Mesûd Barzanî: Heger desttêwerdaneka herêmî çêbe dê bibe þer

Wext: Tuesday, 28.January. @ 11:34:07 CET

Mijar:

ARIF ZÊREVAN

» 22/01 2003 Hevpeyvîn bi birêz Mesûd Barzanî re

SERÊ REÞ / SELAHEDÎN – KURDISTAN, 22/1 2003 — Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mesûd Barzanî 14-ê vê mehê ji gereka demdirêj ya bo Ewropayê û dewletên cîran vegeriya û hat Kurdistanê. Rojekê piþtî wî, 15-ê vê mehê, ez jî hatim Kurdistanê.
Di vê gera xwe ya derve de Mesûd Barzanî kar kir dewletên cîran qane bike ko Kurdistan ne xeterek e li ser wan welatan û li kongreya opozîsyona Îraqê ya Londonê de jî bi xebata wî ya bêrawestan hat piþtrast kirin ko Îraq û Kurdistana paþerojê dê li ser bingehekê federalî ji nû ve bêt ava kirin.


Þerê li hemberî Îraqê nêzîk dibe û heroj miletê kurd mereqê dike ka Kurdistan û Îraq dê ber bi kû ve biçin. Gelo Kurdistan dê bibe qada þerî, gelo kurd dê careka dî wekî 1991-ê birevin û bibin miþextî, gelo dewletên cîran dê li hemberî avabûna dewleteka kurdî ya federal çi bikin. Bersiva van pirsan û gelek pirsên dî tu dikarî di vê hevpeyvîna xweser bo portala "Kerkûk Kurdistan e" de bibînî.


Ez gelekê spasiya cenabê Mesûd Barzanî dikim ji ber ko wî di vê bêwextî û pirkariya xwe de wexta xwe da min. Piþtî vegera xwe ya bo Kurdistanê wexta wî çênebûye ko bi ti rojnamevanên Kurdistanê re hevpeyvînan çêke û ez hêvî dikim ko bersiva pirsên gelek xwendevanan û kesan di vê hevpeyvînê de hatibe dayin.


***


Arif Zêrevan: — Di vê serdana xwe ya dawiyê de te çi guhortin di helwêsta Tirkiyeyê de dît?


Mesûd Barzanî: — Wan bi zimanekê nû diaxaft. Min serûçavên nû dîtin. Bi tesewira min heger evana desthilat hebe mimkin e ko hevdufêmkirineka baþ digel wan bêt kirin. Ew tundî û ew þovenîstiya li nik yên berê hebû min li nik van nedît.


Arif Zêrevan: — Gelo Îran, Sûriye û Tirkiye amade ne ko federalîzmê bo Iraqê û baþûrê Kurdistanê qebûl bikin?


Mesûd Barzanî: — Îran û Sûriyeyê ti îtiraz nebûn. Tirkiyeyê jî vê carê vekirî got ko madem federalîzm bi dilê miletê Iraqê ye me jî qebûl e.


Arif Zêrevan: — Tirkiye wekî adetî hertim gava ko hikûmeteka nû têt ser desthilatê diyar dike ko ew dê xwe biguhore. Ewropî di vê meseleyê de Tirkiyeyê baþ nas dikin û dizain ko Tirkiye dibêje lê napêje. Ev helwêsta nû ya Ak Partiyê ta çi dereceyê temsîla helwêsta dewleta Tirkiyeyê dike?


Mesûd Barzanî: — Ev helwêsta Ak Partiyê ye û di meseleya endambûna Yekîtiya Ewropayê de jî þertên Yekîtiya Ewropayê hene. Heta ko Tirkiye wan þertan bi cih neîne nikare biçe nêv Yekîtiya Ewropayê.


Arif Zêrevan: — Di helwêsta eskerên Tirkiyeyê de nermbûnek çênebûye?


Mesûd Barzanî: — Di axaftinên eskeran de jî nerbûn hebû. Li wezareta derve di têkiliyên me yên digel eskeran de jî ferqeka pir ji ya berê cidatir hebû.

