Xeyala Berzanî
di Thursday, 30.January. @ 10:56:00 CET
Bi giranî gotina Berzanî, Enqerê bi þêweyek nû xeberda, û îddia kir ku Tirkîye, ji bo federasyona Ýraq`ê îcaze daye. Serokê PDK-Ý`ê dîyar kir ku li ser mesela Kerkuk jî êdî na axifin. Serokê PDK-Ý`ê Berzanî serdana xwe ya li Enqer`ê nirxand, û got; hem desthilatdarên û hem jî general û leþkerên Tirkîyê tozek nerm bûne. Berzanî, di derbarê leþkerê Tirkîyê ku dibêjin dê bikevin nav bajarê Musil û Kerkûk`ê, got; ew nûçe ji alîyê rojnamevanan ve hatîye mezin kirin. Di malperekî înternetê de serokê PDK-Ý`ê axaft;
Desthilatên nû ya Tirkîyê min wek berê hiþk nedît. Di general û leþkerên Tirkan de jî nermî hebû. Danûstandinên me yên li gel wezareta derve re, di goranë berë xwesiktir û nermtir derbaz bû. Mesûlê leþkerî ya Tirkîyê di derbarê ketina Musil û Kerkûkê de gotin ku tu peywendîyên wan pê tine û nûçe ji alîyê rojnamewanan ve hatîye mezin kirin.
Îcazeta Federasyonê;
Berzanî di axaftina xwe de; Tirkan pir vekirî ji me re gotin, eger xelqê Ýraq`ê federasyonekî daxwaz bikin, emê li dij dernekevin. Federasyona Ýraq`ê ne di bingeha qewmî de, lê li ser esasê herêmî dê bê damezirandin.
Di careserkirina mesela Kurd de, pêwîst nake Tirk xwe bi êþînin. Û serokê PDK-Ý`ê gotinên xwe wiha domand; Li dij wê dibê Tirkîye bi vê yekê kêfxweþ be. Ji ber ku çareserkirina piroblemên me, avakirina îstiqrara Ýraq`ê ye. Di helkirina mesela Ýraq`ê de eger welatên herêmî gelacîyan bikin ewê bibe sebebê têkilhevîyê.
Serokê PDK-Ý`ê Berzanî di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku bi hîç þêweyekî naxwazin nîqaþ li ser Kerkûk bê kirin. Û di vê warê de em paþve gav navêjin. Di qada þer de mimkune ku pêwîstî bi me nebe ku em bikevin Kerkûk`ê, lê dibê ew kesên ku jê koçkirine -ku piranîya wan Kurdin- vegerin ser erdê xwe.
Nevzat Bingöl/Dîyarbekir
...................................................................................
Verger:Rizgarî Onlîne
|
|
| |
|
Têkeve |
|
|
Xwe bêpere REGISTER bike!. Bibe endamê malpera me û ji taybetîyên malperê sûd werbigire. Pêþdîtin wek dilê xwe biguherîne. Bibe xwedîyê beþek serbixwe û bikaribe bi bikarhênerin din ra baþtir ragihîne
|
|
|
|
|