
BAY BAY GERHAD SCHRÖDER!!!
BAY BAY GERHAD SCHRÖDER !!!
Almanya, 06. 07. 2005 — Beriya ku ez li ser mijara siyaseta Almanya ya bawerî negirtina serokwezîrę Almanya Gerhard Schröder bisekinim, dixwezim bînim bîra we xwendevanan, ku min di hevpevînek di gel Radiyoya Tehranę de li ser hukumeta Almanya wiha gotibű:
jixwe aniha li Almanya kirîza aboriyę pir mezin bűye ű mumkin e hikűmeta Gerhard Schröder di demeke pir kurt de bi hilbijartineke nű ji hikűmetę bikeve.
Min ev hevpeyvîn wek nivîskî jî di 22.04.2003an de belav kir ű ev di gellek malperęn Kurd de hatiye weţandin.Çavkanî, malpera Mehname.
http://www.geocities.com/mehname40/40/nuce1.html
Kęm zęde du sal di pę van gotinęn min re derbas bűn, ku hukumeta Almanya di bin serokwezîrtiya Gerhard Schröder de ji ber gellek sedeman mecbűr ma, ku salekę beriya hilbijartinęn suriţtî pirsa bawerîgirtinę di 01.07.2005an de anî rojeva parlamena Almanya, ku mepűsęn Almanya dengęn xwe nedin wî ű ji nű ve hilbijartin li Almanya çębibin. Di dawî de bi daxwaza Schröder bű, parlamenteran baweriya xwe nedanę ű rę ji hilbijartinę re vebű. Lę Gerhad Schröder dikaribî bi tewreke diha bi hęsanî jî, bi îstîfakirinę xwe ji hukumetę vekiţîne ű rę li hilbijarinęn nű re vebike. Ji ber ku jiyana wî hemű bi çivanokî derbas bűye, loma wî li ser ku hilbijartinęn nű li Almanya çębibin îstifa nekir, bi qeyda ku di parlamenę de mebűs baweriya xwe ji hukumeta wî bikiţînin, ji wî re dîsa derfet hebe ű ew jî ji serokwezîrtiyę re bibe namzet. Gerhard Schröder loma wisa kir, ger ew careke din neyę hilbijartin, bikaribe bibęje, ew lę xebitî dîsa bibe serokwezîr, ku pilan ű projęn xwe bi kar bîne, lę gel dengęn xwe nedanę ű ew jî ne berpirsiyarę xerabbűna siyaseta Almanya ya aborî ye.
Beriya ku mirov li ser van babetęn dawîn bisekine, hęjayî gotinę ye, ku hinek li ser kesayetiya Gerhard Schröder bisekine. Bavę Gerhard Schröder Fritz Schröder karkerę Kîrmesę bűye, 5 zarokęn wî hebűne. Ew bixwe di 32 saliya xwe de bűye leţkerę Hîtler, yęn nazî ű di ţerę cîhanę yę duwemîn de di despęka havîna sala 1944an de li Romanyayę jiyana xwe ji dest dide. Gerhard Schröder bavę xwe nas nekiriye, wę dema ku bavę wî dihere ţer, ew çend rojî bűye. Bavę wî nîv salę din di ţer de tę kuţtin. Heta ji vir demek berę jî kesî nizanibű, ku gora bavę wî li kű derę ye. Kęm zęde ji vir sę-çar sal berę Gerhard Schröder pę hesiya, ku gora bavę wî li Romanyayę ye. Ewî bixwe di hevpyvîneke di gel Televîzyona Almanya ARD di bernama “Beckmann” de di 22.11.2004an de got, ku dema ew bű serok wezîr, wî bi saya lękolîna bi ręya leţkeriyę derxist meydanę, ku gora bavę wî li Romanyayę ye. Gerhard Schröder di serdana xwe ya li Romanyayę di 12.08.2004an de li gundę Ceanu Mare çű ser gora bavę xwe. Goristana ku bavę Gerhard Schröder lę hatiye binaxkirin ya leţkeran e.
