Xelkê Felûceyê bo Paul Bremerî: Em amade ne hevkariya we bikin, lê em ê Felûceyê li tirkan bikin cehennem

Wext: Friday, 29.August. @ 00:00:00 CEST

Mijar:

Serkanî: Xebat, 27/8 2003
-------------------------

HEWLÊR, 29/8/2003
— Xelkê bajarê Felûceyê bi hêrs bûn û red kirin ko leþkerê tirk li bajarê wan bi cih bibe. Di encama kombûneka fireh de a ko karbidest, kesayetî, rewþenbîr û serokeþîretên wî bajarî pêkanîn, hat ragihandin ko pirsgirêkeka kevn a mêjûyî ya dewleta tirk li gel xelkê Iraqê heye û ew qebûl nakin ko eskerên tirkan biçin nav bajarê wan, û heke biçin jî, ew ê bajar li wan bikin cehennem.

Di encama civînekê de ya ko heyeteka bajarê Felûceyê li gel Paul Bremerê berpirsê Iraqê yê emerîkî kir nameyek hat belavkirin ko tê de tê gotin: "Em rûniþtiyên Felûceyê endîþe dikin ji wan nûçeyên ko behsa hatina ordiya tirk a ji bo navçeya me dikin."

Di nameya xwe de rûniþtiyên Felûceyê, Bremerî û desthilata hevpeymanan dilniya dikin (sozê didin wan) ko ew amadeyê her awe alîkariya ji bo emerîkiya ne ji bo avakirina dewleta Iraqê û hilbijartina hukumeteka niþtimanî.

Di dewama nameyê de hatiye ko "Derengmayina damezirandina hukumeteka niþtimanî ya Iraqê, firsend daye dewletên herêmê û mixaberatên wan ko destdirêjiyan bikin û grûbên terorîst bihinêrin nav Iraqê. Felûceyî dibêjin ko em îdareya tu biyaniyî qebûl nakin. Ne ko em nahêlin tenê ordiya tirk, herwiha tu ordiyeka dewleta herêmî ya din jî bê nav axa Iraqê. Cimkî rik û kîna wan a kevn li hemberî Iraqiyan heye, karên terorîstî yên niha jî her bi piþtevanî û handana wan pêk tê."





KK-Nûçe
www.kerkuk-kurdistan.com







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=2512