Tezkereya Tirkiyeyê û þerê digel kurdan

Wext: Thursday, 27.February. @ 00:00:00 CET

Mijar:

KK-Nûçe

ENQERE, 27/2 2003 — Parlamentoya Tirkiyeyê îro dê minaqeþe û dengdanê li ser tezkereya rêdana hêzên emerîkî bike û hêviya hikûmetê ew ko parlamento vê tezkereyê qebûl bike. Ji aliyekê dî ve berpisên emerîkî û tirk hê jî danûstandinê li ser daxwaz û þertên xwe dikin û medyaya tirkî dinivîsîne ko Tirkiyeyê û Emerîkayê li ser meseleya dana çek û sîlehên ko Emerîka dê bide kuradn li hev kirine. (Wêne: Cemseyên eskerî li devera Þirnexê)
Li gor vê lihevhatinê Emerîka dê di bin çavdêriya eskerên tirk de sîlehan bidin kurdan û piþtî þerî jî her di bin çavdêriya tirkan de Emerîka dê wan sîlehan paþ ve ji kurdan bistîne. Herwiha Tirkiye dibêje ko çênabe Emerîka çekên xweparastina li hemberî balafiran bide Kurdan ji ber kurd dikarin wan çekan li hemberî balafirên Tirkiyeyê bi kar bînin.

Ne diyar e ka emerîkî dê paþê çawa bikarin wan çekan ji kurdan bistînin. Ji ber heger Emerîka çek û sîlehan bide kurdan dê ji bo þerê li dijî Iraqê bide wan û kurd dê bibin partnerên emerîkiyan. Ne gelekê bereqil e ko emerîkî paþê wan sîlehan ji kurdan bistînin lewra heger desthilata Sedam Hisênî biroxe jî Kurdistan û Iraq her dê mihtacên xweparastinê bin.

Zalmay Xelîlzadê nûnerê Geoge Bushê serokê Emerîkayê duhî di civîna opozîsyona Iraqê de diyar kir ko welatê wî Emerîka piþtgiriya Iraq û Kurdistana azad û federal dike û Emerîka dê heta hetayê wekî welatekê emperyalîst li wê derê nemîne.

Yanî Emerîkayê dê pêwistî bi mitefiqeka xurt ko bikare xwe biparêze hebe. Wekî dî jî gava ko Kurdistan û Iraq bi hev re ji desthilata Sedamî xelas bûn dê parastineka miþterek hebe û Iraq û Kurdistan ji bilî wan çekên ko Emerîka niho bide kurdan dê çekên li hemberî balafiran û li hemberî êriþên dewletên cîran hebin.

Heger emerîkî bixwazin lê kurd nexwazin kî dê bikare bi zorê wan sîlehan ji kurdan bistîne? Berpirsên tirk û medyaya wan heta ji wan bêt pêþniyar û fikrên nemeqûl belav dikin û mirov dibêje qey ew ne li vê dinyayê dijîn.

Sekreterê giþtî yê Yekîtiya Niþtimanî ya Kurdistanê Celal Talebanî jî îro di axaftina xwe ya opozîsyona Iraqê de got ko ti kes nikare sîlehên wan ji wan bistîne û hertim dê sîlehên wan hebin.

Medyaya tirkî di heman demê de dibêje ko Tirkiye dê bi qasê 20 kîlometreyan bikeve baþûrê Kurdistanê. Yaþar Yakiþê wezîrê derve yê Tirkiyeyê ji bo parlamenterên tirk dibêje:

— Du rê li ber me hene: 1) Yan em nakevin bakurê Iraqê û hingê dewleteka kurdî dê li wê derê ava bibe. 2) Yan jî em dê bikevin bakurê Iraqê û hingê mihtemel e ko em bibin armanca hinek êriþên terorîstî.

Serokê Partiya Edalet û pêþdeçûnê, Ak Partî, Recep Tayyîp Erdogan jî rexneyan li serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mesûd Barzanî digire û dibêje: "Mesûd Barzanî hesabekê xelet dike."

Ji van daxuyaniyên berpirsên Tirkiyeyê diyar e ko niyeta wan her xirab e û armanca wan ew e ko bikevin baþûrê Kurdistanê.

Parlamentoya Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Hiþyar Zêbarî, Celal Talebanî, Opozîsyona Iraqê, Samî Evdirehman û gelek berpirsên dî yên Kurdistanê çendcarî diyar kirine ko ew li dijî her desttêwerdaneka Tirkiyeyê û welatên cîran in. Þerê devkî ji zû ve dest pê kiriye û mirov nizane ka þerê eskerî dê dest pê bike yan no.









Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=106