HUKUMETA ALMANYA DI BÊBEXTIYA XWE YA LI DIJÎ KURDAN DE BI ÎSRAR BERDEWAM DIKE
FÛAD SÎPAN (AKPINAR)
Almanya, 12.04.2004
Zagona Almanya derbarê mafên mirovan de wiha dibêje ”Die Würde des Menschen ist unantastbar” (nabe tikes dest bavêje rûmeta mirov). Ev gotin di Zagona Almanya di paragrafa yekem de hatiye nivîsandin. Di vir de qala mirovan têye kirin. Yanê ne qala Almanan û ne jî qala Ewropiyan têye kirin. Loma mirov nikare bêje, ku ev gotin tenê ji Almanan re derbas dibe. Bê guman ev gotin ne bi hêsanî kete zagona Almanya. Ev Zagona Almanya di pê þerê cihanê yê duwemîn di 23.05.1949 de bi saya Amerîka û hevpeymanan hatiye danîn. Amerîka û Almanya di pê þerê cihanê yê duwemîn re xwestin, ku zagoneke wisa demokratîk avabikin, ku bila dîrok ji bo Almanan careke din dubare nebe. Bê guman, ji sala 1949an virde, Almanya di warê aborî û demokrasiyê de gelek pêþde çûye.
Almanya di salên 60 û 70ê de ji gelek welatan û bi taybetî bi sedhezaran karker ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo kar anîn. Ev nêzîkî 40 sal e, ku bi sedhezaran Kurd jî li Almanya dixebitin û ji bo pêþdeçûna aboriya Almanya bacê didin dewletê. Hukumetên Almanya heta niha di pirsa Kurdan de ji bilî mafên mirovan pêve nefikiriye. Li ber çavên Almanya jî Kurd ne millet in û mafên wan yê neteweyî tuneye. Hukumeta Almanya jî wek dewletên Ewropa tenê di çerçova mafên mirovan de li pirsê dinêrin.
Me Kurdan jî di salên 80 û 90î de bawer dikir, ku Partiya Sosyaldemokrat û Partiya Keskan di pirsa Kurdan de pozîtîv difikirin û ger ew werin ser text dê li ser rêjîmên Rojhilata Navîn siyaseteke wisa bimeþînin, ku pirsa Kurdan jî çareser bibe. Ev daxwaza me Kurdan bû xewn û xeyal. Hukumeta Sosyaldemokrat û ya Keskan ji yên din bêbexttir derketin. Ew niha ji rêjîma Tirkiyê, Îranê û Sûriyê re xizmetê dikin.
Wezîrê derve yê Almanya Joschka Fischer ji bo Kurdan tiliya xwe xwar nake. Min di pirsa komkujiya(qetliyama) Qamîþlo û derên din de li Baþûr-Rojavayê Kurdistanê bi dehan caran ji wezareta Almanya ya derve re telefon kir û ji wan rica kir, ew derbarê rêjîma Sûriyê de agahdar kirin û ji wan xwest, ku bi rêjîma Sûriyê ve têkilî çê bikin û zor bidin ser wan, da ku ew siyaseta xwe der mafên Kurdan de biguhêrin û pêþî li qetliyamên mezin li dijî Kurdan bigirin. Her car bersiv wiha dihate dayîn ”Me wezîrê derve agahdar kir, çi hewce be, dê bike”. Di dawî de êdî mecbûr man bi destê Claudia Roth daxuyaniyeke sexte dan.
Claudia Roth di 17.03.2004an de daxuyaniyek da, ku dewleta Sûriyê di pirsa sedema kuþtina Kurdan de bi awayekî acîl bersivê bide. Û Claudia Roth di 25.03.2004an de bi serokê balyozxana Sûriyê Mohammed Walid Hezbor re hate ba hev û jê xwest, ku serokê balyozxana dewleta El-Mixaberat ji hukumeta xwe re bêje, ku pirsa nasnama ji bo Kurdan çareser bikin. Eger Claudia Roth di pirsa Kurdan de durist bûya, dê ji Hukumeta xwe jî daxwaz bikira, ku ew zor bidin ser rêjîma Sûriyê, da ku rêjîma Sûriyê lingên xwe topî serê xwe bike.
Lê him Claudia Roth û him jî Hukumeta Almanya bi vî karî dixwazin þerbetê bidin ber devê Kurdan û bi vî awayî dilê Kurdan bigirin, da ku Kurd ji siyaseta wan bawer bikin, ku ew bi van karan qîmetê didin Kurdan.
Di wan rojan de Almanek li Iraqê hate kuþtin, Joschka Fischerê börekçî di daxuyaniya xwe de qiyamet rakir. Lê bi sedan Kurd li Kurdistanê têne qirkirin, ew dengê xwe nake. Ev bêdengiya Almanya gelo ji bo çi ye? Ez ji Hukumeta Almanya û ji wezareta Almanya dipirsim? Û ew mecbûr in bersiva min bidin.
