Gotar - 2 : Heft roj li Kurdistanê.



Gotar - 2 : Heft roj li Kurdistanê

Niha li welatê xwe me; çi bayê hênik û xweþ axxx ev bayê te ye Kurdistanê, ji te hez dikim…

Mane xwena bilbil civîna bi evîndarê re ye. Tu dara min û evîndara min î.. ez hatim nav þaxên te hêlîna me dilê te yî, evînê ev welatê min e, ez ê we bi hev bidim naskirin; biburîne hûn yek rewan in, yek dil in, we ji hev cuda nakim….

Kurdistanê tu çavê evîna min î; li ber dilê min buhayî, hember tu tiþtî tu nayê..

Jiyan û þahî û xemên min li te dijîn, tu jiyanî û helbest û hevokên min ji kaniyên te dizên, piçûk bûm tu evîna min bû, mezin bûm evîna min jî mezin bû, biner ev sîng nema têrê dike biner ev çiyayên bi dar û þikeft û nizar, bi kew û qumrî û baz li ber evîna min hûr in…

Ji frokxana Hewlêrê ewê þevê me berê xwe da Duoka rengîn, rê hevaleke hêmin û ciwan e, ji riyan hez dikim ji ber herdem bi hevdîtinê min hest dikin, rê xweþ e, þev xweþ e, stêrik li hal û demên dil dipirsin. Evîna xwe ji min re þirove dikin, em diçin û rewan li yarê digere, dil dibêje ev yara te ye, ev e ewa ko çil salî te jê hez kiriye va tu li bayê wê sobelan û melevaniyê dike…

Riya bejin zirav ma dawî nayê..? Rê vedigerîne bihna xwe fireh bike.. Buhar di çavên evîndaran de pir ciwan e, her kevir, ax çiya û newal, çem û kanî, hemû der û dever û tariya balkêþ çavên xwe li min digerînin û ez jî awira xwe ji awira wan dernaxim, hemû wêneyê yara min in..

Dema piçûkaniyê min li stranan guhdarî dikir û dibihîst; mezin bûm û xewna min jî bi min re mezin bû, gihiþtim xortaniyê û min evîna te bi xwe re þîr da bi þîrê jiyanê û hezkirina azadiyê, îro li nav dilê yara xwe me, li ser xaka pîroz im..

Turumbêla me diçe û sawîr li ber çavên min dibin filmekî sînemayê; her kes, her civat û her dan û standin ko me li ser xewna hevdîtina rojekê dikir li bîra min de dihat, min digot welato min çendîn xem û þahî û keser ji bo te kêþandine… min çendîn nivîs û nûçe li ser te xwendine, tu ji min re sawîr bû û ev roka li ser ala te, hilata wê weke sosretekê bû..

Min serê ajoker bi pirsên xwe êþand, ji ber min xwe nedigirt û pirs li ser pirsê niha ewî digot ka ev çî ye, bo çî evan pirsan ji min dike ? ?

Ewî nizanîbû çi agir di hinavên min de dilîze. Bi rastî agir e; agirê bêrîkirin û azerî û bindestiyê û ev roj kelegerma azadiyê ye…

Dema bi rê de em diçûn, rê ne gelekî xweþ bû, min ji hevalê xwe pirsî: Seyda bo çî ev rê wa kelekortî ye? got bira em çi bikin rewþ wa ye..!!

Min got gelo berpirs jî di vê rê de diçin ? Got ma çawa naçin…!!

Ew bi ajotina xwe daketiye û ez jî vegeriyam sawîrên xwe..vegeriyam deþtên xwena xwe, li her darê dinerim sîber e.. Li her çiyayî dinerim bi kovî û xezal e, bi xwîna þehîdan payebilind û serfiraz û rûgeþ bûye..!!

Ey çiya di wê hembêza germ de te mêrxas xwedîkirin, te pêþmergeyên qehreman ji tang û topên dijmin parastine.. Ey çiya, ey hêz piþtevanê dilê bi hêz, hevalê me, wek te em parastin; gelo em ê karibin kirasê te kesk û rengîn bi dar û gul û kulîlkan xemilandî bihêlin…?


Ezîz Xemcivîn
xemcivin@hotmail.com




















Dema Weþana Gotarê, 05. 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=371