Bi xêr hatin ser PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
         
                Kurdish   |   Turkish   |   Engilsh  |   German

Menu
  • Rûpela Serî
  • Nivîskarên Xoybunê
  • Nivîskarên Mêvan
  • Dîrok û Kurd
  • Nexiþê Kurdistanê
  • Belavok Lêgerîn
  • Cand û Huner
  • Helbestên Gel
  • Forum
  • Ankêt
  • Nuce
  • Album
  • Slayd Show
  • Muzîka Kurdî - 1
  • Muzîka Kurdî - 2
  • Kovara Xebat Vejîn
  • Kovara Xoybun
  • Pelgeyên bi Kurdî
  • Perwerdeya Siyasî
  • Malperên Kurdan
  • Li ser me
  • Arsiva Nûceyan
  • Nivîs & Nûçe Biþîne
  • Game-Cilîp- Listik
  • Game - 36KurdishTV

  • Nivîskar

    Ali Cahit Kirac

    Belavok
  • Belavokên Me
  • PDK- ARSIV
  • Belavokên We
  • Arþiva Xoybunê
  • Arþiva Niviskaran
  • Niviskarên Derkirî

  • Helbest
  • Ehmedê Xanî
  • E. Xanî - Memozîn
  • Mela Ahmedê Cizîrî
  • Dîwana Melayê Cizîrî
  • Feqîyê Teyra
  • Celadet Elî Bedirxan
  • Cîgerxwîn
  • Ciwanê Abdal
  • Osman Sebrî
  • Alî Cahît Kiraç
  • Feqîr Ehmed
  • Ahîn Zozanî
  • Abdullah Karabag
  • Alî Kolo
  • Armanc Nerwey
  • Aydin Coþun
  • Aydin Orak
  • Agir Abad
  • Bihrî Bênij
  • Dildar Îsmail
  • Ezîz Xemcivîn
  • Fethî Gezneyî
  • Felemez Akad
  • Hemreþ Reþo
  • Hîwa Qasim
  • Hindirîn Gullî
  • Hekîm Xêlexî
  • Hejarê Kurd
  • Hekîm Xêlexî
  • Husên M. Hebeþ
  • Amade Dive !!!!
  • Leyla Þemmo
  • Kiyaksar Temir
  • Konê Reþ
  • Kovan Sindî
  • Kalê Kurdîsî
  • Mehmed Çobanoxlu
  • Mehdî Mutlu
  • M.Kewê Dilxêrî
  • Mihemed Salih Alî
  • Tê Amadekirin !!!!
  • Navser Botanî
  • Nîhad Temir
  • Royarê Tirbesipîyê
  • Seydayê Dilmeqes
  • Sebrî Botanî
  • Sediq Sindavî
  • Seyid Feysel Mojtevî
  • Þivan Perwer
  • Þengal Osman
  • Seyda yê Arî
  • Îsmet Dax
  • Î. Xelîl Þêxmusoglu
  • FeyzulleKhaznawi
  • Xizan Þîlan
  • Y. Sebri Qamiþlokî
  • Helbestên We
  • Helbest û Stranê We
  • Helbest û Stranê Gel
  • Helbestê Bêperde-1
  • Helbestê Bêperde-2
  • Helbestê Bêperde-3
  • Helbestê Bêperde-4

  • Dîroka Kurdistanê
  • Dîroka Kurd
  • Kronolijî
  • Imp. Med
  • 200 Salê dawî
  • Mervaniyan
  • Cum. Mahabad
  • Serhildanên Kurdan
  • Serokên Kurdan
  • Kerkuk Kurdistane
  • Nasîna Kurdistanê

  • Cand, Huner
  • Pêkenî 1
  • Pêkenî 2
  • Cîrok
  • Bûyerên Dîrokî
  • Gotinên bapîra
  • Tistonek
  • Dîlok
  • Durik
  • Henek
  • Kilîp û Vîdeoyê Kurdî
  • Pirs, Bersîv û Pêken
  • Çand huner û tiþt
  • Xwarinên Kurda
  • Sitran, Def û Zurne
  • Lîztik, Spielen, Game
  • Listikên Zarokan
  • Kincên Kurda
  • Edebîyata Kurdî
  • Zimanê Me
  • Perwerda Ziman
  • Perwerda Civana
  • Perwerda Zarok
  • Zarok
  • Qutîya Muzîkê-3