Arif Zêrevan: — Li gor ko min bihîstiye gava ko tu li Tirkiyeyê bû te zelamê didoyê yê ordiya Tirkiyeyê, Yaþar Buyukanit dît û wî got ko bêyî destûra kurdan, yanî bêyî destûra te ew eskerekê tenê jî derbasî baþûrê Kurdistanê nakin. Ev rast e?

Mesûd Barzanî: — Belê wan gotin ko ew xeberên ko berê hatine belav kirin ko goya ew dê bên û têkevin Kerkûkê û Mûsilê bê esl û bingeh in. Gotin ko ew xeberên rojnameyan in û ti esil jê re nîne. Û gotin heger tiþtek bibe jî ew bi serê xwe nayên, gotin heger hon razî nebin em nayên.

Arif Zêrevan: — Gelo mimkin e ko kurd razî bibin ko tirk digel emerîkî û ingilîzan bên Kurdistanê?

Mesûd Barzanî: — Wele bi me nexweþ e. Divêt em behsa vê meseleyê bikin. Heger digel hinek hêzên hevpeyman, emerîkî û ingilîzan be jî divêt em bizanin ji ber çi û bo çi mebestê tirk dê digel wan bên. Lê belê di esil da wekî prensîp em li dij in ko tirk bên.

Arif Zêrevan: — Li gor "Milli Askeri Stratejik Konsepta" Tirkiyeyê, ko belgeyeka esasî ya ewlekariya dewleta Tirkiyeyê ye, xetera herî mezin îro li ser dewleta Tirkiyeyê "Bakurê Iraqê" yanî Kurdistan e. Li gor vê mantiqê neyara Tirkiyeyê ya herî mezin Kurdistan e û neyarê dewleta Tirkiyeyê jî yê herî mezin cenabê te ye. Tu çi dibêjî?

Mesûd Barzanî: — Em hez nakin ko ew fikra wan be û em ti kesê wekî neyarê xwe nahesibînin. Em dixwazin peywendiyên me yên dostane digel hemî cîranên me hebin. Lê belê heger ew fikra wan be bi baweriya min ew fikreka xelet e. Em bo ti kesê ne xeter in û niyeta me nîne ko em bo ti cîranên xwe problemekê çêkin. Me divêt ko em problema xwe li vê derê di çarçeweya Îraqê de hel bikin. Ji ber hindê heger guhorînên mezin bibin ew ne di desthilata me de ne û em jê ne mesûl in. Vêca heger eve be stratejiya wan û eve be qerara wan, bi qenaeta min ew qerareka xelet e.

Arif Zêrevan: — Heger ko li baþûrê Kurdistanê dewleteka kurdî ya federal û Îraqeka federal çêbe û dosta Emerîka û Ewropayê be hingê ew dê çi tesîrê li qîmetê stratejîk yê Tirkiyeyê bike?

Mesûd Barzanî: — Tirkiye endama Natoyê ye û ji 50 salan zêdetir e ko ew hevpeymana Emerîkayê ye. Ez nizanim ka rewþeka nû li Îraqê dê çi tesîrê li Tirkiyeyê bike. Pêwist e ko Tirkiye ne hewqas hesas be û bawerî bi xwe hebe. Heger heqê miletekê dî bêt dayin yan problema Iraqê hel bibe çima Tirkiye dê ji vê bitirse. Berevajî mimkin e bo Tirkiyeyê jî baþ be ko rewþa Îraqê baþtir bibe û problemên wê bên hel kirin.

Arif Zêrevan: — Tirkiye ditirse ko her guhorîneka baþ li baþûrê Kurdistanê bibe nimûneyek bo kurdên bakur û tesîreka xerab li ser Tirkiyeyê bike. Baþûrê Kurdistanê dê çi tesîrê li bakur bike?

Mesûd Barzanî: — Heçî meseleya mafên miletê kurd e, neteweyê kurd e, ev meseleyek e, heqîqetek e ko heye. Tirkiyeyê bivêt û nevêt heye. Îranê bivêt û nevêt heye. Dewletên erebî û herkesek li dinyayê înkar bike jî ev milet her heye. Ev çend sal e ko ev problem nehatiye hel kirin. Baþtirîn rê ew e ko problema kurdî bi awayekê aþtiyane, bi awayekê demokratîk çareser bibe da ev problem nemîne. Ev problem heye û tu înkar bikî jî her heye û 100 salên dî jî dê berdewam be. Baþtirîn hel ew e ko îtirafê bikin ko ev problem ya heyî û rêkeka aþtiyane û demokratîk bibînin, hingê ev problem jî namîne.


