Siyaseta nû li Tirkiyeyê

Wekî hûn jî dizanin, di sisiyê meha yanzdehan de li Tirkiyeyê hilbijartin pêk hat. Hêviya me ew bû, gelê kurd bi Partiya DEHAP’ê bikeve Parlamenê. Lê zor mixabim rejîma Tirkiyeyê û pergala (sîstema) wê ya rizyayî dîsa ew rê û derfet neda gelê me, ku bi vîn û îradeya xwe bikeve parlamenê. Ji ber ku bendava 10 % derbas nekir. Tenê du partiyên Tirkan AKP û CHP ketin parlamenê. Partiyên wekî MHP, DYP, ANAP, DSP û yê din jî benda 10 % derbas nekirin û li derveyî parlamenê man. Ev partiyên niha di parlamenê de ne, ne dikarin demokrasiyê bînin Tirkiyeyê û ne jî dikarin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ji ber ku ev jî partiyên wê pergalê ne. Belê AKP bi serê xwe hikûmet çêkiriye, eger çend mepûsên serbixwe jî reya xwe bidin wan, dikarin her roj û her dem zagonan xwe jî biguherin. Eger ew bixwezin û wekî yên din diziyê nekin, malê dewletê çarçûr nekin, dibe ku hin tiþtên pir baþ jî pêk bînin.

Lê gelek mixabim li Tirkiyeyê her tiþt bi daxwazan nayê cih. Ez bawer im AKP ji hikûmetên din ên destpêka Komara Tirkiyeyê heta niha, bêtir karên baþ bike. Ji ber ku Tayip Erdoðan û hevalbendên wî jî ji destê dewletê kiþandine. Lê ev nayê vê maneyê, ku AKP pirsgirêka gelê kurd çareser bike û demokrasiyeke xurt çêbike. Çimku yên der heqê siyaseta Tirkiyeyê de biryarê didin ne parlamen e, ne Serokwezîr e, û ne jî hikûmet e. Ên ku biryarê didin dewleta nehênî (kûr), serokleþker e. Vê yekê dinya alem jî dizane. Ev sistema Dewleta Nehênî (kûr) ya 80 salî sîstemek, îdeolojiyek nexweþ e, nexweþîyek kronîke. Ev sîstem û îdeolojiya nexweþ a Kemalîzmê ye. Heta li Tirkiyeyê sîstem û pergala Kemalîzmê ya rizyayî neyê guhartin tu tiþtên bingehîn nayên guhartin. Ji ber ku ev pergala Kemalîzmê li ser înkar û derewan hatiye avakirin. Êdî dawiya wê hatiye, tenê roj bi roj emrê wê bi dopîn û serûman dirêj dikin.

Dewleta Tirk ev heþtê sal in, ku hem gelê cîhanê, hem gelê xwe û hem jî gelê kurd dixapîne. Bi derew, dek û dolaban siyaseta Kemalîzmê didomîne. Di dibistanan de ev tiþt fêrî me dikirin, (Türküm doðruyum çalýþkaným) yanê ez tirk im, rast im, jîr im. Ev sîstem hê îro jî li Kurdistanê berdewam e. Ê rast e, zarokek heft salî ku bi tirkî nizanibe çawa dibe tirk, zarokek heft salî rastî û xerabiyê ji ku dizane, zarokek ku mirov bi zimanê wî/ê neaxive ê çawa jîr bibe.

Niha jî dixwazin bikevin nav Yekîtiya Ewropa, lewre zagonên xwe diguhrin. Lê belê, di piratîkê de tu tiþtek nahatiye guhartin. Dewleta Tirk hê tahmulî navên kurdan nakin, navên zarokên me qedexe dikin. Navên me li rêzefîlmên xwe dikin, li me jî qedexe dikin. Baþ e ew dê çawa bibin demokrat?
Li tu derê cîhanê pergaleke (sîstemek) wiha li ser înkarê, bi zorê, bi asîmîlasyona gelek mezin û bêperwa tune ye. Ê ku dibêjin Kemalîzim laîq e, rastiyê nabêjin. Belê rast e Kemalîzimê pir tiþt guherandin, lê ev nayê vê wateyê ku Kemalîzimê pir tiþtên baþ kirin. Kemalîzimê li Anatoliyê û li Kurdîstanê pir xerabî kir û hêjî dike. Tirk ji bona zarokê wan li Ewropayê zimanê xwe di dibistanan de fêr û hîn bibin, ji bîr nekin û ji bona sed hezar tirk li Qibrîsê bibe dewletek serbixwe yan jî wekî gelê Qibrîs bibin xwedî maf, Dinyayê radikin ser piyan.

Daxwazên gelê Kurd ji gelê Kurd re rewa nabînin.

