Yarê bixun e sitranê dîlanê.
Dilê min birîn e lê dilovanê.
Min dil da te bejn zirava halanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Ji çîya û deþt nalin tê ax yarê.
Boy te dilê min jan da birîndarê.
Li warê me derman gulê baharê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Mezra botan warê mîr û mîrekê.
Mem got, em nevin çîroka dîrokê.
Tarîya zîndan ronîk e jîrekê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Kanê mezra botan xwazil bi berê.
Mem çubu warê Zîna evîndarê.
Fesadê wan bu sebebê kederê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê.
Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê.
Xezal xun berda ser bejn û fîstanê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Zarok roda çu ji ber þîpa avê.
Hilanîy e dengê þîna dêw bavê.
Bîr anî Helepçê dil bu wek þevê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Neyar hat boy qirkirina Dêrsimê.
Hovîtî kirin li Muþ û Amedê.
Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîrê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Boy Kurdistan li ber gule baranê .
Hunandîy e vejînî û xoybunê.
Boy Partî Demokrat´a Kurdistanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
25. 11. 2002