11.10.1993 - 11.10.2013, Apo Osman Sebrî, ji vî dinê koç kir. Apo Osman Sebrî, wekê her Tekoþer û Þoreþgerê netewa Kurd, di dilê meda dijî.

Wext: Friday, 11.October. @ 08:21:52 CEST

Mijar:

  • Apo Osman Sebrî, nivîskar, sîyasetmedar, qehreman û kedkarekî þoreþa Kurd bu. Apo Osman Sebrî, di dîrokêda îro, di Yanzdehê meha Dehan da û di sala Hezar û Nehsid û Nod û Sisiyan da( 11.10.1993 ), çu ser dilovanîya xwa. Apo Osman Sebrî, nemire û di dilê netewa Kurd a dijî. Qehremanên Þoreþa Kurdistan ê Nemir in ...
  • Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun

    P D K - XOYBUN

    05.01.1905 / 11.10.1993 - 11.10.2013


  • Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun ê, Apo Osman Sebrî, bi Dilekî germ, bibîr tînim. Apo Osman Sebrî, wekê her Tekoþer û Þehîdên Kurdistanê, nemire û Dilê meda dijî. Þehîdên Kurdistanê, yên berîya vê demê û yên hetanê îro, bi bîr tînim û tevkujînên, li hemberê Kurda, li Kurdistanê û yên li dervayê Kurdistanê buye, hemuyan, Þermezar dikim...

    Kurdistanîyên Hêja : Osman Sebrî li sala 1905ê li gundê Narincê yê Kolîka Semsûrê jý dayik bû. Bavê wî serokê êla Mêrdêsiyan bû. Dema Osman Sebrî hêþta zarok bû, bavê wî li sala 1915ê çû ser dilovaniya xwe û ew li ba apê xwe yê ko bû serokê êlê, mezin bû.
    Piþtî Serhildana Þêx Seîd, Osman jî digel herdu apên wî Þukrî û Nûrî li sala 1926ê hatin girtin û li zîndana Amedê hatin darvekirin. Osman du salan di zindana Denisliyê da ma û piþtî efûyeka giþtî, li sala 1928ê hat berdan.

    Li sala 1929ê, careka din Osman digel 26 serokên Kurd hat girtin, lê dîsa zû hat berdan. Ew li 24ê çileyê pêþîna 1929ê reviye Sûriyeyê, du salan bû endamê Partiya Xoybûnê û di kovara Hawarê da li ser mijarên cihê dest bi nivîsandinê kir. Pir helbestên wî hatine çapkirin û yên ne çapkirî jî hene.
    Li sala 1957ê Apê Osman digel hin welatparêzên Kurd, di xebata damezirandina Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê da cih girt û wekî sekreterê partiyê hat hilbijartin.

    Osman Sebrî roja 11ê çileyê paþîna sala 1993ê wefat kir. Ew li gundê Berkevirê, li binxetê veþartî ye.

    Birayê we : Alî Cahît Kiraç | Alî Cahît Kiraç | Alî Cahît Kiraç













    Ey Qehremanên Kurdistan ê, Hun Herdem, Di Dilê Meda Dijîn!

    Qehremanên Þoreþa Kurdistan ê Nemir in ! ...


    Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun

    P D K - XOYBUN



    Tekoþîna Þoreþgeran Herdem Dibê, Mirina Koledarî û Terorîzma Dagirkerên Kurdistan ê.

    Bijî Kurdistanek Yekgirtî, Serbixwa û Azad


    Apo Osman Sebrî



  • Osman Sebrî : ( 1905 - 1993 ) yek ji helbestvanên mezin ên kurd e.

    Osman Sebrî di sala 1905an li gundê Narincê yê Kolîka Semsûrê jý dayik bûye. Bavê wî serokê êla Mêrdêsiyan bû. Dema ku Osman Sebrî hê zarok bû, bavê wî di sala 1915an de çû ser dilovaniya xwe û ew li ba apê xwe yê ku bû serokê êlê, mezin bû.

    Piþtî Serhildana Þêx Seîd, Osman Sebrî jî digel herdu apên xwe Þukrî û Nûrî di sala 1926an de tê girtin. Herdu apên Osman Sebrî di zîndana Amedê de hatin darvekirin. Lê Osman Sebrî du salan di zindana Denizliyê de dimîne û piþtî efûyeke giþtî, di sala 1928an de tê berdan.

    Di sala 1929an de careke din Osman Sebrî digel 26 serokên kurd, hat girtin lê dîsa zû hat berdan. Ew di 24ê çileyê pêþîn yê 1929an de direve Sûriyeyê, du salan dibe endamê Partiya Xoybûnê û di kovara Hawarê de li ser mijarên cihê dest bi nivîsandinê dike.

    Di sala 1954 an de Osman Sebrî alfabeya kurdî ya latînî weþand û hin pirtûkên mîna; Bahoz, Derdên Min û çar Leheng nivîsandine. Dîsa pir helbestên wî yên ne çapkirî jî hene.

    Di sala 1957 an de Osman Sebrî digel hin welatparêzên kurd, di xebata damezirandin a »Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê« de cih digire û wek sekreterê partiyê tê hilbijartin.

    Osman Sebrî roja 11ê çileyê paþîna sala 1993an wefat kir. Ew li gundê Berkevirê, li binxetê veþartî ye.
    ________________________________________________________________

    Jiyan, tekoþîn û xebata Osman Sebrî :

    Apê Osman Sebrî, di roja 05.01.1905'an de, li Bakurê Kurdistanê, li Gundê Narincê, qeza Kextê ji wîlayeta Semsûr (Adiyeman) hatiye dinê. Bavê wî, serekeþîrê Mirdêsiyan e. Navê bavê wî Sebrî ye. Navê diya wî Emîne ye. Di bîranînên xwe de Osman Sebrî li ser hoza xwe weha gotiye : (Eþîra me Mirdês perçeyek ji emareta-mîrniþîna- Mirdês e ku sernîveka wê bajarê Egilê bûye. Piþtî qelsî û ji hevdeketina emaretê mîrekan her yekî aliyekî emaretê bi navê eþîrê xistiye bin destê xwe. Ji kalê min Mihemed ku tevî eþîra xwe (Mirdêsê Gawestî) hatiye erdê ku îro bi Mirdêsan hatiye nasîn, heya digehê min, em neh bav di wî erdî de rûniþtine).

    Osman Sebrî di deh saliya xwe de bavê xwe winda dike. Piþtî ku bavê wî diçe ser dilovaniya Xwedê, diya wî Emîne, bi apê wî re, ango Þikrî axayê Mirdêsiyan re hevjîn dike. vêca li þûna bavê wî Apê wî yê mezin (Þikrî) bi kar û barên hoza Mirdêsan ve rabû û bi dilovaniyeke mezin jî (Osman Sebrî) li ser rêzan û rêdanên hozanî xwedî kir .

    Osman Sebrî li ser xwendina xwe ya destpêkê weha diyar dike:

    (Dawî sala 1917-an mamostayek ji me re hat û wê salê min þehadeta îbtîdaî istend. Sala din apê min ez þandim Kextê dibistana Riþdiyê. Di nava sê salan de min þehadeta xwe li wir jî sitand).

    Apê Osman di dermafê rewþa rêzana eþîrtî û zû jinanînê de gotiye:

    Sala 1920-an de min þehadeta xwe ji Riþdiyê bir û vegerrîm çûm mal da ku hînî rê û rêzanên eþîrê bibim. Sala 1922-an payîzê ez hevde salî bûm ku ji min re jin anîn. Piþtî salekê ji min re lawek bû (kurrê min Welato).

    Apê osman ji rêzana êlî û eþîrtiyê kiz û jê teng dibe ûþtê vê yekê jî diyar dike: (Sebebê vê guherrîna han bi navê (Ismaîl efendî) mamostayek bû. Vî camêrê han çavên min li ser kirêtiya rêzana Derebegîtiyê vekir).

    Demekê kurt Osman Sebrî li kêleka Apê xwe Þikrî axa bi karûbarên hoza Mirdêsan ve rabû , ta þoreþa Þêx Seîdê Pîran destpêkir , di wê hingê de wan jî xwest di hawara þoreþê de herin û soz û peymanên xwe bi Þêx Seîd re bibin serî , lê sed heyf û mixabin þoreþ zû beravêtî bû , Þêx Seîd û 48 hevalên wî di havîna 1925-an de li Amedê hatin bi darvekirin.

