PÊWÎSTE EM FÊRÎ SERSAL Û SALNAMA XWE A KURDÎ BÝBÝN !
M. Þerif MÜÞTAK
PÊWÎSTE EM FÊRÎ SERSAL Û SALNAMA XWE A KURDÎ BÝBÝN !
Dibê ko ev sernivîs ji bo hindek xwendevan ne balkþ bê, lê ez bi xwe nîvîsê bi sernivîsê giring di bînim. Mebest ji bo giring bûna naveroka nivîsê ye. Bila bibê kurte înformasyonek ji bo tavayên xwendevanên ji salnama Kurdî bê agehin, bila bibin xwedî agahdarî.
Teknîka îro dinya piçûk kirîye. Îro li cîhanê kî di teknîkê de xurt bê, ew alî xurte. Kî bêhtir Tv, Radyo, Rojname, internet,.., Telekomînîkasyon û hw. bêhtir hebin, ew alî di cîhanê de xwe nîþan didê, dikarê xwe ji bo her kesî bikê nîqaþ. Ev dibin sedem ko tesîrek xweya baþ li tevayê capemenîya cîhanê bikin. Hingê gelek derdorên cihanê di kevin bin tesîrekê de ko xwe weke wan bi rêk û pêk dikin.
Di vî warê teknîk a capemenîyê de gelê Kurd, ji gelên dinya yê gelekan bêhtir bi paþ de maye. Sedem jî ber bi cavin. Em Kurd haya me ji me neyî, tiþtên ji bo xwe em zu ji bîrdikin, hînî tiþtên bîyanîya dibin. Sedema Salnama Kurdî, sersala Kurda û bîyanîya jî bi kurtayî eve.
Mebesta min ne teknîk e. Mebesta min "Salnama Kurdî" ye. Îro cîhan ber bi sersala xwe ya nû a 2005 diçê. Tv û tevayê çapemenî a Ewrupa bi "Nîkolauss" mijûle. Zarok xwe li kolanan hiltavêjin, ji xwe re teqteqokan di kirin, karbara sersala xwe dikin.
Ji gelek Kurda weye ko ev sersal, sersala Kurdaye jî. Bi taybet kurdên li Ewrupa, sersala xwe weke sersala Ewrupîya nas dikin. Lê sersala kurda cida ye Di rojhilata navîn de Kurd, Faris û hin gelên dî vê sersalê di 21 Adarê de pîrozdikin. Ev roj, roja "NEWROZ" ê ye. Newroz rastî damezirandina dewleta Kurd a MEDYA tê. Ew dewlet, di sala 612 de berî Zayînê hatîye damezrandin. Ew mêjû di eynî demê de destpêka salnama kurdî ye û rastî 1 ê Adarê tê. Di yekê Adarê de demsal tê guherandin, Zivistan ( Jivistan ) di qedê, Bihar dest pê dikê û di vê mihêda dirêj bûna roja di domînê.
Di nav rewþenbîrê kurdan de li ser destpêka sal û mehan, di nêrîn hene. Li gora nêrînekê salnama kurdî berî zayînê ji sala 700 î destpê dikê.
Sersal 1 ê Adarê ye. Mehên bihar û havînê 31 rojin. Meha jivistanê a sibatê (28 roje) ne têda. Her mehek peyîz û jivistan ê 30 rojin. Li gora nêrîn a din jî destpêka salnamê, ji sala 612 ê berî zayînê destpêdikê. Her meha kurdî rastî 21 ê meha zayînî tê.
Li vê gorê mehên rêbendan ( Çilê pêþî û çilê paþî ), Adar, Gulan, Tîrmeh, Gelawêj ( Tebax ), Kewcêr ( Cirîya Pêþîn an cotmih ) û Berfanbarê 31 rojin. Reþemî 28 ( Sibat ) roj ek ne têda. Yên din Nîsan ( Avrêl ) ev nav ji zimanê Asûrî hatîye. Navê rastî Avrêl e. Pûþper ( Hezîran ), Rezber ( Êlûn ) û çirîya paþîn ( Mijdar an sermawez ) 30 rojin. Li gora herdu nêrînan jî, sala Kurdî 365 rojin û ji çar sala carekê dibê 366 roj. Navên mihên Kurdî li gorî devok û aborî a dem sale tê bi karanîn. Di bingeha xwe de li herêmên Kurdistanê navên mihê salê kêm zêde weke hev tên bi karanîn.
Li baþûrê kurdistanê salnama Kurdî ji sala 700 î a berî Zayînê tê destpêkirin. Kurd li hin herêmên Kurdistanê, salnama xwe berî Zayinê 612 an didin destpêkirin.
Weke tê zanîn, sala 612 ê berî Zayînê bi dest xwe xistina Nînowa ye. Dewleta Kurd a MED Nînowa vegirt. Bi dest xistina Nînowa dewleta MED gelekî fereh bû û gihiþt derînca împeretorîyê.
Vêca li gora nêrînekê destpêka salnamê, divê di vê salê de bê. Lê li gora dîtina din, ji ber ko dewleta MED di sala 700 î ya berî Zayînê de ava bûye, divê destpêka salnamê jî ji vê tarîxê bête destpêkirin.
Be guman tu miçilgeyek ( îdîa ) mi nîne ko ez bêjin ev an ew tarîx, divê weke destpêka salnamê bête pejirandin. Ko pêþerojê, pisporên vê mijarê li ser tarîxekê bigihêjin nêrînekê, bê þik ez jî wê nêrînê bi pejirênin.
Bremen, 25.12.2004
M. Þerif MÜÞTAK
Serif.muestak@gmx.de
|
|
Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com
Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=330
|