  • Nivîsên Siyasî
  • Kurdistana Serbixwa
  • Rêzname & Program
  • Projeyan

  • Rojane
  • Serxwesi
  • Biranin
  • Pirozbahi
  • Daxuyani
  • Sirove
  • Lekolin
  • Roj buyîn pîroz be
  • Roportaj
  • Agahdarî
  • Bang - Pêþwazî
  • Daxwaz
  • Xebatên me
  • Wesiyetname
  • Þermezar
  • Þahî û Þabun
  • Þirîgatî - Yekitî
  • Name ( Mektup )
  • Dîtin û Ramanê we
  • Civîn û Semîner
  • Ji Raya Giþtî Re
  • Xonçe, Xwençe

  • Jina Kurd
  • Tekoþina Siyasi
  • Tehdeyîyen Siyasi
  • Tehdeyîyen Civaki
  • Daxwazen We
  • Perwerde
  • Tenduristi

  • OL
  • Ola Êzîdî - Agahdarî
  • Ola Êzîdî - Nasîn
  • Ola Êzîdî - Wêne
  • Ola Zerdeþtî
  • Ola Cihû - Nivîs
  • Ola Cihû - Wêne
  • Îsa Mesîh - Jesus
  • Bibel & Jesus - Film
  • Ola Îslamî - Nivîs
  • Ola Îslam-Mewlud

  • Survey
    Hun dixwazin di vê malperêde zêdetir ci bibînin?

    Sîyaset
    Nûçe, Radyo, TV
    Dîroka Kudistan
    Cand & Huner
    Muzîka Kurdî
    Wêne ( Foto )
    Nivîskarên Kurd
    Zimanê Kurdî
    Pirtûk û Kovar
    Helbestên Kurdî
    Dibistana Kurdî
    Ansîklopedî



    Encama Pirsînê
    Pirsînên me

    Dengdan: 43299
    Nirxandin: 0

    PDK - Slide Show
  • Barzani Slide Show
  • PDK Slide Show 1
  • PDK Slide Show 2
  • PDK Slide Show 3
  • PDK Slide Show 4
  • PDK Slide Show 5
  • PDK Slide Show 6
  • PDK Slide Show 7
  • PDK Slide Show 8
  • PDK Slide Show 9
  • PDK Slide Show 10
  • PDK Slide Show 11

  • Di dirokede iro
    Rojek wek îro...

    Slide Show – Xoybun

    Muzîka Kurdî – 1

  • Muzîka Kurdî - 1

  • Muzîka Kurdî – 2
  • Muzîka Kurdî - 2

  • Photo Gallery–Xoybun

    Foto & Animasyon
  • Nîþana Azadîyê
  • Tekoþîngerên Kurda
  • Wene ( Foto ) - 1
  • Wene ( Foto ) - 2
  • Flaman û Logo
  • Anîmasyon
  • Lîztik-Spielen-Game

  • Projeyên Kurd
  • Projeyên Kurd

  • Lêgerin / Link
  • Malperên Lêgerinê

  • TV'yên Kurdistan ê.
  • Kurdistan TV - Zindî-1
  • Kurdistan TV - Zindî-2
  • Zagros TV - Zindî
  • Kurdistan TV
  • Kurdsat - Zindî - 1
  • Kurdsat - Live
  • Roj - TV - Zindî - 1
  • Roj - TV - Zindî - html
  • Roj - TV - Zindî - swf
  • MMC - TV
  • XOYBUN - TV
  • Þîn Þahî - TV
  • Êzidî - TV / Zindî
  • Malpera Êzidî-TV/Zindî
  • Rojava - TV
  • KNN - TV
  • Rojhelat- TV
  • Zagros - TV
  • Komala - TV
  • Kurd-1 TV - Zindî
  • Tishk - TV
  • Vîn - TV
  • Newroz - TV
  • Zaza TV-Flash-Player
  • Zaza-TV-Media-Player
  • Zaza TV

  • Paltalk Download
  • Paltalk Download

  • Reklam
  • Hunermendên Kurd
  • Karmendên Kurd
  • Kirîna Tiþtan
  • Firotina Tiþtan

  • Radio Xoybun
    Radio Xoybun - Dengê Vejîn ê, Amade Dibe !

    Ansîklopedîya Xoybun
    Ansîklopedîya Xoybun ê A û B, Amade Dibe !

