JÝ SERXWEBÛNÊ RE MA GAVEK


Hukumeta nû li baþûrê Kurdistanê li hemû gelê Kurd li seranserê Kurdistanê pîroz be !

08. 05. 2006 — Bi sedsalane dijminên gelê Kurd di mijara ku Kurd nikarin bibin xwedî dewlet, ew nikarin dewletekê îdare bikin û bi rê ve bibin de hemraman bûn. Ev raman û nêrîna wan dewletên dagirker, ne ku ew bixwe jî pê bawerbûn, na xêr ji ber ku wan ji dil de dijminahiya Kurdan dikirin û hên jî dijminên Kurdan in, çavnebarî, hesûdî û zikreþî dikirin û hên jî dikin, loma vê ramana ku ”Kurd nikarin bibin dewlet” diparêzin. Dijminên Kurdan ji her kesî baþtir dizanîbûn û dizanin, ger derfet têkeve destê Kurdan, li ser axa xwe bi desthilat bin, dê welatê xwe li Rojhilata Navîn ji welatê xelkê baþtir çê bikin, bi rê ve bibin û dê ji wan baþtir jî ji gelê xwe re xizmetê bikin.

Û ji ber ku dijminên Kurdan bi sedsalane bi siyaseta tinebûnê li Kurdan dinêrîn û hên jî wisaye, loma wan ti carî ne dixwest derewên wan yên sexte derên meydanê û ew li ber çavên gelê xwe û gelên welatên din rezîl û riswa bibin.

Bi saya pêþmergeyên qehreman Kurd li Baþûrê welatê xwe gihîþtin perçeyek azad û niha tama azadiyê dertînin, welatê xwe ji nû ve ava dikin û ne dûre jî serxwebûna Kurdistanê dê îlan bibe. Ji bo îlana serxwebûna Kurdistanê niha tenê dem û rewþ pêwiste.

Min berê jî di gotareke xwe de pirsa îlana serxwebûna Kurdistanê li ser gotinên serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî wiha þîrove kiribû:

Jixwe hêjayî gotinê ye, ku serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di 23. 09. 2005an de di fetivala Duhokê de hin nîþanên van bûyeran jî dabûn. Ezê hê li ser axaftina wî ya li Duhokê bisekinim. Lê dikarim bi taybetî bêjim, ku min di axaftina serok de li Duhokê ev tiþt fêhm kir, ku baþûrê Kurdistanê di navbera salên 2010 - 2013an de welatek serbixwe ye û dê bi taybetî di destpêkê de ji aliyê Amerîka ve û paþê jî ji aliyê hemû welatan ve ( ji bilî welatên xêrnexwaz ) bêye naskirin. Ger ez ne þaþ bim, min di axaftina serok de ev tiþt jî fêhm kir, ku dê tev dereng heta sala 2020an hemû perçên Kurdistanê yên din jî rizgar, azad û serbixwe bibin. Ez bawer im, ku min di encamê de axaftina serok baþ analîz kir û ezê ne matmayî bimînim, ku dê di demeke pir nêzîk de sînorên Kurdistanê di piratîkê de ji holê rabin. Çimkî êdî ne Tirk, ne Faris û ne jî Erebên Sûriyê dê nikaribin li pêþiya vê pêvajoyê bisekinin.

Dijminên Kurdan ji siyaseta xwe ya bi kirêt li hemberî gelê Kurd nagerin, îcar jî him di nav gelê xwe de û him jî di qada navneteweyî de bi tewrekî din, li dijî Kurdan kîna xwe direþînin. Vê carê goya bi gotina wan Kurd bi siyaseta nijandperestiyê - nasyonalîzmê pêþ de diçin, xwe perwerde dikin û dewleteke nijandperestî - nasyonalîst ava dikin û bi îdiayên wan goya ev nijandperestiya-nasyonalîzima Kurdan ji bo Rojhilata Navîn talûkeye. Ev gengeþiya bi dijminane ne bi dizî ji aliyê dewletên kevneperest û paþverû yên Ereban, Faris û Tirkan ve tê kirin, bi salane qaþo çepên wan bûne bela serê gelê Kurd, bi dengbilindî propaganda dikin, ku gelê me li ber çavê gelên din û gelê xwe xerab bikin, biçûk bixîn in. Lê hêsabê dujminan yê malê, wek di mijarên din de jî li yê sûkê nehat, nayê û îdiayên wan li ser hev tevlihev bûne. Ew di daxuyaniyên xwe de ketine tengasiyan, raste ku mirov bêje ew di daxuyaniyên xwe de fetisîne.

