MELE MISTEFA BARZANÎ - MÎLADA FIKRA KURD Û KURDISTAN
FUAT AKPINAR
Email: akpinar@t-online.de
Almanya, 22.07.2003
Her çiqas dereng jî mabe, lê dîsa jî dixwazim serokê nemir Mele Mistefa Barzanî bi nivîseke wiha bi bîr bînim û serê xwe li ber bejna wî lehengê Kurd û Kurdistan bitewînim. Bi rastî min dixwest ku di meha Adarê de nivîseke wiha li ser bîranîna sedsaliya serokê mezin amade bikim, lê ji ber ku wê demê dema þerê dijî Sadam bû û ji bo Kurdan gelek demeke nazik û dîrokî bû, loma min wê demê bi piranî li ser bûyerên rojevê û li ser hovîtiya Tirkan ku dixwestin bi destên zorê bikevin baþûrê Kurdistanê û gelê me yê Baþûr jî bikin bin bandora xwe, dinivîsî. Lê min dîsa serokê nemir ji bîr nekir û 15. Adarê li ser sedsaliya serok helbestek nivîsî û bi rêya e-mail di raya giþtî de belav kir. Vê helbesta min, ku min ji bona bîranîna sedsaliya serok Mele Mistefa Barzanî nivîsiye, hûn xwendewanên hêja dikarin di dawiya nivîsa min de bixwînin.
Roja rojbûyîna serokê mezin 14.03.1903 li gundê Barzan baþûrê Kurdistanê û roja dilovaniya wî 01.03.1979 li Amerîka, nexweþxana at Georgetown Hospital, bajarê Washington DC)
Serokê nemir Mele Mistefa Barzanî semola azadî û aþîtî, sembola netewa Kurd û Kurdistanê ye. Ew wek birêz Xiyasettin Emre di nivîsa xwe de dibêje mîlada Fikra Kurdî ye.
Ew serokê Neteweya Kurd li herçar perçên Kurdistanê ye. Pêþmergê pêþmergan e, qehremanê serbilind, serfiraz û bi rûmet e. Ewî layîqê navê xwe yê pîroz Mele Mistefa Barzanî hatiye û bi þan ji bo doza gelê Kurd li her derê ji bona Kurdan kar û xebat kiriye.
Gelê Kurd bi saya serokê mezin Mele Mistefa Barzanî pêþde çûye û wî xizmeta bi rûmet ji bo me Kurdan kiriye, her roj baþtir têye naskirin û fêhmkirin. Gelê Kurd îro di saya wî de serbilind e, serfiraz e, bi dilekî þad wî di bîr tîne û tama azadiya ku bi têkoþîna wî ya bi mêrxasî û gernasî dijî dijminan daye derdixîne. Gelê Kurd li baþûrê Kurdistanê bi saya têkoþîna siyaset û polîtîka wî ya rast û durist rizgar e. Ev par û keda wî ye, ku wî bi sal û deman ji bo gelê Kurd li serê çiyayên Kurdistanê bê westan daye û gelê me li Baþûr biserketiye. Serok Mele Mistefa Barzaniyê mezin êþ, derd û kula gelê Kurd baþ dizanibû, ji ber ku ew di zarokatiya xwe de di nava tevgera gelê Kurd de pijiyabû. Ew hên di zarokatiya xwe de, yanê di sêsaliya xwe de ku haya wî ji tiþtekî tune bû, bi dayîka xwe ya pîroz re ketibû zîndanên dijminan.
Serokê nemir, sala têye dinyayê, wê salê jî bavê wî yê pîroz Þêx Mihemed wefat kiribû.
Serokê Netewa Kurdistan Mele Mistefa Barzanî di têkoþîna Kurdistanê de ne gotiye payîz û zivistan, ne gotiye bihar û havîn, ne gotiye ba û bahoz û ne jî gotiye baran, seqa û serma, ewî bi mêranî û þêranî doza gelê me kiriye, siyaseteke bi bîr û bawer li her derê cîhanê ji bo me Kurdan ajotiye û parastiye; hetanî roja dilovaniya xwe.
Mezinahiya serokê nemir Mele Mistefa Barzanî bi gotinan nayê ziman. Ewî di tevgera Kurdistanê de her gav li kîjan perçê Kurdistan serhildan çê bûyê, bi pêþmergên xwe yên qehreman li cem wan bûye û li dijî dijminên xwînxwar þer kiriye.