    Piþtî têkçûna þoreþa Þêx Se’îdê kal di sala 1925-an de, dewleta Turk dest bi siyaseta helandina bi darê zorê kir – ya ko bi siyaseta tirkkirinê (tetrîk) têt nas kirin. Dasa þer, hiþk û ter da ber hev. Bi destekî hesinî dest bi kuþtin û wêrankirina gelek gund û bajaran kirin. Çek ji destê hoz û ‘eþîrên kurdan wergirtin. Berê agirê sitemkariyê giha hemû warên jiyanê (aborî, civakî, siyasî û rewþenbîrî). Bi sedhezaran kurd dûrî welêt xistin. Kurdistan kirin dojeh. Gelek ji wan siyasetmedar û welatparêzên kurd penaberî Sûriyê, Îraq, Îran û Ewropayê bûn. Lê digel van karan tevan jî dewleta tirkan nikarîbû viyan û hêviyên kurdan ji hest û hizrê wan yê neteweyî bibire û rehên agirên serhildan û berxwedanên wan vemrîne. Ew agirê ko li Çiyayên Cabikcûr, Farqîn, Sason û Agirîyê vêxistî mabû di þerê xwe de berdewam bû.

    Di roja 24/06/1926-an de Tirkan her du Apên wî (Þikrî û Nûrî) li Amedê bi darvekirin. Osman Sebriyê ciwan jî wê demê tê girtin û hetanî sala 1928'an li Denîzleyê di zindanê de dimîne. Piþtî ji zindanê derdikeve, vedigere Meletyê û karê xwe yê welatparêziyê û dijberiya rejîmê didomîne. Li ser vê yekê carekî din bi tevî 26 serokeþîr û axayên Kurdan ve tên girtin û çendekî li zîndana Meletyê dimîne. Piþtî heft mehan ew û axayên din tên berdan; lê hukumet dîsa li pey wî ye. Carekî din biryara girtina wî hat, bi gotina Cegerxwîn: ''biryara îdama wî derdikeve''. Lê Osman Sebrî xwe nade dest. Vêca ji neçarî di roja 24/12/1929-an de , ji Kurdistana bakur– Serxetê – daket û berê xwe da kurdistana rojava–Binxetê -; xwe li hoza Berazan girt li bajarê Kobanê serokê vê hozê Mistefa û Bozan Þahîn Beg bûn yên ku endamên komela (Xoybûn)ê bûn. Osman Sebrî xwediyê wê baweriyê bû ku êdî veger ji vê riya dûr û rêj nema, lewra dibêje:

    (Mirovekî ku pêleke dirêj ji jîna malbata wî di þerrê sitemkar û zorbazên Tirk de borî be, ne dûre ku ew jî hemî jîna xwe di wê riya bi rûmet de bibore. Herçî ez, rika kolîdarên Tirk ên zorbaz, hezkirina welat û gel digel hev min di rêya têkoþînê de dehf didin. Ji lewre eger ez di kir, raman û xebata xwe de qelsiyê rave bikim ji bextereþiya min e).

    Li Binxetê, li ser destê Mîr Celadet Bedir-Xan Osman Sebrî dibe endamek ji endamên komela (Xoybûn)ê, ew komela ku di sala 1927 an de ji rex welatparêzên Kurdan ve li beyrûdê hatibû damezirandin. Di vî warî de Osman Sebrî gotiye: (Piþtî hatina Sûriyê bi sê çar heftiyan Celadet Bedirxan hatibû Kaniya Ereban (Kobanê), piþtî em rûbarî hev bûn li ser destê wî ez bûm endamê partiya Xoybûnê ... ).

    Di sala 1930-î de , endamên komela Xoybûnê biryara alîkariya þoreþa Agirî wergirtin û kar û barê xwe kirin ku ji sînorê binxetê derbasî serxetê bibin. Xoybûn þeva 3ê ser 4ê tebaxê sala 1930-î roja êrîþkirina ji baþûr-binxet ber bi bakur-serxet ve biryar stendin. Serkirdayetiya Xoybûnê enya þer ji Cerabulsê ko li ser ava Feratê dikeve, ta Endîwerê li ser ava mezin (Dicle); li ser þeþ deveran ji rojava ta rojhelat bi ser endamên Xoybûnê de leva kirin.

    Devera Kobanê: Bozan þahîn beg û birayê wî Mistefa beg serokên hoza berazan, û Osman Sebrî berê wan li Urfayê û Mereþê bû û yê Osman Sebrî ber bi hoza merdîsan here. Lê, mexabin dema xwestin ji baþûr êrîþî dewleta tirkan bikin, gelek ji wan axa û begên ko soz dabûn, sozê xwe xwarin û pê ranebûn. Tenê Osman Sebrî û çend peyayên Berazan sînor derbas kirin, þer kirin û hindek ji belavokan belav kirin, lê mexabin ji neçarî bi þûn de vegeriyan.

    Piþtî ku vegeriya Sûriyê , hikûmeta Kemalî ji hikûmeta Fransî ya ku di Sûriyê de karbidest bû doza xwestina wî kirin; lê Fransiyan ne dixwstin ku Osman Sebrî bispêrin Tirkan ji ber hin berjewendiyên xwe, vêca ew ji Kobanê surgûnî bajarê (Reqa)yê kirin; da ku ji sînor dûr be.

    Piþtî vê rewþa dijwar cih li wî teng dibin û berî dide kurdistana baþûr. Li wir tekoþerê mezin rehmetî Þêx (Evdilrehmanê Garisî) nas dike. Osman Sebrî bixwe wisa gotiye: (Di sala 1930-î de, li Barzan min û rehmetî Þêx (Evdilrehmanê Garisî) hev nas kiribû û serekî dirêj bi rehmetî re bibûm heval...).

    Osman Sebrî ji vegera xwe ya ji Iraqê, ew li Mûsilê ji rex hikûmeta Ingilîzî ve tê girtin û bi rewþeke perîþan xwe ji nav lepên wan Ingilîzan reha dike, vedigere berî dide bajarê Þamê û xwe li welatparêz û ronakbîrên penaber digre.

    Civata pêþî ya wan penaberan li mala welatparêzê Kurd Elî Zilfo axa- li taxa Kurdan- li bajarê Þamê bi serokatiya Mîr Celadet A.Bedirxan tê girêdan. Di wê civîna pêþîn de Mîr Celadet A. Bedirxan ev gotina xwe ya dîrokî pêþkêþî wan kir û got:”Gelî Kurdan..! Gelî rewþenbîr û welatparêzên delal...Þoreþ û raperînên me bi çekan serneketin û ne jî gihan armancên xwe...Niha ji me tê xwestin ko em bi pênûsê, bi zanîn û rewþenbîriyê, gelê xwe hiþyar bikin, û pê þerê dijminê gelê xwe bikin. Em, dîrok, tore, folklor û rewþenbîriya xwe nasbikin û xwe bi cîhanê bidin naskirin... Bila zanîn çekê me be..”.

    Bi van gotinên pir bi akam û hêja Mîr Celadet Alî Bedirxan ronaka xebatê li pêþ wan vêxist û berê xebatê da pênûs û zanînê.

    Þoreþger û welatparêzên mîna Celadet, Kamiran, Osman sebrî, Cegerxwîn, Hesen Hiþyar, Qedrî can,...û hwd. Riya xebata wêjeyî û rewþenbîriya kurdî qelaþtin. Bi hest û ramaneke kurdistanî bingehê kultûr û çandeya kurdên binxetê danîn. Ew hest û xebata wan ronakbîran, sînorê çêkirî di nav perçên kurdistanê de derbas kirin û têkilî û danûstendinên xwe bi perçeyên dî re ava dikirin.

    Kovara “Hawar”-ê, sala15-5-1932-an der xistin, û pê re jî wêjeya kurdî, li Binxetê, derbasî qunaxa wêjeya nivîskî û nûbûyî kirin nemaze jî piþtî çapkirin û weþandina alfabeya latînî.

