Di sala 18. 11. 1937 da, Serokê serhildana Dersimê Seyîd Riza tevê 10 hevalên xwe li Xarpêtê ji alîyê dagirgerên Kurdistan ê, ango bi destê devleta Tirkên terorîst û hov ( barbar ) hatin dardakirin. Em tu car buyerên ku hatine serê me ji bîra nakin.
XiRAVî TiM Bi DESTÊ DEMOKRATîK CUMHURîYET BU
Li bajêr, gund û kom, mala Kurda vêran û koçber bu
Her tim çar rêzê dora me, neyarê xunmij û hov bu
Cînarê meyê cîhanê boy me, dur û dereng þarin
Xiravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu
Konstantînopolîs, Anatolîa û Pontos çi bu
Ew gelên dest danîn, ji Tirkra devþîrmeyê çekdar bu
Tev macirên Gurcî, Bulgar, Arnavut jî wenda kirin
Xravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu
Li Zîlan, Agiryê û Tendurekê qetliam bu
Li Xarpêt, Qoçgîr, Dersimê xenikandin û kuþtin bu
Hezaru nehsidu bîstu pêncanda jî fermanek þandin
Xiravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu
Panzdeh salanda sîh hezar zarokê Kurda þehîd bu
Çend þeþ salên reþda, çar hezar Kurd faîlî meçhul bu
Ka pênc hezar gund kanê ? Xirav, wêran û vala kirin
Xiravî tim bi deste demoratîk cumhurîyet bu
Hinek bi banga aþitîyê aþuber û bê hiþ bu
Tim li dora yekî gerîyan, tar û mar bê qiymet bu
Navê aþitîyê guhurand, zivirand, ji bo dest danîn
Xiravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu
Bê wesle wek jana birînê, li bejn û bala me bu
Bê ru bezirganê hilbijardina parlementoy bu
Ji mera dibêjin, hunjî vî rêyêda qeþmer bin
Xiravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu
Hinek caran jî wekê cengaweran tekoþînger bu
Dawîda xebatkarê demokratîk cumhurîyet bu
Wan zarê Kurdê tekoþînger boy azadî xapandin
Xiravi tim bidestê demokratîk cumhurîyet bu
Seyîd Riza ( 1862 - 1937 ) yek ji pêþengên serhildana Dêrsimê bû.
Seyîd Riza di sala 1862an de, li Dersimê hate dinê. Seyîd Riza kurê Seyîd Îbrahîm e. Ew ji aliyê zanyarekî bi navê Mehmet Elî Efendî ve ders dît û mezin bû. Mehmet Elî, ji aliyekî ve agahiyên olî, ji aliyê din ve jî di warê neteweyetiyê de perwerde dida Seyîd Riza. Piþtî mirina bavê xwe, wî Seyîdî dewir girt û di beldeya Agdadê de bi cîh bû.
Di rojên serhildana Koçgiriyê de komeke çekdar, çûn Dêrsîmê û telgirafeke ku piþgtgiriyê dide serhildêran, kiþandin. Seyîd Riza, piþtî serhildana Þêx Seîd alîkarî da muhaciran. Berî serhildana Dêrsîmê Seyîd Riza, li hemberî îhtîmala operasyonê bi sereke eþîran re hevdîtinê çêdike ku di nava xwe de yekîtiyê çêkin.
Di demeke ku li Dêrsîmê serhildanê berdewam dikir, di 5ê Îlona 1937an de rayedarên hukumetê ji bo hevdîtinan li Erzînganê bang li Seyîd Riza dikin. Seyîd Riza, di rêya Erzînganê de tê girtin û wî dibin Elezîzê û bi îdamê tê mehkûmkirin.
Serokê serhildana Dersimê, Seyîd Riza, di 18ê mijdara sala 1937an de, bi tevî 10 hevalên xwe ve, ji aliyê rejima Tirkiyê ve hatin dardakirin
Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com