Lê pir mixabin ku ewî di saxiya xwe de, ew keda ku wî ji Kurdan re kir û da ber Kurdan bi çavê xwe nedît û xatirê xwe ji me xwest û çû ser dilovaniya xwe. Birêz Xiyasettin Emre di nivîsa xwe de, ya ku min jê tika kiribû, ew çend gotinan li ser serokê mezin binivîse û ji min re biþîne, wiha dibêje:
Esefeke min a din jî heye, ku Mele Mistefa Barzanî, serokê mezin, semera emeka xwe bi çavên xwe nedît. Lê wê salê ez çûme baþûrê Kurdistanê û çûme ser qebra serok.
Min li ser qebra wî got; serok! Te encama emeka xwe nedît. Ez hatime ku mizgînî bidim te.
Gava di cîhanê de qala navê wî yê pîroz têye kirin, herkes bi coþ qala têkoþîna wî ji bo gelê Kurd dike û dizane ku wî ji zarokatiya xwe hetanî dilovaniya xwe ji gelê Kurd re kar û xebatên bê westan li serê çiyayên Kurdistanê û li her derê cîhanê têkoþîn daye, kêþeya gelê me aniye ziman û bi bîr û bawer doza Kurdistan parastiye.
Serokê Netewa Kurdistan Mele Mistefa Barzanî ne tenê ji bo Kurdan mezin e, ew di raya giþtî de jî, di cîhanê de pir mezin e û di nava serokên dewletan yên navdar de cihê xwe yê bi rûmet digire û wek serokê kurdan yê leheng têye naskirin.
Serok Mele Mistefa Barzanî di lîteratûra cîhanê de wek serokê Kurdan yê netewî û efsane têye naskirin û di her nivîs û gotarên li ser jiyana wî de têye gotin, ku ew efsaneyî ye.
Li Ewropa, Almanya û li welatên Anglosakson nivîs û gotarên li ser jiyana Mele Mistefa Barzanî yê mezin hatine nivîsandin, di destpêkên hemû nivîsan de wiha têye gotin:
Der legendäre Kurden- führer Mullah Mustafa Barsani (Serokê Kurdan yê Efsaneyî Mele Mistefa Barzanî)
Kurdish national leader, Mustafa Barzani (Serokê Netewî yê Kurdan Mele Mistefa Barzanî)
Ev gotin ji bo Mele Mistefa Barzaniyê mezin û ji me kurdan re serbilindî û serfiraziyeke pir mezin e û mezinahiya serokê birêz jî di cîhanê de baþ dide naskirin.
Mele Mistefa Barzaniyê mezin di gotineke xwe de siyaseta cîhanê bi stemkarî rexne dike û ji ber ku ew ji durûtiya siyaseta cîhanê wisa êþiyabû, ku kêþeya gelê me tîne ziman û wiha dibêje:
Em sêwiyên gerdûnê ne (Wir sind die Waisen des Universums)
Hemû nivîskar û rojnamegerên cîhanê dema qala serokê nemir Mele Mistefa Barzanî dikin, di nivîsên xwe de her dem vê gotina wî ya ku wî bi stemkarî siyaseta cîhanê di pirsa Kurd û Kurdistanê de rexne kiribû wek mînak didin.
Belê, em Kurd êdî di saya wî de û tekoþîna wî ya bi lehengî ji bo gelê Kurd ne SÊWÎ NE.
Ez serokê pîroz Mele Mistefa Barzaniyê nemir di bîr tînim û serê xwe li ber wî ditewînim.
Min ji bo vê nivîsa xwe ya ji bo bîranîna sedsaliya serokê nemir Mele Mistefa Barzanî ji çend kesên di nava tevgera Kurd û Kurdistanê de siyasetmedar, nivîskar û hûnermend yên, wek birêz Xiyasettin Emre (siyasetmedar), birêz Abdulmelik Firat, (siyasetmedar) birêz Þerafettin Elçî, (siyasetmedar) birêz Alî Ghazî (siyasetmedar), birêz Hasan Kaya (nivîskar û serokê berê yê Enstituta Kurd li Stenbolê), birêz Lokman Polat (nivîskar), birêz Ahmet Aras (nivîskar) û Þivan Perwer (hûnermend, hozan û dengê neteweya Kurd û Kurdistan) tika kir ku ew dîtin û nêrînên xwe ji min re biþînin, da ku ez di vê nivîsa xwe de biweþînim. Wan jî ev daxwaza min ji bo vê nivîsê neþikandin, dîtin û nêrînên xwe yên delal þandin û ez jî van dîtinên wan pêþkêþî we xwendevanên hêja dikim.
