Du Ker
Du Ker
Rojek kerekî kovî rastî kerek kedî hat.
Kerê kovî, hejar û biçûk bû.
Em di nava daristan û li Çiyê dijî.
Kerê kovî got û domand:
Jîyana me ne hêsa ye.
Ji serma zivistanê, ji heywanên dirinde xwe parastin pir zor e.
Carna ji bo av vexwarinê em bi saetan di riyan de dimeşin.
Xwarin bi destxistin pir zor û zehmet e.
Jiyana me zilm e lo !
Kerê kedî yê xwurtî bi qewet :
Em havînan di nava mêrgan de diçêrin.
Geyayê herî xweş ên teze dixwin.
Di zivistanan de xwediyên me bi ka û ceh me xwedî dikin.
Em hertim ava paqij vedixwin û di axuran de, li cihê germ radizên.
- Ooo Çi jiyanekî we ya xweş heye.
Kerê kovî got domand.
Diyare jiyana kedîtî pir xweş e.
Xwezîka ez jî wek we bijiyama.
Paşê stûxwar, xemgîn meşiya û Çû.
Çend roj paşê kerê kovî derketibû li dû xwarinê digeriya.
Dema li jêr, li rê nêhirî ku Çi bibîne:
Kerê kedî li pişta wî barek giran û bi inte-int dimeşe.
Kerê kedî xwest ku piçek geyayê dora rê bixwe.
Xwediyê wî lê hêrs bû. Ker da ber Çovan ( Şiva ).
Kerê kovî bi Çavên heyîrî li wan nihêrî û di ber xwe de got :
- Na ! Ez jiyanek weha naxwazim.
Jiyanek weha xwedê neke qismetê min. Jiyana
zikbirçî ya azad, ji ya ziktêra bin zor û
zilmê sed qat qîmetir e.
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2005-06-15 (4750 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |