WAWEYLÊ WAWEYLÊ MÝLKÊ BAVÊ TÝRKO JÝ DEST ÇO !
M. Þerif MÜÞTAK
WAWEYLÊ WAWEYLÊ MÝLKÊ BAVÊ TÝRKO JÝ DEST ÇO !
Îro þeveqê ji bo hilbijartinên li Iraq û Kurdistana Baþûr, mi li ajansên Tirko temaþekir, bê ka çi cihan li serê wa xira bûye, çi heye û çi erdheje. Yekemîn di dest pêka ajansa CNN-Tirk de go“ Enqere Kerkukê ji nêzîk ve di þopînê, Kurdên ji derve hatîn Kerkukê mêzîna hilbijartina di gûherînin. Ji bo Meclisa Encûmenê Kerkuk ji sedî heþtî û sisêya dengê Kurda zêde dikê. Tirkuman di kevin bin linga, hingî diçê Enqere hêrs dibê“
Vêca ma ji roja Sedam hilweþayî û virde li serê Tirko ne bûwe roja waweylê û heþrê ?
Çawa dîrok wê di barekê ku, kurd dîsa bibin xwedyê kerkukê ?
Di nav dewleta Tirko de bûwe roja waweylê. Kurdên Basûrê Kurdistan bê tiving, bê rext, bê narîncok, bi sîyaset, bi hilbijartin, bi dengdanên gelek bêhtir xwîya kir ku kerkuk a gelê Kurde
Kurd û Tirko ji hev zewicî bûn, nevî û çiçirkên wa ji hev çêbibûn, weke goþt û hestî bi heve mabûn, de ka Kerkuk bi dengdanê, bê xwûn, bi deh hezara dengên zêde û bi fermî weke di neynikê re di xwîyê ku wê bighê Kurda.
Piþtî evqas vir, derew, teþqele û înkara dîrokê, ji bo Tirko ma ev nabê weke roja heþrê û waweyla li ber mêzînê ?
Waizên Tirka di bêjin„ Kengî Kurd bi bin xwedî dewlet, dinya wê xira bi bê“ ma bê emrîya xwidê halo çê dibê ku Kurd bi ser kevin ?
Heftîya borî mi bi sernivîsekê gotibû dewleta Tirk ji Kerkukê û Tikumana ma bê hêvî. Eve xwîyakir ku hêvîyên Tirka êdî bi carekê heþifîn, xetên sor jî pere nekirin, tirkumana jî hêvîyên xwe ji Tirko hêdî hêdî qût dikin.
Çend qontrayê Tirko li dor Kerkuk hene, bi þîreta Tirko nakevin hilbijatinê.
Ji îro pê de di xwazin vê ji bo xwe bikin propaganda. Lê ew jî heyhate.
Berî niha bi xeyala û bi xewna petrola Kurdistana Baþûr di kirîn di firotin, di xwew de varîlên petrolê di nav cihên razanên wa de di teqan. Ji xwew þîyar di bûn ku di destê wade tiþtek nîn.
Îran vêca bê bomba barankirin, gelo serê Tirko wê li ser kîjan balgehî bê, stiwê wî wê ji kîjan balgehî ne êþê ?
Mirovatî û biratîya Tirko„Kevrê qûnê ye“ ev gotin li biratî û hevaltîya Tirko pir dixwê. Tirko di fikirê, xwida emir nekirîye ku Kurd azad û serbixwe bin û ku bi karibin, ew jî nahêlin.
Derf ji bin zikê wa filitî ye, Tirkuman ji refê Tirka qût dibin, hêvîyên wa heroj lewaztir dibin dengên Kurda. zêdebûn, Tirkuman li xwe hiþyarbûn ku berjewendîyên wa bi gelê Kurd re ne.