Arif Zêrevan: — Hinek kes dibêjin ko Mesûd Barzanî dixwaze baþûrê Kurdistanê wekî bingehekê bo Kurdistaneka mezin, bo împeretoriyeka kurdî, bi kar bîne. Heta çi dereceyê îmkan ji bo xewneka wiha heye?


Mesûd Barzanî: — Neteweyê kurd, bêguman, heqê wî ye ko dewleta xwe hebe. Lê belê þertên îro û îmkanên ko di destên me de ne, rê didin me ko em problema kurdî di çarçeweya Îraqê de hel bikin. Bêþik rojek dê bêt ko miletê kurd dê bigihî heqê xwe.


Arif Zêrevan: — Li Brîtanyayê tu û Celal Talebanî digel serokwezîrê Brîtanyayê Tony Blairî rûniþtin û di wê hevdîtinê de hemfikiriyeka seranserî di nêvbera bîrûboçûnên we û Tony Blairî de hebû. Ev hemfikirî li ser çi meseleyan bû?


Mesûd Barzanî: — Hemfikirî li ser xîtaba siyasî ya kongreya opozîsyona Îraqê bû. Îraqeka parlamenterî, demokratîk, firehizbî û federalî. Em li ser vê mitefiq bûn û wî got ko ew piþtgiriya wê dikin. Di heman demê de got ko ew piþtgiriya heqê miletê kurd dike. Wî got ko ew rêzê ji raya miletê Îraqê re digire û dê piþtgiriyê lê bike.


Arif Zêrevan: — We li ser desttênewerdana dewletên cîran axaft yan no?


Mesûd Barzanî: — Belê li hemî cihan me raya xwe ya bi awayekê vekirî gotî ko me nevêt dewletên cîran destên xwe bêxin nêv meseleyê de, ji ber ko problem dê mezin bibe û ew armancên emn û îstiqrarê yên bo herêmê hemî dê têkbiçin. Heger desttêwerdanên îqlîmî bibin hingê rewþa mintiqeyê dê aram nemîne, aþtî dê têkbiçe û dê bibe þer.


Arif Zêrevan: — Di kongreya opozîsyona Îraqê de, li Londonê wekî prensîb federalîzm bo Îraqê û Kurdistanê hat qebûl kirin, lê belê behsa tixûbên van herdu dewletên federal, ko dê digel hev bijîn, nehat kirin. Tixûb çi ne?


Mesûd Barzanî: — Paþê em dê li ser wê baxivin. Jixwe tarîxiyen jî diyar e ka tixûbên Kurdistanê kîjan der in. Tixûbên Kurdistanê ew in yên ko her kes dizane, lê belê kongreya Londonê ne cihê minaqeþeya tixûban bû. Tixûbên Kurdistanê naskirî ne.


Arif Zêrevan: — Ji bo te tixûbên jêr yên baþûrê Kurdistanê kîjan dever in, kîjan bajar in?


Mesûd Barzanî: — Tixûbên Kurdistanê ji baþûrê Mendeliyê dest pê dike. Silêmaniye ye, Kerkûk e, qismek e ji Diyalayê, hemî Hewlêr e, qismek ji Mûsilê ye, Þingar e, Zimar e. Ev in tixûbên Kurdistanê.


Arif Zêrevan: — Di civîna bêt ya opozîsyona Îraqê de, ko dê li Kurdistanê çêbe, minaqeþeya tixûbên Kurdistanê dê bêt kirin yan no?


Mesûd Barzanî: — Hêj ne belî ye.


Arif Zêrevan: — Em behsa federalîzmê bikin. Federalîzm dê li ser bingehê cografyayê be yan li ser bingehê etnîsîte û eqeliyetan be?