Bila Hukumeta Almanya vî tiþtî baþ bizanibe, ku me komkujiya Helebçe bi gazê Almanya ji bîr nekiriye û emê ji Almanya hesab jî bixwezin. Bila Almanya ewqas bi mezinbûna xwe nefire. Em Kurd êdî li Almanya quwetek mezin û siyasî ne, û dizanin çawa ji Almanya di warê demokrasiyê de hesab jî bixwezin.
Têye gotin, ku serokwezîrê Almanya Gerhard Schröder û wezîrê derve Joschka Fischer û hin siyasetmedarên Almanya yên din ji dewleta Tirk û ji dewleta Sûriyê ruþwetan digirin. Ji bo ruþwetan li hin welatan hesab ji xwe re vekirine û her carê bi milyonan pere diherin ser hesabên wan. Îdîayên wiha têne gotin, çiqas rast in? Ez jî nizanim. Pir mixabin, ku îspata ez bidim tuneye. Çumkî tiþtên wiha pir dizî têne girtin, loma îspatkirin jî ne hêsan e. Lê ez bawer dikim, dê rojekê her tiþt wek mesela Helmut Kohl derkeve meydanê.
Ger mirov hinekê þûnde here û li dîroka Hukumeta Helmut Kohl binêre, têde rastiyê dibîne, ku gelek siyasetmedarên Almanya ji bo peran xwe çawa? Firotine, dibîne. Pirsa ruþwetan di dema Hukumeta Kohl de êdî wisa eþkere ye, ku tukes nikare veþêre. Eger pirsa ruþwetan neba dê di meha gulanê de di hilbijartinên ji bo serokkomarê Almanya de Helmut Kohl sedî sed biba serokkomar. Ji ber ku navê Wolfgang Schäuble jî di pirsa ruþwetan de derbas bû, loma partiya CDU nikaribû W. Schäuble ji bo serokkomarê Almanya pêþniyar bike û Partiya Lîberal FDP pê îqna bike.
Di dema hukumeta Helmut Kohl de þîrketên Firansa Leuner û Elf-Aciten bi milyonan ruþwet dane Kohl. Der mafê Helmut Kohl de tahkîkat hate kirin, lê di dawî de dosya bi qanûna 51î ya cezayê ve hate girêdan û bi peran dosya hate girtin. Yanê Helmut Kohl bi peredayînê got, ez sûcdar im, lê ji ber ku rewþ wisa tevli hev bû, ku ger mahkeme bihata çêkirin, dê dîroka Hukumetên Almanya tevlihev biba. Loma girtina dosya Helmut Kohl silametiya Almanya bû. Min pirsa ruþwetan di rojnama Die Zeit de, ku li Hamburgê têye weþandin xwend û aqilê min sekinî. Çima? Sawciyek li Augsburgê li dijî Kohl tahkîkat vekriye, loma li dijî sawcî teroreke wisa ji bîrokratên Almanya hatiye kirin û wî di dawî de karê xwe berda û niha çi? Karî dike ez nizanim.
Ez loma li ser van bûyeran dinivîsînim, çimkî siyasetmedarên Almanya yên wek Gerhard Schröder û Joschka Fischer mirovên tazî û birçî ne, ger ew li ser qedera Kurdan ji dijminên Kurdan ruþwetan bistînin, ez ecêbmayî namînim. Gerhard Schröder bi xwe çînîker e (porselankar) û Joschka Fischer jî li Frankfurtê þoforê teksiyên ber derê meydana Tirênê bû. Armanca min ne ew e, ku çînîker û þoforên teksiyan xerab bikim. Kî dibe bila bibe, yên bi keda xwe kar dikin, gotina min jêre nîne. Lê mirovên wek Schröder û Fischer xwe firotine dewletên dîktator, loma ez dixwazim, bila her kes bizanibe, ew ji kûderê tên.?
Hukumeta Almanya ya Sosyaldemokrat û Keskan hevalên Sadam Huseyîn in. Çimkî wan nedixwest Amerîka Sadam ji holê rabike. Berya þer, Sadam soz dabû wan, ku þer çênebe, dê hemû îhalan bide Almanya, Firensa û Rûsiya.
Banga min ji Kurdên ku hemwelatiyên Almanya ne re ew e, ku rayên xwe tu carî nedin partiya Gerhad Schröder (Partiya Sosyaldemokrat) û Joschka Fischer (Partiya Keskan). Çimkî vana oportonîst û xwefiroþ in. Û van tiþtan li ser qedera gelê Kurd dikin.
Çavkanî:
http://www.ftd.de/sp/ak/1014399235783.html
http://www.bild.t-online.de/BTO/jobskarriere/topthemen/erste__jobs__promis/erste__jobs__promis.html
http://www.auswaertiges-amt.de/www/de/ausgabe_archiv?archiv_id=5498
http://www.auswaertiges-amt.de/www/de/ausgabe_archiv?archiv_id=5528
http://www.zeit.de/archiv/2001/28/200128_leuna.xml
http://www.zeit.de/archiv/2001/28/200128_ein_abgrund.xml
|
|
Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com
Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=175
|