    Partî û Rêxistin


    Medya Kurd, Ereb, Tirk
    Bijî Kurd û Kurdistan
    Malperên Kurdî, Yê
  • Polîtîk-Civak-Huner.

  • _________________

    Bijî Kurd û Kurdistan
  • Medya Erebî

  • _________________

    Bijî Kurd û Kurdistan
  • Medya Tirkî


  • Qutîya Muzîkê-1
  • Qutî ya Muzîkê - 1

  • Zêrzewat ( Sewze )
    Zêrzewat ( Sewze )

    Sazîyên Dijberê Tirka
    Rêxistinên Dijberê Tirka

    Radyo Zindî ( Lîve )
    7 - Radyo yên Zindî

    Qutîya Mizîka Kurdî - 3
    Qutîya Mizîka Kurdî - 4

    Kurdî û Îngîlîzî
  • Perwerde ya Zimanê Kurdî û Îngîlîzî

  • Musa | Cihû | Jewry

     
    Nuceyên Kurdistanê Konê Rêþ : Ferhad Þakilî, ji devê ketiye û hop hopa wi ye !
    di Wednesday, 04.July. @ 00:00:00 CEST
    Kurdistanîyên hêja !

    Piþtî ku min gotarên birêz Hesen Silîvanî, mamoste Heder Omer û Dr. Husên Hebeþ xwendin, ku van camêran wek bersiv li birêz Ferhad Þakilî vegerandine, li dor gotinên wî di kongireyeke perwerdeyî de li Hewlêrê, di roja 22 - 24-ê gulana 2007-an de. Ew kongerê ku Wezareta Perwerdeya Hikumeta Herêma Kurdistanê di bin duriþma ( Zimanî standardî kurdî û elfubêyî standardî kurdî ) pêkanî bû.

    Di vî kongerî de F. Þakilî wiha gotiye : Di nav kurdan de tukes wek malbata Bedirxan tune ye, ku weha dilsoz be ji bîrûbawerî û îdyologiya Etatûrk re. Ew bi nav li diji Tirkiyê bûn, lê di rastîyê de lihevnehatina ( nakokî ) wan tenê liser deselatdariyê bû.

    Celadet û Kamiran Bedirxan di tevahiya jiyanên xwe de hewla wê yekê dane, ku zehvî ( teqlîd ) Etatûrk bikin, pir begemdarê ( mu-iceb ) hizirkirina ( ramankirina ) Etatûrk bûn.)

    „Celadet û Kamiran di warê siyasî de hatin þikestin, xwestina wan ew bû, ku di biwarên zimên û çandê de biserkevin. Malbata Bedirxan her piþtî hilweþandina mîrniþîna Botanê li Istanbûl, Kirêta û li çend cihên din jiyan. Lê tevgirêdana wan tim bi dezgehên împeryalîstan re hebûn, bi taybetî bi dezgehên çasûsî re û bi wan re kardikirin. Ev jî bicarekê ne karekî ecêb e, ji ber ku em dizanin ku jêderên ( çavkaniyên ) îdyologî yên Etatûrk û Bedirxaniyan yek in, herduyan ji kaniyeke jehrayî vexwarine ).

    ( Min ev bend ji banga Dr. Husên Hebeþ guhestiye ).

    De yabo ! Werin, vî kerî di vî bihurî re derbas bikin, û kirasê xwe neçirînin.. û bersiva Ferhad Þakilî bidin… Ferhad Þakilî, evê ku mîna wî kesê, ku ji devê ketibe û hop hopa wî be.. Mîr Celadetê ku 13 salan di berhevkirina Alfabeya kurdî latînî de xebat kiriye, di tev jiyana xwe de berberiya Mustefa Kemal kiriye, îro sakûlek wî bi Etatûrk ve girêdide û dibeje îdiyolojiyên Etatûrk û Bedirxaniyan yek in. . ! ! Tevî ku Mîr Celadet Bedirxan ne yê ku mirov bervedêriyê di berde bike, ji ber ku wi di gelek cihan de bersiva gelek kesan daye.. De ka werin em bi hev re lê guhdarî bikin, bê ew bi xwe di vî warî de çi dibêje û çi bersiv daye :

