Di 70 Saliya Temenê wî de..., Jiyan û Xebatên Dr. Celîlê Celîl


Di 70 Saliya Temenê wî de..., Jiyan û Xebatên Dr. Celîlê Celîl

Pêþgotinek pêdivî :

Di havîna 1982 an de, li Qamiþlo, ez çav bi Dr. Celîlê Celîl ketim. Ew yekemîn car bû ku dihat nav kudên sûriyê. Ji Heleb û Efrîne dihat û kalemêrekî Ezîdî ji Efînê di gel wî bû. Di vê carê de, min ew nas kir û bûm wek rêberekî pêre, di gel çend navdarên Qamiþlo.. Wiha me tevan dengbêj û çîrokvan jê re komdikirin, ji Silo Koro bigire ta bi Demir Elî, ji pîrejinan ta bi kalemêran ...Wî jî bê westan, þev û roj dikin yek, û wek zarokê ku çav bi yariya xwe keve, bi þahiyek bê pîvan gotinên wan di nivîsandin û tomar dikirin...

Di sala 1985 an de, careke din di gel kebaniya xwe Gulîzarê hat Qamiþlo. Di vê carê de jî, gelek pêmayê bav û kalan, ji windabûnê dahev û bi xwe re bir .. Di vê hatinê de, min jê pirsî, gelo te zargotina kurdên Binxetê çawa dît ?

Li min vegerand û got : Behreke, min qurtek av jê vexwar û va ez tî vedigerim...
Di sala 1988 an de, careke din ew û xwîþka xwe Cemîla Celîl hatin nav kurdên Binxetê/ Cizîrê. Di vê gerê de jî, gelek stran, metelok, nifir, û destnivîs bi xwe re birin...Di pey van hatinan re, me gelek carên din jî hev dît... Di van hersê caran de, ez pêre bûm, hem jî, ez jê fêrî danheva zargotina kurdî bûm.. Wiha bi saya wî, hezkirina zimanê kurdi bi min re mezin bû..Roja îro, ez wî wek mamostayekî ji xwe re dibînim di warê eþq û danheva folklorê kurdî de û her dem ez vê yekê tînim zaman.

Bi helkeftina ku di roja 26/11/2006 an de Dr. Celîlê Celîl derbasî temenê xwe yê 70 salî dibe, kefxweþ dibim ku van gotinan derbarî jiyan û xebata wî, ji xwendevanên gelê xwe re raxînim ber çavan. Ji ber ku ev nivîsandin ji min tê xwestin, berî gelek kesên din. Ez ji gelekan bêtir serwextî jiyan, kar û xebata wî me û ji hingê ve pêwendiyên min di gel wî hene ...

Fermo hin ji nameya wî a dawîn ku di roja 20. 11. 2006 ji min re hatiye :
(( Konê Reþ, birazî ! Agirê dilê min ji bona karkirinê hîn gure, apê te xwe kêm nekirye. Maþalla rewþenbîrên me li Sûryayê jî, îro bûne bi hezara û hemû jî xizmeta xwe ji bona çand û civaka me bi xurtî kar dikin.

Xûþk û birayên hêja ji Kurdistana rojava "Biçûk" !

Dewra xizmeta we mezine, we bi hêz û camêrîya xwe, kurdperwerîya helal li ber xwe vekirye. Ez meþa we li ser wê rîya ronak pîroz dikim.

Celîlê Celîl / Wîena 20.11.2006 ))

Wek ku diyare, Kurdistan bi çiyayên xwe, hem jî bi þoreþ û serhildanên xelkên xwe navdar e...Û tevî qedexebûna zimanê kurdî, perçebûn û bindestiya gelê kurd, gelek lehengên bi nav û deng, di warê nivîsîna bi zimanê kurdî, hunandina helbestê, folklor û weþandina kovar û rojnameyan de, di nav gelê kurd de hatine xuya kirin...

Eger Bedirxanî di vî warî de ji pêþengan têne jimartin, belê gelek malbatên din jî hene, wan jî di bin þert û mercên çetîn û dijwar de li ber xwe dane û navê xwe bi mêranî di dîroka kurdan de nivîsandine. Mirov dikare ji wan malbatan malbata Casimê Celîl jî bi nav bike; Ev malbata Kurd, bi ola xwe Êzîdî, di sirgûnê de, 70 salî bi berdewamî xizmet di ber ziman, dîrok, zargotin, çand û medya kurdî de kiriye..û hejî neferên wê, bi berdewamî di vê kêferatê de li ber xwe didin..

