JÝYANEKE BÝ RŰMET


JÝYANEKE BÝ RŰMET

Kurdistaniyęn hęja !

Di cîhanę de ji bo mirovan ű mirovatiyę ji serxwebűn ű azadiyę bi rűmettir tiţtek nîne. Lę bi raya min serxwebűn ű azadî ji bo mirovan ű mirovatiyę çiqas pęwist e ű baţ e, rűmeta mirovan di ser her tiţtî de ye. Mirov çiqas jî serbixwe ű azad be, jiyaneke ne bę rűmet di jiyana mirovan de wek leke dimîne ű her dem serę mirovan berjęr dike. Lę jiyaneke bi rűmet tama jiyanę dide mirovan, serę mirovan bilind dike, asoyęn mirovan vedike ű cihana mirovan fireh dike. Em di cîhaneke wisa neheq de dijîn ku ti tiţt bę bedel nayę stendin. Hęn jî neheqiyęn wisa pir li dijî mirovatiyę hene ű tęne kirin, mirovan di nava matmayî ű ecęban de dihęle. Lę mixabin heta mirovatî hebe, dę herdem jî neheqî hebe. Li aliyę din çiqas baţe ku di dinyayę de mirovęn xwedî bi vîziyon, îdealîst, męr ű męrxasęn bi rűmet yęn wek Che Guevara jî hene. Che Guevara ű mirovęn wek wî ne ji ber ku ji destę neheqî, feqîrî ű tinebűnę li dijî ţexsęn wan ű malbata wan serî rakirine. Na, nexęr ew bixwe ji nava dewlemendiyę tęn, ji nava jiyaneke komfort tęn, ew bixwe jî xwedî pîţe ne ű heger ji bo xwe bin dę ti pirsgirękęn wan yęn ţexsî tine bin. Ji ber ku Che Guevara ű mirovęn wek wî mirovęn bi rűmet ű pir payebilindin, loma ji bo mirovatiyę kar kirine ű kar dikin.



Ji wan mirovęn bi rűmet yek jî bę guman David Tolhildan e. ( David Rouiller ) Ewî jî wek Che Guevara jiyana xwe ya komfort ű bi kariyer li welatę xwe, li Swîsre berdaye ű tevayî tevgera azadiya Kurd ű Kurdistanę bűye. David Tolhildan ji sala 2001an vir de li serę çiyayęn Kurdistanę ţervanę azadîxwaza Kurd ű Kurdistanę ye. Belę David gerîla ű paręzerę doza Kurd ű Kurdistanę ye. Bęyî ku David malbata xwe pę bihesîne biryara xwe dide ű tevayî refęn gerîla dibe. David di sala 2001an de ji niţkan ve wenda dibe ű haya ti kesekî ji malbata wî nîne ku ew li kű derę ye? Beriya ku ew ji Swîsire dere di 27.12.2001an de ji dayika xwe Xanima Ursula Rouiller re mesajekę bi ręya telefona destan dinivîsîne ű birę dike, dibęje ku ewę here li Parîsę bi cih bibe. Ez bawer nakim ji bo dę ű bav ji wę xebera ku zarokęn wan wenda bűye ű ew nizanin çi hatiye serę zaroka wan xerabtir xeber di jiyana wan de hebe. De îjar bila her kes bifikire ű hesab bike ku wę malbatę heta xwe gihandiye zaroka xwe ku ew li jiyanę ye, di çi cefa ű ezab de mane, çiqas der ű kul kiţandine.

Lę bi saya serę derhęnerę Kurd biręz Mano Xelîl him dayika David Xanima Ursula Rouiller xwe li serę çiyayę Kurdistanę digihîne kurę xwe ű him jî em bi çîroka wî dihesin. Ezę di vę gotarę de nema zęde li ser vę çîrokę bisekinim, hęja ye ku her kes vę fîlma dokűmanter ku ji aliyę biręz Mano Xelîl ve hatiye amade kirin temaţe bike. Tiţta ku ez pir di bin bandorę-tesîrę de hîţtim, ne tenę biryara David ji bo beţdarbűna wî ya tevgera azadiya Kurd e. Ez her wiha li ser helwesta pozîtîv ya diya wî ű bavę wî ku bi awayekî pir bînfireh ji bo biryara kuręn xwe di bin bandoreke pir kűr ű mezin de mam. Çimkî bavę David Tolhildan biręz Claude Rouiller ne ji her hem welatiyekî Swîsre ye. Ew li Swîsre Profesorę dadę yę herî navdar ű serokę kevin yę dadigeha federal ya herî bilind li Lozanę bű. Biręz Claude Rouiller her wiha di Ręxistina Neteweyęn Yekbűyî de dîplomatekî navdar e jî. Belę ji vę malbatę kurekî gerîla dertę ű niha li serę çiyayęn Kurdistanę li dijî dijminęn Kurdan ţervanę doza Kurd e.

