LEÞKER HER WEXTÎ BÛWE GÛHKÊÞ Û RÊZ LI SÎYASÎ NE GIRTÎ YE !


LEÞKER HER WEXTÎ BÛWE GÛHKÊÞ Û RÊZ LI SÎYASÎ NE GIRTÎ YE !

Kurdistanîyên hêja :

  • Berî ez dest bi nivîsa xwe bikim : Ji bo serokê partîya ANAP ê Erkan MUMCU ko di derheqa serokê Kurd û Kurdistan de devê xwe weke gelek berpisîyar û rojnamevanên Tirkoyê Roma Reþ pîskirin re dibêjim! Ez serokê partîya ANAP Erkan MUMCU û hemû kesayetîyên ko weke wine bi tudî tawanbar dikim û ez wan vexwendinî rêzgirtina gelê Kurd bi taybet di þexsîya serokê Kurdistanê Mesud BARZANÎ de dikim. Ev bê exlaqî ji bê çaretî, lewaz ketina sîyaseta dagirkera ye !

  • Di damezirandina Komara Tirk de leþker rêberî kirîye û heya îro jî rêber e. Li gor zagonan komara Tirk Parlementer sîsteme û edalet bingeh e. Lê edalet û parleman dibin awira leþkerde ye. Artêþ xwe xwedîyê hemû misaqê-millî dibînê û difikirê tapokirya wî ye.

    Ji wexta avakirina komara Tirk heya îro ko parleman kardikê dibin gûhdêrîya leþkerde ye. Di jîya 87 salîya komarêde, bi bawerîya mi sîyaseta sifîl nekarîye bibê desthilatdar. Leþker her wextî dîreson di dest xwede girtîye û gûhê hûkomatê girtîye kiþandîye.

    Sîyaseta sifîl ticara nekarîye bibê pêþeng, ji bo çareserîyê ne kariye dest bavêjê pirsgirêkên sîyasî. Her wexti biryar û raporên leþker hatin e ser masa parleman. Parleman li gor biryar û raporên leþker tevgera ye. Pirsgirêkên ko niha hene leþker bûwe astengî ji bo çareriyê ye.

    Sersedema Komara Tirk ji bin badora sîyaseta leþkerî xilasnabû we pirsgirêka Kurd û Kurdistan e. Bi taybet pirsgirêka jibo komara Tirk herî giring jî a gelê Kurd û Kurdistan e.

    Pirsgirêka gelê Kurd ne weke PKK dibêjê pirsa mafê insanîye û bi destxistina hin mafên demoqratîk e. Pirsgirêk sîyasîye, çareserî jî, mafê carenûsî a gelê Kurd û Kurdistan e.

    Di rojhilata navînde Kurd netewa didowa ne. Bi Kurdên li metropolan dagirkeran dijîn re li dor 50-60 milyon insan heye. Pirhijmara gele Kurd, sitratejî û qetkirina Kurdistanê di herêmêde bûwe sersedema nexweþîyek dîrokî. Ev nexweþî ji wexta Yavuz Siltan Selîm û hirde tê

    Welatê Kurda care yekemîn 1514 dibin serokleþkerîya Padîþahê Osmanli Yawuz Siltan Selîm de ko seyr û sefera ser Çaldiran-Îran ji bo roxandina Împeratorîya Þah Îsmaîl destpêkir. Gengeþa qetkirina Kurdistanê 125 sal berdewam kir. Bi peymana Qesrê-Þirîn di sala1639 de cara yekemîn Kurdistan dinav Osmanli û Persan de hat perçekirin bû diqet.

    Dîsa xilaseka herba cîhanê a yekemîn, bi levhatina Peymana Lozan a navneteweyî 23. 07. 1923 bi fermî Kurdistan bû 4 qet. Dewleta Iraqê ji aliyê bakur û bakûrê rojhilat ve qismek li ser axa Kurdistanê, di sala 1926 de û dewleta Surî ji alîyê bakurve disa qismek li ser Kurdistanê di sala 1948 de hatin damezrandin.

    Dagirkirin û qetkirina Kurdistanê ticara nehiþtîye xweþî û aþitî werê herêmê. Berxwedana gelê Kurd a li dijî dagirkerîyê bûwe bingehek ji bo rejîmên, faþîst, mîllîtarîst, statuko ( ker ) ner û dîktator. Serhildana gelê Kurd jibo van rejimên zalim her wextî hêncet çekirîye û bi wan hêncetan jîya xwe dirêjkirin e.

    Gelek caran dîktator û statûko ( ker ) ner hev jî derbe kirine û nehiþtine gel lihev bigerê. Ji bo sîyaseta sifîl nederkefê pêþ çi ji destê dîtator û mîllîtarîstan hatibin kirin e. Bi derbên leþkerî zêndan tijî kirin e……

    Bêgoman sersedema berdewamkirina millîtarîzm û dîktatorîyê bûwe tevgera gelê Kurd jibo mafên çarenûsî ko Kurd nebin netewe û xwedî dewlet.

    Jibo dagirkerî, millîtarizm û dîktator li ser lingên xwe bi sekinin Kurdistan jibo xwe kirine qerta leyîstokê. Ji bo sîyaseta hindirûwê dewletê û ji derveyî dewletê qerta Kurdistanê çawa xwestine di hemû têkilîyên dîplomasîde jî wilo xabitandin e.

    Bi taybet di van salên paþîyê de PKK jî bi karên xweyê çeft û bi pratîka xirab ko dûrî xeta Kurdistanî jî bûwe, jibo dakirkerîyê bûwe materyal û qerta leyîstika dagirgerîya dijmin.

    Demekê dirêje ko dewleta Tirko dixwazê têkevê Kurdistana azad, 250 hezar leþker li ser sînorê Kurdistan a azad li benda fermanekî bû ko bi kevê hereketê. Sîyasîyên Roma Reþ þev û rojên xwe kirin yek ji bo ji DEY destûr bigrin, lê cara yekemîn e nekarîn ji bo têkkevin baþûrê Kurdistan dagirkeran nekarîn bi serkevin.

    Xwîyabû ko dîsa leþker di xwest têkevê Kurdistana azad. Leþker ji bo têkevê baþûr bi biryarbû. Lê xwîyakir ko DEY destûr nedê, leþker nikarê têkevê Kurdistan ê. Ji bêçaretî Konseya Ewlekarîyê biryar girt ko pirsgirêkên hene bi dîyaloxê bi Kurdistana azadre li çareserîyê bigerê. Di vê biryarêde jî bandora DEY geleke û bû sersedema þikandina rola
    Leþker di dîrokê de.

    Bi bawerîya mi vê bûyerê da xwîyakirin ko êdî leþker wê ne karibê weke her wextî bi gûhê siyaseta sifîl bigrê bikþînê. Sîyaseta sifîl ji bo armancên xweyê millîtarîst û faþîst bikê cercûlê ber kûsîyên kûçên dîwaran bêhacet bikê. Em binêrin ji bo wexta ko tê rewþa leþker çi dibê…


    M.Þerîf Mûþtak
    27. 02. 2007

    Serif.muestak@gmx.de


    M. Þerîf Mûþtak

    Serif.muestak@gmx.de

    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





  • Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

    Bo vê nûçeyê navnîþan:
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=501