Opozîsyona Iraqê NO-yeka mezin da Tirkiyeyê

Wext: Sunday, 02.March. @ 00:00:00 CET

Mijar:

KK-Nûçe


» Mesûd Barzanî, Zalmay Xelîlzad û Celal Talebanî

SELAHEDÎN, 1/3 2003 — Civîna opozîsyona Iraqê bi yekdengî li hemberî hemî awayên hatina hêzên tirk bo baþûrê Kurdistanê derket û ji Tirkiyeyê re got NO. Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mesûd Barzanî di destpêka preskonferansa dawiya civînê de axaftineka kurt kir û got miletê Iraqê hemî bi hev re li dijî hatina eskerên Tirkiyeyê ye.
— Em dixwazin têkiliyên me bi cîranên me re baþ bin. Vê dawiyê gelek tehdîdên Tirkiyeyê hatin guhê me. Em wekî miletê Iraqê li dijî hatina Tirkiyeyê ne û herwiha li dijî hatina hemî welatên dî ne. Em dikarin hevkariyê bi wan re bikin, lê belê ne bi hatina wan re. Ez careka dî vekirî dibêjim, em li dijî hatina wan in ji ber netîceyên hatina wan dê ne baþ bin.

Mesûd Barzanî taybetî spasiya Sûriyeyê û Îranê kir ji ber wan herdu welatan rê dan endamên opozîsyonê ko bên baþûrê Kurdistanê û wî qet bi qencî behsa Tirkiyeyê nekir. Wekî bersiva pirsekê li ser ka çima kurd naxwazin tirk bên Kurdistanê, Mesûd Barzanî bi hidet got:

— Li beyanên wezîrê derve yê Tirkiyeyê binêrin. Wî gotiye ka hedefa wan ji hatinê çi ye. Em jî her ji ber wan sebeban qebûl nakin ko tirk bên. Me li Emerîkayê jî baþ daye fêm kirin ko em qebûl nakin tirk bên. Emerîka û Tirkiye hêj li hev nehatine. Emerîkî dibêjin heger tirk bên dê di bin emrê wan de bên. Ez dibêjim heger ko tirk di bin emrê Emerîkayê de jî bên em qebûl nakin.

Mesûd Barzanî diyar kir ko Iraq û Kurdistana paþerojê dê li ser bingehê demokrasî, plûralîzm û federalîzmê ava bibe û di vê meseleyê de hevbîrî di nêvbera wan û Emerîkayê de heye. Mesûd Barzanî hemî axaftina xwe û bersivên rojnamevanan bi kurdî kir û piþtî wî sekreterê giþtî yê Yekîtiya Niþtimanî ya Kurdistanê Celal Talebanî axaft û got ko ew dê bi zimanê resmî, bi zimanê Quranê yanî bi erebî baxive.

Di axaftina xwe de Celal Talebanî gelekê spasiya Zalmay Xelîlzadê nûnerê George Bushê serokê Emerîkayê kir û got:

— Ez spasiya te dikim û hêvî dikim ko em li Bexdaya azadkirî hevdu bibînin. Herwiha ez spasiya George Bushî dikim ko tu verêkirî vê derê.

Celal Talebanî spasiya Sûriyeyê û Îranê bi germî kir û spasiya Tirkiyeyê jî kir ji ber wê ji bo parastina baþûrê Kurdistanê rê daye balafirên Emerîkî û ingilîz ko ji Încîrlîkê baþûrê Kurdistanê biparêzin. Lê belê Celal Talebanî got:

— Ez þoke dibim gava ko ez dibihîsim ko Tirkiye dixwaze çek û sîlehên pêþmergeyên me jê bistîne. Ez hêvî dikim ko ev ne siyaseta Tirkiyeyê be.

Di nêv axaftina xwe de Celal Talebanî çendcarî diyar kir ko ew dixwazin heyetekê li ser navê opozîsyonê rêkin Tirkiyeyê da ji Tirkiyeyê re bibêjin ka çima ew li dijî hatina hêzên tirkan in û çima çênabe ko hêzên tirkan bên Kurdistanê. Celal Talebanî got ko ew dê garantiyê bidin Tirkiyeyê ko ew nabin xeter li ser emniyeta Tirkiyeyê.

Serokê INC-ê Ehmed Çelebî spasiya serokên kurdan Mesûd Barzanî û Celal Talebanî kir û bi taybetî jî got hemî miletê Iraqê jî spasiya miletê kurd dike ji ber ko kurd dê bibin faktora herî esasî ya rizgarkirina miletê ereb ji dîktatoriyeta Sedam Hisênî. Ehmed Çelebî jî got ko divêt Tirkiye rêzê ji yekîtiya axa Iraqê re bigire û hêzên xwe rêneke baþûrê Kurdistanê.

Ebdulezîz Hekîmê berpirsê Konseya Bilind ya Þoreþa Îslamî got ko opozîsyona Iraqê mezintirîn opozîsyona dinyayê ye ji ber miletek li piþt wê ye û hêz û rêxistinên wê yên xurt hene. Wî jî spasiya Mesûd Barzanî, Celal Talebanî û miletê kurd kir û got:

— Heyeta Serkirdayetiyê ya opozîsyona Iraqê dê rê nede ko ti valahiyên siyasî li Iraqê çêbin û miletê Iraqê di demeka nêzîk de dê gavên mezin ji bo desthilateka nû bavêje.

Zalmay Xelîlzadê nûnerê George Bushî jî axaftineka kurt kir û got:

— Ez li vê derê me da ji we re bibêjim ko dema Sedam Hisênî derbas dibe û rojên wî gelek nemane. Hikûmeta Emerîkayê dê digel opozîsyona Iraqê vî karî bike. Ev civîn biserketî bû û em hêvî dikin ko em bikarin bi iraqiyên dî re jî bixebitin ji ber ew jî dixwazin desthilata Iraqê ya niho rizgar bikin. Herwiha em xêrhatinê li Tirkiyeyê dikin ko ew jî wekî beþekê ji mitefiqên me bêt û arîkariya me bike da em Iraqê rizgar bikin. Lê belê em li dij in ko Tirkiye bi serê xwe bêt.

Zalmay Xelîzadî tekîd kir ko federalîzm konsepta herî baþ e bo Iraqê û Kurdistanê û got ew dê bibe sebeba danûstandineka baþ di nêvbera hikûmeta merkezî û herêma federal de.

Di bersiva pirsekê de Ehmed Çelebî got:

— Kerkûk bajarekê kurdî ye û kurd tê de piranî ne.

Opozîsyona Iraqê di vê civînê de Heyeta Serkirdayetiyê ava kir û þeþ endamên wê hene: 1) Mesûd Barzanî (PDK), 2) Celal Talebanî (YNK), 3) Ebdulezîz Hekîm (SCRI), 4) Ehmed Çelebî (INC), 5) Ednan Paçecî (sunî), 6) Eyad Elawî

Ji bilî Heyeta Serkirdayetiyê 14 komîteyên dî yên pê ve girêdayî hene. Komîteya têkiliyên derve, Komîteya Parastinê, Komîteya Aboriyê û gelek komîteyên dî.







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=127