29.09.2009 - 29.09.2013, Nevî yê Þêx Seîd ê Pîran, Abdul Melik Firat, wekê her Þehîdên Kurdistanê, nemire û Dilê meda dijî.
Wext: Sunday, 29.September. @ 20:54:23 CEST
Mijar:
Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun
P D K - XOYBUN
Dema ji Dayikbun, 1934 Erzurum / 29.09.2009 - 29.09.2013
Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun ê, Nevî yê Þêx Seîd ê Pîran, Abdul Melik Firat, bi Dilekî germ, bibîr tînim. Abdul Melik Firat, wekê her Þehîdên Kurdistanê, nemire û Dilê meda dijî. Þehîdên Kurdistanê, yên berîya vê demê û yên hetanê îro, bi bîr tînim û tevkujînên, li hemberê Kurda, li Kurdistanê û yên li dervayê Kurdistanê buye, hemuyan, Þermezar dikim...
Kurdistanîyên Hêja : Bavê Abdûlmelîk Firat, Þêx Þahabettin, birarzî yê Þêx Saîd e. Dayika Abdûlmelîk Firat, Eyþan, keça Þêx Saîd e. Piranî ya malbata, Abdûlmelîk Firat, aniha li Gundê Qolhîsar ê dijîn. Qolhîsar, gundekî girêda yê Kellê ye ( Hinis ) Kellê ( Hinis ) qeza Ezdurum ê ye,
Parlementerê kevin, serokê Partiya Maf û Azadi ya ( HAK – PAR ) û neviyê þêx Seîdê Pîran, Abdulmelik Firat, di 1934 da, li Erzurumê, ji dayik buye û ew, di 75 saliya xwe de, di 29.09.2009 da, di saet 13.55 de, li Enqere yê, çu ser dilovanî ya xwe. Netewa Kurd, lawekî xweyê din, wenda kir, lê, ez hêvîmim, di malbata, Abdulmelik Firat da, ên þuna wî bigirin hebin...
Evdilmelîk Firat, (* 1934 li Xinûs, parêzgeha Erzîromê, Bakurê Kurdistanê - † 29'ê rezberê 2009 li Enqer e ) siyasetmederekî bi esil kurd ê Bakurê Kurdistanê bû.
Firat, perwerdehiya xwe li Amedê “ Sosyal Bilimler Meslek Yüksek Okulu” (Mekteba bilind ya pîþeyî û zanistî ya civakî) xwendibû.
Lawê Þex Þahabeddîn û nêviyê (torin) Þêx Seîdê Pîran e. Piþtî darvekirina Þêx Seîd hemû malbata Þêx Seîd hatin nefîkirin (1925). Piþtî wê di sala 1929’an de, bi efûyekê re, li welatê xwe vegeryan. Lê belê ev jî pirr neajot û ji hêla Komara Romê (Tirkiye) ve, di sala 1935’an de disa hatin nefîkirin. wê demê jî Abdûl Melîk Firat yek salî bûye.
Û herî dawiyê di sala 1947’an de efûyek derket, ku malbat hatin li welatê xwe bi cîh bûn.
Abdûl Melîk Firat, Di sala 1957’an de di Demokrat Partî yê de bû parlementer. Dema cûnta 27'ê gulanê 1960’î de ew jî hate girtin û nêzîkî 1,5 salê di girtîgeha “Yassiada” yê ma.
Di sala 1991’ de di Partiya Riya Rast (DYP) de dîsa bû parlementer û kete parlementoya Tirkiyeê. Piþtre, ji ber gotinên xwe yê kurdewarî, ji vê partiyê veqetiya.
Ser dawiyê Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) ava kir. Bû serokê vê partiyê. Dema ku çû ser dîlovaniyê serokê rûmetê yê HAKPARê bû.
Bavê Abdûlmelîk Firat, Þêx Þahabettin, birarzî yê Þêx Saîd e. Dayika Abdûlmelîk Firat, Eyþan, keça Þêx Saîd e. Piranî ya malbata, Abdûlmelîk Firat, aniha li Gundê Qolhîsar ê dijîn. Qolhîsar, gundekî girêda yê Kellê ye ( Hinis ) Kellê ( Hinis ) qeza Ezdurum ê ye,
Parlementerê kevin, serokê Partiya Maf û Azadi ya ( HAK – PAR ) û Nevî yê Þêx Seîdê Pîran, Abdulmelik Firat, di 1934 da, li Erzurumê, ji dayik buye û ew, di 75 saliya xwe de, di 29.09.2009 da, di saet 13.55 de, li Enqere yê, çu ser dilovanî ya xwe. Netewa Kurd, lawekî xweyê din, wenda kir, lê, ez hêvîmim, di malbata, Abdulmelik Firat da, ên þuna wî bigirin hebin...
Hezar salê, Dagirkerên Kurdistan ê, Bav û Kalê me, bi þiklên Curbe-cur kuþtine. Dema em, Kurdistana mezin, çê nekin, ewên hîna, Hezar salên din jî, me û Zarokên me, bi þiklên Curbe-cur, bikujin. Divê em, dawî li þeþ devletên îro, ''1-Tirkiye, 2-Îran, 3-Ýraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn, tevê Nexþê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paþê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com