LÝ TÝRKÝYÊ TENÊ YEK HÊZ XWEDÝYA DESTHÝLATÝYÊ YE, NAVÊ WÊ JÎ SERLEÞKERÝYA TÝRKAN E


LÝ TÝRKÝYÊ TENÊ YEK HÊZ XWEDÝYA DESTHÝLATÝYÊ YE, NAVÊ WÊ JÎ SERLEÞKERÝYA TÝRKAN E

Gotinên serokwezîrê Tirkan Recep Tayyip Erdoðan li Amedê û helwesta hin Kurdan

Almanya, 28. 08. 2005 — Ew Kurdên li ser gotinên serokwezîrê Tirkan Recep Tayyip Erdoðan, ku goya êdî ew pirsa Kurdî qebûl dike, niha bi lez û bez çepikan lê dixin, bi îmzeyan, nameyan û kampanyayan piþtgiriyê dikin, di þaþiyeke pir mezinde ne. Kurdên ku çepikan ji Recep Tayyip Erdoðan re lê dixin, divê berî her tiþtî gotinên wî yên van sê salên dawîn bînin bîra xwe, ku ewî di her derfetê de digot, pirsa Kurdî li Tirkiyê tine ye. Wî heta doh na pêr pirsa Kurdî nas nedikir û ew di hevpeyvînekê de bi rojnameya Libnanî re li Beyrûtê di meha yekê ya sala 2004an de dibêje, ku ger Kurd li Arjantînê jî dewletekê damezirînin, dê herin wê derê û li dijî dewleta Kurdî li Arjantîn jî þer bikin.

Li Tirkiyê, yê ku di pirsa siyasetê de xwedî gotin e, serleþkeriya Tirk e. Generalên Tirk her carê hukumeteke kûkla tîne ser text û diceribîne; dema dinêrin, ku ew hukumet êdî ji wan re nabe, hin gotinan di pirsa Kurdî de bi wan dide gotinê û paþê xelkê xwe, çapemeniya xwe û qaþo nivîskarên xwe girr û tûj dike, û bere hukumetê û rayadarên hukumetê dide, derên wan dide ber bayê sayî û hin caran jî derê wan mor dike. Generalên Tirk heta niha hemû serokwezîr û serokkomar ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne û paþê ew wek çopê avêtine ser sergo. Hukumetên li Tirkiyê gava di destpêkê de têne ser text, wek gurên har êriþî Kurdistanê dikin, Kurdan bi zanetî tine dikin û dixwezin bi vî awayî ji þefên xwe, ji generalan re bidin îspat kirin, ku ew çawa ji bo wan loyal in (sadiq in).

Serleþkeriya Tirkan wisa bê wicdan û bê însaf e, ku ji siyasetmedarên bi destûra wan têne ser text, sedî sed loyalîtê, sadiqbûnê ji wan dixwaze. Kesên, serokkomar an jî serokwezîr, dema hinekê ji xeta wan der tên, dibin nîþana êriþê û di dawî de bedelê bi jiyana xwe didin.

Hemû hukumet û siyasetmedarên Tirkiyê bi biryara serleþkeriyê têne ser text û dema ku ew hukumet ji demek þûn de helwesta xwe di hin mijaran de diguherînin, ne ku bi serên xwe wan tiþtan dikin. Ji ber ku serleþkerî ji wan wisa dixweze, loma ew hukumet, serokwezîr û hwd. wisa dikin. Çimkî dema li Tirkiyê, li Kurdistanê û di siyaseta Tirkan ya derve de hin tengasiyên mezin ji dewlet û hukumetê re dertên holê, serleþkeriya Tirkan bi hukumetên xwe ve, bi zanetî þaþiyan, yanê tiþtên ku raya Tirkan pê aciz dibe dide kirin, ku wan ji ser text dûr bixe û hukumeteke din bîne ser text. Ev 80 sal e wisa berdewam e. Min berê di gotareke xwe de bi dirêjahî behsa hukumeta Adnan Menderes û aqûbeta wî kiribû. Ez dixwezim vê carê jî hinekê behsa Turgut Özal bikim.

Stêrka Turgut Özal di pê cûnta-înqilaba sala 1980î de çurisî. Ew di 1983an de bû serokwezîrê Tirkiyê û paþê jî bû serokkomar. Xerabiyên di sala 1983an de li dijî Kurdan hatin pêkanîn di binê hemû biryaran de îmza Tugut Özal heye. Pergala, sîstema waliyê herêma rewþa awarte ku bi Tirkî dibêjin ”Olaðanüstü Hal Bölge Valisi” bi destê Turgut Özal ve hate avêtin, hîmê sîstema qoriciyan û hemû tîmên taybet û hwd. ji bo kuþtin û terorkirina Kurdan di dema Turgut Özal de hate avêtin. Tew Turgut Özal wê demê wisa pêþda çû, ku di 06.08.1986an de nameyek ji Konseya Ewropa re bi sedema hilanîna mafê mirovan birê kir, ku Tirkiye bi awayekî fermî dide îlan kirin, Tirkiye mafê mirovan êdî nasnake. Ji ber ku Tirkiye endama Konseya Eropayê ye û qaþo peymana Konseya Ewropayê îmza kiriye, ku ew ji mafê mirovan re rêzê digire.