    Bi piþtgiriya Celadet Bedirxan apê Osman ji eniya þer û cengan cihê xwe di eniya rewþenbîriyê de, di rêz û benda pêþî de, bi pênûseke bejinbilind û hêja cihê xwe digre. Ne tenê wek nivîskar, helbestvan û wergêr belê wek hîmdar û rêveberê kovarê jî.

    Lê apê Osman tim û tim çavê wî li rewþa ramyarî, þoreþgerî û xebata çekdarîyê digeriya. Ji ber liv û karê wî yê ramyarî gelek caran dihat giriftar kirin, lê ko dihate berdan dîsa vedigeriya kar û xebata xwe. Tucar çavê wî ji zindan û girtîgehan ne diþkest.

    Di sala 1935-an de hitûmeta Fransî wî surgûnî Afrîqayê (Girava Medexeþqer)ê kirin, lê ma ta bi sala 1936an. Ji ber hin sedemên navxweyî di sala 1938-an de xwe dûrî komela Xoybûnê kir, çavên xwe li hin saziyên din ji kar û xebatê re digerîne. Her roj û her demên wî di bin girtin û di dijwariyê de derbas dibe. Gelek caran, heta bi gotina Osman Sebrî bi xwe, di jiyana xwe de (18) caran tê girtin û zîndanîkirin. Ne tenê li Tirkiyê û Sûriyê, li Iraqê, ango li Mûsil û Bexdayê de jî di zîndanê de dimîne û (12) salan ji temenê xwe di girtîgehan de dibûrî ne. Lê ev zilm û zor, wî ji riya xebatê venagerîne. Wekî ku Cegerxwîn dibêje: (Ew – O.Sebrî- gelperesteke xûrt e û ji dostê xwe re dost, dijminê xwe re jî dijmin e). Wî û çend kesên din komelek bi navê (Yekîtiya Xortan) li bajarê Þamê damezirandin û vê dawiyê xwe tevlî (Nadî Selah Eldîn ya rewþenberî) dikin, navê nadiya xwe guhertin kirin (Nadî Kurdistan) , kar û xebata van Nadiyan hînkirina xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî û geþkirina hestê neteweyî bû.

    Piþtî ko Sûriyê ji bin destê sîdariya Ferensa rizgar bû, alîkarî û piþtgiriya Kurdan ji xwe re jibîr kirin. Hemû civat û libatên Kurdan hat qedexe kirin.

    Di sala 1949-an de heyamê desthilata Husnî Ze'îm Osman Sebrî hat girtin û pê re hat surgûn kirin û ew avêtin bajarê (Tudmir)ê, di wê demê de conta leþkerî li desthilata Hisnî Zeîm rabû û desthilat hate guhertin, bi wê guherînê re Osman Sebrî ji surgûniyê reha bû .Vegeriya Þamê û mala xwe barkir nav Kurdên Cizîrê, li dora du salan li bajrarê Dirbêsiyê dibe mamûr di mîra de.

    Di sala 1951-ê de li parêzgeha Helebê (Komela rewþenbîrî) hate damezrandin. Endamên wê komelê: Reþîd Hemo, Þewket Henan, Mihemed ‘Elî Xoce û Qadir Ibrahîm bûn. Armancên wê belavkirina rewþenbîrî û hestê neteweyî bû. Lê mexabin di wê salê de tev hatin girtin û komele têkçû.

    Di sala 1953-an de Edîb Þîþeklî, Sûriya xist bin rejîmek leþkerî û bû serekomarê welêt. Bi hatina leþkeran zoreke mezin ket ser welat û gelê Sûriyê. Pir dirêj nekir bi destê hin efseran hate rûxandin û gelê Sûriyê ji zulm û zora wî hat reha kirin.

    Di sala 1953-an de ‘Civata Yekîtiya xortên Demokrat ên Kurd li Sûriyê’ hate damezirandin. Damezirênerên civatê : Mihemedê Mele Ehmed, Samî mele Ehmedê Namî, Evdilezîzê Elî Evdê, Derwêþê mele Silêman bûn.

    Hêjayî gotinê ye ko evê Civatê û yên din tevan piþtî damezirandina Partî (1957)-an xwe helkirin.

    Di sala 1955-an de li bajarê Þamê li mala nivîskar Osman Sebrî komela (vejîna çanda Kurdî) (Encûmen) hate damezirandin. Endamên wê : Osman Sebrî, Hemîd Derwêþ, Mecîd Hac Derwêþ, Mihemed Salih hac Derwêþ, Xidir Ferhan ‘Îsa û ‘Adil ji çiyayê Kurmênc û Se’ed (Se’do) Îbo bûn. Mexabin evê Komelê salekê dirêj nekir.

    Di sala 1956-an de li bajarê Helebê Komela (Zanistî û alîkariya Kurd) hate damezirandin. Damezirênerên komela Zanistî û alîkariya Kurd:

    Dr. Nûrî Dêrsimî, Rewþen Bedirxan, Hesen Hiþyar, Osman Efendî û Heyder Mihemed Kinco bûn.

    Di sala 1957-an de Partiya Azadî li bajarê Qamiþlo hate avakirin.

    Damezirênerên partiyê : Seydayê Cegerxwîn, Mihemedê Fexrî, Mela Þêx Mûsê Þêxî û Mela Þêx Mûsê Qerqatî bûn.

    Di 14-6-sala 1957-an de partî hat damezrandin. Di destpêkê de navê Partî:”Partiya Demokrat a Kurdistanê bû û yekemîn armanca wê ya giring rizgarkirin û yekirina Kurdistanê bû.

    Li vê dawiyê navê Partî guhertin;(Partî Demokrat ya Kurd li Sûriyê) û ji armanca rizgarkirin û yekkirina Kurdistanê hatin xwar. Bi ava kirina partiyê re qûnaxeke nû di civaka kurdên binxetê de dest pê kir. Her welatparêzekî kurd, xwe li dora partiyê di dît. Endamên komîta navendî ya partiyê ev bûn: Osman Sebrî, Þêx Mihemed Îsa, Hemîd Hec Derwêþ, Hemzê Niwêran, Reþîd Hemo, Mihemed Elî Xoce, Xelîl Mihemed, Þewket Henan,..h,d.

    Rewþa Sûriyê ji sala 1954- 1958-an de berî yekîtiya di navbera her du hikûmetên Sûriyê û Misrê de çêbibe, gelê Sûriyê di bin siya hikûmeteke welatî û perlemanî de, jiyaneke xweþ di warê siyasî, civakî û wekhevî de domand. Lê dîsa jî gelê kurd ji hemî mafên xwe bê par bû.

    Piþtî yekîtiya herdû hikûmetan berî her tiþtî, demokrasiya heyî û hukmê Perlemanê bi rejîmek diktator hat guhertin, û biryar bi helandina partiyan hat dan. Lê partiya Demoqrat ya Kurd û partiya qomonîst ya Sûrî ew biryara nehêlana partiyan red kirin û xebata xwe ya nependî berdewam kirin. Roj bi roj rewþa gelên Sûriyê ber bi nebaþiyê ve diçû. Di bin darê zor û setemkariyê de gelek welatparêz û xebatkar di bin îþkencan de hatin êþandin û kuþtin.

    Osman Sebrî ji wan girtinan bêpar nema, di roja 12.8.1960î de tevî Dr. Nûredîn Zaza û (31)[1] hevalên xwe tên girtin. Ji zindana Helebê berî dan Mezê li Þamê man ta roja 20.2.1962an. Di vê girtinê de, pir nakokî di nav girtiyan de derketin holê. Hêjaye ko bi kurtî li ser vê girtinê baxivim:

