DENGÊ GÝRTÎYAN

DENGÊ GÝRTÎYAN

Aha li vir,
Ev laþên vek kevir
Di bin sar û sermayê de
Li miqabilî dijmin
Bi hêrsketî û înad ê
Hawar li min Yadê
Berxwedanek bi birçî tî yê
Hey lo !
Hey lê !

Di girtigehên Romî de
Dil û bende ne
Hemu zana û xweþ mîrovin
Wek min û te ne
Hey lo !
Hey lê !

Camêr hene !
Mêrxas hene !
Laþê xwe dixin li nava agir
Ji agir natirsin
Ji tirsê jî natirsin !
Çawa bikim
Dinê alem ker lal û kor e
Diruþmê ewan nayê pirsîn !
Ma, hîç pirtukek hatîye nivîsîn
Li ser vê pêþbirkê ku êra pêk tê
Hey lo !
Hey lê !

Wek serdestîya li ser axê
Tê talankirin bejnê pîrekan
Ma nayê bîra we ?
Li Dersimê
Li Palu
Li Mahabatê
Lý Bajaré helepçe yé
Çi tufan hat li serê ewan
Pîrek û zarokan
Bi jehra gaz û Kîmya
Bi tanq û bafirokan
Hey lê !
Hey lo !

Mîrov li kuderê
Û çava bijî
Mirin tê
Ne dest hinekirî
Ne mindal ne jî mêrxas nasdike
Bêbextî tê û can digire
Berbirastî þoreþgeran tê
Rastî Pîrek û zarokan tê
Mirin li kuve tê bila bibê
Bêbextî tê û dayêkan gîrî dixe
Hey lê !
Hey lo !

Ji tillîlîya jinan di nasim
Ewrên giran di gel,
Tarî ya þevê û hikmê xirabîyê
Têkve çun..
Mizgînîya min ji bo we
Tîrêjin Tavê daye Çîyayên me
Hey lê !
Hey lo !

Ez bi halê xwe de yek Ferhad im
Bi qêrîn û hawar bê miradim
Ez law ê Karduk û Med im
Dil bi keser, bi kela gîrî
Gulê Mahabad im
Hey lê !
Hey lo !

Diçim serhildanan..
Looo !

/ 1990 Girtigeha Nîxdê ( Nîðde ) ../

Adil Duran





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=447