QEDEXEBÛNA ROJNAMA ÖZGÜR POLÎTÎKA, MHA LÝ ALMANYA Û HELWESTA KURDAN
QEDEXEBÛNA ROJNAMA ÖZGÜR POLÎTÎKA, MHA LÝ ALMANYA Û HELWESTA KURDAN
Almanya, 15. 09. 2005 — Li welatên Ewropa, bi taybetî jî li Almanya azadiya çapemeniyê gellek fireh e. Lê pîvanên çapemeniyê jî hatine bi sînorkirin. Çapemenî çiqas jî wan sînoran biçirîne, wisa ne hêsan e, ku welatên Ewropa çapemeniyê qedexe bikin. Bi rastî min bi her tiþtî bawer dikir, lê qedexebûna ÖP û MHA ti carî di koþê aqilê min re derbas nedibû. Ez bawer im ti kesî jî ev hêsab nekiribû. Tiþtên li Ewropa di çapemeniyê de qet jê re tihamûl nayê girtin, gotinên bin doxînê ne. Wekî din çapemeniyek hinekî di sînorê pîvanên çapemeniyê de bimîne dikare heta ku tiþtekî bi taybet çê nebe weþana xwe bidomîne.
Biryara qedexebûna rojnama ÖP, MHA, weþanxana Ehmedê Xanî û Mîr Mûzîk ji aliyê wezîrê hundir yê Almanya OTTO SCHILY ve biryareke siyasî ye. Di vê xalê de ti þik û gumana min nîne. Çimkî ew sedemên ku Otto Schily xwe pê diparêze; ger wisa be, divê ÖP ji vir dehsalên berê bihata qedexekirin.Bê guman siyaseta Almanya li dijî Kurdan siyaseteke bê wijdanî ye û divê bê mehkûmkirin. Lê qet hebekî mafê me Kurda nîne, ku li sûcan li derên din bigerin. Ew xerabiyên niha li Almanya li ser Kurdan çê dibin, malzeme hemû desthilatdarên PKKê, Apociyan da wan. Ger wisa neba dê niha li ser qedexebûna ÖP li Almanya qîyamet raba ser piyan. Ya rast divê em beriya ku xelkê sûcdar û tawanbar dikin, divê em Kurd kumên xwe bidin pêþiya xwe, bifikirin û li þaþiyan li ti derê negerin, li ba siyaseta desthilatdarên PKKê yên cahîl bigerin. Bi bîr û raya min yên ku di serî de berpirsiyarên van bûyeran in desthilatdarên PKKê, Apocî bixwe ne. Em dijminên Kurdan baþ nas dikin û ger wan bikarîbana dê di rojekê de gelê Kurd di nav kevçiyekî avê de bixeniqandana, bidaqiltandana. Em hemû jî dizanin, ku siyaseta Almanya li dijî Kurdan negatîv e. Lê divê ji desthilatdarên PKKê û çapemeniya wan hêsab bê xwestin, ku çima ew di siyasetê de wisa bê mantiq û hesab tevdigerin û her carê gelê Kurd dikine þokekê. Kî vî mafî dide wan, ku ew ewqas li ser gelê Kurd van texrîbat û lîstikan çê dikin ?.
Desthilatdarên PKKê, Apociyan ji roja qedexebûna xwe de li Almanya heta niha bi îsrar bi gelê Kurd siloganên qedexe didin gotin û heta niha bi hezaran Kurd bi destê desthilatdarên PKKê, Apociyan li Almanya hatine krîmînelîzekirin. Yanî ji alîkî ve Almanya lê dixebite Kurdan krîmînalîze bike û li aliyên din jî cahilên desthilatdarên PKKê, Apocî ev siyaseta dijminan bi îsrar heta niha li Ewropa, bi taybetî jî li Almanya ajotin. Her kes û ÖP jî baþ dizane, ku ji sala 1993an vir ve PKK û siloganên ji bo Abdullah Öcalan li Almanya qedexe ne. Belê biryara OTTO SCHILY siyasî ye, lê desthilatdarên PKKê, Apociyan û ÖP ne hindik malzeme dan siyaseta Almanya ku OTTO SCHILY jî wisa bi qeleþî ÖP qedexe bike. ÖP bi kampanyayên ku "Biz Aponun Kürtleriyiz" ( Em Kurdên Apo ne ) û "Em PKK ne", “Bijî serok Apo” û hwd. bi manþetan her roj dinivîsî û Almanya jî ev pir baþ dizanîbû, loma niha delîve, fersend lê anî û qedexebûna ÖP kire qurbana siyaseta xwe û ya hilbijartinan, ku partiya SPD ( sosyal demokratên Almanya ) ji Tirkên ku hemwelatiyên Almanya ne dengan, rey bigire. Wekî din ÖP ji hemû daxwaz û pirensîbên gelê Kurd dûr ketibû û siyaseta Kemalîzmê ya bi qirêj dajot. ÖP bi kêf û zewq bi manþetan gotinên Abdullah Öcalan bi parêzerên xwe re ji Îmralî diweþand, ku goya "Dewleteke Kurdî dibe Îsraîleke duduyan", ji kurdên niþtimanperwer re "Kurdên netewperest" digot û parastina siyaseta Kemalîzimê û hwd. dikir. Ji bilî Kemalîstan êdî hema hema Kurdên welatparêz di ÖP de nemabûn. Nivîskarên ku eslê wan Kurd e, yên wek Haydar Isik, Mehmet Kahraman û hwd. ji ber van sedeman ji zû de ji ÖP veqetiyabûn. Desthilatdarên PKKê, Apocî hemû dostên Kurdan ji Kurdan sar kirin û wek koviyan ji Kurdan bi dûr xistin. Desthilatdarên PKKê, Apocî tehmûlî rexneyan nakin, rexneyan ji xwe re wek dijmin dihesibînin û kesên wan rexne dike êriþî wan dikin û wan di bin tohmetên vala û bê bingeh de dihêlin.