    Dadgeha parastina dewletê ya bilind a leþkerî bi serokatiya serbaz Derwîþ Elzûmî û herdû erdamên dedgehê serbaz Ednan Raxib û Ebdurehman Xefîr hat li dar xistin. Nûnerê cihgiriya giþtî Yasîn Eragîlî bû. Li gorî nerîna dadgehê Osman Sebrî, Dr.Nûredîn Zaza, Reþîd Hemo û hevalên xwe.- Girtî tev -31- kes bûn-. gunehbarin bi gunehê ko ev girtî: (dixwazin perçakî ji erdê Sûriyê qut bikin û bi ser dewleteke biyanî ve ber din). Ji hêlekê din ve di dadgehê de li ser rêzan û biryarên partî hate rawestandin, gunehbariya herî giran ji pirsên dadgehê yên li ser rêzan û biryarên partî: (Ev partî dozdarê avakirina dewleteke kurdî ye) û ji armanca wê: (Rizgarkirin û yekkirina kurdistanê ye). Mexabin ji girtiyan gelek kes rêzan û biryarên partî neparastin û xwedî lê derneketin. Lê, Osman Sebrî li ber dadmendê dadgehê mîna lehengan rêzan û biryarên partî tev parastin û wekî parêzerekî serbilind bê þîvîþk û bivac qirrên û gelþ di dadgehê de kir û ji armanc û biryarên partî û ji hebûna kurd û kurdistanê nehat xwar. Digel ko ew bixwe ne bi wergirtin û hildana wan biryarên Partî re bû. Digot: (Dema rêzan û biryarên partî hatin danîn ez ne bi van dîtin û biryaran re bûm. sîmbol û biryarên me hilgirtine ji gewdê me bi gelekî mezintirin, em nikarin dibin de rabin. Lê hevalan weha xwest. Li ber dadgehê heyfe li gotinên xwe xwedî derneketin. Digel ko ne baweriyên min bûn, lê, dîsa min ew parastin). Bi gotina hemû hevalên wî, apê Osman bi tena xwe di dadgehê de li rêzan û biryarên partî xwedî der ket û parastin. Ji ber vê mêraniyê du salan hat girtin û ji hevalên xwe tevan pirtir hat zindankirin.

    Di destpêka meha sibatê sala 1962-an partî; (Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê) konfiransa xwe ya pêþîn li bajarê Þamê girêda. Osman Sebrî li vî konfiransî beþdar nabe; ji ber ko girtiyê zindanê bû.

    Di destpêka sala 1963-an de konfiransa diwemîn li bajarê Qamiþlo bê beþdariya apê Osman tê girêdan, ji ber ko apo ji ber hukûmetê xwe dabû alî çûbû Libnanê. Di vî konfiransî de wek endamê komîta navendî tê hilbijartin.

    Di sala 1964-an de konfiransa siwemîn li gundê (Cim'ayê) bê beþdariya Osman Sebrî tê girêdan. Ji ber ko careke din ew û hinek hevalên xwe û kurê xwe Hoþeng li Helebê hatin girtin di 21-5-1964-an û di zindanê de mane ta bi dawiya sala 1965an.

    Di 5-8-1965-an de partî konfiransê xwe li gundê (Cim'ayê) bi beþdariya endamên herêman, endamên þaxan û nûnerên komikan girêdide. Ûþtê girêdana vî konfiransî ev bû; çareser kirina nakokî û aloziyên di nav partiyê de. Lê mexabin ev konfirans bo bingeha perçebûna partî û maka avakirina partiyeke nuh. Bi navê partiya çep ya kurdî hat naskirin. Careke din ji ber girtin û zindanê Apê Osman beþdarî vê civatê nabe, lê ew hemû biryar û pêþinyarên konfiransê erê dike.

    Di sala 1968-an de partiya çep konfiransê xwe yê diwemîn li bajarê Amûdê bi serokatiya Apê Osman girêdide. Lê mexabin di hundirê konfirans de pir nakonî di navbera Apê Osman û hin endamên rêvebir de diyar dibin. Piþtî demekê pir kin-destpêka sala 1969-an e- Apê Osman li mala xwe rûdinê û nema tu karê partîtiyê dike.

    Di sala 1969an de dadgeha dewletê biryar bi du salan Osman Sebrî bê zindan kirin da. lê wî xwe nespart destê wan û berî da serxetê. Piþtî du-sê mehan vedigere. Li vegerê tê girtin, di zindana (Qelle) de li Þamê dimîne ta sala 1970î.

    Her ku di çû nakokî di navbera herû partiyan (çep û rast) de germtir dibû. Heta nemir Barzanî bixwe, nikarî bû ew birîn derman bikra, û ji kongirê (Nawberdan) ji dêvla yekirina herdu partiyan, yeke sisiyan sala 1970-yî, di bin navê “Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê – Elpartî” de hate damezirandin.

    Bêdiro, Osman Sebrî bi derd û kovan, xweþî û nexweþî, paþketin û pêþveçûna gelê xwe re dijiya. Radestî li ber narvînê nekirye, û xwe dîlê hêvî û lavlavan nedîtiye. Lewra digot:“ jîn berxwedan e”. Ango ûþtê azadî û xoybûnê zor e. Zor nebe setem naçe. Bi lavlavan merov naghê armanca xwe. Belê, bi baweriya tekoþîn þana hebûnê ye bawermend bû, ji neçarî piþta xwe da xebata ramyarî û bi dilekî kuldar û xemgîn, di hêvî û gumana ko rojekê ji rojan wê roja azadî û serxwebûna kurdistanê hilê ma. Lê serd heyf û mexabin tim û tim ji kurdên xiniz, guhbel, nandoz, ezezîperest û nokeran piþtkul bû. Di vî warî de digot: (diyar e, em bixwe kurd nikarin kurdistanê çêkin, di demekê de, wê hinek kurdistanê ji me re ava kin. Lê tirsa min ew e ko ew kurdistan bi destê kurdan xera bibe).

    Di sala 1971-ê de hukûmeta Sûriyê nasnameyê jê dikþîne û her jiyana xwe tev di bin çavdêriya dewletê de derbas kir. Ji vê qûnaxê û pêde mala apê Osman li bajarê Þamê-taxa kurdan dibe mîna dibistana perwerde kirina kurdayetî û fêr kirina zimanê kurdî. Gelek xortên kurdan ji vê dibistanê hînî kurdayetî û rastnivîsandin û rastxwendina zimanê kurdî bûn. Ji hêlekê din ve, bandora wî di warê rewþa civakî de li kurdên taxê baþ diyar bû. Gelek aloziyên civatî çareser dikir û bi saya serê wî kurdên Þamê navên kurdî li zarokên xwe dikirin. Ew cihê bawerî û rêzgirtinê bû. Deriyê mala wî ji her kesî re vekirî bû.

    Bi þanazî dibêjim: Ez yek ji wan xortên ko li ber destê wî hînî nivîsandina serbest û serwextî gelek tiþtan bûm.

    Di roja 11-10-1993an li bajarê Þamê-taxa kurdan koça dawî kir û li Cizîrê- Berkevirê hate veþartin. Hezar mihder li giyanê wî û hemû welatparêzan bibare û cihê wan buhiþt be.

    Hêjayî gotinê ye, di 09.01.1998-an de, sêmînerek ji aliyê hin wêjevan, rojnamevan, rewþenbîr û nivîskarên Kurd ve, li mala nemir Osman Sebrî, li bajarê Þamê pêk hat, daku bûyera buhartina 93-ê salan di ser roja bûyînê re, ya Osman Sebrî careke din were pîrozkirin, û avakirina þêwazekî rûmetiyê ji bo kesayetiya Osman Sebrî bête gotûbêjkirin. Pêþniyaza damezrandina xelatekê bi navê (xelata Osman Sebrî) yê nemir hat kirin. Ev pêþniyaz ji hemû beþdaran û rêvebirên þevînê hate pejirandin. Ev xelat dê her sê salan carekê ji bo kesekî ne Kurd were pêþkêþkirin, yê ko xizmet û xebatên hêja û giring ji bo gelê Kurd, di warê ziman, wêje, dîrok, huner, þaristanî, polîtîk yan mirovatiyê de kirine.

    Xelata me perçeyek zêr e, wêneya nemir Osman Sebrî û sîmbolek (Xelata Osman Sebrî ji bo dostaniya gelan) li ser e.

    - Di 21.07.2000-î xelata xwe ya pêþî li bajarê Enqera me pêþkêþî Civatnasê navdar Dr. Ismaîl Beþikçî kir.

    - Di sala 2004-an xelata diwemîn me pêþkêþî dosta kurdan Danyal Mitran li Parîsê kir.

    - Di sala 2009-an xelata siyemîn me pêþkêþî dostê kurdan Dr.Muzir Elfedil li Siwêdê kir.

