
TIRAJEDIYA SIYASETA KURDĘN BAKUR -II-
FŰAD SÎPAN
(FUAT AKPINAR)
Almanya, 22.12.2003
Min di nivîsa xwe ya yekem de tirajediya siyaseta Kurdęn Bakur hinekę vekiribű ű dixwezim vę mijarę dîsa bi hin mînakan bidomînim. Bęguman mirov nikare siyaseta bi sal ű deman tenę bi gotarekę ű an jî çend gotaran bîne ziman.
Armanca min ne ew e, ku bi kűr ű dűr li ser pirsa tengasiyęn siyaseta Bakurę Kurdistanę bisekinim. Ez bawer dikim, ku hemű partiyęn Kurdan ű welatparęz baţ dizanin, tengasiyeke mezin li ser siyaseta kurdan, him li Kurdistanę ű him jî di qada navnetewî de heye. Lę pir mixabin li ser vę mijarę zęde nayę sekinandin, an jî di çerçoveyeke pir teng de li ser tęye sekinandin.
Partî ű ręxistinęn Kurdęn Bakur hęn jî xwe ji îdeolojiya Marksîzim, Lenînîzim, Stalînîzim, Sosyalîzim ű Komînîzimę xelas nekirine. Kemalîstęn Tirkan ev îdeolojiya qaţo sosyalîzimę ji welatęn qaţo sosyalîst kopya kirin ű di kurdan gerandin, ku tevgera kurdan bi gotinęn derew meţxűl bikin ű bi vî awayî tevgera me biţkînin. Kemalîstęn tirkan bi siyaseta qaţo sosyalîzmę ev bi salan e kurdan dixapînin ű heta niha jî di vî warî de bi ser ketine.
Ez fęhm nakim, ku çima? Kurd vę rastiyę nabînin?!. Dema hin kurdęn ji partiyęn cida diqetin ű tęne ba hev, ku partiyeke nű ji bo kurdan ava bikin, serę gotina wan sosyalîzm e ű binę gotina wan sosyalîstî ye ű hwd. Van kesana prosesa guhertina cîhanę nabînin, xwe gorî rewţę naguherînin, tenę bi îdeolojiya sosyalîzimę xwe xeniqandine ű tu dibęjî qey di cihanę de ji bilî vę îdeolojiyę wekî din tu tiţt nîne ű sosyalîzim li ser wan hatiye dapo kirine.
Sosyalîzim, Koműnîzim, Marksîzim, Lenînîzim, Stalînîzim ű hwd.
Karl Marx ű Friedrich Engels Fîlozofęn pir jîr ű jęhatî bűn, ku teoriya Hegel pűç kirin ű hîmę îdeolojiya Sosyalîzim ű Koműnîzmę avętin. Bęguman him Karl Marx ű him jî Friedrich Engels bi niyeteke pir pak ű durist ji bo kęra gelan îdeolojiya sosyalîzimę ava kirin. Lę bi bîr ű baweriya min qasî ku Karl Marx ű Friedrich Engels bi niyeteke pak ű dirist bűn, ewqas jî xeyalperest bűn. Çumkî wan ol (dîn) red kirin ű wek efyon dîtin, loma bi ser neketin. Lę li aliyę din, wan jî nizanîbűn, ku dę piratîka pergala sosyalîzimę çawa be?. Piratîk jî di dawî de bű felaket.
Hewceyę gotinę ye, ku bęjim xerabiyęn bi navę sosyalîzim ű koműnîzimę hatine kirin, Karl Marx ű Friedrich Engels di vę mijarę de hatin bi kar anîn. Lenîn bi destę zorę hate ser text ű Stalîn jî bi navę sosyalîzimę teror kir ű Fîdelę dîktator jî hęn bermayînę sosyalîzimę diparęze ű hwd. Îdeolojiya ku dawiya wę felaket be ű ne mimkin e, ku di nava civata kurdan de bingeh bigire, gelo çima? Kurd ewqas ji bo vę îdeolojiyę îsrar dikin. Îdeolojiya sosyalîzimę teorî ye ű dę wek teorî jî bimîne. Ez tu carî bawer nakim, ku ev îdeolojiya dîsa wek pergal di pęţeroję de ser bikeve.