Mesûd Barzanî: — Federalîzmeka taîfî [etnîkî] nabe. Mimkin e ko li ser esasekê cografîk be. Ev îhtimal pirtir e.


Arif Zêrevan: — Gumanek heye ko rêxistinên ereban yên ko beþdarî kongreya opozîsyonê bûn, ne bi rizamendiya xwe lê belê ji mecbûrî federalîzm qebûl kirin. Ta çi dereceyê ev rast e?


Mesûd Barzanî: — Ew ne rast e. Kesê ko qebûl nekiriba dikarî bibêje ko ew qebûl nake û kombûnê biterikîne û biçe derve. Ewên ko ji dil federalîzm qebûl nedikirin, wan raya xwe diyar kir. Hindekan gotin ew ne bi federalîzmê re ne, hindekan gotin hêj zû ye ko biryar li ser vê bêt dan. Lê belê piraniya wan digel federalîzmê bûn. Herkesekê dikarî bibêje ko ew ne pê re ye. Kes ne bêçare bû.


Arif Zêrevan: — Te berê jî çendcarî gotiye ko hon li ser kurdistaniyeta Kerkûkê musaweme û minaqeþeyê nakin. Herwiha te gotiye ko di firseta pêþiyê de hon dê biçin û Kerkûkê vegirin. Tu hê jî li ser wê helwêstê yî yan no?


Mesûd Barzanî: — Ez niho jî dibêjim hîç wextekê em minaqeþeyê li ser Kurdistaniyeta Kerkûkê nakin. Lê maneya wê ne ew e ko em nahêlin ji bilî kurdan kes li Kerkûkê bijî. Kerkûk dikare bibe nimûneyek bo pêkvejiyana hemî neteweyên li Îraqê dijîn. Paþê Kerkûk jî wekî hemî bajarên dî bajarek e li Îraqê lê belê em ti caran ji hewiyeya Kurdistaniyeta Kerkûkê gavê paþ ve naavêjin. Þert nîne ko em bibêjin em dê bi quwetê biçine Kerkûkê. Mimkin e ko qet pêwist jî nebe lê belê ew xelkê ko hatiye derêxistin, kurdên wê derê lazim e vegerin, heta tirkmen jî lazim e ko vegerin. Yên ko ji Kerkûkê hatine derêxistin, ko piraniya wan kurd in, lazim e vegerin ser cihên xwe.


Arif Zêrevan: — Îdiayek heye ko dibêje emerîkî û ingilîz gava ko þer çêbû dê dorûberê Kerkûkê û Mûsilê bigirin da kurd neçin û wan bajaran venegirin. Tiþteka wiha heye yan no?


Mesûd Barzanî: — Min jî hinek nûçeyên rojname û medyayê yên bi vî awayî dîtine lê belê bi resmî di hevdîtinên me yên digel emerîkî û ingilîzan de ti caran ev behs venebûye û nehatiye kirin.


Arif Zêrevan: — Emerîkiyan ti caran ji we xwestiye ko hon behsa Kerkûkê nekin, yan jî Kerkûkê venegirin. Behseka wiha hatiye kirin yan no?


Mesûd Barzanî: — No, emerîkî hertim dibêjin hon wekî miletê Îraqê li ser çi îtifaqê bikin em dê piþtgiriya we bikin. Heta vê carê jî Qesra Spî encamên kongreya opozîsyona Îraqê ya Londonê teyîd kir.


Arif Zêrevan: — Gava ko em çavên xwe li rêxistinên opozîsyona Îraqê yên ereb digerînin em dibînin ko kesekê xudanbext ko hem kurd, hem ereb û hem þîî baweriya xwe pê bînin peyda nabe. Heger ko kurd û ereb piþtî roxana desthilata Sedam Hisênî ji te bixwazin ko tu serokatiya Îraqê hemiyê bikî tu dê çi bibêjî?


Mesûd Barzanî: — Ez spasiya wan hemî kesan dikim ko þiûreka wiha derbirîne lê belê ji aliyê min ve ne mimkin e ko ez qebûl bikim.


Arif Zêrevan: — Ji ber çi?