    Osman Sebrî wek nivîskar, helbestvan û wergêr:

    Bêgoman, rêjîmên þovenîst û dagîrkerên zordar digel talankirina dewlemendiya ser xak û bin xakiya welatê me, bi setemkariyeke mezin êrîþî ser ziman, tore, û folklora Kurdî dikin. Êrîþî ser dîroka þaristaniya hebûna wî dikin. Lê, herwekî xuya ye, ev armanc û mebesta wan heta niha neçûye serî û di dilê wan de bûye xem û kulek mezin. Ji bo em ji bin destên van rêjîmên þovenîst û setemkar derkevin, bi sedan serhildan, raperîn, þoreþ û berxwedanên bi rûmet me daye; bê hejmar law û keçên xwe di vê riyê de gorî kiriye. Ev þer, di warê parastina ziman, tore, û pêmayên Kurdî de jî, bi dijwarî dom dike, û roj bi roj, gûrtir û xurtir dibe. Ronakbîr, zimanzan, nivîskar, helbestvan û hozanên Kurd yên bi rûmet di nava vî þerê ha de, cihekî taybetî digrin. Xebat û têkoþînek giranbiha didin. Pêwîst e, ku em vê xebat û tekoþîna hêja û giranbiha kêm nebînin û di vî beþê þerê tevgêra rizgarîxwaziya gelê kurd de, wan tenê nehêlin û ne zindîkuj û mirîperest bin.

    Di nav Kurdên kurdistana rojava de, û bi taybetî piþtî qûnaxa xebata malbata Bedirxaniyan, rûpeleke nuh di dîroka toreya Kurdî de dest pê bûye. Ew dîrok, bi çapkirin û weþana herdû kovaran; Hawar û Ronahî, dest pê bûye. Ev qûnax, qûnaxeke zêrîn û pir dewlemend e. li ser destê Celadet Bedirxan û Dr.Kamîran Bedirxan û bi saya serê wan, gelek rewþenbîr, nivîskar û helbestvanên mîna Osman Sebrî, Qedrî Can, Nûredîn Zaza, Cegerxwîn, E.Namî, Hesen Hiþyar û…h.w.d, di wêjeya kurdî de hatin diyar kirin, û wêjeyeke nuhkirî, nuhbûyî û nûjen bixwe re vejandin.

    Wêje mîna hemû heyîn û hebûnên mirovatiyê ye. Teqez afrandina mirov e. Azîn û rêzaniya xwe ji kûrahiya jiyanê werdigre. Hunerên wêjeyê haydarin bi can û bi rewan in. Li tevna sawêr, hest, sewdan û ramanên mirov ve divarqilin û lê dihingivin. Çi karê wêjeyê bi nivîsîna gotinê dest pê dibe û xêzik û rêzikan jiber dike. Karê wêjeyê ev e hunermandan hînî afrandinê bike; bê çawa ji karê xwe hunereke bêhempa û ferzende bihûne…wêje razek ji razên qeþengî û sipehîbûna hunermendê xwedî berhem e.

    Dîroka wêjeyê bi dîroka zanîn û têgihiþtina mirov ve girêdayî ye. Pêþketina miltan bi pêþveçûna wêjeyê girêdayî ye. Bêdiro, wêje çekek ji bo guhertina civakan, çêkirina mirovan û rewþa civatê ye.

    Bêguman Osman sebrî xwediyê van baweriyan ne, ji dibistana wêjeya jîwerî ye. Hemû berhemên wî helbest, çîrok û gotar vê gotina me bi cih dikin, naveroka hemû nivîsandinên wî li ser tekoþîn û gelparêziya kurdî ye, û di cîhana wêjeya jîwerî de digerin.

    Berî her tiþtî pir ji zimanê xwe-zimanê kurdî- hezdikir. Xwediyî þêweyekî serbixwe bû. Mamosteyekî rewanbêj û hoste bû. Bi wî zimanî derd û kulên xwe hest û ahînên xwe diyar dikir. Bi ziman û toreya kurdî serbilind bû. Ji qelsbûn û çilmisandina zimanê kurdî pir ditirsiya. Gelekî bala xwe dida rastnivîsandina zimanê kurdî, ew diparast û wek kelepora bav û kalan, di raman û kesîtî û derûna kurdî de pêþve dibir. Bi Celadet Bedirxan re di danîna Elfebeya kurdî -Latînî de beþdar bû, ya ko di hemû berhemên xwe de bi kar anîbû. Lê di danîna elfabeya kurdî-Latînî de xwedî pêþinyar û nerîn bû. Li gorî nerîna wî elfebeya Celadet pênc tîp jê kêm in. ango tîpa ('p,'ç,'t,'k,'r) dengvedanê de hene, lê çima di elfebeyê de nîne!. lewra ewî elfebeya Tekûz weþand. Lê tevaya berhemên xwe li ser rêzana elfebeya mîr Celadet weþandiye.

    Osman sebrî xwe pasevanê zimanê kurdî dibîne û tiliyên xwe li ser hin birîn û aloziyên nivîskaran datîne. Ji ber vê berpirsiyariya dîrokî dîtina xwe li ser wan kesên ko xwe di ser zimanê kurdî re dibînin û bi qurnazî zimanê biyanî diparêzin û bi zimanê kurdî naxwînin û naxwazin bixwînin. Di ser re jî, tew xwe wek xebatkar û zanayê doza kurdî dibînin. Lê ew qet ji wan bawer nake.

    Gotiye: (Ziman zimanê me giþika ne?! Ne yê yekî an yê didiwane, gava ku em ji bo zimanê xwe bi xebitin em qenciyê bi xwe dikin. Lê heyfa yê ku heya niha bi ziman mijûl dibin gelekî kêm in). (Em miletekî bê ziman in. Anha pir xortên me hene xwendane,bi erebî jî xweþ dizanin, dibêjin:( Em dê ji miletê xwe re xizmetê bikin..). Lê mixabin hînî zimanê xwe nabin, û ezê dê çawa ji wan bawer bikim...?!!).

    Li vir diyar dibe ko Osman sebrî xwediyê wê nerîna ko dibêje: ziman ûþtê nasnameya her wêjeyekê ye. Ango ziman nasnameya miletan e. bingehê vê nerînê ev e: berî her tiþtî kurd bin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî biramin, bi kurdî binvisînin, bi kurdî bijîn û bi kurdî bimrin.

    Osman Sebrî bi herdû awayên helbestê (serbest û kevneþop) nivîsandiye. Nivîsên wî yên helbestî, wek di (Bahoz) de, hezkirina welêt û rizgariya kurdistanê nîþan didin. Di derya helbesta nuhbûn û nûjeniyê de melevanî kirye. Mîna: Wefda kurdî, Bang, Ho xort, Jan û Bersiva Hoþeng…hwd. Ji hêlekê din ve pir dilê wî bi helbesta kevneþop ve girêdayî ye, helbestên xwe bi kêþ û bare dihûne û bi kok û rehên wê yên resen ve girêdide û ji êmîþ û kaniyên welatê xwe vedixwe. Bi taybetî ji derya melayê Cizîrî –mîrê helbesta kurdî- û Ehmedê Xanî- bavê ramana neteweya kurdî- vexwariye. Gelo çewa û kenî apo Osman dest bi helbestê kirye. De em bi hev re guhdarî li gotina wî bikin: (Piþtî hinekî mezin bûm mêldariya þîîrê li nik min çar bû, û min gelek þîîr ji ber kirin. Lê mixabin ku ji dîwana Melayê Cizîrî û Mem û Zîna Ehmedê Xanî pêva þîîrên kurdî li nik me tunebûn, ji ber vê yekê min þîîrên tirkî yên siyasî dixwendin. Bi þopa ku wan þîîr û çîrokan di canê min da hiþtibûn bi hêsanî berê min ketibû rê ya têkoþîn û gelparêziyê. Bi vê baweriyê tevî ku ne þair bûm, min berî da nivîsandina þîîrê).

    Osman Sebrî, li ser helbestvaniya xwe weha dibêje : "Qet tu caran nedifikirîm ku helbestên xwe berhev bikim û bikime dîwan. Ji ber ku berî her tiþtî ez xwe helbestvan nabînim. Lê tiþtên ez dinivîsim dema ku ji aliyê mirovên welatparêz û þoreþger ve tên xwendin, kêfa min tê û ez dilxweþ dibim. Ji bo vê sedemê jî dem û dem ez helbestan dinivîsînim. Heger helbest û çîrok ji bo hiþyarbûna gel bên nivîsîn, dê ciyê xwe di tevgera rizgarîxwaz a demokratîk de bigirin, û dê rola xwe ya pêþketî bilîzin. Min jî da ku ev rol bête lîstin hemî berhemên xwe nivîsîne."

