
SPAS HULYA XAN
SPAS HULYA XAN Almanya, 21. 05. 2006 — Wę ne derew be, ger ez bęjim min di jiyana xwe de ev cara yekeme di televîzyoneke Tirk de bi kęfa dilę xwe bernameyeke magazîn temaţe kir. Ez ji bilî nűçe ű hin bernameyęn siyasî temaţeyî televîzyonęn Tirkan nakim. Lę bi piţadîbe jî hin caran rastî bernamęn magazîn jî dibim. Di ęvara 13.05.2006an de di televîzyona TGRT de bernama Hulya Show bi hozanę Kurd Ciwan Haco re hebű. Ciwan Haco berę jî di bernama Hulya Avţarę de derketibű, lę wę çaxę min temaţe nekiribű. Tiţta her balkęţ ew bű ku Ciwan Haco bi zimanę Kurdî diaxivî, wergerek jî ji Kurdî werdigerand zimanę Tirkî. Hulya Xan jî bi xwe hin pirs bi Kurdî amade kiribű ű ji Ciwan Haco dipîrsî, wî jî bersiva wan pirsan dida.
Li ser pirsa Hulya Xan Ciwan Haco nerazîbűna xwe anî ziman ű gazęnę xwe kir ű got, ku ewî bawer dikir li Tirkiyę hin tiţt çareser bűne, lę mixabin ew dîsa jî rastî gellek astengiyan hat, ew klipęn wî çę kirine ji bilî televîzyona Starę ti televîzyonęn din eleqa kilîpęn wî nekirine. Her wiha Ciwan Haco bi zimanekî gellek xweţik ű delal, bi awayek dîplomatîk got, ku divęt pirsgiręka Kurd li Tirkiyę çareser bibe.
Dîsa li ser pirsa Hulya Xan Ciwan Haco got, ku ew 48 saliye, 27 sale li Ewropa dijî, ev bű 5 sal ku ew zewicîye, 2 keçikęn wî hene ű jina wî 37 saliye. Lę Hulya Xan çavę xwe berdabű Ciwan Haco ű ję re digot, Tu çima zewicî, cara berę dema Tu di bernama min de beţdar bűyî, wę hingę ez zewicîbűm, lę vę carę jî ez bę męrim, Tu zewiciye. Divęt Tu jina xwe berdî. Yanę Hulya Xan raste rast zewicandin pęţniyarî Ciwan Haco dikir, li dev ű dora wî çű ű hat, lę Ciwan bi awayek hostatî xwe ji Hulya Xanę xelas kir ű du stranęn Kurdî gotin.
Hęjayî gotinę ye ku bavę Hulya Avţarę Kurd e ű diya wę Tirke. Navę bavę wę Celal Avţar e ű ew bi xwe ji Qersę ye. Diya Hulya Avţarę ji Rojavayę Tirkiyę ji bo staję dihere navça bajarę Qersę Ardihanę ku niha bűye bajarekî serbixwe. Diya Hulyayę ű bavę wę li wę derę hevdu nas dikin ű bi hev re dizewicin. Nivîskarę Kurd biręz Rohat Alakom di nivîseke taybet de Hulya Avţarę dide naskirin ű wę wek Amazoneke Kurd bi nav dike.
Çavkanî malpera Net Kurd : http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=2549
Armanca vę nivîsę ne ew e ku pesnę Hulya Avţarę bidim ű wę derînim ser rűyę ezmanan. Jixwe hewceyî wę jî ji pesindariya min re tine ye. Lę rastiyek heye divęt bęye gotin. Hulya Xan xwe di civata Tirkan de daye qebűl kirin ű di karę xwe de serketiye. Bę guman mirov bi bernameyeke televîzyonę nikare Hulya Avţarę wek welatparęzeke Kurd jî bide naskirin. Lę rastiya ku ez behsę dikim ew e ku ew cesareta di wę de heye di pir stranbęj ű kesęn bi navdar de ku esilęn wan ji du aliyan ve jî Kurde nîne. Divęt mirov pesnę cesareta Hulya Xan bide ű ji vę karę wę re serkeftinę bixwaze.
Hulya Xan xanimeke gellek ciwan, xweţik, bedew, delal, ţęrîn ű rindike. Her wiha ew xanimeke narîn ű nazenîne. Lę mixabin bę męrtiyę niha li serę wę xistiye. Ewę çiqas jî lę xebitî ku dilę Ciwan Haco bigire, bi ser neket. Îcar divęt malpera www.lotikxane.com ji vę pirsgiręka Hulya Xan re çareseriye bibîne. Heger malpera lotikxanę layîq bibîne ez xwe wek namzet îlan dikim. Çimkî Hulya Xan dil ji min bir, dil ji min.
Almanya, 21. 05. 2006
FŰAD SÎPAN ( AKPINAR ) fuadsipan@yahoo.de http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|
|
Navnîţana ev nűçe ję hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd ű Kurdistanę daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyęn Aborî ű Avakirin, Pirojeyęn Cand ű Huner, Lękolîna Dîroka Kurdistanę, Perwerdeya Zimanę Kurdî, Perwerdeya Zanîn ű Sîyasî, Weţana Malper ű TV yęn Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com
Bo vę nűçeyę navnîţan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=459
|