    (... Ev elfabêya hanê ko îro em zimanê xwe pê dinivîsin paþiya xebateke salanên dirêje. Di sala 1919 an de, me dabû çiyayê Meletiyê. Em ketibûn nav eþîra Reþwan. Mêcer Nowel ( Ingilîzek ) jî di gel me bû. Mêcer zarê nîvro dizanî bû, dixebitî ko hînî zarê bakur bibe û ji xwe re her tiþt dinivîsand. Min jî hin medhelok, stran û çîrok berhev dikirin. Carnan, me li nivîsên xwe çavên xwe digernandin, dixwend û di edilandin. Min bala xwe dida Mêcer, bi lêvkirineke biyanî, lê bê diþwarî destnivîsa xwe dixwend. Lê belê ez, heta ko min (Û,و) ji (O,و) û ( I,ي ) ji ( E û ي ) b. p derdixistin. Diketim ber hezar dijwari. Ma çiman ?.. Ji ber ko Mêcer bi herfên latînî, lê min bi herfên erebî dinivîsandin. Ser vê yekê di cih de, min qerara xwe da û ji xwe re bi herfên elfabeyek latînî. Êdî min bikariya destnivîsa xwe paþ hezar salî jî, bê diþwarî û weke xwe bixwînim, ji ber ko her deng cihê cihê li ser kaxezê dihate sekinandin.

    Lewra ko di elfabêya latînî de, tenê 26 herfên serxwe hene û di zimanê Kurdî de deng ji 26 an bêtirin, gelek herfên hevdudanî ketibûn nav elfabêya min weko : ch, ou, aî. Ji xwe di zarotiya xwe de, wekê min di dibistanan de dixwendû hînî herfên erebî û latînî dibûm, tiþtek hebû ko min di çavê xwe re dikirû ji bona herfên erebî, di dilê xwe de digot : Ev elfabêyek welê ye ko dengin dide xwendin ko nayên divîsandin, û latînî yek car vajî wê ye, herfin dide nivîsandin ko nayên xwendin. Belê fikra min dibabeta van her dû elfebêyan de ev bû.

    Bawer bike bi vê fikra ko min ji zarotiya xwe ve di serê xwe de bixwdî dikir, Kêfa min ji herfên hevedudanî re ne dihat. Hingî ji zimanên ko bi herfên erebî nayêne nivîsandin min yûnanî, hinekî fransîzî ûelfabêya rûsî nas dikirin. Hema di ciyê de, rabûm herçî herfên hevedudanî ji elfabêya xwe derêxistin û li þûna wanji elfabêya yûnanî û rûsî herfên derxwe êxistin. Bi vî awayî min elfabêyek bi sîh û þeþ herfên serxwe existî bû dest xwe.

    Wekê em vegeriyan hatin Stenbolê, bi vê elfabêyê min kitêbeke elfabêyê û ferhengeke kiçik nivîsand û ji bona çapê kar kirî bûn. Lê mixabin ne ew elfabê, ne jî ew ferheng îro di destê min de ne. Di sala 1925 an de, di gel hin nivîsên min ên din gihîþtine pêþberê Mehkema Xarpûtê.

    Di sala 1924 a de, li Elmanyayê min careke din çavê xwe li elfabêya xwe gerand, hûr lê meze kir û mideke xweþ li ser xebitîm. Min bala xwe dida û didît ko ev sê texlît herf qenc li hev ne dihatin, herfên yûnanî û rûsî yekrengiya elfabêyê xerab dikirin. Jê pêve dû herif hebûn ko ji me re ne gerek bûn. Ji lewra min elfabêya xwe ji nû ve senifand: Herfên zêde jê avêtin, hin herfên latînî bilindek li wan bar kirin û di þûna herfên yûnanî û rûsî de êxistin. Bi vî awayî elfabêyeke bi sîh û çar herfan û yek reng hate pê. Ez paþê bi elfabêya xwe mijûl bûm. Lê hetanî ku tirk elfabêya xwe belav kirin ya me weke xwe dima û têde me tiþtek bingehî ne guhert. Min her tiþtên xwe pê dinivîsandin û ji nasên xwe re dida zanîn.

    Wekê tirk elfabêya xwe belav kirin, me dît ko di dengên hin herfan de elfabêyên me ne mîna hevin. Dengin hebûnko tirkan ne bi wan herfên ko me niþan kirine lê bi herfinen din nîþan kirî bûn.

    Her wekî me berê jî çend caran gotî bû, ji bona hêsanî kirina xwendina nivîsarên me, ji Kurdmancên tirkiyê re, me dengên hin herfan bi hev guhertin û her çend hebû me ew çend elfabêya xwe xist nîzingî elfabêya tirkan.