Mebesta min ji van gotinan; Eve ku di 26.11.2006 an de Dr. Celîlê Celîl yê ku yeke ji vê malbatê, derbasî temenê xwe yê 70 salî dibe.

Evê ku bi dehan pirtûk li dor kêþeya gelê xwe nivîsandine, bi sedan gotar belav kirine û bi hezaran çîrok, çîvanok, metelok, yarî û lîstikên folklorî ji windabûnê parastine, dane hev û çapkirine ...

Ji mafê wi ye ku em di saxiya wî de, vê 70 saliya wî lê pîroz bikin, û pêre beþdariya vêxistina 70 mûmî bibin, hem jî pêre wan mûman bi temirînin..Di gel ku em jiyaneke xweþ, geþ û dirêj di bextiyariyê de jêre bixwazin.

Dr. Celîlê Casimê Celîl Kiye ?

Prof.Dr. Celîlê Celîl kurê Casimê Celil e : 1908 - 1998, ( Yê ku ji rewþenbîrên sereke bû di nav kurdên Sovyêta berê de û tê hejmartin ji ronakbîrên pêþîn, yên ku bingehê rewþenbîriya kurdî di Sovyêta berê de danîne. Ew di roja 24.10.1998 an de, li Yerîvanê, komara Ermenistanê çûye ber dilovaniya Xwedê ).

Celîlê Celîl, di roja 26 ê meha yanzdan, sala 1936 an de, li bajarê Yêrêvanê Ji dayika xwe çêbûye. Ji ber ku dê û bavê wî, sêvî bûn û li sêwîxanê mezin bibûn, wan xwandina xwe a pêþin li wir girtibûn, ji ber wê jî jîyan û karê wan bi bajarê Yêrêvanê ve hatibû girêdan, ango bibûn bajari û zarokên wan bajarî xwedî bûn.

Mala Casimê Celil ji þeþ kesan pêk dihat : Casimê Celîl û kebaniya xwe Xanima Celîl û her çar zarokên xwe : Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Cemîla Celîl û Zîna Celîl. Ji ber ku kurdîtî li bal wan gelekî xurt bû, mala Casimê Celil li Yêrêvanê, di nava behra ermenîyan de wek dibistanek kurdî bû.. Û wiha jî xwe parastîye. Ji destpêkê ve karê Casimê Celil bi jîyana rewþenbîriya kurdî ve girêdayî bû, dergehe mala wî her dem li ber çûn û hatina kurdan, vekirî bû.

Vê malbatê ji roja roj de, Kurdîbûna xwe eþkere kiriye, veneþartiye û kêm jî nekirye. Ew pirtûkên kurdî yên pêþîn, ewên ku di salên 30-î de li Yêrêvanê çap dibûn, li ber destê Casimê Celil amadeyî çapê dibûn û di pirtûkxaneya mala wî de cî digirtin.

Casimê Celil, evîndarê pirtûkan bû. Bi taybetî pirtûkên ku qala kurdan dikirin, yan jî ku bi zimanê kurdî bana...

Û wiha Celîlê Celîl di gel birayê xwe yê mezin Ordîxanê Celîl û hedû xwîþkên xwe Cemîla û Zînê, di vê mala kurdperwer de hatin xwedî kirin, mezin bûn û di jîyana xwe de li ser rîya xizmeta çand û zanistiya kurdîtiyê fêrbûn û xwe ji vê rêkê dûr nexistin...

Celîlê Celîl di dibistana seretayî de, deh salan li Yêrêvanê ( 1944 - 1954 ) bi zimanê ermenî, xwendiye, di pey re, di navbera ( 1954 -1959 ). Li ûnîvêrsîtêta dewletê, a Yêrêvanê di fakûlta dîrokê de berdewamî kiriye.. Li ûnîvêrsîtê, di konfêransên komala zanistiyê a xwendekaran de li ser dîrok û çanda kurdan wek lêkolîner gelek axaftin kirine...

