Ezim Birayek Dildar.


Ezim Birayek Dildar.

Tu nema bi pîyan, bu sar.
Tu bu Mîr, xwa neke dil sar.
Ezim, ez birayek dildar.
Xwa bi xeman, neke birîndar.

Min Pere da te, birader.
Bîr neke, deynê sala par.
Yêzdan jî da, neke zar, zar.
Me neke, Zîndana bêzar.

Ezim bê Nimêj, bê Oldar.
Xweda nasim, bê sed hezar.
Te got, ez û ezim Oldar.
Yêzdan ceriband, bi hezar.

Xweda rehmet dibarîne.
Bi hebun dixemilîne.
Çavan li þoret digerîne.
Ney dîtin vedimirîne.

Evînek direw, nevîne.
Pê lîstin jî, ne Evîne.
Nifirên dil, di þewtîne.
Þewla mal, vedimirîne.

Tinaz boy pîs paþnavîne.
Leqeb lêkirin kar nine.
Xemila malê bibîne.
Yêzdan te diceribîne.

Min xwa peritand, boy netew.
Nezanek rabu, got tew tew.
Û got, te çi kir, boy netew.
Bîr nekin, navê Mast û Dew.

Dil da min, Qîzekî bedew.
Bê evîndarîya direw.
Min pesin da, got tenê ew...
Fesad rabun, gotin tew tew.

Ji çilma bê ar, nêma gêj.
Çê nabe Merovek dengbêj.
Þaþîtî nameþe dirêj.
Suc efu nabe, bi Nimêj.

Civak, wek tayek dirêj.
Kî wî kir gilogek qirêj.
Canhiraþ, li ser kir Nimêj.
Bi destê Canbaz, bu qirêj.

Tî be, Çav dide Þerbikê.
Têr be, Çav dide Þimikê.
Dema sûd bikeve þikê.
Kursîyê Mêvana diþkê.

Wêran bun, ji bayek þer hat.
Qirêj û gemar, bi þev hat.
Gel qêrîya, bi dil þewat.
Hawar çu, Kawa bi Þur hat.

Biratî neke, yek care.
Xapandin nabe, du care.
Tunebe faqîr bê çar e.
Dermanê jîyan Pincare.

11. 04 .2006


Alî Cahît Kiraç

alicahitkirac@yahoo.de

mirezdin@hotmail.com

PDK Slide Show 9 : http://www.pdk-xoybun.com/images/alicahitkirac_pdk.htm

PDK Slide Show 10 : http://www.pdk-xoybun.com/images/xoybun12.html

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=420