Dîtin û nêrînên birêz Xiyasettîn Emre:
Birayê Fuad
Tu ji me pirsa merivekî zaf mezin dikî; însanê ku ji tarîxê re dibin mal zaf xweyî cebhe ne. Temamî wesfên di wan merivekî ne mimkûn e ku îzah bike. Bi qasî ku em serokê mezin nas dikin, di wextê Osmaniyan de dewleta Osmaniyan dewletekî Îslamî hatiye hesab kirin û tu wesfên ûnsûrî tê de zahir ne xwûya ye. Heta di wî çaxê de ji Tirkan re gotine: ”Etrakên bê îdrak” (Tirkên bê îdraq) û gotine: ”Tirk çi dizanin ji seyranê, firfir vedixwin dew” (Türk ne bilir seyraný, fýrfýr içer ayraný). Bi vî î’tîbarê (giramî) jî wextê Îdrîsê Bîtlîsî û digel Sultan Selim muqawela (peyman) di nav xwe de çê kirine. Ew wisa li ser wî muqaweleyê (peyman) dom kiriye heta paþîn. Piþtê xel’a Sultan Ebdul Hemid û îqtîdara (desthilat) îttîhad ciyan þekil dexiþ (guhertin) bûye û Kurd di wî çaxê de bilxasse (xasma) di 1915 - 1920an de fealiyetên (çalakî) zaf mezin dane nîþan û gotin ku wexta dewleta Îslamî ne be dewlet mîllî (netew) be, em jî milletekî û girîng hiqûqê me yê însanî jî û yê wetanî jî bê muhafeze (hêviþan) kirin.
Ev mesele zaf hatiye gotin û nivîsandin, belê em bi kurtî dibêjin.
Em jê mesela Kurd teali cemiyetiye û meselên Kurd yên cemiyetên (komele) din mijûl nabin.
Pêþtê ku cumhuryet (komar) saz bûye û hereketa (tevgera) þêx Saît Efendî û di gel hereketên baþqe ceryan kirine(tevgerên din herikandin) ewan hereketa ji bo ku bidine sekinandin û vemirandin wisa kirine ku lefzê kaf ê dahî newêrine telafûz (bilêvkirin) bikin. Heta hereketa (tevgera) Mele Mistefa dest pê dike. Em navê hereketa (tevgera) fikra Kurdiyê ku Mele Mistefa tîne wicûdê, em jê re dibêjin mîlada fikra Kurdî. Mele Mistefa di gel wî qasî ku xwedî aîlekî (malbateke) þecerekî bi þan bi þerefe, bûye mîlada aîla (malbata) xwe jî. Yanê ne behsa þecera aîla wî tê kirin, çimkî ew bi tenê bes e; Ne jî behsa fikrên Kurdî yên baþqe (din) têne kirin. Ji xeyrî (bilî) munasebetên (pêwendî, têkilî) aîlewî (malbat) navbera me de hebûne. Bi Mele Mistefa bi xwe re bi wasîta mektûba însanan munasebetên (pêwendî) me bi Mele Mistefa re çê bûne.
Di sala 1958an de di 14 ê Temûzê de ku þoreþa Iraqê wî Abdulkerîm Qasim bi wasita Cemal Ebdunnasir zagoneke bingehî ji nû çêkirin û gelek wê zagoneke bingehî de heq dane Kurdan. Barzanî wê demê dawetî Iraqê hate kirin. Di meha Îlonê 1958an de hatibû Qahîrê. Em wî çaxî endamê parlamena Tirkan bûn û bi desteyekî fermî li Qahîrê bûn. Li wê derê me Mele Mistefa ziyaret kir. Çend caran min dît. Mele Mistefa di çavê min de him leþker bû him fermandar bû. Min ji hevalên wî pirsî; ji bo min gotin: ”ku ew 55 sale ji xeyn (bilî) xuslê xençer ji piþtê venebûye. Ji xeyn (bilî) nimêjê potîn ji lingên wî derneketiye. Ji 24 seatan 4 seat tenê radiza. Ew 4 seat jî parçe parçe radiza. Îcar pirê ku li pêþ çavên min di tarîxa Kurdan de cihekî wî yê zaf mezin heye. Di wextê wefata wî de ez zaf mehzun bûm û min di þîna wî de Hindek mersiye nivîsî.