    Gelek helbestên Osman Sebrî, bi terzekî marþ, xweþxan û bi awayê þoreþgerî hatine nivîsîn û ji alî gelek hunermendan ve jî hatine gotin. Mîna: Ala rengîn, Marþa felatê û Marþa xortan....hwd.

    Ji hêlekê din ve ewî zarok û mendalên kurdan jibîr nekirye û ji bo wan çend helbestên bedew afirandiye. Mîna: Siyamend, Lewend û Tavîn..

    O.Sebrî rexnê li pirnivîsandina helbestan linik nivîskarên zimanî kurdî digre; Bê çewa pireya nivîskarên kurd dest bi nivîsandina helbestê kirine, û dûrî nivîsandina kurdî ya serbest mane. Digot : (Gelek ji xortên me çavê xwe berdane nivîsandina helbestan, ev ne tiþtekî hêjaye, divê nivîsên rastesere –pexþan- bêne nivîsandin. Belê helbest tiþtekî ji edebê ye, lê ne tevaya edebê ye. Di vê ku mirov bizanibe bi zimanê xwe binivîsîne, lê nizanim hemû ji min re helbestan çêdikin...).

    Osman Sebrî, ji bilî helbest û çîrokan gotarên siyasî jî nivîsandine. Gotarên wî di kovara Hawarê de rêzên (Derdê me) çareserkirina pisgirêkên civaka kurdî diyar dikin. Lê gotarên wî yê herî bilind wek gotarên li ser nêçîrê, çiyayên Sasûnê, Agirî, Mirdêsan, rola jinan û sincî, hwd... bi awayekî dewlemend û pir bi nirx hatine nivîsandin. Osman sebrî di bin bandora wêjeya jîwerî de maye û li ser wê þopê berhemên xwe þopandiye, ewî gotiye: (Þîîr û çîrok heke bi awayê rênasî bên nivîsîn dikarin rûmeta têkoþîn û gelparêziyê di peyayên xurt û hêja da vejînim).

    (Tomas Biwa gotibû: ko Osman Sebrî bi ristik û çîrokên zaravayên kurmancî yek ji pêþtirîn û zanatirîn nivîskar e).

    Çîrokên wî yên kurt wek di (Çar Leheng) de, qehremaniya kurdan û berxwedana wan li kurdistanê ji bo azadiyê didin xuyakirin. Helbest û çîrokên wî li ser dehbeyan hemû serpêhatî û huner in, yên ku di nav cemawerê kurd de ji nifþekî derbasî nifþekî din bûn. Mîna : Dîk û rovî, Gurê pîr, Roviyê jîr, Tevdîra miþkan, Roviyê ker, Quling û Serê þêr...

    Osman Sebrî xwe nivîskarê çîroka kurt ne ya dirêj dibîne û bandûra nivîsandina çîrokê kengî û çewa lê diyar kirye, ewî bixwe gotiye: (Di biçûkaniya xwe de min ji çîrokan hez dikir. Çîrokbêjek li kû bûya min diþande pê tanî, an diçûm nik wî ji bo guhdariya çîrokên wî bikim, nemaze çîrokên lehengan ên efsanewî. Herçî çîroka kurt hinekî bi min re derdikeve, lê a dirêj ez ne peyayê wê me. Rojekê ji rojan nehatiye bîra min ku bikaribim bi kirek holê hêja rabim.).

    Wêjenasê Kurd Prof. Qanatê Kurdo, di kitêba xwe ya Tarîxa Edebiyata Kurdî de Osman Sebrî, weha dide naskirin: "Li paþ Cegerxwîn þêrê serê çiyayê Kurda yê duwemîn Osman Sebrî ye. Di rewþenbîrkirin û þerê xwenaskirina Kurdan de gelek roj û salên giran li pêþiya wî mêrî bûne. Lê ew îþ û karê xwe de ji riya xwe venegeriyaye, xebitiye, þer kiriye, bo xatirê serxwebûn û azadiya neteweyê Kurd."

    Osman Sebrî giringî û pêwîstiya karê wergerandinê mîna Celadet Bedirxan, Qedrîcan, Kamîran Bedirxan û Nûredîn Zaza haydar dibe û bi wergerandina her karekî re armancek temîz û bilind dibîne. Armanca wî ya sereke; sûdê ji çanda miletên dî bê dîtin, zimanê miletê Kurd pê zengîn û dewlemend bibe. Ez bawerim bê çiqas ew bi zimanê kurdî zîrek û têgihiþtî bû, wehareng e di zimanê erebî de jî xurt bû. Lê qet carekê jî bi zimanê erebî nenivîsî ye.

    Ewî çend berhemên hêja ji zimanê erebî wergerandiye zimanê kurdî û di kovara (Hawar û Ronahî) yê de belav kirye, mîna: - Tarîxa Kurd û Kurdistan, - Dîroka jîna Napilyon,- Ezdî û Ola û Dîroka Jîna Selah Eldîn...

    Berhemên Apo Osman Seberî yên çapbûyî ev in:

    - Elfebeya Kurdî : di sala 1954an de.

    - Bahoz : di sala 1956 an de.

    - Derdên me : di sala 1956 an de.

    - Elfebeya Tekûz : di sala 1982an de.

    - Çar leheng : di sala 1984 an de .

    - Di sala 1981-ê de li almaniya komek helbestên wî ji rex buhiþtî Hemereþ Reþo ve hatiye çap kirin û belav kirin.

    - Di sala 1998-an de li Istenbolê komek ji helbestên wî ji alî A.Balî ve hatiye çapkirin û belav kirin.

    - Þerê Sasonê di sala 2005-an de ji alî min ve hatiye komkirin, çapkirin û belavkirin.

    -Bîranînên Osman Sebrî ji alî min ve bi herdû zimanan – kurdî/2005 û erebî/2001- hatiye komkirin, çapkirin û belavkirin.

    - Pertûka Dê, ya M.Xorkî. ji zimanê erebî wergerandiye zimanê kurdî. Lê mexabin bi dawî naniye. Destnivîsa wê linik min heye.

    Serencam :

    Bêgûman, heyvanê mêranî û zanebûnê bi hev re di mirovekî de li hev nagerin û ne tên meyandin. Rêzgirtin û mezinahiya nemir Osman Sebrî ji ber van herdû xalan tê; ne tenê navekî di meydana têkoþîn, xebat û þer û cengan de geþ û navdar e. Belê mirovekî zana, rewþenbîr û nivîskarekî gewre ye. Ango ne mirovekî normal e.

    Navê wî bi qûnaxeke pir giring ji dîroka gelê me ve hatiye girêdan.

    Ji dema raperîn û serhildanan ta bi dema rûxandin û þikestinan dirêj dike. Di dema ko li seranserî Kurdistanê ‘ewrên reþ û tarî, kuþtin, talankirin û herifandina hêviyên Kurdan bû. Ew qet cangiran û bêhêvî nebû di hilgirtina ramana þoreþgerî û baweriya bi çek û bi tekoþînê bawer bû. Çewa xebatkarekî bi çelengî, mêranî, lehengî û serbilindiyê ve hatiye nasîn. Wehareng e di meydana rewþenbîrî, ziman û dîrokê de jî bejin bilind bû. Dema hilgirtina çek pêre nebû heval, û gelek hevalên wî xinizî û radestî kirin û piþta xwe dane xebatê, ewî dest avête pênûsê û mîna çekekî li hemberî dijminê gelê xwe bikar anî. Bi çekê zanînê bandûreke mezin li civaka gelê xwe kir û bi roleke sereke di hiþyariya hestê neteweyî linik Kurdan rabû. Bi Ramaneke azad û baweriyeke xurt tirseke mezin di dilê dijminê gelê xwe de çand. Ji ber vê rastiya xwe linik mirovên pergîr û kêsbaz bi mirovekî tundar dihat naskirin.