Mesûd Barzanî: — Min navêt, min pêþmergeyatiya xwe divêt. Min serokatiya Îraqê navêt.


Arif Zêrevan: — Ya Kurdistanê?


Mesûd Barzanî: — No, ez ne serokatiya Îraqê û ne jî serokatiya Kurdistanê dikim. Heger ko miletê kurd û miletê Îraqê giha rizgarbûna xwe min divêt ez îzbat bikim ko hedefa min ne serokatî ye. Piþtî ko miletê me rizgar bû ew bo xwe kê wekî serok bibijêre bila pîroz be.


Arif Zêrevan: — Belê ezbenî, ew hedef û daxwaza te ye lê belê mimkin e ko ev milet te rehet nehêle û dest ji te bernede. Hingê tu dê çi bikî?


Mesûd Barzanî: — Zor spasiya miletî dikim lê belê ez nakim. Bila min bigirin û bêxin zîndanê.


Arif Zêrevan: — Em li Tirkiyeyê vegerin. Herçend xetera ko kurd wekî sala 1991-ê birevin û biçin Tirkiyeyê nîne jî, Tirkiyeyê kampên eskerî û sivîl li deverên nêzîkî tixûbî amade kirine û dike. Ew xwe ji bo þerekî amade dike, çima?


Mesûd Barzanî: — Mimkin e wan fikir kiribe ko wekî sala 1991-ê nîv milyon kurd dê birevin û biçin Tirkiyeyê. Rewþa niho pir ji ya 1991-ê cidatir e û ez bawer nakin hîç kesek bireve. Tirkiye di nêv erdê xwe de çi tedbîran wergire ew bi keyfa wan e lê belê li aliyê me pêwistî bi ti tedbîran nîne û em lazim jî nabînin. Em bawer nakin eslen ko hîç kesek miþextî bibe. Yanî ya sala 1991-ê dubare nabe.


Arif Zêrevan: — Hon vê komkirina eskeran ya Tirkiyeyê li ser tixûbî wekî tehdîdekê li ser xwe dihesibînin yan no?


Mesûd Barzanî: — No, ew li aliyê xwe çi bikin ew bi keyfa xwe ne. Heger ko ew hizir bikin bi wê komkirina eskerî dê tehdîdekê li me bikin ew ne mimkin e ji ber ko em tehdîdên ti kesê li ser xwe qebûl nakin. Ji ber hindê ew li aliyê xwe çend kampan ava bikin û çi bikin ew bi wan ve girêdayî ye. Rewþ li aliyê me gelekê aram e û ez bawer nakim ko vê carê kes miþextî bibe.


Arif Zêrevan: — Ji bo ko miletê kurd careka dî miþextî nebe we çi tedbîr standine?


Mesûd Barzanî: — Rewþ ne rewþa berê ye. Ceyþa Îraqê wekî sala 1991-ê nikare bêt û bikeve Kurdistanê ji ber hindê ne mimkin e ko wekî 1991-ê bibe. Îraq nikare bêt û êriþî Kurdistanê bike.


Arif Zêrevan: — Hêza we ya leþkerî heye ko hon rê li ber Îraqê bigirin?


Mesûd Barzanî: — Belê hem hêza me ya leþkerî heye û hem þert jî ne þertên berê ne. Ne mimkin e.


Arif Zêrevan: — Gava ko ez hatim Kurdistanê, li Þamê ez li taksiyekê siwar bûm. Þifêrê min yekî kurdê binxetê bû. Min jê pirsî û gotê "ma te divêt li baþûrê Kurdistanê dewleteka kurdî çêbe" wî bersiv da û got ”erê”. Min gotê "faydeyê te wekî þexs di avabûna dewleteka kurdî de çi ye" wî got ko ew nizane lê her cardî jî ew dewleteka kurdî dixwaze. Vêca pirsa min ji te ev e: Çi faydeyê kurdên bakur, kurdên rojhilatê, kurdên binxetê yanî kurdên parçeyên dî di avabûna dewleteka kurdî li baþûrê Kurdistanê de heye?


Mesûd Barzanî: — Ti faydeyê wê yê madî nebe jî faydeyekê wê yê manewî heye.


