ABDULLAH ÖCALAN NÊRÎNÊN DEWLETA TÝRK DÝPARÊZE
NEWROZA 2006an LI HEMÛ GELÊ KURD Û KURDISTANÊ PÎROZ BE !
ABDULLAH ÖCALAN NÊRÎNÊN DEWLETA TÝRK DÝPARÊZE
Kurdistaniyên hêja ! Almanya, 15.03. 2006 — Kesên di dinyayê de êdî nizanibe ku Abdullah Öcalan di xizmeta dewleta Tirk de ye tine ye. Di cîhanê de kerr û dîn jî dizanin ku Abdullah Öcalan di bin bandora dewletê de ye û hemû daxwazên dewleta kûr - nehênî bi kar tîne, ku tevgera Kurd tar û mar bike, ji holê ra bike. Yên ku hên jî naxwezin bawer bikin, Apociyên desthilatdarên di nava PKKê de bi xwedî hêz in û yên ku li ser perên Kurdan mexel bûne û naxwezin wê saltanatê ji destê xwe bidin, naxwazin rastiyê ji gelê Kurd re bibêjin.
Êdî ne hewce ye ku mirov li îspat û çavkaniyan bigere û bibêje, gelo Abdullah Öcalan di xizmeta dewletê de ye an na? Apociyên li ser perên Kurdan lotikan diavêjin û li ser xwîna þehîdan siyasetê dikin jî baþ dizanin ku Abdullah Öcalan bê qeyd û bêþert bi gotina genaralên Tirk radibe û rûdinê, hemû daxwazên wan yek bi yek bi cîh tîne, ku tevgera Kurd bifetisîne.
Dema mirov li çapemeniya Apociyan dinêre kenê guran bi wan tê û ew ji sibê heta êvarê piropaganda qaþo rêberê Koma Komalên nizanim kuderê dikin û nahêlin hebek toz jî li ser wî dayne. Lê rastî ne wisa ye. Va ye birêz Îsmail Beþikçi jî di hevpeyvinekê de bi rojnamegerê rojnama Tirk Milliyet re di roja 14.03.2006an de pir bi awayekî eþkere dibêje, ku Abdullah Öcalan di bin kontirola dewletê de ye û daxwazên dewletê dibêje.
Pirsên rojnamegerê Tirk Derya Sazak ji birêz Ismail Beþikçi
Siz Abdullah Öcalan yakalandýktan sonra ortaya attýðý "demokratik Cumhuriyet" tezine karþý çýktýnýz. Ýmralý'nýn tezlerinin bir "gerileme" olduðunu savunuyorsunuz... ( Tu di pê girtina Abdullah Öcalan re li dijî nêrîna wî ya ‘komara demokiratîk’ derketî. Tu nêrînên Îmralî wek ‘paþketî’ diparêzî.
Bersiva birêz Ismail Beþikçi :
- Kürt hareketiyle ilgili öneriler, dýþarýdaki insanlar tarafýndan dile getirilmeli. Ýmralý tarafýndan deðil. Kürtler adýna ne tür siyaset yapýlacaksa, dýþarýdaki unsurlar var, Demokratik Toplum hareketi var, onlar fikir üretmeli. Ýmralý söylemi söz konusu olmamalý. ( Divêt pêþniyarên li ser tevgera Kurd ji aliyê mirovên li derve ve bêne ziman, ne ji aliy Îmraliyê ve. Çi siyaset bi navê Kurdan tê kirin, hêmanên li derve hene, tevgera civata demokratîk heye, divêt ew ramanan berbikêþînin. Divêt behskirina vegotinên Îmralî neyên kirin, nebin mijar. )
Pirsa rojnamegerê Tirk Derya Sazak : Öcalan, Ýmralý'ya girdikten sonra görüþleri deðiþti, artýk "Dönemini kapattý" diye mi düþünüyorsunuz ? ( Tu difikirî ku êdî nêrînên Öcalan di pê ketina wî ya li Îmralî hatin guhertin, wî ‘dewra xwe qedand’ ?
Bersiva birêz Ismail Beþikçi :
- Devletin elindeki bir adamdýr. Devletin denetimi altýndadýr. ( Mirovekî di destê dewletê de ye. Di bin kontirola dewletê de ye )
Pirsa rojnamegerê Tirk Derya Sazak : Rahat konuþamýyor mý ? ( Nikare dilfireh-rihet bipeyve )
Bersiva birêz Ismail Beþikçi :
- Çok konuþuyor da iþte konuþtuðu zaman ancak devleti konuþabilir. Çünkü devletin denetimi altýndadýr. Bunu kendimden biliyorum, 1985'te cezaevinden bir arkadaþýma mektup yazmýþtým. Kürt sorunu konusunda. O mektubu bana iade ettiler ve dediler ki, "Sen cezaevinde de suç iþliyorsun. Disiplin kovuþturmasý açacaðýz".