Çima Kurd bi siyaseta dijminane, bi nijadperestiyê têne tawanbar kirin ? Û çima netewperestî ji her kesî re suriþtiye, ji Kurdan re xerabe ? Beriya her tiþtî divêt em tespîtekî durist bikin. Ewên dixwezin Kurdan bi gotina nijandperestiyê reþ bikin, divêt bersiva van pirsan bidin, netewperestiya Kurdan çi zerar daye wan ?

Rastî ewe ku Kurdan ti demê desthilatiya Tirk, Ereb û Eceman nexwestiye, wan bi destê zorê welatên me perçe kirine û hemû heyîyên me ji xwe re bi kar tînin. Ji ber ku Kurd êdî xwedî hêzin, lê dixwebitin ji bin desthilatiya wan derên, loma ew dîn û har bûne, Kurdan bi tewrekî din tawanbar dikin û dixwazin bi van gotinan, ku goya ”Kurd nijandperestin”, serê Kurdên nezan tevlihev bikin, rihê kurdayetiyê li ba wan kesên bê hêvî û bê bawer bikujin.

Ev pilan û proje ya dewletên talankere, ku bi taybetî, bi rêya rêxistin û qaþo çepên xwe ve di nava Kurdên famkor de jî digere û mixabin ji wan Kurdan pir kes jî qane bûne û dibêjin ”Em li dijî nijandperestiyê” ne, qismekî biser jî ketine. Îro dema di cîhanê de behsa nijandperestiya dewletan û gelan têye kirin, bê guman Alman û Tirk di vê mijarê de rêza yekem digirin. Çima Alman û Tirk ? Ji ber ku dîroka van herdû gelan, ji ber nijandperestiya wan bi qirêje, loma. Tirkan di dema þerê cîhanê yê yekem de mîlyonek û nîv Ermenî di komkujiyê de derbas kirin, qir kirin. Faþîzma Hitler bû sedemê þerê cîhanê yê duyem û di encamê de nêzîkî 200 mîlyon însan hatin qirkirin. Faþîzma Hitler sîntî, roma û cihûyên hemû deverên Ewropa li Almanya kom kirin, bi pilan û proje, bi gazê 9-10 mîlyon mirovên bê sûc û bê guneh di komkujiyê de derbas kirin, ku jê re Holocaust dibêjin. ( Bingeha gotina Holocaustê ji zimanê Yewnan têt û têye wateya, qurbanên ku bi tevayî bi agir hatine þewitandin ). Niha pirsa girîng eve, gelê Kurd heta niha ji mirîþka kê re kiþ gotiye ? Ev neheqiyeke pir mezine, ku Kurd bi gotina nijandperestiyê têne tawanbar kirin. Ê baþ e, niha yên ku nijandperestiyê dikin kîne? Kurd in? yan Tirk, Ecem û Ereb in ?

Ka bila xwediyê îdiayan Tirk, Ereb, Ecem û Kurdên famkor yên li pê boçika wan dimeþin bibêjin :
1. Kurdan welatê kê bindest kiriye ?
2. Malê kê talan kiriye ?
3. Zimanê kê qedexe kiriye ?
4. Cejnên kê qedexe kiriye ?
5. Bi rûmeta kê lîsiye ?
6. Heyiyiyên kê yên ser erdîn û binerdîn ji wan stendiye ?
7. Welatên kê bi bomban û bi kîmyabaran jehrî kiriye ?
8. Û kîjan gel bi destê zorê daye ber siyaseta asîmîlasyonê ?
9. Û hwd.

Ti kes nikare bersiva van pirsan bide, çimkî êdî hatiye tespîtkirin zilm, zordarî xwînxwarî, nemirovî hemû jî siyaseta Contirkan e, ya Farisên-Ecemên kevneperest û ya Erebên paþverû ne û qaþo piraniya çepên wan, nokerê wan, devþîrme û devrûtên wane.

Mixabin em bixwezin, nexwezin kolonyalîstên li Kurdistanê bi desthilatin, hêjmarek ne hindik ji Kurdên bêfam û famkor dane pê xwe, bi gotinên bê bingeh xapandine, ew jî ji dijminan re li çepikan dixin. Ewên ku behsa edaletê, demokrasiyê, mafê mirovan û hwd. dikin, ka bila bêjin ev kirinên edaletxwestane ku gelek bi hêjmara xwe 35 mîlyon xwedî dîrok, xwedî ziman û xwedî dewlemendiyeke wêjeyî dane bin lingê xwe û wek gogan bi wan re dilîzin.