Nimûne
Ji vir çend sal berê Xanima Ulla Jelpke ( mepûsa PDS ya kevin li Almanya ) PKK ji bo mafê mirovan û ji bo ku çend malbatên Kurd serî li wê dabûn û jê dixwetin, ku ji PKKê bipirse û bizanibin çi hate serê zarokên wan. Ulla Jelpke jî li ser vê bûyerê PKK rexne dikir. Di pê vê bûyerê re ÖP kampanyayek li dijî Ulla Jelpke vekir û bi dehan roj êriþî wê kirin û ew wek dijmina Kurdan dan rayê dan. Ew tiþtên di ÖP de wan rojana li ser Ulla Jelpke hatin nivîsandin mirov pê dîn û har dibe. Yek dostekî mepûs yê Kurdan li Almanya mabû desthilatdarên PKKê, Apociyan ew jî yan bi zanetî û yan jî bi cahîltî xwestin ji Kurdan dûr bixin. Ez di êvara 12.09.2005an de li Almanya, li bajarê Bielefeld di civîna partiya "Die Linke" de beþdar bûm. Ulla Jelpke jî li wê derê bû û wê niha kampanyak li li dijî OTTO SCHILY li ser qedexekirina ÖP vekiriye. Bila tiþtên wiha ji desthilatdarên PKKê, Apociyan û ji ÖP re bibin þîret, ku hêvîdar im ew ji þaþiyên siyaseta xwe þûn de vegerin.
Desthilatdarên PKKê, Apocî ji sibê heta êvarê behsa mafê mirovan û behsa demokrasiyê dikin, demokrasî û mafê mirovan ji xwe re kirine wek benîþt û di devên xwe de dicûn. Mirov dibê qey demokrasî û mafê mirovan li ser desthilatdarên PKKê, Apociyan hatine dapokirin. Demokrasî monopola kesî nîne. Ez bawer im wana ne ji pîvanên demokrasiyê û ne jî ji mafê mirovan fêhm kirine. Ew jî ji sibê hetanî êvarê welatparêzan di çapemeniya xwe de di bin sûcdarî û tawanbariyên wisa mezin de dihêlin, ku tamîrkirina wan wisa ne hêsan e. Divê em di vir de ne tenê siyaseta Almanya her wiha siyaseta desthilatdarên PKKê, Apocî û þaþiyên wan jî bînin ziman, mehkûm bikin, ku bila ew jî ne di wê baweriyê de bin, ku ew mafdar in. Û Divê em Kurd bê tirs behsa xerabî û þaþiyên desthilatdarên PKKê, Apociyan û ÖP bikin, ku ew jî pir caran bê perwa û bê sînor mafên mirovan, pîvan û biryarên rojnamegeriyê binpê dikin.
Demokrasî û mafê mirovan ew nîne, ku mirov tenê ji xwe re bixwaze, demokrasî û mafê mirovan ew e, ku mirov ji mafê kesên din û ji biryar û qanûnên xelkê re jî rêz û hurmetê bike.