Böyle bir durum, iþte çok masum bir þey söylüyorsunuz, Kürtler diye... Ama Öcalan, örneðin "Savaþ ilan ediyor!" Devlet adým atmadý diyor, "Tekrar silaha baþvurun." Bu kadar denetim altýnda bunu nasýl söyleyebilir? Demek ki, devletin de böyle bir istemi var. ( Pir dipeyve, lê dema dipeyve encax dikare li gor daxwazên dewletê bipeyve. Çimkî di bin kontirola dewletê de ye. Ez vêya ji rewþa xwe jî dizanim. Min di sala 1985an de di hepsê de li ser pirsgirêka Kurd ji hevalekî xwe re nameyek nivîsandibû. Ew nameya li min vegerandin û ji min re gotin, ‘Tu di hepsê de sûc dikî, emê tehqîqata dîsîplînê li dijî Te vebikin’. Rewþ wiha ye, Tu tiþtekî pir bêguneh jî li ser Kurdan bibêjî.... Lê wek nimûne Öcalan ‘þer îlan dike!’ Dibêje dewletê gav neavêt, dibêje ‘dîsa dest bavêjin çek’ Ew çawa di binê ewqas kontirolê de dibêje? Daxwaza dewletê ji wî heye loma. )
Çavkanî malpera rojnama Milliyet û Kurdistan Post
http://www.milliyet.com.tr/2006/03/14/siyaset/asiy.html
http://www.kurdistan-post.com/modules.php?name=News&file=article&sid=9599
Ne hewce ye ku mirov êdî van gotinên birêz Îsmail Beþikçi þîrove bike. Lê hêja ye ku dîsa mesela qiralên tazî dubare bikim.
Mesela Abdullah Öcalan û serokatiya wî û çewtiyên PKK-KADEK û KONGRA GEL wek mesela Qiralê tazî ye. Qiralek pir despot hebûye, ku li ser her kesî xerabî, tade û zordarî kiriye û loma ti kesî nikaribûye, ku li hemberî wî dîtin û nêrînên xwe bêje. Rojekê Terziyek, ku kincan didirû ji Qiral re dibêje, Qiral ezê ji Te re qatek kinc bi qumaþekî gelek bedew bidirûm, ku ji bilî kesên bi taybet pir baqil in, ti kes nikaribe bi çavê xwe bibîne. Ji ber ku Tu mirovekî pir bi taybet baqilî dê ji bilî te ti kes vî qumaþê bedew, ku ez ji Te re didirûm nikaribe bi çavan bibîne. Û paþê dema ku Terzî ji Qiral re dibêje, Qiral va ye ew kincê min dirût li ser milê min e, divê Tu xwe tazî rût bikî, ku ez vî qumaþê bedew li te bikim. Qiral xwe tazî rût dike û Terzî jêre dibêje, Qiral ez niha vî kincî li te dikim û lê binê re ka çawa li te hat. Ji ber ku Qiral xwe taybet baqil dibîne û qet xwe nezan nabîne dibêje, ev kinca baþ li min hat û paþê dihere nav bajêr. Ji ber ku her kes jê ditirse, loma ti kes cesaret nake, ku ji tirsan jêre bêje, ku Qiral tazî ye. Lê zarokek bi diya xwe re bûye û bi destê diya xwe digire, diqêre û dibêje, dayê Qiral tazî ye, Qiral tazî ye............
Belê Qiral tazî ye, lê hin Kurd hene, ku bi çavkoriya xwe naxwazin bibînin.
Lê pir ne dûr e, ku dewleta Tirk rojekê ji Abdullah Öcalan re bibêje, êdî karê te li ba me qediya û wî jî wek Kurdên berê bi gelên xwe re îxanetî kiribûn bike. Dewleta Tirk û Kalê wan, di pê qirkirina Dersimê re, vegeriyan dora Kurdên ji Seyîd Riza re îxanetî kiribûn. Wan îxanetçiyan ji Kalê Tirkan rica û tika dikirin, ku bila ew neyên kuþtin. Kalê Tirkan ji wan re dibêje:
Kesên bi miletê xwe û netewa xwe re îxanetiyê bikin, ew bi kêrî me nayên û em bi wan bawer nakin; ewê rojekê bi me re jî îxanetiyê bikin, loma wan kesên ku bi Seyîd Rizayê nemir re îxanetî kiribûn, hemûyan dide ber guleyan û dikuje.
Ezê ne matmayî bimînim, ku aqîbeta Abdullah Öcalan wek îxanetçiyên din be.
Almanya, 15. 03. 2006
FÛAD SÎPAN ( AKPINAR ) fuadsipan@yahoo.de http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
|
|
Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com
Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=450
|