Ez vê mersiya xwe ji bo nivîsa te ya ku tu ji bo bîranîna sedsaliya Mele Mistefa dinivîsînî, diþînim:
Gelî Kurdan bikin þîn û qêrîn ji bo vî Berzanî
We winda kir yekê bê çûn dixwim sonda bi Qur’anê
Ewî umrû di gel haþmet ji bo we tev kire qurban
Ji bo jîna we ew mirî bû di qurbet de bi diljanî
Di sala nesid û heftê nehan de wextê sib de
Ji adarê di çûna dû di cûm’êde ku ruh danî
Eger þêrin, eger mêrin eger ji qewmî xwe re bixêr in
Wekî wî kes fedakarî nekir, nake bi wijdanî
Di bêm werin vê rojê eva rojek çiqa reþ bû
Heçî Kurdên li dinyayê ku sî mîlyonin him çendin
Werin bigrin ji bona wî û hîþyar bin ji nadanî
Wekî lîder fedakar û millet wî ne parêze
Tucar ew qewm xelas nabe dibe kolê li ber nanî
Xiyas a! Çi dibêjî tu dinalî ji derdê van Kurdan
Hindek saxin hindek solin li ku Kuriyên Kurdan
Hesap nakin ji bin ew Ehmedê Xanî û Bedirxan
Ji wan re partî lîder çikar û menfiet yeksar
Herçî Kurdên ji xelaê radibin xadim lê tu li kuye
Bibê þerme jê ra bû wekî xaniyan Barzanî
Gelî Kurdan werin hûn tev bi heware
Binêrin ku li dinyayê çi kare
Heyî tu xwe te nav nîne çiyî tu?
Ne wehþî tu ne teyr û kevir û dare
Tu Kurdî xelq dizane tu nizanî
Weten kan ê ziman kan ê çi are
Ku Berzanî di çû ewe wekî roj
Li dinyayê te winda kêr medare
Ji Berzanî tu sehke ku dibê çi
”Di bê dimrim tu rabe bi lez û xare
Herçî xemme dixwazin ku bijîn ew
Qeder nabe nede jê ra qerare
Ne dît gelê gelê min bi çavên xwe ewî roj
Dibînim nêzîke bê kar û bare
Ji bo wî kar û barê re dibêjim
Tu pêk bîne rihet tiþtek bikare
Bibin tev yek di Kurdîda me bêje
Evê ha zexme yaxût ew jî jare
Ji qewman qetand þerme êvare
Ne bê dawa dêbin merdûm ne bê doz
Ji dawe re divê mêrê bi jare
Evan pendan ji dewan re meke ji bîr
Bike ji qafû guhêra wek guhare
Kesê ku din û qewmiyet li balbit
Bizane ku li vê rê ew suware”
Heme medyûnê þukranî li ber te
Tu Berzanî te dît ev reng û çare
Xîyas a! Ku dibe ew wek te na bin
Ewê ku li nav qewmê xwe bûn wek stare
Ne Bismark û ne Marks û ne Atatürk
Lê çi bikim milletê te bê sitare.,
(Ev helbesta birêz Xîyasettîn Emre heta niha li tu derê nehatiye weþandin)
Ez gotineke Mele Mistefa serokê mezin ji bo te neqil bikim, ewî digot: ”Rojekî teyrekî li daristanekî Afrîqa ku tucar rê pê neketiye hêlînekî çêke û bêje vira Kurdistan e, wê Tirk temamî artêþa xwe budça xwe serf bikin, herin wê hêlînê xerab bikin û bêjin; mal xerab, çi bûye çi qiyamet rabûye, kes ji xwe naçe wê derê teyrê bi zimanê çivikan gotiye kes jê fêhm nake.
Eger bê pirskirin ku ez kî me: ez, Xîyaseddîn Emre me. Min xwendina xwe di medresê de pêkaniye; yên ku Kurd li ser piyan hîþtiye sê tiþtin.
