Binxetê, bi coþeke gur û gerim Seydayê Keleþ bi oxir dikin û spasiyên xwe ji hemî kesên ku beþdarî xatixwestina wî bûne pêþkêþ dikin.

Seydayê Keleþ, yê me tevaye, yê civata xwe ye, yê Kurdewariyê ye… Em bi we re, jêre dilovanî û bihiþtê ji Xwedanê gewre hêvî dikin.


Konê Reþ
Rojavayê Kurdistan
Bajarê, Qamiþlo 18. 06. 2007
Dema Weþandinê : 28. 06. 2007


Konê Reþ

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=534