    Ji gotinên jorîn qenc xuya dibe ko elfabêya me paþiya xebateke sêzdeh salîn e, gora zimanê kurdî, gora dengên zimanê me ye. Herê ev elfabê berî sêzdeh salan hatiye nivîsandinû gora zimên û dengên wî hin bi hin edilî û ket halê xwe ê îro.

    Berî û piþtî belavkirina elfabê min min fikrên gelek kesan pirsîn û gotinên hinekan bi kêrî min hatin. Di nav wan de mirovinen yekcar nexwenda jî hebûn.

    Ji lewra ez vê elfabêyê ji keda xwe bêtir ji keda miletê xwe dihesibînim û pêþkêþî wî dikim. Ji xwe herçî yê wî ye, ji yê her kesî hejatir û spehîtir e. )

    Hawar, hejmara 13 / 1932 Þam

    Vêca ez vî gotarê Mîr Celadet Bedirxan yê bi navê PÊÞGOTINEK wek bersiv dibînim ji wan kesan re. Ev gotar di kovara Hawar ê hejmara 13 , sala 1932 an de balav bûye.

    Berî dor salekê jî, vî nivîskarî, di hevpeyvînekê de bal kiþandiye ser vê boçûna zikreþ, û êrîþên dijwar û bê bingehîn ajotine ser malbata Bedirxaniyan, nemaz jî ser aferînerê elfabêya kurdî latînî; mîr Celadet Bedirxan û birayê wî Dr. Kamiran. Hingê jî min ev gotarê li xuarê nivîsand û di medya kurdî belav kir, di bin navê :

    ( Ji berî 73 salan ve Mîr Celadet Bedirxan bersiva wiha kes vegerandiye )

    Min jî, wek gelekan ji rewþenbîrên kurd ew gotinên megrûdî yên ku Dr. Ferhad Þakilî di derheqa Mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan de gotine, seh kirin. Dilê min jî wek dilê wan hat guvaþtin û di nav mixabiniyek bê ser û ber de kûr û dûr çûm, û li bersivekê geriyam.. Dawî min ji vê bersiva ku Mîr Celadet Bedirxan di bin navê (Li Ser Yekîtiya Zimanê Kurdî ) wek bersiv ji ( Pîrût ) re li ser gotara wî ya bi navê ( Eksî Sedayî Hawar ) çaktir û duristir nedî. Herdû jî di kovara HAWARê de hejmara 10 an sala 1932 an çap û belav bûne.

    Pîrût di gotara xwe de ( Eksî Sedayî Hawar ) ji Mîr Celadet Bedirxan di pirse û dibêje :

    (. . . Le paþî erk û xerîkbonîkî çend saleyekîk le zeman þanase qîmetdarekanî kurd – Tewfîq Wehbî beg - li ser biney latînî tîpî bo zemanî Kurdî helbejard, alfabêtîkî le ser ew tîpe dana û gelî lawanî kurdî iraq fêrî ew tîpe bûn wa istayehke lekî ehênin. Keçî le seriyekî terewe kar bi destanî xoþewîstî govarî Hawar çeþne tîpîkî tiryan helbijardeweke li gel heneke key Tewfîq Wehbî beg rêk nake wêt. Aya mimkin niye bo ewy rê be ser lê têk çûn nederêt. komelîkî þareza lem dû tîpeû werd bînewe ya yekîkîyan hel bijêrinû ya yekîkîyan bixine û biwe terme tîpîkîyek reng bo zemanî kurdî dabînin ?... )

    Mîr Celadet Bedirxan jî di eynê hejmara Hawarê de ( No : 10 Sala 1932an ), di bin navê ( Li Ser Yekîtiya Zimanê Kurdî ) vê bersivê ji Pîrût re dibêje :

    Li Ser Yekîtiya Zimanê Kurdî

    Le bo Pîrûtê xoþewîst :

    Gotinên xoyê benda ( Ekis Sedayî Hawar ) gelek rast û qencin. Di ser wan re tu gotin nînin. Her weyî me çend caran gotiye yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêþîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî, divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin. Ji hejmara pêþîn ve xuyaye ko armanca Hawarê a pêþîn û bingehî eve :

    Di Her Tiþtî De Yekîtî

    Ev armanca ha ji me re bûye destûr.Heta niho em bi vî destûrî ve çûn, iro di çin û di dawiyê de diçin. Wekî niho, kiryariya her rojname û kovarê ji bona welatê biyaniyan ji cihê çapkirinê girantire. Lê Hawara ko di her tiþtî de mêldarê yekîtiyê ye kiryariya xwe ji bona her welatê ko têde kurd hene wek hev kirine.Bi vî hawî li Hawarê jiyan dibe. Ji ber ko heqê postê ji bona sûriyê ( 10 ) santîm, lê jo bona Iraq û Iran û welatên Qefqasê ( 150 ) santîme. Lê em pê qayil bûn da ko kurd di kiryariya Hawarê de jî wek hev bibin.