Di sala 1959 de, piþtî xwandina bilind, berê xwe daye bajarê Lênîngradê, înstîtûta Rohilatnasîyê, ji bona xwendina li aspîrantûrayê û wiha têza xwe a doktorayê bi navê ( Serhildanên kurdan yên azadarîyê di salên 1850 -1880 an de ) , di sala 1963 an de wergirtiye. Di sala 1964an de, vegeryaye Yêrêvanê û li înstîtûta rohilatnasîyê heta sala 1992 an, wek kurdzan kar kirye. Di Sala 1991 de li Moskvayê têza profêsoriyê ( hebîlitation ) parastiye. Çend salan li ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye ser navê Davît Anhaxt dersên kurdologîyê daye wek: Dîroka kurdan, Dîroka rojnamagîrya kurdî, êtnologîya kurdî û yên mayîn. Ji sala 1992 heta niha, li Awstryayê cîware. Ji sala 1994-a heta niha li Ûnîvêrsîtêta bajarê Wîenayê wek kurdzan, ser ziman, dîrok, çand û edebyeta kurdî kar dike û dersan dide. Di Akadêmîya zanistiyê de, çend salan lêkolînên xwe li ser kurdzanîyê bi berdewamî kar kirye. Di înstîtûta Pêdagogîyê de, ji bona amadekirina mamostayên zimanê kurdî, wek kurdolog û dîroknas du sêmêstran dersan daye...

Lê belê ji ber ku di mala wan de evîndarîya mezin ser çanda, ziman, folklora kurdî, dîyanet û êtnologîya kurdî bi firehî hebû, wî karê xwe ya lêkolînê li ser van mijaran jî berfire kirye.

Li akadêmîya zanistîya Ermenistanê dema ku karê xwe li ser dîroka kurdî ya sedsalîya 19 û destpêka sedsala 20 dikir, rastî gelek astengan hatiye. Hebûna zanîyarên ermenîya, yên ku lêkolînên xwe li ser bûyarên wan sedsalîya dinivîsandin, bi çavê dostanîyê li ser dîrokan kurdan nedinerîn. Ji ber wê jî, rê li ber dihat digirtin û tim rexne lê dihatin kirin... Nedihîþtin lêkolînên xwe li Ermenistanê bi weþîne. Li piþt wan kesan çend kurdên hesûd û zikreþ hebûn, ji nivîskarên ermenan re bibûn pal û piþt. Ji ber vê jî nivîsarên wî yên dîrokî li dervî Ermenistanê dihatin çapkirin, û bi taybetî li Moskvayê û Lênîngradê, ango Sankt-Pêtêrsbûrg. Û vê yekê ew aciz dikir, û gelek bele jêre çêdikirin, ta ku hina êrîþî wî dikir... Wî jî ji bona ku nêrvên xwe biparêze, heftê du rojan; Þemîyê û yekþemê diçû gundên kurdan; Çîrok, stran û destan didanhev û dinivîsandin... Paþê, di salên heyþtêyî de, dema rê li ber vebû, sê caran ( 1982, 1985, 1988 ) bi demên dirêj, berê xwe daye nav kurdên Sûryayê û lêkolînên xwe li ser çand û folklorê wan berdewam kiriye...û wiha wî li ser matêryalên civandî li Sûryê, sê cild amade kirine. Akadêmîya Ermenistanê, bi tenê cildek ji wan berevokan bi navê ( Zargotina kurdên Sûrîyê ) çap kiriye û hew..

Prof. Celîlê Celîl gelek lêkolînên li ser dîroka kurdan wek pirtûk weþandine ji wan : Serhildana kurdan li sala 1880, Kurd li împeratoriya Osmanyê di nava sedsalîya XIX ya pêþinda“, Ji dîroka jîyana kurdan a gelêrî û sîyasî di dawîya sedsalîya XIX - despêka sedsalîya XX“, Dîroka têkoþînên kurdan li sedsalîya XIX – X ( tevî çend dîroknasên sovêta berê ), Rewþa têkoþîna kurdan li dewra nûda“ ( tevî çend dîroknasan ). Ev pirtûk vekirî nehate firotin, her tenê dayîre û îdarên zanistî û sîyasî li hemû komarên Sovyêtê û wezarata wergirtin. Ji sedî zêdetir gotarên zanistî li ser cure - cûrên pirsên dîroka kurdan di kovarên zanîyarîyê de li Sovêtê çap û belav kirine.

Ji salên 70-î de, dest bi civandin û lêkolînan kiriye, li ser qewl û beytên êzîdîyan. Di vî warî de jî, bi ser ketiye. Wî dor 200 nimûneyên qewl, beyt û duayên êzîdîyan civandine û cildekî kamil ji 700 rûperî amadekirye. Dor 50 qewl û beyt di du berevokan de weþandiye. Li ser vê jî hinek “Rewþenbîrên” kurd eciz bûne...?! Wekî „Celîlê Celîl bi propaganda dîyanetê mijûle“...

