Eskerê Iraqê ji Kurdistanê xwe paþ ve dikiþîne

Wext: Saturday, 29.March. @ 10:05:59 CET

Mijar:


QUÞTEPE, 29/3 2003 — Hêzên eskerî yên Iraqê duhî çeperên xwe yên nêzîkî devera Quþtepeyê 8 kîlometreyan paþ ve kiþandin û pêþmergeyên Partiya Demokrat ya Kurdistanê çeper û mewziyên eskerê iraqî vegirtin. Quþtepe 30 km li baþûrê Hewlêrê ye û kurd ji bakur ve xwe ji bo rizgarkirina Kerkûkê, Mûsilê û deverên dî yên di bin destê Sedam Hisênî de amade dikin. (wêne: pêþmergeyên PDK-ê alaya xwe li ser deverên rizgarkirî hildidin.)

Hêzên Iraqê xeta cepheyî niho biriye jêr, nêzîkî Pirdê (Altun Kopru). Duhî hinek eskerên iraqî hatin teslîmî hêzên kurdan bûn û ew dibêjin eskerên Iraqê mewziyên xwe terikandine. Her duhî li devera baþûrê Akrê jî dor 50 eskerên Iraqê hatin û teslîmî kurdan bûn.

Ji aliyê Çemçemalê ve pêþmergeyên YNK-ê duhî xwe nêzîkî Kerkûkê kirin û bajarokê Qere Incîr vegirtin.


Berpirsên eskerî yên kurd dibêjin ev ne destpêka vekirina cepheyê bakur e. Cepheyê bakur dê bi quweteka pir mezin paþê dest pê bike lê belê hêzên pêþmergeyan niho tenê wan cihên ko hêzên Iraqê terk dikin vedigirin û xwe ji êriþa mezin ya ji bo Kerkûk û Mûsilê amade dikin.

KK-Nûçe





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=620