Eyup Fatsa: Tezkere di demekî nêzîk de nîne
di Sunday, 02.March. @ 00:00:00 CET
KK-Nûçe
ENQERE, 2/3 2003 — Wekîlê serokê grupa AKPê ya parlamentoyê Eyup Fatsa dibêje tezkereya ko rê bide eskerên xerîb bêne Tirkiyeyê û eskerê Tirkiyeyê biçe derve hat paþ ve dan. Ew dibêje: ”tezkere heta zemanekê nediyar hate paþ xistin”. Li gor rojnameya tirkî Hurriyetê, îro Komîsyona Birêvebir ya Komîteya Merkezî ya AKPê civiya û di bihnvedanê de wekîlê serokê gruba parlamentoyê yê AKPê Eyup Fatsa bi rojnamevanan re axaft û got ko ”Tezkere hatiye paþvedan û di demeke ko xuya dike de tezkere nîne”.
Parlamentoya Tirkiyeyê duh pêþniyara (tezkereya) hikûmeta Tirkiyeyê, ko dixwest rê bide derbazbûyin û bicihbûyina eskerê emerîkî û rêkirina eskerê Tirkiyeyê bo derve red kir. Emerîkî ne li hêviya qerareka wiha bûn û bi qerara Tirkiyeyê gelekî aciz bûne. Behs hebû ko emerîkî dê xwe li hêviya qerara hikûmeta Tirkiyeyê ya piþtî dengdayinê bigire da ko bizane gelo hikûmeta Tirkiyeyê dê kar bike tezkereyê ji nû ve bibe parlamentoyê yan ne.
Heger gotina Eyup Fatsayî rast be hêviya ko Tirkiye rê bide Emerîkayê nîne. Pêwist e ko emerîkî hesabekî dî bikin. Yanî bi carekê dev ji Tirkiyeyê berdin. Lê tirkan emerîkî xistine rewþeka aloz. Ji aliyekî ve rê dane emerîkiyan ko lîman û basên eskerî yên Tirkiyeyê nûjen bikin û emerîkiyan gelek mesref kirine, lê ji aliyê dî ve rê nade eskerê wan li ser Tirkiyeyê re derbaz bibe û li Tirkiyeyê bisekine.
|
|
| |
|
Têkeve |
|
|
Xwe bêpere REGISTER bike!. Bibe endamê malpera me û ji taybetîyên malperê sûd werbigire. Pêþdîtin wek dilê xwe biguherîne. Bibe xwedîyê beþek serbixwe û bikaribe bi bikarhênerin din ra baþtir ragihîne
|
|
|
|
|