Li ser ola êzîdîyan çend gotarên zanistî, çap kirine û di kovarên zanistî de belav bûne. Baldarya wî li ser sûfîzmê jî heye wek: Hûsêînî Helac, Îbrahîm Edhem, Huceta di navbera erd û esman de û yên mayîn. Du sê nivîsarên wî yên din jî hene hêj çap nebûne.

Dema wî li Sûryayê lêkolînên xwe dikirin, destnivîsên kurdî bala wî dikiþandin ser xwe, û wiha wî çend destnivîs dane hev wek : ( Þêxê Senan ) a Feqîyê Teyra, ku bi hunera nezîrîyê ( Munazere ) hatibû nivîsandin, wî ew destnivîs bi þertên zanistî û berhevdana sê destxetên nû çap kiriye. Ya dinê ( Seyfelmulukê ) bû a Sîyahpûþ, ku nivîsara wî heta hingê nehatibû çapkirin. Wî ew destnivîs ji ser asasê çar nimûneyên cuda-cuda kamil kir û çap kir.

Di gera xwe de, ew pêrgî destnivîsên gelek hilbestên hilbestvanên kurdên ku hîn nehatine naskirin bûye, wî helbestên wan civandine û di berevokekê de, bi navê ( Keshkûla Kurmancî ) weþandine. Têde 70 - 80 hilbestên nû hene yên 30î zêdetir hilbestvanên Kurdan. Pêre jî sê poêm : ( Hespê reþ ), ( þerê Sîsêbanê ) û ( Dimdim ), ku þaxine nû bûn, wî ew ji arþîva destnivîsên lênîngradê peyda kiribûn, û di vê berevokêda belav kirine.

Berevokek (Sêzde rûpelên balkêþ ji dîroka kurdan) weþandiye, ku ji her 13 nivîsar-lêkolînên wî ava bibû. Bingehê van nivîsara dokumêntên nû yên balkêþ in, ji dîrok û çanda gelê kurdin.

Di karkirina Dr. Celîlê Celîl a zanyarîyî de, zargotina kurdan cîhekî berfire girtye û karê wî bi pêþde biriye, wî tevî birayê xwe profêsorê ûnîvêrsîtêta Sankt Pêtêrbûrgê Ordîxanê Celîl û xûþka xwe a mûzîkar Cemîla Celîl li ser vê bergehê dora bîst pirtûk-berevokên zargotina kurdan çapkirine, yên ku li ser bingeha zanistyê hatibûn civandin û derskirin û çend pirtûk bi wergera xûþka wî Zîna Celîl hatine wergerandin ser zimanê rûsî û lîtvanî û çap bûne.

Hêjayî gotinêye ku Dr. Celîlê Celîl li ser bingeha bîblîotêka mala xwe, li ser navê bavê xwe, Casimê Celîl Bîblîografîyekî stûr ( ji 535 rûpera ) ji weþanên kurdên Ermenistanê amade kiriye.

Pirtûkên Dr. Celîlê Celîl bi gelek zimana hatine wergerandin wek : Soranî, Kurmancî, Erebî, Turkî, Farisî, Ermenî, Rûsî, Lîtwanî, Almanî û hin ji wan du car û sê car hatine çapkirin.

Ji pirtûkên herî þîrin ber dilê wî, pirtûka ku li ser serhildana Sêx Ubêydûllayê Þemdînanî ye... Ev pirtûka ku pêþmergên Kurdistanê di salên serhildanê de, di þikeftên çîyayên Kurdistanê weþandibûn û di nav xwe bela di kirin û di xwendin.

Pirtûk - lêkolînên wî yên nû, ku amadene ji çap kirine re gelekin.

Di van salan dawîn de, çalakiyên wî yên zanyarî bi berdewamî, bi zimanê kurdî, rûsî û almanî têne weþandin.

Dr. Celîlê Celîl dibêje : ( Karê min yê kurdologîyê belkî zêde bi berhem nebûya, heger atmosfêra mala me ser evîndarî û parastina dîrok, ziman û çanda kurdî nebûye. Di karê me yê zanîyarîyê da dewra mezin a dê û bavê min Casimê Celîl û Xanima Celîl, piþtovanîya birayê min Ordîxanê Celîl û xûþkên min Cemîla Celîl û Zîna Celîl gekekî hebû..)

