Jibo bîranîna serokê netewî Berzani u kak Idrisê ciwanemerg

Wext: Thursday, 16.January. @ 00:00:00 CET

Mijar:

PARTI DEMOKRATI KURDISTAN - TIRKIYÊ

DEMOCRATIC PARTY KURDISTAN
PDK-T

01 Adar 2002

Ji bo raya gistî,
Ji bo serokê Partî Demokratî Kurdistan kak Mesud Berzanî,
ji bo tevaya miletê Kurd re,

iro em careka dî di bîranîna serokê netewî Berzanî de rastiya rêbaza wî dibînin. Em wî careka dî tênin bîra xwe û dibînin, ku miletê Kurd bi saya xebata wî gihestiye qonaxekî berz û bala. Serokê nemir ji destpêka jiyana xwe heta dawiya temenê xwe têkosîn daye û agirê azadiyê tu caran nevemiriye.
Ev rastiya hanê roj bi roj askeratir û ronîtir dibe. Mirasa wî ji tevaya miletê Kurdre buye hêvi û nîsana serfiraziyê.

Mîras û rêbaza serokê nemir tenha bi tenha bi xebata rast û durist pêsve diçe. Kak Idrisê ciwanemerg yek ji ew kesan bu, ku tu caran ji rêbaza serokê netewî dur nediket û mîrasa wî pêsve dibir. Lê sed heyf û mexabin, ew soresgerê mezin niskave ji dinyayê koç kir û ket nav karwana sehîdên Kurd û Kurdistan.

Xebata serokê netewî û xebata Berzaniyan bi temasekirina dîroka sedsala dawîn de gelek bas tê têgihistin. Dendika zindîbûna netewa Kurd, li herêma Berzan û bi destê malbata Berzanî hatiye candin.

Serok Berzanî mîna brûskek ronî ji destpêka sedsala 20.an ta îro tim pêketî maye û netewa Kurd ji mirinê azad kiriye. Serok Berzanî, ji bona azadiya miletê Kurd, nebes tênê di heryema xwe de tekosîn daye, herwehajî di seranserî Kurdistanê de xebata azadiyê de besdarî kiriye û rola taybet leyiztiye.

Serok Berzanî di nava hemu buyerên girîng û dîrokî de, çi li rohilat, çi li bakur û çi li basûrê Kurdistanê bi serfirazî û serkeftî doza Kurd û Kurdistan birêve biriye. Wî tim û li her derî besdariya van buyeran kiriye. Ji bona wê yekê jî, stêrka wî tim gestîr û xurttir buye. Tu kesî nekariye wê stêrka azadiyê vemirîne.

Helbestvanê mezin Ahmedê Xanî daxwaza tac û dewlet kiriye. Eva hanê îro bi xebata seroke nemir Berzanî pêk hatiye.

Gelê kurd li seranserê Kurdistanê bi mîrasa Mistefa Berzanî serbilinde. Bastirîn nimune, rewsa Kurdistana basur li ber cavane.

Jiyana serokê nemir di gotarekê de nayê rêzkirin û pesinandin, jiyanek tev têkosîn, dewlemend û tijî mêranî.

Cihê wî u pesnê wî di nava gelê Kurd de, di dilê kurdan de saxe û rehê xwe berdaye. Ew êdî "NEMIRE", serokê netewa Kurd bixwe ye.

Em Parti demokratî Kurdistan-Tirkiye, bi rêz û serbilindayî di biranîna serokê Netewî Mistefa Berzanî de, evîniyên xwe pêskêsî netewa Kurd û malbata Berzanî dikin.

Riya me, rêbaza serok Berzaniye.

Her bijî Kurdistan .

PDK-T

www.pdk-t.dk






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=68