Dagirkerên Kurdistanê, Di Dîrokêda Çi Anî Serê Gelê Kurd û Þêx Ubeydûllahê Nehrî ?

Zanînên Liser Dîroka Kurdistanê. - 1 -

Lawê Þêx Taha; Þêx Ubeydullahê Nehrî, bi armanca avakirina welatekî serbixwe xebat dimeþand. Bi vî armacê di sala 1880 de li Þemdînan serhildan çêbû, Þêx Ubeydullahê Nehrî serokê wê serhildanê bû. Þêx Ubeydullahê Nehrî, doza rojhilata welêt dikir. Bi vê armancê, gelek caran êrîþî Welata ( Dewleta ) Îranê kir û gelek caran jî bi ser ket. Paþiyê Welata ( Dewleta ) Osmanî jî, ji xurtbûna Þêx Ubeydullahê Nehrî tirsiya, eziz bu û bi Îranê re tifaq çêkir. Li hember êrîþên herdu Welatan ( Dewletan ) , Þêx Ubeydullahê Nehrî bi serneket. Welata ( Dewleta ) Osmanî bi alîkarîya Welatên ( Dewletên ) din Þêx Ubeydûllahê Nehrî, bi zorê ji Kurdistanê Te Dûrxistin.

Ango Þêx Ubeydûllahê Nehrî ji Kurdistanê tê Dûrxistin ( Dûrxistin, Katik, Pirdû, Pej, Rehakirin, Miþextkirin, Nef, Surgun ). Cotmeh 1882 da Þêx Ubeydûllahê Nehrî ji alîyê Osmaniyan nefyê Mekke yê bû. Þêx Ubeydullah Nehrî, li Dûrxistinê çû ser dilovaniya xwe.

Piþtî þikestina rêxistin û serhildana Mîr Bedîrxan, bi demeke kurt di navbera Welata ( Dewleta ) Osmanî û Welata ( Dewleta ) Rûs de þer dest pêkir. Welata ( Dewleta ) Osmanî xwest bi navê Ola Îslam ê û bi karanîna þiklên, ku Musliman birayên hev in, careka din Kurdan di þerê Rûs de bi kar bîne û ji bona wî sedemî peywendî bi mala Bedirxan û hinek navdarên eþîrên Kurdan re çêdike. Bi wî awayî gelek leþker ju Kurdan komkir û þand þerê Rûs. Di þerê Rûs û Osmanî da sed hezar kurd hat kuþtin. Em hêvîdarin êdê tu demê Kurd di ber gelekî dinda neyê kuþtin.

Dema miletê Kurd ji bona serxwebûnê serî li dijî Osmanîyan hildida, di alîyê Osmanîyan da di hat gotin ku Kurd li dijî Ola Îslamî derketine. Vê demê bi navê Ola Îslamî Komkujîyên ( Tevkujînên ) nedîtî li dijî gelê Kurd bi kar danîn.

Di sala 1878 de, dawî li Þerê Osmanî û Rûs hat. Di herema Þemdînan de carekî din, dibin seroktîya Þêx Ubeydullahê Neherî de bi çirûskên agirê rizgarîyê bilind bû. Di sala 1880an de Þêx Ubeydûllahê Nehrî hemî amedekarîyê xwe çê kiribû û serî li dijî Osmanîyan rakir. Pîþtê niqþkirina dûr û dirêj, Þêx Ubeydûllahê Nehrî xwest cara pêþî êriþê Welata ( Dewleta ) Îranê bike. Ji ber ku Welata ( Dewleta ) Îranê ji Welata ( Dewleta ) Osmanî bêhêwztir bû û bihêsanî Kurdistana Rojhilat dihat rizgarkirin.

Paþê jî wê bi hêzeka xwurtir û geþ bi ser Osmanîyan de bigirtana, lê rewþa Welata ( Dewleta ) Osmanî gelek ji rewþa Îranê baþtir nebû. Ji ber ku Welata ( Dewleta ) Înglîz, Rûs û hin Welatên ( Dewletên ) rojava ew bêhêz kiribûn. Ji alîyê din, navbera Welata ( Dewleta ) Osmanî û Îranê tenebû. Welata ( Dewleta ) Îngilîz bandorka mezin li Osmanîyan dikir û heta herwaha lê hatubû, ku gelek caran guherînên di nava Di Arteþa ango Hêzên Leþkerîya Osmanîyan bi daxwayên Îngîlîzan guhartin dihat kirin. Dema Þêx Ubeydûllahê Nehrî êriþê ser Îranê kir, Welata ( Dewleta ) Osmanî êriþa Þêx Ubeydûllahê Nehrî ji bona berjewendîyê xwe hesab dikir.