Dr. Celîlê Celîl, salên dirêj li Ermenistanê, li hevalbendîya zanistiyê ya, rex sêntral komîtê a partîya Ermenistanê berpirsyarê para kurdzanîyê bû. Hem jî salên dirêj li ( Hevalbendîya evîndarên pirtûkê ), bûye serokê beþê kurdî. Bi alîkarîya vê hevalbendîyê wî pirtûkeke bîblîografîyayê ya biçûk, bi sernivîsara ( Pirtûkên kurdî li Ermenistanê ) çap kirye.

Di sala 1979 de, bi pêþnîyara beþa kurdî a akadêmîya zanîyarîyêyê li Bexdayê, ji bona karên wî yên bi nirx û giranbaha di pileya kurdzanîyê de, navê endametiya þerefê ( Andam miqaledarê akadêmîya Zanistîya Îraqê ) dane wî û birayê wî Ordîxanê Celîl. Hem lî ew andemê PEN klûbê ye û çend salan li serkirdatyia wê de cî girtiye... Her wiha ew andamê înstîtûta kurdî ya Parîsê ye, û andamê hevalbendiya nivîskarên Ermenistanê ye.

Di sala 1994an de, li Vîenayê, tevî çend hevalên xwe înstîtûta kurdzanîyê ava kirine û ji roja damezirandina wê ve û ta roja îro ew serokê wê institutê ye...înstîtûtê heta niha dor 10-12 pirtûkan li ser dîrok, edebyet û çanda kurdî weþandiye.