Divę em tiţtekî tu carî ji bîr nekin, ku ol (dîn) di civatan de rola herî girîng digire. Di civata kurdan de jî wisa ye. Piraniyan kurdan ji ola îslamę ne. Îslamiyetî di civata kurdan de wisa bingeh ű kok girtiye, ku loma tu hęz ű quwet nikare vę rewţę biguherîne ű bi kopiya îdeolojiyan gelę Kurd îqna bike. Pirsa olan ne tenę di civata Kurdan de, her wiha di hemű olęn din yęn di cîhanę de hene, ola xiristiyaniyan, ola cihűyan ű hwd. jî wisan e. Rola olan di civatan de ne tenę li ser civatę ű jiyana sosyal heye, her wiha tesîra olan li ser siyaseta dewletan jî heye. Ger em di cîhanę de qiyasek li ser ţeran çębikin, ţeręn di dîrokę de çębűne, ji sedî nod zęde li ser olan çębűne. Loma ol di jiyana civatan de wisa kok girtiye, ku ji bilî daxwaza demokirasiyę tu tiţtek nikare bikeve nava civatę ű xwe bide qebűl kirin.
Ji ber ku kemalîstęn tirkan kęmasiyęn kurdan baţ dizanîbűn ű hęn jî wisa ye, loma wan bi hemű quweta xwe gelę Kurd bi tiţtęn bę bingeh meţxűl kirine ű heta niha jî bi ser ketine.
Divę partî ű hęzęn kurdan berî her tiţtî bi siyaseteke nű ű nűjen, bi bîr ű bawer deręn ortę ű dest ji vę îdeolojiyę berdin; ű bila bi siyaseteke pirrengî ű pirdengî tękevin nava civata Kurdan. Siyaseta ku helwesta kurdan rast ű durist neparęze, ew siyaset ji tengasiyan xelas nabe ű dę tęk here. Gelę Kurd bira pezę kesî nîne ű tu kes jî nikare tękoţîna gelę Kurd bi gotinęn vala ű bi parastina bermayiya (döküntü) Kemalîzimę biparęze. Dijminę kurdan yę herî mezin Kemalîzim e ű yę dudiyan jî îdeolojiya sosyalîzmę ye. Yan Kurd viya fęhm dikin ű an jî bila dest ji serî tevlihevkirinę berdin ű rę ji mirovęn jîr ű jęhatî re vebe, ku ew siyasetekî bi gorî daxwaza gelę Kurd ű gorî rewţa cîhanę bidomînin. Siyaseta Kemalîzim ű Stalînîzmę ji bo kurdan siyaseteke herî ye.
Li aliyę din partiya ku nű ava bűye (KGK) ji xwe re dibęje, ku goya ew bi tevayî ji îdeolojiya Lenînîzmę xelas bűne ű partiyeke nű ye. Ka em binęrin rastî wisa ye an na? Ev partiya ji xwe re dibęje, Kongira Gel A Kurdistanę. Partiya ku bęje, Kongira Gel A Kurdistanę, yanę xwe tenę xwediyę gelę Kurd dibîne. Di vir de navę gel tę bikaranîn. Kongira Gel A Kurdistanę xwe di destpękę de pir baţ bi navę xwe eţkere dike, ku ew hęn ji pîskolojiya Marksîzmę, Lenînîzmę ű hwd. xelas nebűne. Çumkî navę gel dane ser xwe ű xwe wek xwediyę gelę Kurd dibînin ű tu dibęjî qey gel li ser wan hatiye dapo kirin.