Dewleta Nehînî (kûr) niha jî wekî berê dixwaze mejûyê Kemalîzimê yê rizyayî û gemar bi gelê kurd bide qebûlkirin. Bila Dewleta Nehînî (kûr) vê yekê baþ bizanibe û ji guhê xwe re bike wekî guhar. Gelê kurd tu caran vê pergala, îdeolojiya Kemalîzmê ya rizyayî û genî, bi qirêj û gemar ya ku li ser bingeha înkar û nîjandperestiyê hatiye avakirin qebûl nake û napejirîne. Ji ber ku ev heþtê sal in çi xerabî, zordestî, qetlîam, ji destê wan hatiye bi gelê kurd kirine. Gelê kurd ne serhildana Þêx Saîd, ne Agirî, ne Geliyê Zîlan, ne ya Dêrsim û ne jî xerabiyên îro ji bîr nake. Eger Dewleta Nehênî (kûr) dixwaze postê xwe xelas bike, bila rayedarên wan derkevin meydanan û bêjin; ev heþtê Sal in me ewqas xerabî bi Kurdan kir û em ji Kurdan lêborînê (uzrê) dixwazin û em hazirin mafên Kurdan bê sînor bidin, belkî postê xwe xelas bikin. Wekî din deh sal emrê wan nemaye, ê ji holê (ortê) rabin û bi îdeolojiya xwe ya Kemalîzimê têk biçin û bikevin çopa cîhanê.

Gelê Kurdistanê !

Bona em kurd zûtir ji bindestiyê xelas bibin û xwe di cîhanê de baþ îfade bikin û ser bikevin, divê em van tiþtan bikin. Ez hêvîdar im ku her kurdek li Kurdistanê û li dervayî Kurdistanê ji bo ku zarokên me zimanê xwe baþ bizanibin û fêr bibin xizmeta ji bo zimanê kurdî pêþ de bibin. Zimanê me Kurdan pir delal, dewlemend û þêrîn e. Gelê me heta niha ji bo ku zimanê me winda nebe, gelek bedelên giranbuha dane. Divê em kurdên li Ewropa qîmeta wê bizanibin, derfet û îmkanên di destê mede ne, em wan baþ bi kar bînin û zarokên xwe bidin xwendin, wan biþînin zanîngehên bilind. Îro di cîhanê de bê ilm tu tiþt nameþe. Eger em Kurd jî dixwazin di pêþerojê de bi ser bikevin, xerabiya ku dewleta Kemalîzimê û yên din bi me kiriye ji dinya-alemê re baþtir bidin famkirin, divê em hemû îmkanên xwe bidin ser xwendina zarokên xwe. Em kurd her dem bi serbilindî dibêjin em çil mîliyon in. Lê pir mixabim çil dîplomatên me, yên ku der heqa gelê Kurd de cîhanê rakin ser piyan tune ne. Ev yek kêmasiyeke me ya herî mezin e. Ez nabêjim kar û xizmet tune ye. Em kurd di saya Têkoþîna Rizgariya Kurdistanê de derketin holê û ji nû ve jiyan.

Lê belê mesele tenê ne hebûn e, mesela herî mezin di aliyê siyaset, dîplomasî û ilmê de pêþdeçûn e. Em kurd di têkoþîna xwe de û di daxwazên xwe de sedî sed mafdar in. Dewleta Tirk dixwaze Têkoþîna me Terorîze bike û ji me re li her derê cîhanê astengiyan derxe, û derdixe jî. Dewleta Tirk ji kêmasiyên me îstîfade dike û dixwaze me neheq nîþan bide û bêmaf bihêle. Pir mixabim me jî heta niha xwe, ne li Ewropa û ne jî li Amerîka baþ îfade nekir. Eger me xwe heta naha baþ îfade bikra, Dewleta Tirk çiqas ji aliyê aborî û dîplomasî ve xurt dibe bila bibe, li Ewropa û Amerîka ewqas cirît nikarîbû biavêta û înkariya gelê me bikira. Divê em Kurd di pêþerojê de pir gavên bi bal biavêjin, û divê em di axaftin, nivîsandin, gotin û di tevgera xwe de welatên Ewropî û Amerîkî neêþînin û em her tiþtî baþ bipîvin hê tevbigerin. Lê ev nayê vê manê em li wan rexneyan negirin û wan rexne nekin. Emê rexneyên xwe bikin, lê belê, rexneyên bi sînor. Kî çi dibêje bila bibêje yê ku rastî yanê realîstî bifikire baþ dibîne, ku îro bêyî alîkariya welatên Ewropa û Amerîka tu tiþt ne çêdibe û ne jî dimeþe. Eger em Kurd jî dixwazin zûtir pirsgirêka me çareser bibe, divê em di nav van welatan de ji xwe re dost û alîgiran qezenç bikin ne dijminan.


Fuat Akpinar

e-mail: akpinar@t-online.de

Fax.: 00495211366194








Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=67