Ez Kurdistan im?
Ez xwîþk im
Ez dê me
Kulîlkek jî xakê me
Mirovên hêja
Nebêjin min
Ev gotin kêm e
Ez dixwazim jiyan bibim
Wek dayikên xelkê me
Feleka xayin
Demê bide min
Çi bînim serê dijmin
Tim, tu herikînî rondikan ji çavên min
Qut dikî rehên dilê min
Dayê...........
Ew girîn û hawar
Li Sînema Amûdê
Dijmin þewitandin zarokên min
Ma wê herin ji bîra min
Ko dayik dibakê
Hawar kurê min Hawar
Reca bike ji wî agirî
Bêje, dayika min biçûk e
Nizane bigirî
Feleka xayin.................êdî bes e
Demê bide min
Çi bînim serê dijmin
Dîsa dijmin
Qut kir rehek ji dilê min
Kuþtin li Helebçe, miletê min
Dijmin…. behwer neke
Te kuþt Helebçe....????
Û Kurdistan wê bike çar perçe….??
Feleka xayin
Te ez kirim kaniya xeman
Li Qamiþloka rengîn
Xwîn herikî dîsa...
Li ser sînga min
Þîn bû bûn çar gulên min
Gulek ji wan rakir bû neqþa min
Her sêsêyn Din di gotin
Bijî Kurdistana min
Edî bes e
Feleka xayin
Berê çerxê bide min
Çi bînim serê dijmin
Li Amedê
Dîsa dijmin êþand dilê min
Perçiqandin xwîþkên min
Þikandin destên zarokên min
Þewitandin gundên min
Wêran kirin cih û warên min
Bes e feleka xayin
Demê bide min
Çi bînim serê dijmin
Li Mehabad
Dîsa dijmin li dar xistin
Xwendevan û nivîskarên min
Feleka xayin
Ez tu caran nabim
Xwîþk û dê ji bo dijmin
Heta mêrxas hene li welatê min
Weke
Þêx Seîd û Qazî û Bavê Mezin
Feleka xayin
Berê çerxê bide min
Çi bînim Sere dijmin
Tukiyah Þemmo ( Leyla Qasim )