    Belê em dizanin ko zimanzanayê bi qîmet û hêja mamoste yê giram Tewfîq Wehbî beg jî bi herfên latînî elfabayek çêkiriye. Pêrar wekî me hev dû li Þamê dît elfabayên xwe ji hevre dan zanînû ew danîn ber hev. Di navber wan de ferqin hebûn. Me dil kir di cih de elfabayên xwe bigihînin hev û ji herdiwa elfabêyek nû bibijêrin û belav bikin. Hingê destbirayê min ê xoþewîst û giram di got ko hîn li ser elfabêya xwe di xebitim. Ji lewra yek kirina elfabêyên xwe me avêtibû dawîyê.

    Di pê re Tewfîq Wehbî çû Iraqê. Lê teþqelenin ne xweþ qewimîn ko ji bona her kesî nasin. Di gel vê hindê min jêre çend caran nivîsand, lê li min venegerandibû. Vê paþiyê me zanî ko nivîsarên me ne gihabûn destê wî.

    Ji xwe derketina Hawarê ji bona vê yekê dereng maye. Hawar di meha gulanê de derket. Min rixseta Hawarê di bîst û þeþê çirya berê 1931 de girt û karên derxistina wê di pêþiya goçokê de ( Þibat ) pêk anîbû. Çar mehan ez li hêviyê mam, da ko bi destbirayê xwe ve dest bi dest elfabêyeke welê derînim ko pêþdetirî li dû pityê vemekit. Lê her wekî min ji jor ve got li min nehat vegerandin. Jê bêtir jî min nikarîbo ez li hêviyê bimînim. Ji lewra me dest bi derxistina Hawarê kir û elfabêya xwe ji kurd û biyaniyan re da zanîn. Iro di meydanê de tiþtekî çêkirî heye. Kovarek û elfabêyek, elfafêyek û kovarek. Nik dilê min ji bona iro ya çêtir û rastir eve ko em hêla xwe bidin û vê elfabêyê heta higê ko mihiceta edlanendê bikevêt pêþiyê û rê li me bigirêt,pêþve bibin.

    Di gel vê hindê divêt ez careke din jî bibêjim ko em her gav mêldarê yekîtiyê ne û armanca xebata me yekîtiye. Em bi gavinin bi vîn û hiþk ber bi armanca xwe ve diçin û nasekinin. Ji ber ko di destpêkirina me de, ji xwe bi derengî ketiye. Em nema dikarin di hêviyê de bisekinin. Gelek spasan li Pîrûtê delal di kim ko ev hînceta ha xiste destê min.

    Xweyiyê Hawarê

    Di baweriya min de, birêz Tewfîq Wehbî beg ji zikreþî bersiva mîr Celadet Bedirxan, di wê hingê de venegerandiye. Nexasim wî xweþ dizanî ku Mîr kovara Hawarê amade kiriye ji çapê re... Û wiha çavê wî barnebûye ku mîr Celadet Bedirxan xwediyê navê pêþîn be di berhevkirin û belavkirina elfabêya Kurdî latînî de. Zikreþiya Dr. Ferhad Þakilî ya îro ji zikreþiya Tewfîq Wehbî a berê tê... Lê çendî F. Þalilî bide xwe, ew nagihêje toza Twefîq wehbî beg..

    Gelo ! Heger mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan casûsên impryalizmê bin, gerek di pêþiya wan de Tewfîq Wehbî beg be... Û heger Tewfîq Wehbî beg elfabêya xwe berî a mîr Celadet belav kiriba, wî Ferhad Þakilî îro roj bi gota Tewfîq Wehbî beg casûsê Ingilîzan e.. ? !