Lê Turgut Özal di pê ewqas xerabiyan de li dijî Kurdan cara yekem li Tirkiyê tabûyek þikand û di çapemeniya cîhanê de jî got, ku li Tirkiyê 12 mîlyon Kurd hene, Kurd dikarin bibin serokwezîr û serokkomar jî û ew bixwe jî Kurd e. Divê li Tirkiyê federasyona Kurdan û Tirkan çêbibe. Û Turgut Özal behsa Ermeniyan jî kir, divê Tirkiye bipejirîne, ku Osmaniyan mîlyonek û nîv Ermenî qir kirine. Ji ber ku Turgut Özal ji xeta serleþkeriyê derket, loma wî ew bedel bi jiyana xwe da. Generalan lîstikek anîn serê wî, jehrî danê û ew kuþtin. Malbat, jin, zar û birayên Turgut Özal pir lê xebitîn, ku derînin meydanê Turgut Özal hatiye qetilkirin, lê bi ser neketin.

Guhertina siyasetan bi gotinên vala nabe. Û bi hegemoniya siyasetê jî nabe. Hukumeta Tirk û hemû rayadarên wê hên jî di wê îdîayê de ne, ku Tirkiye welatekî ûnîtr e. Ûnîter, yanê welatkî bi yek ziman, yek nijad û yek ol. Tirk hên jî dibêjin, ji bilî Tirkan ti kes li Tirkiyê tine ye. Tenê bi daxuyaniyekê nabe, ku goya ew pirsa Kurdî qebûl dikin, serokwezîr, dewlet û hukumeta Tirkan çiqas jî pirsa Kurdî qebûl bikin, lê ji ber ku hê jî di pirsa netewa Kurd û Kurdistanê de bi mantiqê teng, di çerçova terorîzmê de dinêr in. Loma heta guhertinên bi duristî çê nebin ti kes bi gotinên wan yên vala bawer nake, heya dewleta Tirk ji dil de ji ber xirabiyên xwe ji gelê Kurd û hindikayiyên din uzir û lêborînê nexweze, û heta dewleta Tirk nebêje, ku ew hazir û amade ye bi Kurdan re rûne û li ser pirsa çareseriya gelê Kurd gengeþî û nîqaþan nekin û neaxivin, mirov nikare bêje, ku tenê li ser çend gotinên þirîn, ew êdî pirsa Kurdî qebûl dike û her tiþt gul û gulîstan e. Ji îro þûnde êdî ti kes ji Tirkan pirs nake, ku ew pirsa Kurdî dipejirînin an na?. Ji xwe pir fedî ye, ku mirov li ser vê pirsê bisekine. Ev 80 sal e ku Tirkan xwe di pirsa tinebûna Kurdan de rezîl û kepaze kiribûn û hên jî dikin. Kî êdî guh dide gotinên wiha, ku ew Kurdan qebûl dikin an jî na? Gotinên Tirkan êdî di pirsa Kurdî de bê mane ne û ti kes jî guh nadiyê.

Ka binêrin, dewleta Tirk vîna, îradeya Abdullah Öcalan di destê xwe de zeft kiriye û hema hema her tiþtî di pirsa netewa Kurdistanê de bi desthilatdarên PKKê, Apociyan dide qebûlkirin. Ew dewlet, ew hukumet û ew serokwzîrê ku qaþo pirsa Kurdî qebûl kiribûn, hên çend roj di pê wan gotinên xwe re tehemûl nekirin û di heman demê de midaxele kirin, ku qaþo serokê Kongra-Gel Zübeyir Aydar li Brûkselê Konferansa çapemeniyê bide. Zübeyir Aydar dê goya di Konferansa çapemeniyê de îlana agirbestê ji bo mehekê li dijî Tirkiyê bikira. Belkî ev bûyer hemû jî senaryo bin, ku bi tevliheviya serê gelê Kurd siyaseta qirêj li dijî Kurdan berdewam bibe. Siyasetmedar û nivîskarê Kurd birêz Yaþar Kaya li ser vê bûyerê di 20.08.2005an de di malpera xwe dehttp://www.kurdistan-post.com/modules.php?name=Sections&sop=viewarticle&artid=422 wiha dibêje :

Belçika Parlementosu bize bahçesinde altý adet sandelye koyarak tören yaptý, þunu söylediler; “Sizin Ankara´daki Parlemento´da siyaset yapma imkanýnýz kalmamýþtý, burasý emrinize amadedir” Sonra bize kucak açan bu ülkenin polisi Televiziyonu ve parlamentoyu bastý, þimdi Belçika´da Kürtlerin bir basýn toplantýsý yapmalarýna müsaade etmiyorlar. Nereden nereye geldik. Bunun müsebbibi yahut müsebbibleri kimlerdir? Uzundur hikayesi bu sayfalara sýðmaz, ama bu Kürdistan´ýn yakýn tarihidir. Üstelik toplantýnýn yapýlacaðý yeri polis basýyor ve basýn mensublarýný dýþarýya atýyor. Baþbakanlýk ve içiþleri bakanlýðý basýn toplantýsý yapacak kiþini tutuklanmasýný karar altýna alýyor.