Li vê dawiyê, bi taybetî Kurdistana azad, li ber çavên dijminên Kurdan bûye dirik, ku ew bi tundî êriþî Kurdistana azad dikin û Baþûrê welatê me bi hevkariya Amerîka ve tawanbar dikin û dibêjin, ger Amerîka nebe dê Kurdistana azad çawa li ser piya bimîne ?

Dijminên Kurdan di vê mijarê de jî ne duristin, bi qesta dijminahiyê li meselê dinêrin. Çimkî ew ji xwe re her tiþtî suriþtî dibînin, ji gelê me re nabînin. Loma armanca wan tenê ewe ku seriyan tevlihev bikin û siyaseta xwe ya bi kirêt bi kar bînin. Gelê Kurd ji bo hebûn û rûmeta xwe heta niha bi sedhezaran þehîd dane û sed hezar carî jî serxwebûna xwe heq kiriye.

Divêt erkê Kurd û Kurdistanê di pirsa neteweyî - millî de di ser her tiþtî de be.

Bê guman hêvîxwaza me hemî kesên baweriya xwe bi Kurdayetiyê, welatparêziyê, mafê mirovan, yên jinan, yên zarokan, bi demokrasiyê anîne, Kurdistaneke azad û demokrate, yeke bi edalet û îtifaq dixwezin. Lê li aliyê din ger ne wisa be û li gorî daxwza me nebe jî, ez dîsa jî Kurdistaneke herî paþverû, xwedê neke dîktator be jî heta, ew Kurdistana di çerçova netewa Kurd de bimîne, ji gelê Kurd re xizmetê bike, sînorê Kurdistanê biparêze, diparêzim. Çimkî ez Kurdistana dîktator jî ji bin destê dijminan çêtir dibînim. Çimkî Kurdistaneke dîktator çiqas jî xerab be, li wê derê zimanê min bêyî, ku dijmin qedexe bikin têye axaftin û zimanê Kurdî, zimanê perwerdê ye, çimkî wêje, tore, edet û hemû cejnên min li wê derê serbestin, çimkî gelê Kurd êdî di pirsa neteweyî de di bin lepê dijminan de napelçiqe û çimkî gelê Kurd bi Kurdistanê serbilinde û ti kes nikare êdî wisa bi hêsanî têkeve Kurdistanê û Kurdan tenê ji bo Kurdayetiyê di komkijiyan re derbas bike. Ez ticarî ji van pirensîbên xwe þûn de venagerim. Eve hest û hîsên min yên Kurdayetî ne.

Divêt ev mantiq ji aliyê her Kurdî ve bêye parastin.

Bê guman Kurd li welatên xwe li ser axa xwe ji bilî desthilatiya xwe desthilatiya ti kesî naxwazin, napejirînin. Ev jî mafê Kurdan yê rewaye. Lê li aliyê din ne bi daxwaza Kurdan be jî desthilatdariya her kesî ji ya Ereb, Ecem û ya Tirkan çêtire. Ma ji bo çi bû, ku lehengê Kurdistanê Melle Mistefa Barzaniyê mezin di salên 70î de digot, bila Kurdistan ji bin destê cinawiran rizgar bibe, bila Kurdistan bibe herêma DYA yê 51an. Ez jî dibêjim bila kolonyalîstên Kurdistanê Amerîka û Îngilîz bin, lê bila cinawirên wek Tirk, Ereb û Ecem ne bin kolonyalîstên Kurdistanê. Lê mixabin ew gotinên Barzaniyê nemir li jorê gotibûn ji aliyê piraniya Kurdên bêfam yên xwe rewþenbîr dihasibandin nehatibû fahm kirin an jî wan ne xwest fahm bikin.

Wan Kurdên dabûn pê boçika qaþo çepên Tirkan yên li defikan pergala Kemalîzimê didan êriþî Barzaniyê mezin dikirin û ew di bin tawanbariyan de dihîþtin. Niha jî ew diherin Kurdistana azad û di çapemeniya Kurdistanê de bêyî ku fedî bikin forsan diavêjin û hemû siyaseta xwe ya li ser linganmayînê di çûyîna û hatina Baþûr de hîþtine.

