PAÞAYÊN EHMEQAN DÎSA WEK HERDEM KURDAN TEHDÎDT DIKIN

FÛAD SÎPAN
(FUAT AKPINAR)

Almanya, 17.01.2004


Tirk dema qala generalê xwe dikin, dibêjin Paþa. Paþa wiha bû, Paþa wiha çû, Paþa wiha got, Paþa wiha kir û hwd. Û pesnê Paþayên xwe didin, wan mezin dikin û gava qala wan li cem Tirkan têye kirin, ji devê wan girêz ji jor de têye xwarê.

Gotina paþatiyê ji dema Împaratoriya Osmaniyan tê û di wê demê de ji bîrokratên mezin û leþkerên ji serhengan jortir re digotin Paþa. Çend mînak: Talat Paþa, Ziya Paþa, Nazýr Paþa. Vali Paþa. û hwd. (Çavkanî Türkçe Sözlük, TÜRK DÝL KURUMU 1988 No 004363)

Li Tirkiyê tiliya leþkeran ji nava polîtîk û siyasetê der nayê. Leþkerên Tirkan xwe wek bekçiyên qaþo laîqbûnê (li Tirkiyê) dibînin û bi navê laîqbûnê pergala dewleta nehênî (kûr) didomînin. Mirov dibê qey laîqbûn li ser wan hatiye tapo kirin û eger ew ne bin, Tirkiye dê têk here. Leþker hebûna xwe li ser esasên bingeha parastinê didomînin. Ji pirsa perwerdê bigire heta qanûn û nîzamên guhertinê û hwd ji wan têye xwestin û bê gotina wan li Tirkiyê tiþtek ne çêdibe û ne jî tê guhertin. Ji ber ku siyaseta Tirkan di nava lêvê qaþo Paþa û serleþkeriya Tirkan de ye, loma qaþo Paþayên Tirkan gelên xwe û milletên din ji xwe re wek kole dibînin. Li Tirkiyê xwediyê desthilatiyê (îktidarê) qaþo Paþa û serleþkerê Tirk e.

Aziz Nesin nivîskarekî Tirk e, Alewî ye û li Tirkiyê pir bi navdar e. Ji vir çend sal berê çû ser heqiya xwe. Aziz Nesin di salên 1990î de di gotineke xwe de ji bona Tirkan wiha dibêje:

Tirk sedî þêst ehmeq in

Tirk û bi taybetî çapemeniya Tirkan ji vê gotina wî gelek aciz bûn û rojekî rojnamegerek jê dipirse, dibêje ”Aziz Nesin, gelê Tirk li ser vê gotina te, ku Tirk ji sedî þêst ehmeq in pir êþiyane, divê hûn lêborîna xwe ji gelê Tirk bixwezin”. Aziz Nesin jî li ser vê gotinê bi hêrs wiha dibêje:

Ez lêborîna xwe dixwezim, ku min negotibû Tirk sedî nod û neh ehmeq in.

Azîz Nesîn di van gotinên xwe de ji sedî sed mafdar e, çumkî kesên hovîtiyê, xerabiyê, zilm û zorê, înkariyê bikin, nikarin bibin Paþa. Ew ancax dikarin bibin Paþayên ehmeqan.

Wek Aziz Nesin jî dibêje, Tirk ji sedî þêst û an jî sedî nod û neh ehmeq nebana, dê wan ev kesên ji xwe re dibêjin Paþa û li Piþta wan siwar bûne, wan wek kole û xizmetçî dibînin, ji zû de ji holê rabikirana.
Paþayên ehmeqan van rojana dîsa kîna xwe li dijî Kurdan dirijînin û tehdît dikin, dibêjin, ger li Iraqê Federasyoneke cografî û etnîkî ji bo Kurdan çêbibe, ew dê êriþ bikin û dê pir xwîn bê rijandin.

Paþayê ehmeqan Ýlker Baþbuð di roja 16.01.2004an de daxuyaniyek da û wiha got, "Irak'ta federatif yapý üzerine siyasi yapý kurulursa çok kan dökülür." (li ser esasê federatîf û etnîkî li Iraqê siyasetek ava bibe, dê pir xwûn bê rijandin.)

Lê Paþayên ehmeqa tiþtekî nabînîn, ku gelê Kurd êdî tu car OKKUPATIONA (dagirkerî) wan qebûl nake.

Bila Paþayên ehmeqan êdî baþ bizanibin, ku hindik maye emê zimanê wan kin bikn û Kurdistana Federal di demeke pir nêzîk de li ber çavê wan dê ava bibe. Ji bo Kurdistaneke serbixwe jî ava bibe, dem ne dûr e, êdî ew diçin serên xwe li çiyan, dar û baniyan, keviran û kuçikan, zinaran an jî betonên dîwaran dixin, ew dizanin. Rojên hilweþandina heykelên Mistoyê Beton û ji holêrakirina pergala Kemalîzimê ne dûr in.

Dawiya Paþayên ehmeqan jî qula miþkan e. Dibe, ku ew derfet jî nekeve wan, qula miþkan jî ji xwe re bibînin.







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=125