Ji boy birêz Nezîr Þemmikanli.

Ji boy birêz Nezîr Þemmikanli.

Kekê Nezîr Þemmikanli, min piþtê kongra 1992 da sond xwarîye ezê wek parêzgerekî li PDK xudî derkevim. Tu dizanî di 1965 da partiya me PDKT bi alîkarîya endamekî rêxistina Xoybunê avabû.


Dagirgerên Kurdistanê êwên hov û terorîst bi avabuna PDKTyê gelek eciz bun. Ji bonaku me bifetisînin hinek hevalên me kirin parêzgerê ''Missakî Milli'' û di despêkêda serokê meyê yekemîn Faik Bucak bi destê Kontir - Gerîlayên xwa kuþtýn.


( Wêne: Ali Cahit Kýraç û Nezîr Þemmikanli )


Mixabin dagirgerên Kurdistanê dûra hewce dîtin PDKT bibe du perçe. Ango pîyayên wanên di nav PDKT yê da ên li cem Dr. Seit Kirmizitoprak fesadî dankirin û bi fesadîya wan mixabin ji PDKTê þunda PDK - T avabu. Serokê yekê Seît Elçî û yê din jî Dr. Seit Kirmizitoprak bu. Wan kesana tevê Birêz Faik Bucak dijraberê parêzgerîya ''Missakî Milli'' bûn. Dagirgerê Kurdistanê bi pîyayê xwe di nav me da lîstik anîn serê me û serokên me bi hevdu dan kuþtin. Piþtên wan buyerana ajanên xwe di nav me da wek mûyê ji nav rûn bikiþe. Girtin birin Enqerê û meqamên curbecur dan wan. Mixabin tu kesî boy van buyerana bi avakî vekirî gelê Kurd agahdar nekir.

Piþtê 1980 xebatkarên PDKT bi cengawerîkî mezin li bakurê Kurdistanê xebitîn û dagirgerê Kurdistanê disa ji PDKT yê aciz bûn û tirsîyan. Dagirgerên Kurdistanê destên xwe yên qirêj disa kirin nav me.

Di 1992 da Hevgirtin gelek tiþt ji me girt. PDK - Hevgirtin berdewama Hevgirtinê yê. PDK - Bakur jî berdewama PDK - Hevgirtinê ye. PDK - Bakur hetanê ku hesabê 1992 nede ez bi tu away bi wan ra têkîlî çênakim. Hewceye ew bibêjin Hevgirtin darbe bu hem jî dagirgerên PDK yê bun. Ji ber vê yekê lêborînê ji gelê Kurd bixwazin. Ger gele Kurd wan bibaxþîne min jî ji para xwe wan efu kiriye.

Kekê, min dixwast em bi endamên PDK yên kevn ra têkevin têkilîyê û ji dervayê PDK - Bakur bisekiniyan. Lê ku te û hevalên din we bi wan ra civîn çêkirin. We di vî civînê da qomîteya PDK - Bakur muhatab girt û hun di civînekî da bun endamê PDK - Bakur. Bi dîtina min ev þaþî bu.

Kekê ev pênc care hevalên me ji mê diqetin diçin ba Hevgirtin, PDK - Hevgirtin û PDK - Bakur, berîya ku tu ji PDK - XOYBUN ê biçe ba PDK - Bakur hevalên me ji PDKT yê çun ba PDK - Bakur. Lê ku ez neketim van þaþîyana.

Min dixwast endamên PDK yên kevn ji qomîtaya PDK - Bakur veqetîyaban an jî qomîtaya PDK - Bakur fesx bikirana û me wer bi wan ra civîn cêkiraba. Rastî jî ev bu.

Kekê ji boy min berjewendîyê kurd û Kurdistan giring e. Ez her dem li alîyê berjewendîyên netewa xwe me. Bawer im kesên îro endamên PDK - Bakur in ewên pêþerojê min fêm bikin. Rastî ev e ku tenê ez û ew an jî hun di vê Partiyê de najîn, em tenê neferên ji netewa kurd in. Em nikarin bi ser navên her endamên PDKê tevbigerin û biryaran bigirin. Ev jî rastîkî bi serê xwe ye. Her dem çend mirov bi dizî hatinin cem hev, cîvînan amade kirine û bi serê xwe bîryara girtine. Kes mecbur nîne ku wan biryarên civînên dizî qebul bikin. Û kes nikarin direwên dur û dirêj rê va bibe...

Rastî eveku dîrok þaþîyan û rastîyan dinivîsîne. Em îro li jimara hinek partîyên kurdan mize dikin. Jimara wan qenderê malbatekî mezin nine. Pismamekî min heye, mêzeke jimara malbatâ wî çiye ? Ew sê jinên wî û 58 zarokên wan hene. Gelek partîyên bakurên Kurdistan bi endamên xwe qenderê jimara malbata pismamê min mezin nine ...

Ka em dikarin bibêjin partîyên bakurên Kurdistan ê xebat dikin ?. Na xebat nakin. Gelo kislanî xweþa merovan diçe ? Ez tenê bi serê xwe þev û roj dixebitim, malpera http://www.xoybun.com ê rêva dibim. Gelo hewce nine bi dehan malper, Radyo û Televîzyonên partîyên bakurê Kurdistanê hebe ?.

Bi gulek bihar nay lê ku gulek mîzgînîya biharê ye. Hun bizanibin hun tenê ne, ger bawerîya we jî bi we were bizanibin ku hun mizgînîya azadîyê ne.

Ez her dem hevalê we me û amade me wek birakî dilzoz û dilxwaz bi we ra dinav þopa PDK yê da bixebitim. Le ku bi huquk, rêzanî û rêzdarî ...

Bawerîya min em bi navê PDK xebat bikin û bigêjin Kurdistana Serbixwa û emê li ser xirbeyên zankoya Harranê ango zankoya cîhanê ya yekemin zankoyên curbecur ava bikin. Em dikarin bi dewlemendîya neftê ( petrol ) û bi dewlemendîyên xwe yên din, li seranserê Kurdistanê nexwaþxana ava bikin û bersîva tendurîstîya cîhanê bidin. Emê santralên ellektirîge li serenserê Kurdistanê ava bikin û þevan ronahîyê bibin cîhanê û çerxên fabrîkayê cîhanê bigerînin. Û emê di warê demokrasîyê da jî li cîhanê bivin model, toximê demokrasîyê li cîhanê belakin!..

Silav û rêz ji boy birêz Nezîr Þemmikanli û ji boy we hemu endamên PDKê û ji boy welatparêzên Kurdistanê

01. 11. 2004

Biray we : Ali Cahit Kýraç


alicahitkirac@yahoo.de
alicahitkirac@hotmail.com

pdk_xoybun@yahoo.de
xoybuncom@yahoo.de

  • http://www.pdk-xoybun.com
  • http://www.xoybun.com




  • Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

    Bo vê nûçeyê navnîþan:
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=396