1- Medrese
2- Dîwan
3- Tekya
Ýlim û zanînên xwe ji medresê girtine, exlaq û aferîþên xwe yê temîz û pak ji tekyayê girtine mêranî û egîdiyên xwe bi wesêta dengbêjên dîwanan girtine û parastine, belê ez gelek esef dikim ku dîwan di salên paþîn de yên ku dawa han ya qewmî dikin bûne neyarê her sê saziyên xwe yên tarîxî tabiî (sirûþtî) dijminên wan bi tevahî quwet û hêza ne karîn bi temamî ji holê rakin. Niha bi wesêta wan gelek muwafak bûn.
Esefeke min a din jî heye ku Mele Mistefa Barzanî, serokê mezin semera emeka xwe bi çavên xwe ne dît. Lê wê salê ez çûme baþûrê Kurdistanê û çûme ser qebra serok. Min li ser qebra wî got; serok! Te encama emeka xwe ne dît. Ez hatime ku mizgînî bidim te.
Bi silav û rêz
Xweþ bimînî
Xiyasettin Emre Enqere, 21.06.2003
Dîtin û nêrînên birêz Abdulmelîk Firat:
Malbata Mele Mistefa Barzanî di mintiqa BARZAN de nêzîkî dused sal e xizmeta olî, terîqet û siyasetmedarî kiriye. Birêz Mele Mistefa yê rehmetî ji zarotiya xwe heya wefata xwe ji bo Azadiya milletê Kurd mucadelekî gelek mezin kiriye. Ew Qehremanekî milletê Kurd e.
Di dîroka milletê Kurd de navê wî yê pîroz ”Mele Mistefa” dê tim û tim bidomîne.
Abdumelik Firat Enqere, 25.06.2003
Dîtin û nêrînên birêz Þerafettîn Elçî:
Ji bo bîranîna sedsaliya Mele Mistefa Barzaniyê mezin, çend rêz nivîsandin ji min hatin xwestin.
Ne heddê min e, ku ez bi çend rêzan bikarim Barzanî îfade bikim.
Barzanî qehremanê sedsala bîsta ye, qehremaniya wî ne tenê di warê þerî de bû. Qehremaniya wî ya mezin di warê mirovatiyê de bû. Dost û dijmin çelengî û mêrxasiya wî ya di þer de qebûl dikir. Ewî þerekî paqij dikir. Hajê hebû ku zerarê nede tu însanên bê guneh. Li esîran (dîl) bi merhemet bû. Di þer û derveyî þer de ji riya ehlaqî, mirovatî û adaletê venediqetiya.
Barzanî rehê xwedayê mezin bû. Ew bi mezinan re mezin bû û bi biçûkan re biçûk bû. Pêþberî (dijî) xurtan serbilind û di gel feqîran bi merhemet û dilrehim bû. Nefs biçûk bû. Ne li pey tu mevekî (þûn, cih, meqam), mekan û menfeetên (berjewendî) þexsî bû. Mele Mistefa Barzanî bi þeref û hisyet bû. Qîma xwe bi zor û zahmetiyê dianî. Pêþberî (dijî) zalima û hevalên mezlûma bû. Hêsabên wî yên biçûk tune bûn. Ew xwedî armanceke mezin û bi heq bû. Tu zor, zahmet û bê îmkanî, ew ji doza wî ne dida paþ. Bi sebr û tehemûl bû.
Jiyana Barzanî jiyaneke sade bû. Di nav gel de yek ji gel, di nava pêþmergan de pêþmerge bû. Ewî wek wan dixwar vedixwar û wek wan wel digirt û milmilê warê bû.
Bawerî û daxwaziya Barzanî ew bû ku gelê Kurd jî wek gelên din yên cihanê bi þeref û hisyet û bi azadî li ser welatê xwe bijî. Ne kole û bindest be. Têkoþîna Barzanî ji bo parastina mafên Kurdan bû. Ewî jiyana xwe tev di wê rê de xerç kir. Ewî dijminahiya tu kesî û tu gelan ne dikir. Þerê rejîma dewleta Iraqê dikir, lê hevalê gelê Ereb bû. Þerekî mêranî, pak û paqij dikir. Ji bo wê yekê þopeke paqij pey xwe hîþt. Li ser meþandina wê þopa paqij ku îro Kurdên Baþûr serketine û azad bûne. Ruhê Mele Mistefa Barzaniyê mezin û pêþmergên wî yên qehreman þad û bextiyar bin.
