Hewara hinavên herijî
Hewara hinavên herijî
Kurteçîroka, Birêz Welîd Murad :
Ji wê xewa xweyê mîna mirinê, Tehlo þiyar dibû. Da dîsa biçe avdaniya pembû. Çaxê bi destên çekurî, radihêjte bêrê û davête ser milê xwe. Hinga, þevê jî pora xweyê gijomijo bi dinanên gur diþikinî. Û bihna xwêdana wî î tirþ, bi ser kincên xweyê reþ de werdikir. Wî bi potîna dirêj ko, digha kabokê, riya xwe di nav parsûyê wê re diqelaþt û di nav re derbasî nav hinavê cîhana xweya taybetî dibû. Bi berbangê re, li ber serê zevî mîna alê daçikandî bû.
Heger jiyana her zindiyekî, bazinekî sirûþtî be û ji nava dilê zemînê destpê kiri be, bêguman wê ne wek ya Tehlo be. Ew gundiyê ko, di malzaroka xweristê de, bi bêreke avdaniyê re bûye hevalcêwî. Bi hev re, tê de kat dane û hestiyên xwe li ber rojê qesp kirine.
Pembû li jêrî gund li ser deþtek pan çandî bû. Demên dirêj ji boyî avdaniyê, jê re gerek bûn. Ji þevaqê heya tarî dadiket ser rûkê zemînê. Heya deþt û newal di nav reþayîyê de, radipêçan û di jiyanek bêdeng de dihiþtin, wî avdanî dikir. Ji bo wan rojên dirêj biqedîne, xwarin ji malê bi xwe re dibir. Da nîþanê winda neke, buxçika xwarinê datanî ser keviya cokekê li serê zevî. Çaxê birçî dibû dihat wir. Lê mixabin, nanê xwe li cîgehê wî nedidît. Mîna ko hinek mirov hati bin ji xwe re biri bin. Li dizê nanê xwe digeriye, lê bê sûd bû. Çimkî wî kesek nedidît. Ji kerba çend nifir li wan dikir in.
“Gelo ev kî ye diziya nanê min dike ?”, pirsek di hiþê wî re digeriye.
Vê bûyerê her roj rû dida û Tehlo birçî û hêrsrabûyî vedigeriye mal.
“Çi li te qewimiye Tehlo ?”, hevjina wî jê dipirsî.
Tehlo bêdeng bersiva wê dida, dîsa ew li ser zemînê digevirand û bi avjenîn xwe berdida nav derya helkehekan.
Pembû jî bi ezeziya xwe, av vedixwar û bi hovîtî hildiperikî bejna wî. Dida ser serê xudanê xwe, nemaze di çelê havînî de. Ew bejna pembû carna dibû dilþadî jê re. çimkî ew berhema keda wî bû û di paþerojê de, wê encamekî çak jê werbigre. Lê carna dibû xem û hêrs di ser dilê wî de. Ji ber neyarê wî di nav xwe de vediþart. Pembû bi demê re, bilintir dibû. dida ser serê siwaran û bi vê rewþa xudanê xwe hest ne dibû.
Birçîbûn, karê çetin û germa havînî, li hev hat in badan û bûn girêk.
Bi Tehlo re giha pileya dawî :
“Divê ez wî bigrim” , di dilê xwe de biryarek da.
Roja din, av neberda ser pembû. Bêr danî ser milê xwe û yekser berê xwe da wî cîgehê her roj xwarin lê datîne. Mîna ko, têkeve hembêza jinekê de. Di hundirê cokekê û di ber bêrê de, li ser piþtê xwe dirêj kir. Di nav tariya sîka darên pembû de, hat nixumandin û winda bû. Nedeykirî ma û guhdariya bizava li hawîrdora xwe kir. Bihtirî danê sibê qediye û bû serdana pez. hinga xuþînî ji nav pelên daran hat. Tehlo destê xwe danî ser darê bêrê û nedeykirî kher ma. Mîna mirovê xwe ji pevçûnê re amade bike, destikê bêrê guvaþt. Di wê kelê de, dêwê birçîbûnê çav lê beloq kirin û ew kaþ kir bi aliyê tolhilandinê de. Tehlo enirî. Mirikan ew girt û hêrs di dilê wî de kom bû. Hîn ew di wê rewþê de bû, dît lepê ajelekî bi alî wî de tê. Tehlo xwe nelivand. Ji boyî haya Lêwir jê çê nebe, bihna xwe rawestand. Çaxê herdu lingên dawî jê ve xuyanî bûn, nas kir ew ên roviyekî ne. Ji xwe re tene tene dihat. Ne bi minî û ne bi teyo. Haya wî, ji bayê felekê nebû. Ji xwe re piyase dikir û bi bêvila xwe bihna xwarinê diþopand. Di nav bera wan de, du bost neman. Tehlo nema zanîbû pêþî çi bike.
ji niþka ve hêza wî tev di qirika wî de kom bû û bi dengekî bilind qîrek da :
“ Ooooo.....o”, deng û vedeng lihev vegeriyan.
Çaxê rovî dengê wî bihîst, nêzîka çar-pênc metran, ji ser zemînê bilind bû. pê re çirîqîniya tireke deng bilind, ji dawiya wî derket. Dengê tira rovî çar caran ji dengê qîra Tehlo bilintir bû. Nema ew rovî vegeriye jêr. Tehlo nema tê dighîjt, ka wê kêlîkê çeng bi rovî ve þîn bûn û firiye asmên. Yan ew bû ba û ji hev belav bû. Li wan derdoran geriye, lê tiþtek nedît.
Hinekî xwe bê deng hiþt, lê rovî diyar nebû. Ne jî kesekî din serê xwe rakir. Lê bû mîna xewnekê. Hinekî pûnijî. matmayî ma. gavek li pêþ, du li paþ, li hawîrdora xwe temaþe dikir lê bê encam. Neçar dîse vegeriye ser coka avê, da karê avdaniyê bidomîne. Heya dawiya rojê, ti bûyerên nû çê nebûn. Wê êvarê kerixî û matmayî vegeriye. Roja di pey re, çaxê nêzîkî keviya zevî bû, dît wa roviyek li devê riya wî mexelî ye. Giha nêzîkî wî, lê ti bizav ji rovî çê nebû. Raserî wî rawestiye. lingê xwe kir bin zikê wî û avête ser piþtê. Rovî bûbû kelaþekî mirî û ava hinavê wî, jê diherikî.
Tehlo di ber xwe de girnijî û bi dengekî nizm got :
“Bi xwedê, ew roviyê roja gonê ye. Çaxê ew tira bi zehî kir, hinga hinavên wî diriyan. Herijîn û bûn av.”
Elmaniya, 18.08.2003
Welîd Murad http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|
|
Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com
Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=523
|