QÊRÎN Û GAZÎ

QÊRÎN Û GAZÎ

Ey ! Birayên mýni delal !
Ji bo xebata niþtiman xwe þunde mede !
Ma, tu nabîne
Me þev kir nîv
Nema stêrk û hîv
Ji tera bersîv
Gotinek e zîv
Li bin duwaran stû xarkirin heye
Ji duwaran pê de, jîyîn berfýreh ye...
Dîrok ew Kalê ru spî
Bêjtina xwe got;
Bi keserkur
Dilê min bu sot
’hejarýno !
Kurd ne mêna Dar ê ye
Dimirî, lê bellê xar nabe !
Girt Seîd Rizo;
‘Romîyên çavsor !
Fel û fend û derwên we ji minre bune derd û kul
Ez li ber we Serê xwe danaynîm
Bila ev ji were bibe derd û kul..
Min gelek raman kir li ser rojên kevn
Hatin û çun ber bi çavên min
Gotarên bav û kalan
Wek xeyal û xewn
‘kurd dizane xencîyê’
Lewma tenê maye li ser çêyê
‘Kurd destvekirêye’
lewma sêwî û bêheyî ye
‘Kurd xêr ê dike’
Lewma tu kes jî vî xêr nake
‘Kurd wekhevî û biratîyê û aþîtîyê dixwaze’
Lewma, îro bê peyman hatîye girêdan
Feqîr û jahr û pêxase
Jîyaneke giran û nexweþ
Kurdên Xwedî dijmin
Dijminên
Dur û mîkurvan û cahþ
Bênamus û xaînên wahþ
Hemu jî ji tixubên vîcdanî derbaz bune
Û jîyanê di qulîbînin berpaþ !
Bi reþ girêdanê ewan
Dilê min brîndar û nexweþ
Êdî ezê nizanim kû
li ku derû
çawa
û çi halî
Jîyana min bi qedê
Çi bikim lom ji me nayê
Demê kû;
Rêzan û rêberê mîrov qijik be
Poz li nava gemarê der nayê !

18. 04. 2005

Adil Duran




Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=448