Lę her çiqas Gerhard Schröder bę bav jî mezin bű, bextę wî baţ ţixulî, ku bi saya derfetęn Almanya yęn aborî ű sosyal xwend, li bajarę Göttingen bű hiqűqnas-paręzer ű paţę li bajarę Hannover him paręzerî kir ű him jî di Partiya Sosyal Demokrat (SPD) de aktîv kar kir. Beriya ku Gerhard Schröder bibe serokwezîrę Almanya, wî 8 salan li heręma Saksoniya Jęrîn (Niedersachsen) ku paytextę wę Hannover e, serokwezîrtî kir.
Mirovekî wek Gerhard Schröder ti demę ne mîsyon, ne vîzyon ű ne jî îdealęn wî hebűne, tenę ji bo berjewendî ű menfeatęn xwe yęn ţexsî xebitiye. Jixwe di bîografiya wî de jî tę kifţkirin, ku ew mirovekî pir bi azmend e, ku tenę ji ţexsę xwe re kar bike ű berjor here. Loma wî bi siyaseta xwe ya bę serî ű bę bawer ne tenę mala piraniya Almanan xerab kir, herweha siyaseta Sosyal Demokratęn Alman SPD, ku 140 sal kevneţopiya wę heye, xerab kir, ew jî bę îdeal ű vîzyon hîţt ű berę wan da ber bayę sayî.
Gerhard Schröder bi siyaseta xwe ya ku ję re dibęjin “Agenda 2010” mala gelę Alman yęn hal ű rewţa wan ya aborî jî kęm zęde baţ bű xerab kir. Bernama “Agenda 2010” her demę daxwaza sermiyandaręn Almanya yęn kapîtalîst bű. Ev ji destpękę de wisa bű. Heta niha ti hukumetęn Almanya yęn din cesaret nekirin, ku vę projeyę pęk bînin. Lę ji ber ku tiţtę mirovekî wek Gerhard Schröder bixwe wenda bike nîne, loma ewî xwe avęte hemęza sermiyandaręn Almanya ű gelę Alman kire nava feqîrî ű belengaziyę. Ji ber sedemęn vę siyaseta ţaţ, loma hingiya partiya SPD ű partiya Keskan li îxtîdarę ne, partiya SPD li 11 heręmę Almanya di hilbijartinęn heręman de ji ser text ket ű ev 11 heręm ketin destę Partiya Yekîtiya Demokratęn Xiristiyan CDU ű ya lîberalan FDP. Ji ber ku Almanya welatekî federal e, loma du parlamen hene. Parlamena yek ya hukumetę ye ű ya duduyan jî heręmęn Almanya yęn federal temsîl dike. Dema birayerk di parlamena Almanya federal de derbas dibe, divęt parlamena ku heręman temsîl dike bipejirîne. Ger nepejirîne ew birayar nabe qanűn.
Hęjayî gotinę ye, ku programa “Agenda 2010”an li Almanya programa birçîbűnę ye. Wek min li jorę jî got, sermiyandaręn Almanya jî jixwe ev tiţt dixwestin. Gerhard Schröder ji bo sermiyandaręn Almanan kesek e, ku mirov li ezmanan lę bigere, lę Xwedę jî ew li erdę da Kapîtalîstęn Almanya. Bernama “Agenda 2010”an sîstema Almanya ya sosyal ji kokę ve xerab kir. Niha li Almanya mirovęn ku bę îţ in, bi 1 EURO kî didin xebitandin.
Ev bîst ű heft sal e, ku ez li Almanya dijîm. Li Almanya her demę mirovęn feqîr jî hebűn. Lę em dest ji feqîrtiyę berdin, ev du-sę sal e, ku li Almanya birçîtiyę dest pę kiriye. Ev salęn dawîn, ez li her bajar ű li her derę dibînim, ku Alman di çopan de li tiţtan digerin ku pę îdara xwe bikin. Berę tiţtekî wiha li Almanya tinebű. Almanya ne tenę li Ewropa herweha di cîhanę de dewleta herî dewlemend e. Tiţtęn weha ji bo Almanya rűreţiya herî mezin e. Loma hęvîdar im, ku gelę Almanya di hilbijartinan de sîleke wisa bide Gerhard Schröder ű partiya wî SPD, ku ew careke din jî piţta xwe rast nekin.