( Parlamena Belçîka di baxçê xwe de ji bo me þeþ kursî danîn, merasîm çêkir, ji me re gotin, ‘Derfeta we di parlamentoya li Enqerê nemabû, ku hûn siyasetê bikin, vê derê ji emrê we re amade ye’ Paþê polêsên wê dewleta ku hemêza xwe ji me re vekiribû, êriþ anî ser televîzyon û parlamenê, niha jî li Belçîka derfet nayê dayîn, ku Kurd konferanseke çapemeniyê bidin. Em ji kû derê hatin kû derê. Berpirsiyar an jî berpirsiyarên van bûyeran kî ne? Çîrok dirêje, ev rûpel têrê nakin, lê belê ev dîroka Kurdistanê ya nêzîk e. Di ser de jî polês êriþ dibe ser cihê ku lê civîna çapemeniyê çê dibû û berpirsiyarên çapemeniyê davêje derve. Wezareta serokwezîr û ya wezîrê hundir biryara girtinê didin ku ew kesê civîna çapemeniyê bide. ) Û birêz Yaþar Kaya wiha berdewam dike:

“Aðla ey sevgili memleket, bizi törernle karþýlayanlar þimdi Kürtleri kapý dýþarý ediyor.” ( De bigirî hey welatê minî delal, ewên ku em bi merasîman pêþwazî kirin, niha Kurdan davêjin ber derî )

Bu sadece sefaletimizin bir parçasýdýr. Biz bunlarý kendimiz yazýp kendimiz okuyalým diye yazmýyoruz. Geçmiþten ders almayan zavallý politikacýlarýn artýk halka verecekleri ne bir yön, nede bir fikir vardýr. ( Ev bi tenê perçek ji perîþaniya me ye. Ez van dibêjim, ne ji bo em tenê bixwe binivîsînin û bixwînin. Ew siyasetmedarên reben, ku ji demên bihurî ders negirtin, êdî ne dikarin rê rayê gel bidin, ne jî raman û fikir )

Belê ji gotinên birêz Yaþar Kaya jî kifþ dibin, ku ev xiþm e, tofan e, felaket e hatiye serê Kurdên Bakur. Lê hêjayî gotinê ye, ku bila birêz Yaþar Kaya jî bizanibe berbirsiyariya wî û gellek hevalên wî jî di vê meselê de ne hindik e. Çimkî wan heta niha jî hê bi awayekî eþkere helwesta xwe di pirsa îxaneta Abdullah Öcalan û desthilatdarên PKKê qaþo Kongra-Gel de vekirî, zelal negotine. Heta ew bêdeng û sergirtî bimînin, dê him Abdullah Öcalan û him jî desthilatdarên PKKê qaþo Kongra-Gel di siyaseta xwe de serserkî qilopaniyan bidin û ji generalên Tirk re xizmetê bikin.

Heta li Bakur di nav Kurdan de konsept û stratejiyek li ser esasên neteweyî çênebe, heta ji gelê Kurd re rastî neyê gotin, dewlet û hukumeta Tirk dê bi pirensîbên gelê Kurd bilîze, henekên xwe pê bîne û hemû mafên me binpê bike. Û heta hin qaþo rewþenbîrên Kurd û hin partiyên wan yên mirî dest ji hêsabên biçûk bernedin, bi kampanya îmza û nameyên ku binê wan vala ne, ji dewleta Tirkan re birê dikin bernedin, ew nikarin du gavan jî pêþ de herin. Ew Kurdên li pê hêsabên biçûk dimeþin, wan berçavkên hespan dane ber çavên xwe an jî wek roviyan di pûsê de xwe veþartine û bawer in, ku dewleta Tirk dê rojekê bangî wan bike û ji wan re bêje, de werin em pirsa Kurdî bi we re parve bikin. Dewleta Tirk dê bixwe ti tiþtekî jî ji Kurdan re neke û ji xwe nake jî. Dema ku dewlet bixwaze tiþtekî bike, dê berî her tiþtî bi Kurdên wek Kamûran Înan, Hîkmet Çetin û hwd re, ku bi salan e di hemêza wan de ne bike. Dê çima hewce bi partiyên Kurd yên mirî û qaþo hin rewþenbîrên Kurd yên bê hesab re bikin.

Lê ger li bakurê Kurdistanê alternatîveke bi hêz û quwet derê meydanê dê bikaribe feleka Tirkan þaþ bike. Çimkî potansiyeleke wisa mezin û bê xwedî heye, ger hêzeke nû bikaribe xwedî li wê potansiyelê derê dê bikaribe dinyayê rake ser piyan. Eger ew alternatîv bikaribe wê potansiyelê ji Apociyan rizgar bike, dê bikaribe li Kurdistanê bibe hêza yekemîn jî.

Almanya, 28. 08. 2005

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=401