Saher Mîro Al-Baedrî : Ax Narîna Min !

Wext: Tuesday, 10.July. @ 00:00:00 CEST

Mijar:

Ax Narîna Min !

Ax Narîna min,ax Narîna min
Eger te zanî ba çend kure brîna min
Dê te li min pirsî ba hema carek
Te nedikir zindan jîna min,narîna min
Te ne dihêla ez bi xem bijîm
Te ne dihiþt ez jar bijîm..
Çimkî te di dît,çimkî te di dît
Çawa ez di kenyam di girnijîm
Lê ane,lê vêga janêt eþqê ezê girtîm
Û kovana ezê dîn kirîm,
Xema ye givaþtîm û pîr kirîm
Narîna Min.....
Bi çavê rehmê li min binere Narîn
Eger te zanî pa çend kure ev brîn
Ti hatiba,dê te derman kiriba
Bi wan tilyên xwe yên naz û zêrîn!
Tu gûlekî,tu çîçekekî Narînê
Lê pa kî weke min te av didê
Kî weke min ji te hezdikê
Hîncî ez ji te hezdikim Narîn
Hew qasî heznakim ji xwedê
Lê eger hew qas min jê hezkir ba
Wê wî ez kiribam Pêxemberek,
Pêxemberek ha li asmanan ha li erdê
Bes ez Pêxemberî yê naxwazim
Bíla hezkirina min tev ji bo te bê
Û ez tiþtkî ji te naxwazim ji bilî..
Daxwazîyek bi tinê,yek bi tinê
Dixwazim her roj her sibeh û hêvar
Ewê bêjnê
Ewan çavan bibînim Narîna minê
Kanî Tu? Kanî peymanên te??
Kanî soz û qerarên te??
Nizanim!
Niza te min jibîr kirye
Yan jî te terka min kirye!
Ez ane,ez vêga tînim bîra xwe
Demê çavên te rastî ji min re di gotin
Û devê te nerastî digot derew dikirin
Min gûh neda ewan çavan û min..
Min tênexist serê xwe ka çî di gotin
Lê ane,lê vêga li bîra xwe tînim ez
Û bawerîyek mezin pê tînim,
Û min bawerkir ji evê brîna kur
A te bi destêt xwe li dil vekirî!
Û min di got belkî,belkî tu nizanî
Ez bîndarim û brîna min kur e
Eger ti hatiba û dê te derman kiriba
Lê eve derket xewin,xeyal ji min re
Li bira mine weke îro Narînê
Demê çavên te di got
Narîn´ji te heznakê ew te di xapînê
Eve Pîlana wê ye ku te brîndar bikê
Û Def ji te berdê!!
Bi xwedê eve rast bu
Û eve Pîlana te bu,neku tu bê peymanî
Te Pîlana xwe danî
Û Te Pîlan bi cih anî
Hey hevala Felekê û Zemanî
Ax Narîn..Ax Narînê..Ax Narîna Min!!!


Saher Mîro Al-Baedrî
Dema nivîsandina helbestê - .........
Dema weþandina helbestê - 10. 07. 2007


Saher Mîro Al-Baedrî

saher_miro_al_baedri@hotmail.de


Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !








Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=7373