Ji ber ku rewţa Partiya Sosyal Demokratan SPD ji ber sedemęn li jo pir xerab bűye, niha di anketan de di navbera 25-30 % dengdan tę ű dihere. Ev ji bo partiya ku mohra xwe li dîroka Almanya ya 140 salî xistiye tofaneke mezin e. Loma SPD van rojana bi lez ű bez Manîfestoyek derxist, ku ger ew di hilbijartina di 18.09.2005an de ser bikevin ű hukumetę çę bikin, dę li Almanya gellek tiţtęn baţ ji bo kesęn destteng bikin ű dę ji dewlemendan jî zęde bacę bistînin. Lę ji ber ku Partiya SPD baweriya xwe di nav gel de winda kiriye, loma van guhertinęn ku niha goya çę kirine kenę guran bi wan tîne.
Ger serokkomarę Almanya Horst Köhler biryara parlamena Almanya ya ku di 01.07.2005an de hatiye stendin heta 21.07.2005an bipejirîne, ku bila hilbijartin çę bibe ű ger astengiyęn zagona bingehîn dernekevin dę di 18.09.2005an hilbijartin pęk bęn.
Gerhard Schröder demekę xwe hinekî nęzîkî Kurdan kir ű daxwazęn Kurdan bi lęv kirin. Di bin sîwana serokwezaretiay wî li Saksonya Jęrîn di sala 1991an de li Bonnę di avahiya berpirsiyarę heręma Saksonya Jęrîn de konferansek ji bo çareseriya pirsa Kurdî pęk hat. Lę dema ew bű serokwezîrę Almanya Federal wî helwesta xwe di pirsa Kurd ű Kurdistanę de sed ű heyţtę derece guherand ű bű dostę dewleta Tirk. Yęn alîkarî dan dewleta Tirk, ku demę ji bo mizakerę bistîne, bi taybetî jî Almanya, hukumeta Schröder bű. Pir îdîayęn xurt tęne kirin ku Gerhard Schröder bi mîlyonan bertîl-riţwet ji Tirkan stendiye. Ez ţaţ namînim, ku ev îdîa rast bin. Çimkî mirovekî wek Gerhadr Schröder dikare ji bo peran her tiţtî bike. Jixwe dema ku Amerîka li dijî Sadam ţer kir, yęn ku bi awayekî dijwar dijî ţer deretin hukumeta Schröder bű. Paţę rojnameyęn Îngilîzan gellek tiţt nivîsîn, ku Sadam soz dabű Almanya, Firansa ű Uris-Rűsya, ger ew li dijî ţer deręn ű Amerîka di ţer de ser nekeve, dę ji Sadam îhalan bigirin.
Schröder niha ji bo serokwezaretiyę dîsa bűye namzet, lę ew ędî ji bo serokwezîrtiyę bibe namzet, ne be namzet, dę serokwezîrtî ji wî re wek xeyalek bimîne.
Jixwe Kovara Focus ya hefteyî jî di hęjmara xwe ya di 04.07.2005an, di rűpela yekę de li ser Gerhard Schröder wiha dinivîsîne, “Tschüss Herr Schröder!” (Oxir be biręz Schröder!) Ű weha berdewam dike, “Einen neuen Job für ihn gibt es schon” (Karekî nű jî ji bo wî heye).
Belę çima kar ji bo Schröder tine bin, bila canę dîktatoręn Uris ( Pűtîn ), Qiralęn Ereban yęn kevneperest ű paţverű ű bila canę dewleta Tirk a faţîst sax be. Wę jęre karekî baţ bibînin. Ędî dema Schröder gellek e, bila here Tirkiyę li ba dostęn xwe zęde zęde bę pere tatîlę, havîngehę-seyranę bike.
Almanya, 06. 07. 2005
FŰAD SÎPAN ( AKPINAR )
fuadsipan@yahoo.de
|
|
Navnîţana ev nűçe ję hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd ű Kurdistanę daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyęn Aborî ű Avakirin, Pirojeyęn Cand ű Huner, Lękolîna Dîroka Kurdistanę, Perwerdeya Zimanę Kurdî, Perwerdeya Zanîn ű Sîyasî, Weţana Malper ű TV yęn Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com
Bo vę nűçeyę navnîţan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=385
|