    Ne wiha mirov zikreþiya xwe derdike birêz Ferhad Þakilî ? Mîr Celadet Bedirxan bi tena xwe berberiya Mistefa Kemal paþa dikir ... Bedirxanî ûcaxên kurdistanê ne bi agirê van ûcaxan ne lîze, tê xwe biþewitîne... Bedirxanî zêrin, çendî di nav tiravê de bimînin zêrin, qet zingar nagirin... Bedirxanî ji Kurdan re, çemê Dicle û Ferat in, û ava van çeman bi devê zikreþ û kînokan nayê lewitandin... Va bi ser bilindî em li ser pêvajoya ku wan ji me re daniye dilivin.. Ne tenê em li ser Bedirxaniyan dixeydin, belê em kirasê xwe li ser wan diçirînin, û bi navê wan sûnd dixwin.

    Dr. Ferhad Þakilî, mîna kesê ku ji devê ketibe û hop hopa wî be. Gelo wê hikumeta herêma kurdistanê li wiha kes guhdarî bikin.. ? !

    Konê Reþ
    Rojavayê Kurdistan
    Bajarê, Qamiþlo 01. 07. 2007
    Dema Weþandinê : 04. 07. 2007


    Konê Reþ

    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


    Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !




     
    Têkeve
    Bikarhêner

    Þîfre

    Xwe bêpere REGISTER bike!. Bibe endamê malpera me û ji taybetîyên malperê sûd werbigire. Pêþdîtin wek dilê xwe biguherîne. Bibe xwedîyê beþek serbixwe û bikaribe bi bikarhênerin din ra baþtir ragihîne

    Grêdanên pêwendîdar
    ·
    · Konê Reþ
    · http://www.pdk-xoybu...
    · http://www.xoybun.co...
    · http://www.pdk-xoybu...
    · http://www.pdk-xoybu...
    ·
    ·
    ·
    · Kurdishmedia
    · Zêdetir Nuceyên Kurdistanê
    · Nûçe ji admin


    Nûçeyên zêdetir hatine xwendin: Nuceyên Kurdistanê:
    Serhildana Kurdistana Baþur li destpêka buhara sala 1991


    Pûandanîna Nûçeyê
    Pûan Giþtî: 0
    Dengdan: 0

    Tika ye, bo vê nûçeyê dengê xwe wek pûanek bide:

    Xerab
    Ne baþ ne xerab
    Rind
    Pirr rind
    Xweþik



    Vebijark

    Dikare binivîse ser kaxêzê spî  Dikare binivîse ser kaxêzê spî

    Nûçe bo hevalê xwe biþîne  Nûçe bo hevalê xwe biþîne



    | PDK-Baþur | PDK-Baþur | PDK-Xoybun | PDK-Rojhilat | Kurdistan Media | Xebat |


    PDK - XOYBUN.Com 2003 All Rights Reserved
    Email : xoybuncom@yahoo.de
    _______________________________________________

    Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...

    Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...

    This site is best viewed with Avant Browser...

    Download !!!

    This site is best viewed with Avant Browser...

    Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...

    Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...

    _______________________________________________

    Content û Naverok


    _______________________________________________

    Pêlê Logoyên Li Jêr Bikin ! Press the Logos Below !


    Open Society Foundations


    Clinton Foundation


    Bill & Melinda Gates Foundation


    Rockefelleer Foundation


    International Monetary Fund (IMF)


    Office Of George W. Bush


    Bush Foundation


    George W. Bush Foundation


    IBRD - IDA | World Bank Group


    Rockefeller Capital Management

    _______________________________________________

    _______________________________________________


    Private Bank - Deutschland Frankfurt

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    Neue, Biligen und Große Wohnungen Zu Vermieten.

    Gratis Strom und Heizung für Mieter.

    _______________________________________________


    _______________________________________________


    Ezê Ji Wera, Li Almanyayê, Dikana Pîzza, Ji Nuva Vekim.
    Kontakt Tel. : 0049-176-93036339


    Ezê Ji Wera, Li Almanyayê, Dikana Kîosk, Ji Nuva Vekim.
    Kontakt Tel. : 0049-176-93036339

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    Tabacco

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________



    Kurdistan, ''Þerab bi kurdî xweþ e''.

    _______________________________________________



    Þerab : Baron Philippe de Rothschild Wein.



    Þerab : Baron Philippe de Rothschild Wein.

    _______________________________________________


    Wodka Stepanoff - Doppelkorn - Weinbrand und etc

    _______________________________________________






                    
    Google