Þêx Ubeydûllahê Nehrî li herema xwe, bi yek Nîþanek ( Dirv - Dirûv - Îþaretek ) piçûk hemî daxwazên xwe bi cih danî. Dema Þêx Ubeydûllahê Nehrî ji bona êriþê bi rê ket, leþkerên ( Lehengên ) Kurd wekî birûsk êriþê ser Urmîyê kir, li wêderê ji herema Svûcbûlak ê derbas bû û herema Mukrîyan bi hêsanî rizgar kir. ji xwe rûniþtevanên wê heremê Kurdin sunî bûn, zêde wxîn nehate rijandin. Lê rûniþtevanên herema Mûraxan þîî bûn û bi sebebê dijminaya kevin ya li himberî sunîyan, li berwxedan û gelekî ji wan hate kuþtin. Paþê leþkerên ( Lehengên ) Kurd berê xwe dan Text û payê Îranê û bajarê Tibrîzê û tehdît kirin. Îranê hemî hêza xwe kiribûn wê heremê û ji Welata ( Dewleta ) Rûsya yê alîkarî xwestbû û ji alîyê din jî ji Welata ( Dewleta ) Osmanî alikarî dixwest ku li ba Îranê cihê xwe bigire. Ji ber ku herekata Þêx Ubeydûllahê Nehrî ji bona herdû Welatan ( Dewletan ) dihat eynî menayê.

Wê demê dewleta Rûs ji Welata ( Dewleta ) Osmanî xwest, ku hêzeka leþkerî ango lehengî biþîne ser Þêx Ubeydûllahê Nehrî û nehêle li dijî Îranê þer bike. Wê çaxê Welata ( Dewleta ) Îngîlîz li dijî Îranê di xebitî, ji ber ku Îranê bi dijiminê Îngîlîz Rûsya yê re hevkarî dikir. Welata ( Dewleta ) Îranê ji Welata ( Dewleta ) Osmanî bêhêztir bû. Ji bona wê sedemî, Þêx Ubeydûllahê Nehrî xwest berê ji Îranê dest pê bike û bihêzêk xurtir bizivîre û êriþê Osmanîyan bike. Lê Welata ( Dewleta ) Osmanî wusa ne difikirî. Dema çirûskên rizgarîyê serkeftinin mezin di Îranê de bi dest xistin û berê xwe dan Roma reþ, Welata ( Dewleta ) Osmanî, ji hêlek di bin zextên beyanîyan da mabû û ji hêlek din jî Osmanîyan bi xwe hasîyan ku wê hereketa Þêx Ubeydûllahê Nehrî zirarek mezin bi de wan.

Bi vî awayî Osmanîyan Arteþa ango Hêzên Leþkerîya Erziromê ajotin ser Þêx Ubeydûllahê Nehrî û sînorê du mintiqeyên Kurdistanê û sînorê Bakurê Kurdistanê Rojhilatê Kurdistan ê girtin. Bi wî awayî Arteþa ango Hêzên Leþkerîya Þêx Ubeydûllahê Nehrî bû du perçe û êdî Þêx Ubeydûllahê Nehrî ne dikarîbû xwe bigihîne Arteþa ango Hêzên Leþkerîya xwe yên li Bakurê Kurdistanê mabûn. Bi vî sebebê Serhildana Þêx Ubeydûllahê Nehrî di navbera sê Welata ( Dewleta ) de hatîbû pêçan fatisandin. Bi hevkarîya Welatên ( Dewletên ) Osmanî, Rûs û Îranê, Osmanîyan Þêx Ubeydûllahê Nehrî dîl ( êsîr ) girtin û anîn Qonstantînopolêsê ( Ýstenbolê ).

Piþtî demeke kurt Þêx Ubeydûllahê Nehrî bi dizî ji Qonstantînopolêsê ( Ýstenbolê ) revîya û hat Kurdistanê. Careka din ji bona serhildanê dest bi kar amadekirina rêxistiniya serhildanê kir. Lê dise ev xebat hat fetisandin û Welata ( Dewleta ) Osmanî bi alîkarîya Welatên ( Dewletên ) din Þêx Ubeydûllahê Nehrî, bi zorê ji Kurdistanê Te Dûrxistin. Ango Þêx Ubeydûllahê Nehrî Nef yê ( Dûrxistin- Katik - Pirdû - Pej Rehakirin - Miþextkirin - Nef - Surgunê ) Erebîya Siûdî dike û Þêx Ubeydûllahê Nehrî hetanî wefata xwa li bajarê Medînê dijî.