Divêt em Kurd li her sê perçên Kurdistanê bê tirs bêjin, ku em çi layîqî xwe dibînin û bi dengekî bilind jî daxwazên xwe biparêzin. Nabe ku em bi gotinên nerm dev û dora xwe û him jî xwe bixapînin, xwe ji xelkê re xweþ bikin. Bi siyaseta oportonîzmê ti kes bi ser neketiye, winda kiriye. Loma ya durist ewe ku em bi realîst tevbigerin û hêvî û daxwazên gelê xwe bi duristî biparêzin.

Pir kes îdîa dikin, ku Amerîka ji herêmê derê, dê Tirk, Ereb û Ecem êriþî Kurdistana azad bikin û desthilatiya Kurdan biþkînin. Bi taybetî jî nivîskarên Tirk yên sîlehþor gava behsa vê bûyerê dikin dibêjin, lê Amerîka ji herêmê derê dê Kurd çi bikin ?. Gava ew behsa çûyîna Amerîka ji herêmê dikin ji kêfa dibin çargoþe, ji divê wan girêz ji jor de tê xwarê. Lê ez bawerim ne Tirk û ne jî yên din hên jî fêhm nekirine, ger êriþek here ser Kurdistana azad dê bibe sedemê dawiya dewleta wan jî.

Çima her netew mafdare ku bibe dewlet? Çima Kurd ne mafdarin ?

Kurdistaniyên hêja !

Di cîhanê de 193 dewlet endamên UNO - Koma Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ne. Hin dewlet hene hejmara niþtecihên wan ji 50 hezarî derbas nabe. Wek nimûne, Vatîkan hejmara niþtecihan kêm, zêde 1000 hezar, Tûvalû hejmara niþtecihan kêm, zêde 12 hezar, Naûrû hejmara niþtecihan kêm, zêde 13 hezar, Palaû hejmara niþtecihan kêm, zêde 21 hezar, San Marîno hejmara niþtecihan kêm, zêde 28 hezar, Montekarlo - Monaco hejmara niþtecihan kêm, zêde 32 hezar, Liechtenstein hejmara niþtecihan kêm, zêde 34 hezar, St. Kîtts û Nevîs hejmara niþtecihan kêm, zêde 38 hezar. Wekî din li ser hev yekkoma hejmara niþtecihên 41 dewletî ji mîlyonekî derbas nabe.

Ger mirov qîyasek li ser hev di nav hejmara yekkoma niþtecihên 56 dewletan ji 193 dewletên ku endamên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ne û ya gelê Kurd bike, hejmara niþtecihên 56 dewletan li ser hev kêm, zêde 35 mîlyon e, yanê qasî hêjmara gelê Kurdistanê. Ev niheqiyeke dîrokiye ku hê jî Kurdistan di qada navneteweyî de wek welatekî serbixwe nayê naskirin. Çimkî Ereb, Ecem û Tirk rê lê nadin ku gelê Kurd li ser axa xwe bibe dewleteke serbixwe. Ka binêrin Kurdino, ewên dibêjin Kurd “nijadperestin” hûn çine ?

Çavkanî malpera Wikipedia :
http://de.wikipedia.org/wiki/Liste_unabh%C3%A4ngiger_Staaten_nach_Einwohnerzahl

Li Rojhilata Navîn li ser ax, erdê Kurdistanê hejmara gelê Kurd 35 mîlyone.

Bila dilê xêrxwaz û dostan rihet be û dilê xêrnexwaz û dujminan jî bi kul, keder û ne rihet be.

Heger Amerîka ji herêmê here jî êdî êriþkirina Kurdistan azad ji aliyê dujminan ve wisa ne hêsane :
1. Dem ne dema berê ye.
2. Gelê Kurd li Kurdistana azad sedî sed bi desthilate.
3. Bi sedhezaran pêþmergên leheng xwedî çekin.
4. Gelê Kurd ji zarokan bigire hetanî kal û pîrên sedsalî li piþta Kurdistanê ne.
5. Cîhan dê nikaribe çavên xwe ji pirsgirêkê re bigire.
6. Û

Pêþmerge êdî li Kurdistana azad desthilatdarên bi fermîne û herwiha çek û sîlahan bi awayek fermî bi navê Kurdistanê distînin. Ewên ku êriþî Kurdistana azad bikin dê destên wan biþkê, mala wanê jî xerab bibe. Kurdistana azad ne tenê 5-6 mîlyon e. Ewên êriþî Kurdistana azad bikin, mecbûrin hêsabên 35-40 mîlyon Kurdî bikin.

Almanya, 08. 05. 2006

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=458