Kesęn beriya hilweţandina qaţo welatęn sosyalîst dîtibin, baţ dizanin, ku wan dewletan jî di her kirinęn xwe de bi navę gel diaxivîn ű tevdigeriyan. Navę teţkîlata polęsęn wan, leţkeręn wan, meydan ű kolanęn wan jî bi gotina gel dest pę dikir. (Polęsęn Gel, Leţkerę Gel, Meydana Gel, Kolana Gel ű hwd.).
Partî bi guhertina nav ű hin naverokan tenę nikarin xwe biguherînin. Ev mantiq gelę Kurd wek malę xwe dibîne. Di cîhanę de gel nabin mal ű milkę tu kesî ű tu kes jî nikare gel li ser xwe qeyd bike.
Hewceyę gotinę ye, ku li ser serokatiya Abdullah Öcalan jî çend gotinan bęjim. Wek tę zanîn KGK di destpęka damezrandina xwe de biryar da, ku ew Abdullah Öcalan wek serokę gelę Kurd dibînin. Di dinyayę de li tu welatekî serokęn gelan tune ne, serokęn partî ű dewletan hene. Ev bűyera ku Abdullah Ocalan serokę gelę Kurd e, di cîhanę de bűyereke nű ye, ku kenę dinya-alemę jęre tę.
Mantiqę serokę gel di bingehę de ji faţîzima Kemalîzim ű ji faţîzma Hitler ű Mosolînî tę. M. Kemal xwe wek kalę (mezinę) tirkan bi biryara parlemanę îlan kir. Adolf Hitler jî ji xwe re digot, ”Führer” (serok). Hitler bi destę zorę gelę Alman dida qęrandin, ku jęre bęjin “Heil Hitler” (bijî Hitler).
Tolę Tîkrîtę, Sadamę qirţ ű qalę dîktator, bermayiyę ereban jî xwe wek serok îlan kiribű ű wî jî bi destę zorę erebęn Iraqę didan qęrandin, ku bila di ţeqamęn Iraqę de jęre bęjin “bi can bi xwîn em bi te re ne hey Saddam”.
Mirovęn ku kompileksę wan yę biçűk bűnę hebe, baweriya wan ji wan tune be, pisîkolojiya wan xerab be, tirsonek ű newęrek bin, ędî nizanibin çi bikin, hewceyę tiţtęn wiha dikin.
Ji me kurdan re ręberęn zana, jîr ű jęhatî lazim in, ne serokę gel. Pęwîst e, Kurd welatęn ku tęde demokirasî hene, wek Amerîka ű Ewropa ji xwe re bikin mînak, ne welatęn dîktator ű hov.
Alternatîfa demokirasiyę di cîhanę de tune ye. Yan Kurd vę fęhm dikin ű yan jî dę ew tucarî di siyasetę de ji tengasiyan xelas nebin ű bi ser nekevin.
Di nava Kurdan de, ne ku mirovęn jîr ű jęhatî tune ne. Ez bawer dikim, ku potansiyeleke pir mezin heye, lę ev potansiyel, xwedî ręxistineke demokratîk nîne. Bi taybetî kesęn ji siyasetę dizanin ű dikarin ji kurdan re ręberiyę bikin, yan będeng in, yan xwe hęn ji hin tengasiyan xelas nekirine ű yan jî ji bo wan astengî tęye derxistin.
Ręxistinek ű siyaseteke çawa? Ji kurdan re dibę? Ezę dîsa vegerim ser mijarę.
|
|
Navnîţana ev nűçe ję hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd ű Kurdistanę daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyęn Aborî ű Avakirin, Pirojeyęn Cand ű Huner, Lękolîna Dîroka Kurdistanę, Perwerdeya Zimanę Kurdî, Perwerdeya Zanîn ű Sîyasî, Weţana Malper ű TV yęn Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com
Bo vę nűçeyę navnîţan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=69
|