 
  
    
    Bibûre ! 
    
    
        
 
 
      Bibûre !       Aro, di nava  xwe de,  weke  wê  roja bi sir  û serma, þikestî bû.Lê, xwîna tinaziyê di laþê wî de dikelî.Dixwest tinazan bi xwe bike, bi xweristê  bike, bi lebt û liva wan kesên xwe qurnisandî bike... Lê, cegerdarî ne dikir, ko vê sarbûna xwezayî biþikîne.
 
 Destê xwe ji "Taksî"yê re hilda. Bi rakirina dest re, bû zîqîna firêman, û li hember wî, bi rengekî ne normal, rawestiya. Lê, gava Aro ber pê de çû,dît va kûçikek li ser kursiyê pêþî ye û zîq, di camê re, li pêþ dinere. Ev wêne,bi pêkên pêþî  re, bi serê wî ne ket. Lê, çi bike, ji  serê xwe avêt û deriyê paþ vekir, da siwar bibe.
 
 Bi vekirina derî re, dengek kete guhên wî.  Þifêr bû, got :  "Bibûre, rêwiyek bi min re heye, ez ne vala me !". Bi vê gotinê  re, kela  tinazdariya Aro sar bû . Loma, derî bi zivêrî dada û bi þûn de vekiþiya.
 
  Þifêr, bi qîrênî, bakir :  "Bibûre, çima te derî dada !"  -  Ango, çima wisa bi zivêrî  - . Aro, bê  dengbilîn lê vegeriya,destikê derî girt, derî vekir û ji  þifêr re "Biûre" got. Lê, derî vekirî hiþt û bi þûn de vekiþiya. 
 
  Dîse, þifêr bi qîrênî, bakir :  "Bibûre, çima te derî vekirî hiþt !". Aro, bê dengbilîn lê  vegeriya, destikê derî girt, derî dada û ji þifêr re "bibûre" got. Lê, dengê livê ji "Taksî" yê ne hat.
 
  Gava Aro lê nerî, dît va kûçik li kursiyê paþ e, û þifêr badike :  "Bibûre,de were,ez li yekî nala te digerim !".
 
 
 
  Rezoyê Osê 
 Rojava yê Kurdistan
 Bajarê Qamiþlo
  Dema nivisandina nivîsê :   18. 07. 2004
  Dema weþana nivîsê :   02. 05. 2008
 
 
 
            Fermo, li vir mizeke !            
   
   
   
   
 
  
 
 
     Fermo, li vir mizeke !       
 
 
  |  
  |   
    
  
    
    Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. 
    http://www.pdk-xoybun.com  -  www.xoybun.com
  
    Bo vê nûçeyê navnîþan: 
    http://www.pdk-xoybun.com  -  www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=599
     |