    Di her qûnaxekî de lehengek, an zanayeke gewre ji nava miletekî der tê. Apê Osmên leheng û zanayê dema xwe bû. Di meydana rewþenbîriyê de ronakbîr û torevanê gelê xwe bû. Di xebatê de mirovekî rastgo û xwediyê peyva xwe bû. Tekoþerekî sondxwarî bû. Qet radestî û serþûrî di ferhenga jiyana wî de nebû. Di jiyana xwe de, hertiþt gorî û qurbanî kurdayetiyê dikir. Zanyariya xebata wî di van çend gotinan de tê ravekirin; (Herçî bi zorê hat standin, bi zorê tê vegerandin). Jiyaneke serbilind, û mirineke bi rûmet dixwest. Wî digot: (Serê ko bête danîn, tucar nayê hildan), (Bi qelsî kes nebûye xwedî rûmet û þan). Di vê meydanê de ew xebatkarê yekaneyê bê hempa bû. Wî digot: (Xebatkarê rast, divê ji sê tiþtan ne tirse: ji birçîbûnê, ji zindanê, û ji mirinê).

    ___________________________________________________________________










    Kurdistanîyên Hêja :
  • Emê, bi avakirina Kurdistan a mezin, dagirkerên Kurdistan ê, ji ser axa Kurdistan ê, bavêjin der û dawî li Saltanat û Heytehola wan bînin. Emê, komarên wan, hilþînin û desthilatîyên wanên gemar, bikin tarîtî ya dîrokê...

    Xuþk û Bira yên Hêja !

  • Ji boy aþîtîya Cîhanê, hewceye em, dawî li þeþ devletên îro, -Tirkiye, 2-Îran, 3-Ýraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin, Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn tevê Nexþê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paþê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...

    Di vî pirojê da, Nexiþê Kurdistana mezin, digîhî je, Ewropa yê. Hewceye, her Kurdên, bi xîret û mêrxas, beþdarê, ramana, Kurdistan a mezin be.

  • Em hêvînin, partî û rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her pênc perçeyên Kurdistan ê rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne.

  • Em hêvînin, zaravayên Kurdî, Loranî, Goranî, Soranî, Kurmancî, Hewramî, Zazakî û hwd, di Kurdistanek Federe da xurt û geþ bive...

    Kurdistanîyên Hêja :

    Alî Cahît Kiraç : Kurdistanîyen hêja, werin, beþardarê PDK-XOYBUN ê bin, em, bi hevra, Kurdistana Mezin, avakin û ruhê Þêhîdên Kurdistanê, þad bikin...

    • Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun ê, bang li kevneþopên PDK ya 1965 ê û bang li kesên Kurdistanî dikim, beþdarê PDK-XOYBUN ê bin, em bi hevra, axa Kurdistana pîroz rizgar bikin...

    • Dubare, bang li kevneþopên PDK ya 1965 ê û li her kesên Welatparêz û Kurdistanî dikim, bi endamtî, beþardarê PDK - XOYBUN'ê bin, Partîya xwa ya PDK ê, xurt û zindî bikin. PDK - XOYBUN, berdewama PDK ya 1965'a ye û dixwaze, bi zindîbuna PDK ê ra, bi avakirina Kurdistana mezin, ruhê Þehîdên Kurdistan ê, þad bike...

    • Ez hêvîmim, partî û rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her perçe'yên (Herem'ên) Kurdistan ê, rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne.

    • Disa, hêvîmim, zaravayên Kurdî, Loranî, Goranî, Soranî, Kurmancî, Hewramî, Zazakî û hwd, di Kurdistanek Yekgirtî û Federe da, xurt û geþ, bive...

    • Ez amademe, bi welatên Emperyal ra, Peymanek pêk bînim... Di vî peymanê da, 200 sal, berjewendîya welatên Emperyal, hebe û Kurdistan jî, heta hetayê, azad be...

    • Eger, welaten Emperyal, ji bo avakirina, Kurdistana Mezin, alîkarî bide me, wê demê, emê jî, 200 sal, qezenca, ser-erd ê û bin-erd ê, Kurdistanê, ji % 50 yê, bidin wan, welatên hevkarên xwe û emê, 200 sal, Lula Neftê jî, ji wan, welatên hevkarên xwe ra, vekin... Emê, ji bo parastina Kurdistanê, ji Artêþa Kurdistanê ra, 80 Mîlyon, Dabançe, Tifing'ên herê Moderin, Rokêt'ên, Antî-Panzer û Fûze'yên, Antî-Tîyare û hwd, ji wan, welatên hevkarên xwe, bikirin...

    Birayê we : Alî Cahît Kiraç | Alî Cahît Kiraç | Alî Cahît Kiraç

    ___________________________________________________________________

    Kengê Kurdekî Were Kuþtin, Hun Jî Sê Zarokan Çêkin ! . .





  • Gelê Xuþk û birayên Kurd, neyarên Kurda û dagirkerên Kurdistanê bi sed salane, Bira, Bav, û Xuþkên me Kurda bi þiklên curbecur dikujin. Dibê em dev ji tolhildanê bernedin. Ango hewceye em mafên xwayê Tol Hildanê bikar bînin.

  • Gelê Xuþk û birayên Kurd, dema neyarên Kurda û dagirkerên Kurdistanê, Kurdekî kuþt, hun jî bi cengawerî tol hilanîn ( heyf hilanîn ) bigirin.

  • Gelê Xuþk û birayên Kurd, kengê Kurdekî bi destê neyarên netewa Kurd were kuþtin, hun jî, di þuna wî kesê þehîd da, sê zarokan çêkin !...

  • Gelê Xuþk û birayên Kurd, dema hun nu dizewicin, an cêvî an jî sêber zarok bînin dinê !...

  • Gelê birayên Kurdên li Kurdistan ê û Kurdên li seranserê Cîhanê, hetanê sala 2113 yê, ango hetanê sed salê kî, bi kêmasî, sê an jî çar Jin bînin, ango sê caran an jî çar caran bizewicin, bila jimara Kurda, li Kurdistanê û li seranserê cîhanê, zêde be. Dakû em, bikaribin, li hemberê dagirkerên Kurdistan ê, xwe biparezin û em li hemberê Teknolojî ya îro wenda nebin !...

    Birayê we : Alî Cahît Kiraç | Alî Cahît Kiraç | Alî Cahît Kiraç

    ___________________________________________________________________



    ________________________________________________________________




    Sonda Mirinê

    “Sonda me mirin e di riya te de welat.

    Kefen kirasê me ye ferman lihem li hilat.
    Hinc li me miriye ji bo me ma xebat.

    Xwîna me hat firotin pê bikirin Kurdistan.

    Em dîltiyê naxwazin ji me re rûmettire goristan.

    Li ser tirba kuþtinê kal û pir digrîne.

    Dil kezebê me giþkan tijî xwîn û birîn e.

    Xort û law qîz û bûk hemû sond xwari ne.

    Xwîna me hat firotin pê bikirin Kurdistan.

    Em dîltiyê naxwazin ji me re rûmettire goristan.

    Bi lorîka mirinê em hatin pêçandin.
    Liyandin þûna þîr em bi xwînê mijandin.

    Gazi werin xortno welat çû qedandin.

    Xwîna me hat firotin pê bikirin Kurdistan.

    Em dîltiyê naxwazin ji me re rûmetire goristan”.

    Faîk Bûcak


    ________________________________________________________________


    Mirin !

    Mirin tim, tim bi dore.
    Dagirker hat bi zore.
    Xortên Kurda pispore.
    Ma dîrok, ne bi dore. ?

    Dayê Cawpêç bidure.
    Xort mirine, bi dore.
    Þehîdên me, bi gore.
    Xortê Goran û Lore.

    Xuna me Kurda sore.
    Ne Çar Mixe, li jore.
    Mirine kî çi zore.
    Bêjin ev çi bandore.

    Dujminê hov, çav sore.
    Xortên me, pizotê sore.
    Çuriskên Newroz sore.
    Ger Kurd rabe, çav sore.

    Kurmancê jêr û jore.
    Reþ, çur, kej û por sore.
    Bira bi min, ne þore.
    Bê xîretî pir zore.

    Alî Cahît Kiraç : 04. 09. 2006


    ________________________________________________________________

    Dayika Gorî..., Roja Te Pîroz Be...

    Ey Þehîdên, Lor û Gorî.
    Hewram, Kurmanc û Soranî.
    Lorî, lorî, Berxo lorî.
    Dayika Kurdistan, gorî.

