PDK û YNKê serokatiyeka hevbeþ ava kir

Wext: Sunday, 02.March. @ 00:00:00 CET

Mijar:

KK-Nûçe

HEWLÊR, 2/3 2003 — Di daxuyaniyeka hevbeþ de Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Nîþtmanî ya Kurdistanê diyar kir ko herdu aliyan serokatiyeka hevbeþ ava kiriye û ev serokatî dê rêberiya karên siyasî û leþkerî û îdarî û têkiliyên derve yên baþurê Kurdistanê bike.
Daxuyanî dinivîsîne:

— Bi liberçavgirtina rewþa nazika ko welatê me tê re derbas dibe û weke xweamadekirinek ji bo bûyerên girîng yên ko tê hêvîkirin çêbibin ko hewcedarî xurtkirina bêtira rêzên gelê me û lihevcivandina karînên wî ye, herdu serokatiyên YNKê û PDKê zincîreke civînan çêkir û biryara avakirina serokatiyeka hevbeþ ji bo rêberiya tekoþîna siyasî û leþkerî û îdarî û têkiliyên nîþtmanî û derve û warên din da.

Di daxuyaniya hevbeþa PDKê û YNKê de herweha jî hatiye gotin:

— Birêz Mesûd Barzanî serokê PDKê û birêz Celal Talebanî sekreterê giþtî yê YNKê dê rêberiya vê serokatiya hevbeþ bikin û tê de herweha çend endamên polîtbîroyên herdu aliyan cî digirin û ev serokatî dê hevkarî û koordînasyonê bi hemû partî û hêzên din yên kurdistanî re bike.

Daxuyaniya YNKê û PDKê dawiyê jî dinivîsîne:

— Lihevciviyana hêzên kurdistanî di bin serokatiyeke bilind ya hevbeþ de, yekîtiya rêzên opozîsyona Îraqê ko dixwaze dawî li dîktatoriyê bêt û sîstmeka demokratîk û piralî û feredal li Îraqê çê bibe, xurttir dike.









Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=125