Arif Zêrevan: — Partiya Hadepê li bakurê Kurdistanê vekirî li gelek cihan diyar dike ko ew ne terefdara dewleteka kurd ya federal e. Ew dibêje ev dibe cidaxwazî û cidaxwazî jî bo kurdan ne baþ e. Di civîneka grûpa Sosyalîst Internationalê ya ko bi meseleya kurdan ve mijûl dibe de nûnerên Hadepê vekirî nerazîbûna xwe li hemberî federalîzmê diyar kirin. Ji ber çi ew wiha dikin?


Mesûd Barzanî: — Ev cara pêþiyê ye ko ez vê xeberê dibihîsim. Min berî niho ev nebihîstiye, bi min gelekê xerîb e. Cihê daxê ye heger ko Hadep li dijî federaliyê be li Kurdistana Îraqê. Wekî min gotî ev cara pêþiyê ye ko ez dibihîsim ew li dijî federalîzmê ne. Ev cihê daxê ye, heyf û mixabin. Em çi bixwazin û çi nexwazin ew ne karê wan e. Wan ew heq nîne ko ew nîþa me bidin ka me çi divêt û çi navêt. Me lazimî jî bi nesîhetên wan nîne.


Arif Zêrevan: — Van rojan PKK-ê yan jî bi navê xwe yê nû Kadekê dest pê kiriye û li Licê nêzîkî Amedê cardî dest pê kiriye û operasyonên eskerî dike. Heta kuþtin jî di nêvbera wan û cendirmeyan de çêbû. Guman heye ko ev jî provokasyonek e da ew hêcetan bo dewleta Tirkiyeyê xweþ bikin ko dewlet eskerên xwe li ser tixûbê Kurdistanê zêde bike. Tu bo vê çi dibêjî?


Mesûd Barzanî: — Heger ko ew karên wisa bikin ew dê hêceteka mezin bidin destên Tirkiyeyê. Ev hinde sal e ko wan þer rawestandiye û çima niho dest pê dikin û probleman derdixin. Heger ew wisa bikin maneya wê ew e ko wan divêt problemê neqil bikin û bînin bo xaka me.


Arif Zêrevan: — Berî demekê PKK-Kadekê bi navê "Deverên Parastina Medya" daxuyaniyek derxist û paþê jî diyar kir ko mebesta wê ji van deveran ji Qendîlê heta çiyayê Gareyî ye. Ez bi xwe van rojan li wan deveran geriyam û heta ko çûm Serzêrî, hemberî Çelê. Min li ti deveran gerîlayên PKK-Kadekê nedîtin. Bo çi ew wiha dikin?


Mesûd Barzanî: — Hêvîdar im ko ew aqil bibin. Xwedê eqlekî bide wan. Bi vê eqliyetê ew nikarin tiþtekî bikin. Tu bi xwe þahid î, tu yê çûyî û te mintiqeya dîtî. Hêvîdar im ko aqiltir bin û baþtir bîr û hizra xwe bikin.


Arif Zêrevan: — Pir spas ezbenî jibo vê hevpeyvînê.


Mesûd Barzanî: — Ez jî gelekê spasiya te dikim.



Mesûd Barzanî: Heger desttêwerdaneka herêmî çêbe dê bibe þer

Kurdan karê xwe kirine, dora emerîkiyan e ko ew jî guhê xwe bidin kurdan û karê xwe bikin

Mesûd Barzanî. »Le rêkkewtinnamey 11-î adarî 1970 Sedam Husên rollêkî gewrey hebû« (3)

Mesûd Barzanî: »Kerkûk saziþî le ser nakirêt û werîþî degirînewe« (2)

Mesûd Barzanî: »Be Sedamim gut be nêw deryayek le xwên da hatûmete lat« (1)

Mesûd Barzanî: Em ji Tirkiyeyê natirsin û fêm nakim çi girêdana Kerkûkê bi Tirkiyeyê ve heye

Hevpeyvîna Mesûd Barzanî digel televizyona El-Cezîre, 14/10 2002

Preskonferansa Barzanî û Talebanî, 4/10 2002


www.kerkuk-kurdistan.com












Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=76