MA GELPARÊZÎ NE EW E, EV TEBÎETÊ BARZANÎ ! ?....



MA GELPARÊZÎ NE EW E, EV TEBÎETÊ BARZANÎ ! ?....

Swêd, 26. 10. 2005 — Di dema berê nav gel de ‘Xwedê mezin e, lê nan di destê dîya min de ye..’ dihat gotin..

Di pêvajo ya îroyîn de Hikumranîya dinê di destê Emerîkayî yekbuyî de ye. ..

Qedera Gelên bindest û biryarên guhêrînên dinê bilî EY li tu deran nayên çareserkirin.Em bixwezin ne xwezin rastîya sîyasetê ew e.

EY Ji mêj ve bernameyek ji bo guharînên welatên rojhilatanavîn xistîbubun jîyanê û bi çalakîyên leþkerî yên berk ( dijwar ) diwxestin ku ji bo berjevandîyên xwe rêk û pêk bikin.

Li Afganîstanê dest pê kirin heya Ýraqî, dibe ku piþtre li Îranê, Surîyê û Tirkîyê bidomînin..

Demê ku ew bixwezin bikevin nav welatekî û tê de palbidin, berî her tiþtî di nav wî welatî de sazumanek taybetî diafirînin û sîstema îdarî diguhurînin, dest daynin ser avahîyê.

Ew sîstem û îdare yê nu, piþtî ruxandina Ýraqê ji sedem Devlemendîya binerd û sererd ket bin qontrolla EY.

Sîyasetzanên Kurd di wê encamê da biryarên dîrokî girtin û ji bo meslehatên Kurd û Kurdistan bi EY re tifaq çêkirin.
Rejima Baas ewê xwînmij û nîjadperest têkve çu û binket ( mexlub bu )

Ew di dîrokê de yekcare û fýrsendekî mezin e ketîye destê Kurdên baþur. Qasî ku bese heya vê rojê bi þerê çekdarî û berxwedanek têkuz û bikefteleftî û hezaran þehîd an gîhîþtin tixubên azadîyê, lewma Îro bi rêzanî û sitratejîyek netewî li navnetewî de þund girtin...

Îro ji bo me rojekî dîrokîye. Birêz, serokê Kurdistana federe Kek Mesud Barzanî bi xwe bawer e. Di hundurî Qesra spî bi Kurdî axifî, bi cilên Kurdî Meþîya û bi diruþmek ke Kurdistanî derket pêþ çapemenîya dinê..
Ma gelparêzî ne ewe, ev tebîetê Barzanî ?

Ez ji wê bawerim, divê Ronakbîr û rêberên me wisan bixîret û bi xwebawer bin ku di nav gelde bi qedr û qimet bin da ku dijminên me jî rumetê jî bidin me.

Ew serdana Birêz Barzanî ne bi tenê wek serokê Kurdistana federe li EY û li qesra spî .. Ev bi cilên Kurdî û wek Kurdekî li rêzê de, niwênêrî Welatê xwe û gelê xwe ye...û ji bo me serbilindîyek e mezin e...

Îro gelek baþ di zanim ku Yasar Arafat bi cilên xwe yên netewî ji bo çi bu bu derefþ ( sembol ) a gelê Fîlîstîn..

Bijî Kek Mesud Barzanî..êdî Tu di ber dilême derefþa Kurdistan î...


26. 10. 2005

Adil Duran





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=441