Li ser cenabê Barzanî gelek pirtûk hatine nivîsandin û wê hên jî bêne nivîsandin. Lê giþt jî dê nikaribin mezinahiya Barzanî bînin ziman. Ez bi çend rêzan bikaribim çi bêjim?
Wek þaîr gotiye:
”Çi bêjim ey Barzanî, pesnê te ez çi bêjim.
Tu hinde hind mezin î, ez nikarim te bibêjim”
Þerafettin ELÇÝ Enqere, 03.07.2003
Dîtin û nêrînên birêz Hasan Kaya:
Hemû kurd deyndarê wî kalemêrê efsanewî ne
Ger ku kesek bû lehengê xewnên zarokatiya mirov, êdî ne mimkun e ku ew motîf ji ser hiþ û mêjî biçin.
Heta mirinê her û her mirov bi mirov re dijîn. Mele Mistefayê nemir, di salên 1968 de, li herêma Botan û Mêrdînê, di xewnên me zarokan de bû. Her þev di xewnan de bû, lew re di civat û þevbuhêrkan de, “qaçaxçiyên bi nav û deng, firariyên bi nav û deng, maqûl û giregirên civakê bi rêz, bi huþû û bi awayekî tilsimane dabaþa wî dikirin.
Dabaþa bejn û bala wî, dabaþa “di qada þer de cengaweri”ya wî, merhamet û adiliya wî dikirin.
Tektîk û jêhatîbûna wî ya li hember dagerkeriya ereban ji wesifdana wî kêm nedibû. Bi ser van hemû wesifdanan de, kê dabaþa wî bikira bila bikira, êzîdî, suryanî, þêx an tariksalat; mutleq lê zêde dikir: “Mele Mistefa ehlê Xwedê bû. Di nava þerê giran de jî, ferza limêjê li xwe nedibir, digotin.
Qinyatek di nav gel de hasil bûbû. Dihat gotin ku Mele Mistefa niviþtek heye. Bo wê yekê tu caran fîþek di laþê wî re naçin. Motîfên vê efsaneyê li gorî herêm û li gorî kesan dihat guhertin. Di civatan de, hinekan digot, “çar caran berik li Mele Mistefa ketiye, lê tu tiþt pê nehatiye.” Hinekan digot, “dema ku carekê bera topê, ber bi sînga wî hat; wî destê xwe da ber, rahiþtê. Bera topê di destê wî de, cemidî û bû mîna ax û xweliyê. Hed û hesabê van efsaneyan tunebû.
Di civatê de, qîmet û jêhatîbûna zilaman, bi dîtina Mele Mistefa dihate hesibandin. Dema ku pesnê zilamekî giran bidana digotin, “ wele, felan keso di civata Mele Mistefa de maye”, an jî “ felan keso dinya ditiye, heta ba Mele Mistefa çûye” digotin.
Tiþtê ku tu caran ji bîra min naçe û her tim weke xewneke þevan di bîra min de ye ev e: Ez deh an jî yanzdeh salî bûm. Sal jî der û dora 1970 bû, mala me li nav Nisêbînê bû. Nizanim gelo min ji ku derê peyda kiribû, lê hem wêneyê Mele Mistefa hem jî yê Leyla Qasim kiribû nav xelîtik ango cûzdana xwe. Ew yekem car bû, ku ez bûbûm xwediyê xelîtikekê.
Min bi difre, ew cûzdan û wêneyên di nav de, nîþanî hemsalên xwe dida. Hinekan ji hevalên min digot, “ma ew çi ye? Fotografên ji van ên rengîn û hem jî mezin li mala me hene.”
Ez îro zaf meraq dikim, gelo wê demê gel fotografê rehmetî û mezinên kurdan ên din, di mal de dadiliqandin an na?
Di zarokatiya xwe de, me pir li efsaneyên ku di barê Mele Mistefa de hatine vegotin û li wesifdana wî guhdarî kir. Evên ku min li jor çêlî wan kir çend jê ne.
Bi sedan motîfên weha hene, ku di dema zarokatiya me de, hiþ û mêjiyê me neqiþandine.