BÝBLÝOGRAFÝYA PÝRTÛKÊN DR. CELÎLÊ CELÎL

1. Serhildana kurdan li sala 1880: Moskva 1966. ( Bi zimanê rûsî ). Her wiha di sala 1979 de bi zimanê erebî û sala 1987. (Bi kurdîya soranî li Bexdad, di sala 1992 an de li Stokholim û di sala 1998 an de li bi Tirkî
2. Çîr û çîvanokên kurdî: Yêrêvan 1971. ( Bi zimanê ermenî ).
3. Mesele û metelokên kurda: Tevî Ordîxanê Celîl. Moskva 1972. Bi zimanê kurdî û rûsî. Û li Zürixê 1976. ( Bi zimanê kurdî ).
4. Gulçin. Tevî Ordîxanê Celîl: Yêrêvan 1972. ( Bi zimanê kurdî ). Her ew. Dihok 1985. Bi tîpên erebî.
5. ( Kurdên împêratorya Osmanîyê li nîveka pêþîn ya sedsalya XIX. ). Moskva 1973. ( Bi zimanê rûsî ). Her ew. Kurdekanî împêryatoryatî Osmanî. Bexda 1987. (Bi kurdîya soranî). Her ew. Min tarix el-emarat fi el-embiryetoryet al-Osmanîyet. Dumiþiq 1987. ( Bi zimanê erebî ) Her ew. Anqara 1992. (Bi zimanê turkî. Her ew. Kurdekanî împêryatoryatî Osmanî. Swêdên1996. ( Bi kurdîya soranî ). Her ew. Kurdehayî Empêryatorî Osmanî. Têhran 1381. ( Bi zimanê ).
6. Çîrokê cimeta kurda.Tevî Ordîxanê Celîl. Yêrêvan 1974. ( Bi zimanê kurdî ).
7. ( Sîyarê bahozê ). Amadeker û werger Zîna Celîl û Algîrdas Alyonîs. Vîlnîûs 1977. ( Bi zimanê Lîtvanî ).
8. Zargotina kurda. Tevî Ordîxanê Celîl. Cilda I, II. Moskva 1978.
9. Zargotina kurda. Tevî Ordîxanê Celîl. Cilda 1. Yêrêvan 1978.
10. Kirdakan gîrki Hayastanûm, 1930-1980. ( Pirtûkên kurdî li li salên 1930 - 1980 ). Yêrêvan 1981. ( Bi zimanê kurdî, ermenî ).
11. Qisaed min el-folklor el-kurdî. Tevî Ordîxanê Celîl Beyrût 1982. ( Bi zimanê erebî ).
12. Zargotina kurda. Tevî Ordîxanê Celîl. Cilda 2. Yêrêvan 1982.
13. Nehzet el-ekrad el-siqafîyet we el-qewmîyet ( Nihayet e l- qurn el - eþir bidayet el-qurn el-eþrîn. ( Dumþiq ) 1984. ( Bi zimanê erebî ). Her ew. Jîyana rewþenbîrî û sîyasî ya kurdan ( Di dawîya sedsala 19 - a û 20 - ada ). Swedên Ûppsala 1985. ( Bi kurmancî ). Her ew. Nehzet el - ekrad el-siqafîyet we el -. ( Fî el - qurn e l- tase eþir bidayet el - qurn el - eþrîn ). Beyrût 1986. ( Bi zimanê erebî ). Her ew. Hendê sîmayî jîyanî û sîyasî û kultûrî kurd le kotayê sedeyî nozdeyem û seretayî sedeyî bîstemda. Stokholm 1993. (Bi kurdîya soranî). Her ew. Îz îstorîî 351;çestvênno - polîtîçêskoy jîznî kurdov v kontsê XIX - naçalê XX vv. Sankt-Pêtêrbûrg 1997. ( Bi zimanê rûsî ). Her ew. Bujaneweyî roþenbîrî û neteweyî kurd. Kotayîyê sedeyî nozdeyem-seretayî sedeyî bîstem. Suleymanî 2000. ( Bi kurdîya soranî ). Her ew. Kurd aydinlanmasi. Stenbol 2001. ( Bi zimanê turkî ).
14. Gulançkzêrîn. Zargotina kurda. Tevî Ordîxanê Celîl. Yêrêvan 1984.
15. Zargotina kurdê Sûryaê. Poêzîya. Yêrêva 1985. Her ew. Bi tîpên latînî. Swêdên, Uppsala 1989.
16. Têkoþîna kurda li dema nû û nûjenda. Tevî hevkara). Moskva 1987. ( Bi zimanê rûsî ). Her ew. Yênî ve yakin çaxda kürt hereketî. Swêdên 1991. (Bi zimanê turkî). Her ew. El-hereket el-kurdîye fî el-etr el-hedîs. Beyrût 1992. ( Bi zimanê erebî ). Her ew. Yênî ve yakin çaxda kürt sîyaset tarîhî. Stenbol 1998. ( Bi zimanê turkî ).
17. Avsûnên kurdî. Tevî Ordîxanê Celîl û Zîna Celîl. Vîlnyûs 1987. ( Bi zimanê lîtvanî ).
18. Kurdên Ermenistana Sovêtîyê. Bîblîografîya 1920-1980). Yêrêvan 1987. ( Bi zimanê kurdî, ermenî û rûsî ).
19. Çîrok lêgênd û efsûnên kurdî. Tevî Ordîxanê Celîl û Zîna
Celîl. Moskva 1989. ( Bi zimanê rûsî ). Her ew, ( parçek ). Mixtarat min asatîr û hikayat þerqîye. Heleb 1996. ( Bi zimanê erebî )
20. Mesele û metelokê gelê kurda. Tevî Ordîxanê Celîl. Yêrêvan 1991.
Her ew. Wîen 2005. ( Bi tîpê latînî ).
21. Çîrokên kurdî. Tevî Ordîxanê Celîl. Frankfûrt 1993. ( Bi zimanê almanî ).
22. Destanên kurdî. Tevî Ordîxanê Celîl. Stenbol 1994.
23. Zargotina kurdan. Tevî Ordîxanê Celîl. Cilda I. Swêden, Bromma 1995.
24. Dîwaro terame – bûkê, tu guhdar be. Hewlêr 1999. Her ew 2000. ( Bi zimanê turkî û kurdî ).li Stenbolê.
25. Avtobîografîya Ebdulrizaq Bedirxan. Berlîn 1999. Her ew. Dihok 1999. Her ew. Biqet zu’e min mezkerat Ebdulrizaq Bedirxan. Bêrlîn 2000. ( Bi zimanê erebî ). Her ew. Abdulrizaq Bedirxan Otobîyografya.
Îstanbûl 2000. ( Bi zimanê turkî û kurdî ) ,Her ew Bîrewerîyê Bedirxan. Hewlêr ( 2001 ). ( Bi kurdîya soranî ).
26. Sîyapûþ, Seyfulmuluk. ( Dastan ). Wîen 2000. (Bi tîpên latînî).
27. Sîyapûþ, Seyfulmuluk. ( Dastan ). Wîen 2000. (Bi tîpên erebî).
28. Sêzde rûpelên balkêþ ji dîroka gelê kurd. Wîen 2002.
29. Feqîyê Teyran þêxê Sen’anîya. ( nezîrîye ). Wîen 2003.
30. Keþkûla kurmancî. Sedsalîya X-XX. 2004.


Konê Reþ
Dema þandina nivîsê... Qamiþlo 21.11.2006



Konê Reþ
Rojavayê Kurdistan.
Bajarê Qamiþlo, 26.11.2006



Konê Reþ

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=339