Georg Bush roja pêncþemê 20.01.2005 dêlindêzîya wî a sund xwarina serok dewletîyê cara didowa bû. Di axiftina xwe de vekirî got „Bila hemu kesên di bin darê zorê de dijîn û bê hêvîne bila zanibin: Emerîqan ne çavê xwe li zilma li wan têt kirin digirê û ne zaliman efû dikê.Çaxê hun ji bo rizgarîya xwe têkoþin bikin, emê li ba hewe bin.“
Tiþtên serokê Emerîqan got em li gelin. Gelê kurd li ser axa bav û kalên xwe Kurdistan dijî, di xwazê zor û zilma dagirkerîya Tirko, Îran û Surî ji ser xwe rakê, weke hemu gelên dinê em jî azad û serbixwe bin. Xelkê axa me girtîye, heyîna me têt inkar kirin û zimanê me qedexeye.
Ji roj ava Cebelîtariq heya bi roj ava bakûrê Îranê û tevayê Balqana 85 salin ji destê Tirko azad bû. Tirko ev cografya hemu Kurd û Kurdistan di navde, bi xwînê dagir kiri bû. Ev bûyer ji bîrkir. Îro bi wan dewleta re têkilîyên dîplomatîk, ticarî hene. Bi hevre peymana îmze dikin. Lê hêja kurd û Kurdistan di bin dagirkerîya wadeye û ji ber zilma inkarê di nalê.
Lê ku Kurd li Iraqê azad bibin ti di bêjî qey ji kîsê Tirko û bavê Tirko ye. Hey êþa zirav li mejî dano agir ketî anitqebir. Kenan Ewren, Silo, Eco, Bayqal, Bahçelî, Erdogan… bi tevayî tê çûno û þewitîno.
Ma çima hewe rê li cida bûnê vekir, ku webê em birayê hevbûn, hewe serok û rêberên birayê xwe çima hemû li sêpîyêdan û daleqandin?
Kerkuk ne axa hewe ye, ne ya bavê hewe ye. Anatolya jî ne milkê heweye, hun zilm û zalimên ji Asya dûr hatine, axa gelên cida ye. Kurd li ser axa bav û kalên xweyê deh hezar sal dijîn, welatê gelê Kurde û navê vî welatî Kurdistane. Hun çawa ne bûn xwedîyê axa ereb û Balqana, roj tê ku Kurdistan jî ji zilma hewe azad di bê.
Ma hun çi ji gelê bê zerer, bê zîyan di xwazin, hun ji zilma ser gelê Kurd têrnabin ?
Biratî bi xwe ewe ku insan ji dêkî û bavekî bin, an dê an bav yek bin. Ziman, Kultur, irf û edet yekbin. Zarok xwedîyê mîrasa dêwbava bin. Bi rêya fermî þirîkê malê bin. Mal û milkê dêwbava di nav zarokên malê de bi þirîkatî bê, meyl ne bê û bi netewe bûn jî ziman, dîrok, dîn û cografî yek bê. Maltî eve.
Lê gelo yek ji va esasa di nav Kurd û Tirka de heye, ji xeyrî serok Epo, vê bi xeyala dibêjê ?
Malbata bi tifaq di karê xwe ji hemu êrîþa bi parêzê. Bi aborî jî di karin hev hembêz bikin û hevdo li ser linga bigrin. Vêca ev têkilî ji maltîyê bilind dibê ewil dibê malbat, dûv re cîran, gund, eþîr, bajarok, bajar… û ber bi jor hildikiþê heya dewletê an tevgera dewletekê.
Maltî û malbatîya Kurd û tirko di kîjan qonaxêde ye, ji xeyrî qonaxa serê kurda jêkir. Leþkerên dewleta Tirko serîyên ji kelaþan vekirî, kirin dest xwe wêne kirin, bi rojname mesaj ji çapemenîya Anatolya re þîyandin, eve biratîya gelê Kurd û Tirk ?
25.01.2005
M. Þerif MÜÞTAK
Serif.muestak@gmx.de
|
|
Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com
Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=342
|