Bi rastî dema min di çapemeniyę de ev çîroka bihîst, ez ketime nava lękolînan ű min heta niha pir çavkanî berbihev kirin. Min her wiha di pę bihîstina vę fîlima dokűmanter li ser jiyana Davîd re bi derhęner biręz Mano Xelîl re jî bi ręya telefonę axaftineke ber bifireh çę kir. Ez biręz Mano Xelîl ji bo karę wî yę pîroz ji dil ű can pîroz dikim ű jęre serkeftinę dixwezim.

Belę wek min li jor jî got, tiţta ku ez bi taybetî di bin bandorę de mam helwesta dayîk ű bavikę David de. Diya David dibęje ”ji bo min ya herî girîng ew bű ku ez hebűna kurę xwe bizanibim, wî bibînim ű hemęz bikim. Wekî din ti tiţt ji bo min pęwîst nebű ű em pirsa biryara wî nakin ku çima wî ev biryar daye. Ew jî destűra wî ye, em jęre ręzę dikin” Bavę David jî li ser kurę xwe wiha dibęje:

Wenn er bei seiner augenblicklichen Tätigkeit die Erfüllung, die er suchte, gefunden hat, bin ich der glücklichste Mensch auf Erden. Ich bin sehr stolz auf ihn – auch wenn dies nicht allen, die mir zuhören, gefallen mag. ( Heger ew karę ku ew niha dike pę kęfxweţe, ez jî di cîhanę de mirovę herî kęfxweţim. Ewęn ku min niha guhdarî dikin, ger ev gotinęn min bi wan ne xweţ jî bę, ez bi kurę xwe serbilindim. )

David jî li ser beţdarbűna xwe di nava refęn gerîla de dibęje ku wî bîriya tiţtęn wek hevaltî ű dostaniya dikir ku wî li Kurdistanę dît, tiţtęn wiha li Swîsre nemaye. Davîd azadiya Swîsre wek makîna azadiyę dibęn, bi nav dike ű dibęje, Swîsre welatekî wek cenetę ye, lę aliyęn wî yęn bi sîh jî hene, mirov li Swîsre egoîstin, her kes dibęje "ez" ű ew di nava hebűnę de ne, lę ew welatę ku ewqas dewlemende li wę derę kesęn xwe dikujin (Suizid) ji yęn hemű welatęn din zędetirin. Davîd wekî din dibęje, ku ew jî wek birayę xwe paręzeriyę dike. Birayę wî li Swîsre paręzer e, xelkę di dadę de diparęze ű ew jî gelekî wek gelę Kurd ku li dijî neheqiya bę perwa hatiyę diparęze.

Davidę delal bi beţdarbűna xwe di nava refęn gerîla de derseke baţ jî dide PKKę. Ji ber ku, ji berę de di nava PKKę de piranî bi zimanę Tirkî diaxivîn, mixabin hę jî wisa ye, lę Davîd di despękę de hinekî zimanę Tirkî hîndibe ű di demeke pir kurt de wę çewtiyę dibîne ű li dijî hînbűn ű axaftina zimanę Tirkî dertę ű dest pę dike Kurdî hîn dibe ű grűba wî jî mecbűr dibe bi wî re Kurdî biaxivin.

Davidę hęja ű delal, ne tenę bavę Te ez jî, em jî, em hemű Kurd bi Te serbilindin.

Çavkanî :

http://194.209.226.170/pdfarchiv/bund/2006/10/28/KLB20061028002_1.pdf
http://194.209.226.170/pdfarchiv/bund/2006/10/28/KLB20061028003_1.pdf

Niha ev fîlma ku ji aliyę biręz Mano Xelîl ve hatiye amade kirin li Swîsre li bajarę Zürich di wan demęn li jęr de hatine nivîsandin tę rayędan.

28.2.2007 seat 19.30 li Kino UTO Kalkbreitstr.3 Zürich.
1 .3. 2007 seat 19.30 li Kino UTO Kalkbreitstr.3 Zürich.
2 .3. 2007 seat 19.30 li Kino UTO Kalkbreitstr.3 Zürich.


Almanya, 26 .02. 2007


FŰAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de

Kurdistan Welatę Kurdaye - Her Bijî Kurd ű Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîţana ev nűçe ję hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd ű Kurdistanę daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyęn Aborî ű Avakirin, Pirojeyęn Cand ű Huner, Lękolîna Dîroka Kurdistanę, Perwerdeya Zimanę Kurdî, Perwerdeya Zanîn ű Sîyasî, Weţana Malper ű TV yęn Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vę nűçeyę navnîţan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=504