    Dayik divê û digîrî.
    Ey Þoreþgero, ez gorî.
    Tu, ji Kurdistanê durî.
    Lê, ji Çavên min, ne durî...

    Barî, bari, Kimya barî.
    Kolanen me, tijî mirî.
    Hêsirên Dayikan barî.
    Ji bo, bi hezaran mirî...

    Daykên, Erebên Gemar'î.
    Gengeþîyên Þîî, Sunî.
    Tim û tim, bimîne zindî.
    Biruskên we, li webe, ebedî...

    Dayikên, keftorên Romî.
    Zarokên we, Sêpî danî.
    Dawîya, Zanyarên me, anî.
    Me, Liqên Pêþmerge, danî...

    Li Amed, Dêrsim, Qoçgirî.
    Li ser Kurda, Gûle barî.
    Me kuþtin, parî û parî.
    Þervanên me, tol hilanî...

    Kurd, hiþar bune, Ez-benî.
    Þervan þand, Çîya û banî.
    Dayikên me, Cêwîyan anî.
    Civakê, Dîlanan danî...

    Alî Cahît Kiraç : 11.05.2013

    Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun

    P D K - XOYBUN


    ________________________________________________________________



    JÝ BO KURDÝSTAN WER E XOYBUN Ê !

    Yarê bixun e sitranê dîlanê.
    Dilê min birîn e lê dilovanê.
    Min dil da te bejn zirava halanê.
    Hey endam bi vejînî wer e xoybun.

    Ji çîya û deþt nalin tê ax yarê.
    Boy te dilê min jan da birîndarê.
    Li warê me derman gulê baharê.
    Hey endam bi vejînî ver e xoybun.

    Mezra botan warê mîr û mîrekê.
    Mem got, em nevin çîroka dîrokê.
    Tarîya zîndan ronîk e jîrekê.
    Hey endam bi vejînî ver e xoybun.

    Kanê mezra botan xwazil bi berê.
    Mem çubu warê Zîna evîndarê.
    Fesadê wan bu sebebê kederê.
    Hey endam bi vejînî ver e xoybun.

    Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê.
    Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê.
    Xezal xun berda ser bejn û fîstanê.
    Hey endam bi vejînî ver e xoybun.

    Zarok roda çu ji ber þîpa avê.
    Hilanîy e dengê þîna dêw bavê.
    Bîr anî Helepçê dil bu wek þevê.
    Hey endam bi vejînî ver e xoybun.

    Neyar hat boy qirkirina Dêrsim ê.
    Hovîtî kirin li Muþ û Amed ê.
    Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîr ê.
    Hey endam bi vejînî ver e xoybun.

    Boy Kurdistan li ber gule baran ê .
    Hunandîy e vejînî û xoybun ê.
    Boy Partî Demokrat a Kurdistan ê.
    Hey endam bi vejînî wer e xoybun.

    Alî Cahît Kiraç : 25. 11. 2002
    ________________________________________________________________



    Bi Sonda Mîran Be, Naguhurim û Nazivirim...

    Bi Gurzê, Rustemê-Zal kim.
    Bi Rimên, Mîrên Kurda kim.
    Bi Þurê, Bav û Kalan kim.
    Naguhurim, nazivirim...

    Bi Agirê, Newrozê kim.
    Bi Axa, Kurdistanê kim.
    Bi Av, Hîvê û Rojê kim.
    Naguhurim, nazivirim...

    Bi bawerya Kurdistan'ê kim.
    Bi wî Melekê Tawiz kim.
    Bi Ola Êzidatî kim.
    Naguhurim, nazivirim...

    Bi Kurd û Kurdistan'ê kim.
    Bi Rêbazya Barzanî kim.
    Bi Ola, Zerdeþtê-Kal kim.
    Naguhurim, nazivirim...

    Bi serê Keyên Kurda kim.
    Bi wî Kaway Hesînger kim.
    Bi Qewlên Mizeba-Reþ kim.
    Naguhurim, nazivirim...

    Bi serê Bira û Bav kim.
    Bi serê Kur û Birarzî kim.
    Tekoþeryê ji bîr nakim.
    Naguhurim, nazivirim...

    Canê Þirîn feda dikim.
    Xoybun dîyarê Kurda dikim.
    Bi Kurda ra Peyman dikim.
    Naguhurim, nazivirim...

    Alî Cahît Kiraç : 15.06.2013
    ________________________________________________________________

    Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun

    P D K - XOYBUN


    Hun, bi xêr hatin.

















    Alî Cahît Kiraç / Alî Cahît Kiraç / Alî Cahît Kiraç / Alî Cahît Kiraç



    Têkilî - E-Mail : alicahitkirac@yahoo.de & mirezdin@hotmail.com

    Têkilî - Tel. : 0049 - 160 980 565 70



































    PDK Slide Show 9 : http://www.pdk-xoybun.com/images/alicahitkirac_pdk.htm

    PDK Slide Show 10 : http://www.pdk-xoybun.com/images/xoybun12.html




    Ji Raya Giþtî Re, Agahdarî ! Di salên 1980 da Hîzbul–Kontra ( Beþa Yekemîn )


    ________________________________________________________________



    Vet. Dr. Nurî Dersimî - Ey Civanê Kurd ! ( Ey Kürt Gençliði ) Ji Denge Wî Gohdarî Bikin :




    ________________________________________________________________

    Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun


    PDK - XOYBUN / PDK - XOYBUN / PDK - XOYBUN / PDK - XOYBUN




    www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê.



    ________________________________________________________________



    Þêr Þêre, Çi Jine, Çi Mêre ! Ya Kurdistan, Ya Neman !



    Þêr Þêre, Çi Jine, Çi Mêre ! Ya Kurdistan, Ya Neman !

    ___________________________________________________________________


    Teorî û Proje ya Kurdistana Mezin !



    ___________________________________________________________________


    PDK – XOYBUN, bang li welatên cîhane dike û dibêje, ji boy avakirina Kurdistana Mezin, piþgirî bidin Partîyên Kurda, Fîrme û Fabrîqe' yên xwa yên curbecur, bînin Kurdistan ê !




    Wêne' yên Bajaren Kurdistana Mezin !























    Kurdistanî yên Hêja !

    Hezar salê, Dagirkerên Kurdistan ê, Bav û Kalê me, bi þiklên Curbe-cur kuþtine. Dema em, Kurdistana mezin, çê nekin, ewên hîna, Hezar salên din jî, me û Zarokên me, bi þiklên Curbe-cur, bikujin. Divê em, dawî li þeþ devletên îro, ''1-Tirkiye, 2-Îran, 3-Ýraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn, tevê Nexþê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paþê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...



    Alî Cahît Kiraç : Büyük Kurdistan Projesini, Amerika, Britanya, Rusya, Israil ve Avrupa Devletlerine Sunuyorum.

    ___________________________________________________________________

    Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun













    Ewê, di pêþerojê da, li dora sinorê, Kurdistana Mezin, 1500 + 500 = 2000 Miqerên Arteþî, bên çêkirin...



    Kurdistan Welatê Kurda ye ! Kerkûk Dilê Kurdistanê ye !





    Bimire Dagirkerî ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !



    Piroje ya Kurdistan a Mezin ! Groß Kurdistan Projekt !


    http://www.pdk-xoybun.com & http://www.xoybun.com
    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map ) - 1


    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map ) - 2



    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map ) - 3



    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map ) - 4



    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map ) - 5



    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map ) - 6



    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map ) - 7



    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map ) - 8

    ___________________________________________________________________

    Ya Kurdistan, Ya Neman !




















    Her Bijî, Kurd û Kurdistan.















    Ey Netewa Kurd, Li Dijê Jenosîda ( Tevkujîna ) Kurd, Amadeyêceng ( Seferbebin ) Bin ! Ey Kurd Ulusu, Kurd Jenosîdîne ( Soykirimina ) Karþi, Top Yekûn Savunma ya Gêçîn !
    ___________________________________________________________________

    Ger Amerîka, Birîtan ya û dewletên Ewropa yê, alîkarî bidin me, emê dagirkeran ji ser ax' a Kurdistanê bavêjin der, wê demê, emê 200 sal, Lula neftê, ji wanra vekin ...

    Ya Kurdistan, Ya Neman !









  • Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

    Bo ev nûçe navnîþan:
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=7894