Gelê Kurd bi hezaran sal beriya Zayina Îsa ( Z. Î. ) li ser axa ku îro bi navê Kurdistan hatiye navandin, civatek bi ser û ber pêk anîye û bi xelqên din, ango bi yên cîran va hîmê Bajarvanîya ( Medeniyeta ) Mezopotamya yê danîye. Ev Bajarvanîya ku, alîkarîyên bê hempa li Bajarvanîya ( Medeniyeta ) cîhana meya îroyî kiriye.

Bapîrên Kurda ên wê demê, Kardoxan, Gutîyan, Ûrartûyan, Mîtanîyan û Medan, Loran, bi xelqên din ra têkilîyên ( pêywendiyên ) cûrbecur danîye. Ev gelên cîran carna êriþ danîn ser Kurda û carna jî Kurdan êriþ divirin ser wan. Di demên dîrokîyên dirêj da, li Kurdistana îro jî, xelqên Kurd bi der saya peywendîyên civakî û aborî dewlet û imparatorîyetên serbixwe damezrandine.

Berî Zayina Îsa ( B. Z. Î. ) di sala 612 da Împaratorê Kurd ê bi nav û deng KEYAQSAR Serbajarê Asurîya, NÎNOVA ya ku nêzî Musul'a îro ji vegirt. Ji wê rojê û heta îro, Kurda di nav bûyerên civakî û sîyasî û di pirsên rojhilata navîn da rolek giring leyîst. Nemaze ev rola giring di dema ku Ereban êriþ dane ser rojhilatê ku nîþan da. Ji alîyê Erebanva xwestina vegirtina ( Leyandina - Vesendina - Dagîrkirina ) Kurdistanê, Piþti Zayina Îsa ( P. Z. Î. ) di 637 da destpêkir. Di vê tarixê da leþkerên Ereb êriþ da ser Musul û dorhela wê. Ev êriþ dayin bû sebebê ku Kurd û Ereb ji aliyên 1eþkeri, siyasi û çandi va hatin pêþberi hev. Leþkerên Ereb bi armanca vegirtina ( Leyandina - Vesendina - Dagîrkirina ) Kurdistanê, Iranê û Ezerbeycanê bêetlahi êriþ kirin. Lê di van êriþê xwe da tim û tim li hember xwe Kurda diditin. Xelqê Kurd li hember van pêlên vegirtinê ( Leyandinê - Vesendinê - Dagîrkirinê ) bi mêrxasi þer kir.

Ev þerên han, bûn sebebê wêrankirina sazûmana aborî, siyasî û çandînî ya Kurd. Lewra leþkerên Ereb bi bendûbest ( dîsîplîn ) û çekên baþtir hatibûn çekdarkirin û di derhaq þeran da hêçandin' yên ango Serpêhatîyên ( tecrubeyên ) wanên ê hêjmar hebûn. Ji ber vê yekê ji, leþkerên Erep perçeyek Kurdistanê, di sala 639 da kirin bin sîdarîya xwe. Lê xelqê me, ji zorkeri û dilitiyê ra serî dananî û car carna serxwerabûnên zexm û xurt pêkanîn. Lê piþt ra ev serxwerabûnên han, hêdî hêdî sist bûn û pîranîya xelqê, Îslamiyetê pejirand ( qebûl kir ). Ango Kurdan ji Îslametêra serî danîn û bi vî serî danînêra têk çun. Piþtê pejirandina ( qebûl kirina ), Îslamiyetê ji Kurdan bi awayê Welatên ( Dewletên ) Mîrî ( Derebegî - feodal ) xwe honandine.

Kurda li çaxa navîn da wek cîranên xwe Welatên ( Dewletên ) Xanedanî damezrandine. Di navbera setsala 10 -11‘an li herêmên Kurdistanê Þedadîyan, Hesenwahîyan û Merwanîyan Welatên ( Dewletên ) serbixwe pêk anîne. Merwanîyan ji Diyarbekir bi heta çîyayên Zaxrosê li hemî nîvroyê Kurdistanê hikim kirine. Di çaxa navîn da, Derebegî yên feodalên Ewrûpi, ji bo berberîya navbera xwe û gundîyan kêm bikin û bala wan bikþînîn hin ciyên din û ji bo aborî û çandînîya xelqên rojhilata navîn talan û wêran bikin leþkerên xaçparêz pêkanîn. Li hember van leþkerên xaçparêz dewleta Eyyubiyên Kurd derkete qata dîrokê ( tarixê ). Ev dewlet cara pêþine ku têkoþînek hevkar ( Þirîg - Ortax ) di nav Kurd û Ereban da pêk anîye. Ji Mîrzayên Kurd Selahedûn ne bi tenê di nav Kurd û Ereban da li dij hemî cihanê da serleþkerek bê hempa tête naskirin.