Ji ber ku desthilatdarên PKKê, Apocî û çapemeniya wan heta niha bê sînor alîkarî ji hin kesên xwe wek rewþenbîr, nivîskar û hwd. hesab dikin stendine, loma desthilatdarên PKKê ewqas bi çavkorî þaþî kirin û tevgera Kurd kirine cihokeke xeternak. Çawa ku Kurd xwe mafdar dibînin xelkê rexne bikin, divê wisa jî xwe mafdar bibînin, ku xerabiyên desthilatdarên PKKê, Apociyan û rojnama ÖP jî li ser hilweþandin û þaþiyên wan rexne bikin. Her kes baþ dizane, ku PKK êdî monopol e, rantçî û tirþikçî li dora wan kom bûne û desthilatdarên PKKê, Apocî çi bikin jî talaþa wan nîne. Çimkî ew êdî di xeta berjewendiyên xwe de li ser piþta gelê Kurd di xeta Kemalîzimê de dimeþin, loma ez baþ fêhm dikim, ku niha pir kes xwe mecbûr dibînin desthilatdarên PKKê, Apociyan biparêzin, lê ez rast nabînim, ku Kurd yekalî li meselê binêrin. Em bi vî rengî alîkariya PKKê û ÖP jî nakin. Bi daxuyaniyên yekalî û bi piþtgiriya xerabiyên desthilatdarên PKKê, Apociyan em dîrekt yan jî îndîrekt peyaman ji desthilatdarên PKKê, Apociyan re diþînin, ku ew di demên pêþ de dîsa di xetayên xwe de berdewam bikin.
Ji kerema xwe li nivîsa birêz Yaþar Kaya binêrin, ku ew li ser qedexebûna ÖP çi dibêje. Her wiha ez li jêrê çavkaniya malpera www.kurdistan-post.com didim, ku hûn xwendevan awirekî bidin nivîsa nivîskar Mahmût Onder, ku ew li ser qedexebûna ÖP çi dibêje :
Alçaklýk Hududu - Yaþar KAYA
Kürtler uyanabildi mi sorusuna cevabým hep hayýr olacak. Kürt aydýnlanmasý Kürdistan’ý sömürgeleþtiren egemenlerce bastýrýldý. Kimisi solculuk adýna, kimisi Ýslam, kimisi de devlete yaranmak ve parsa kapmak için yaptý bunu. Geçmiþte çok þeyler yazdýk. Bu son Kürt kalkýþmasýný da Türk solu çürükleri batýracak dedik. Öyle de oldu. Babalarýnýn çiftliði gibi kullandýklarý, para ile yazý yazdýklarý Özgür Politika yasaklanýnca bazý gayretkeþler bazýlarýna yaranmak için imza toplamaya kalktýlar. Ben imza etmedim. Çünkü bu imza iþi artýk aþýnmýþ, yararsýz hale gelmiþtir. Bu bir.
Ýkincisi, imzacýlarýn bazýlarýyla bir arada olmak istemedim. Çünkü bizim gazete diyip yazdýðýmýz gazetede Kürtlük kalmamýþtý. Onun için de ulusalcý Kürtler alýp okumuyorlardý. Hazin olan, bu imzacýlar içinde orada yazý yazan hiçbir Türk solcusunun imzasý yoktu. Kürtlerin sýrtýndan, Kürdün parasý ile komünizm propagandasý yapanlar evlerine sývýþmýþlardý. Bu ibret vericiydi, Kürtler hep böyle kullanýlmýþlardý.
Yaþar KAYA : Sînorê Teresiyê
( Eger ji min bê pirsîn, ku Kurd hiþiyar bûne, dê bersiva min her tim na be. Ronahîbûna Kurdan bi destê ewên serdest, ku Kurdistan dagîr kirine hate þikestin. Hin kesan bi navê çepîtiyê, hin kesan bi navê Îslamiyê, hin kesan jî ji bo ku xwe ji dewletê re xweþ bikin û rahîþtin parsê ev kirin. Me berê pir tiþt nivîsîn. Me got rizyayiyên çepên Tirkan dê ronahîbûna Kurdan ya dawî jî bilewitînin. Wisa jî bû. Ewên wek çiftliga - milkên bavên xwe, bi peran di Özgür Politika de nivîs dinivîsîn, dema hate qedexe kirin ketin nava hin xîretkêþiyê, ji bo ku xwe ji hin kesan re xweþ bikin dest bi berhevkirina îmzeyan kirin. Min îmez nekir. Çimkî kar êdî ji îmzeyê meþîn-peritî ye, derbas bûye, bêkêr bûye. Ev yek. A dudiyan, min nexwest, ku bi hin kesên îmze avêtinê re bêm ba hev. Çimkî ew rojnama ku me digot ya me ye û me têde dinivîsî, têde Kurdayetî nemabû. Loma Kurdên netewperwer êdî ev rojname ne dixwendin. Tiþtê bi zelûl jî ew e, ku ewên îmze avêtine, di nav wan de, ew çepên Tirk, ku di rojnamê de nivîs dinivîsîn qet îmzeya yekî lê nîne. Ewên ji piþta Kurdan, bi pereyên Kurdan propaganda komûnîzimê dikirin di malên xwe de fîsfîsikan dikin. )
http://www.kurdistan-post.com/modules.php?name=News&file=article&sid=6757
http://www.kurdistan-post.com/modules.php?name=News&file=article&sid=6759
Almanya, 15. 09. 2005
FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )
fuadsipan@yahoo.de
|
|
Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com
Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=405
|