GELÊ KURD APÊ FEQî HUSEYîN SAXNIÇ WENDA KIR.

Wext: Thursday, 13.March. @ 00:00:00 CET

Mijar:

PARTIYA DEMOKRAT A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN


JÝ PDK - XOYBUN Ê - NUÇEYA SERXWAÞÎYÊ

Nivîskar û zimanzanê Kurd apê Feqî Huseyîn Saĝniç çu ser dilovanîya xwa. Em sersaxîya xwa gigehnin malbata wî û gelê Kurd


Nivîskar û zimanzanê kurd Feqî Huseyîn Saĝniç ku berî niha nexweþiya xwînwerîna mejî derbaskiribû. Sala 2003 di 12 meha 3 û Seed di 7.30’da jiyana xwe ji dest da.


Feqî Huseyîn Sagniç berî niha bi sê mehan li mala xwe dema li ser pirtûka xwe ya "Dîroka Edebiyata Kurdî" dixebitî xwînwerîne mejî derbas kir û wî rakirin Nexweþxaneya Bakirkoy Ruh û Sinir û li vir operasyona mejî derbas kir. Feqî Huseyîn Sagniç ku piþtî dermankirina sê mahan a giran êdî li mala xwa dima û di malaxweda dihat dermankirin.

Berî niha bi sê mehan Saĝniç li malê dema xebata xwe ya li ser "Dîroka Edebiyata Kurdî" dixebitî xwînwerîna mejî derbas kir û sê mehan li nexweþxanê raza. Piþtî dermankirinan wî ya nexwþxanê Sagniç ku li malê dihate tedawîkirin û duh bi þev jiyana xwe ji dest da.

Feqî Huseyîn Sagniç kî ye?

Feqî Huseyîn Sagniç, di sala 1926'an li gundê Xarosê la Hîzana Bilîsê hate dinyê. Di sala 1938'an di dest bi xwendinê dike û çar salan di medreseyan de dixwîne. Di van salan de Feqî dest bi xebatên xwe yên li ser zimanê kurdî û nivîskariyê dike. Ji sala 1958'an þûn de nasîtiya wî bi rewþenbîrên kurd re çêdibe û di sala 1964'an ji ber hin pirtûk û nivîsên wî birayar girtinê derbarê wî de derdikeve. Di sala 1965'an de Feqî derbasî PDK-T'yê dibe û gelek caran tê darizandin.
Di sala 1971'an de 40 roj û carekê jî 8 mehan, di sala 1981'an de 3 meh, 1983 jî mehekê di girtîgêhê de ma. Feqî Huseyîn Sagniç di sala 1991'an pirtûkên xwe yên Hêmana Rêzimanê Kurdî û Hewisîna Zimanê Kurdî çap kir. Di heman salê de li Navenda Çanda Mezopotamayê dersa zimanê Kurdî dida.

Di sala 1992'an de pirtûka xwe ya Pêþeriya zimanê Kurdî çap kir. û di demezirandina Enstîtuya Kurdî de cih girt. Feqî piþtî destpêkirina rojnaman di rojnameyên wekî, Welat, Rewþen, Jiyana Rewþen, û Demokrasiyê de nivîsî. Di kovara Zendê nivîsî û pirtûka Yusuf û Zuleyxa ji tîpên erebî guhêste tîpên latînî.
……

Nivîskar û zimanzanê Kurd apê Feqî Huseyîn Saĝniç çu ser dilovanîya xwa. Em sersaxîya xwa gigehnin malbata wî û gelê Kurd



PARTIYA DEMOKRAT A KURDISTAN - XOYBUN


PDK-XOYBUN



www.pdk-xoybun.com
www.xoybun.com










Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=289