Ji sedsala 13 da vir va leþkerên vegirtvan ( Dagîrker - Leyoke - îþxalci ) ên Mongola, Hindistanê, Îran û Kurdistanê xirab û wêran kirin. Afirandinên (eserler) giranbiha bajar û aboriya xelqê Kurd yê ku bi keda sedsala pêk hatibû di bin lingên leþkerên Mongolan da pelçiqî.

Vegirtin ( Leyandin - Vesendin - Dagîrkirin ) û sidariya Mongola, aborîya Kurdistanê hilweþand û hunermendiya mirov pûç kir. Ji ber vê yekê ji girêdana peywendîyê ciwakî ên pêþ diketin qels û jar kir. Kurdistan ji alîyê Jeopolitik û dewlemendiya xwe da cîhek gelek giring e. Ji ber vê yekê ji berya Mongol û piþti wan daxwaza vegirtina ( Leyandina - Vesendina - Dagîrkirina ) Kurdistanê ji aliyê hêzên diz û talanker va dom kiriye.

Ez bêrîya welat dikîm.!

Hey dizo, neft û zêr dayne.
Kurd jî, bi paytext û xane.
Bese Kurdistan dinale.
Ez bêrîya welat dikîm.

Karê fesad, tim tevdane.
Ma welatparêz nemane ..?
Welat li binê nigane.
Ez bêrîya welat dikîm.

Ez nizanim, ev çî deme.
Barê min kuwil û xeme.
Dur çum, xerib ketime.
Ez bêrîya welat dikîm.

Dengê Ewropay þirine.
Dayê rewþa min bibîne.
Barê giran piþta mine.
Ez bêrîya welat dikîm.

Çav hêsîr, bi dilopane.
Bahê tê, ji boy me þîne.
Darê me gul diweþîne.
Ez bêrîya welat dikîm.

Dilê min, her diþewite.
Tim xun ji ser diþemite.
Ka hêsîr ? çav diþewite.
Ez bêrîya welat dikîm.

Mirin, boy bêxîretane.
Heyfa, Rustem û Keyane.
Tim dijîn, Gula dilane.
Ez bêrîya welat dikîm.

Derd giranim, welat kanê. ?
Bi xwedê Day mamim tenê.
Kanê ? Walatparêz kanêêê ?
Ez bêrîya welat dikîm.

Dil þewat û dert giranim.
Birîn darim, kurrrr dinalim.
Ax, ax, ax heyfa Kurdistan.
Ez bêrîya welat dikîm.

Ewên bawerî wendake.
Wekê mîyan berx wendake.
Kî tilî di hingivdake.
Ez bêrîya welat dikîm.


20. 12. 2004


Ali Cahit KIRAÇ

alicahitkirac@yahoo.de

mirezdin@hotmail.com

Ji alîkî da Mongola rêya xirabkirina aborî û civakîya Kurdistanê vekir, ji alîkî da ji piþti Mongola û Welata ( Dewleta ) Osmani li hember pêþketina xelqê Kurd bendekî xurt honand. Ji bilî viya jî li Îranê Safewîya Welatek ( Dewletek ) damezirand. Piþtê damezrandinê wê Welatê ( Dewletê ) êriþ da ser Kurdistanê û birek axa Kurdistane vegirt ( Leyand - Vesend - Dagîrkir ). Li ser vê yekê di navbera Safewî û Usmanîyan da ji bo vegirtina ( Leyandina - Vesendina - Dagîrkirina ) Kurdistanê têkoþînek dijwar destpêkir.

Ji ber vê sebebê ye ku Derebegên feodalên Kurd ji bo yekîtîyek navendî ( merkezi ) þertên Waqi' î ango Wênekêþ ( Objektif ), abori û civaki bi dest nexistin û di nav xwe da ji dest bi þer û pevçûnan kirin. Ev berberiya nava Mîrên Kurda bû sebebê dubiriyê wan. Hîn jê xwe dan alî Safewîya, hîn jê ji xwe spartin Osmaniya. Te bi vî awayi ji, heta demê nêzik Mîrên Kurd xwediyên Keyatîyek ( Otonomî ) nav xwe bûn, ango xwedîyên sazûmanên sîyasî, civakî û çandi bûn û bi þiklê Derebegayîtî di nav Împaratorîyeta Osmanî û Welata ( Dewleta ) Safewîya da dijîyan.

17. 11. 2005

Cavkanîya vî nivîsê ji wikipedia.org ê û pirtuka M.E. Zekî Kurdistan Tarîhî hatiye girtin

Ali Cahit KIRAÇ

alicahitkirac@yahoo.de

mirezdin@hotmail.com

Kurdistan Welatê Kurdayê. Her Bijî Kurd û Kurdistan.

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=403