Em jiyana zarokatiyê daynin aliyekî û em werin ser jiyana rasteqînî. Di jiyana rasteqîne de, min herî zêde Mele Mistefayê nemir ji rehmetiyê Feqî Huseyn Saðniç guhdarî kiriye. Bi sedan car min jê re gotiye, “seyda tu dikarî hinekî dabaþa xususiyetên Mele Mistefa bikî?”
Tiþtekî ecêb e, dema ku Apê Feqî behsa Mele Mistefa dikir, ew jî dibû mîna zarokan. Zîz dibû, rengê dengê wî dihat guhertin, dengê xwe nimz dikir. Heçku îbadetê dike.
Bê þirove û kurt, ez dixwazim yek tiþtî ji devê Apê Feqî neql bikim:
Mele Mistefa di wesiyeta xwe de gotiye, heta ku parçeyekî welat azad nebe bila li tu perçeyên din þer nebe. Ger þer hebe ew neyariya kurdan e.
Hemû Kurd minedar û deyndarê wî kalemêrê efsanewî û rûhanî ne...
Hasan Kaya Stenbol, 27.06.2003
Dîtin û nêrînên birêz Elî Ghazî:
Mele Mistefa ya Þêrî Kurdistan Eger ême seyrî mêjûy hefta heþta salî raberdûî Kurdistan bikeyn debînîn ke Mele Mistefay Barzany dewrekeî zor berçawy heye. Mele Mistefa le salekanî 40 be dûwawe serokayetî gely Kurdy bo wedest henanî mafê rawakany xoyde bûa. De salekanî axrî þoreþî eylûl Mele Mistefa ne tenya wek serokî Kurd debîndra belkem ew wekû qaremanekî azadîxwaz lelayen gelanî cîhanewe qebûl kirabû. We hemû dinya be wy degut þerî Kurdistan. Ew roj, ew serkewtine gewrey ke netewey Kurd le baþûrî Kurdistan wedestî hênawe her deregay pîrozî Mele Mistefay nemîre.
Mele Mistefay nemir le bine maleyekî azadîxwazî Kurd çawy be dinyaye kirawa. Ew her le layenî niþtimanî da keroleyekî helkewtûy Kurde. Le salekanî 1940 Mele Mistefa þoreþî destpêkird we le paþanîþ ke hate rojhelatî Kurdistan wçanî neda. We de Komarî Kurdistan wek serkirdeyekî jîr kawte regay xebat we, ew lawanî bo parastinî sinorî Kurdistan roleky mezin bileyze wa bû be Jeneralî Komarî Kurdistan. Paþ Komarî Kurdistan Mele Mistefa qahremanî þerî Êranî kird û xoy geyande yekiyetî soviet paþgeranawey bo Kurdistan þerî eylûlî destpêkird we heta salî 1975 berdewam bû. Mele Mistefa paþ awey ke nexoþ bû hate axîrîn rojî xoy her de fikirî Kurd û Kurdistan dabû. We berdewam hîwadar bû ke carekî dî bigate Kurdistan û berdewamî leser xebatî pîrozî xoy. Belam merg destî xoy hêna pêþ û Mele Mistefa bû be nemir.
Elî Ghazî Almanya, 04.07.2003
Dîtin û nêrînên birêz Lokman Polat:
MUSTAFA BARZANÎ’YÊ NEMIR
Mustafa Barzanî serokê netewî ê kurdan e, nemir e. Jîyana wî ji bo azadîya gel û rizgariya welat, bi têkoþînê derbas bû. Ew ji bo doza kurd û Kurdistanê têkoþiya.
Jiyan, þer û têkoþîna wî di nav netewa kurd de, li herçar perçeyên Kurdistanê bû sembola kurd û kurdayetiyê. Ew bû efsane û di dilê gelê kurd de herdem dijî.
Wî siyaseteke biaqilane, bi plan û li gor rastiya konjuktura cîhanê meþand. Ew siyaseta wî îro bi serket. Di dema çûyîn de, þerê gerîlatiyê yê ku di bin fermandariya wî de hate meþandin, þêweya taktîkên þerê gerîlatiyê yê ku wî pêk anî, li cîhanê ji bo þerê gerîlatiyê, têkoþîna partîzaniyê bû nimûneyeke efsanewî.
Mustafa Barzanî’yê nemir bi hest û ruhekî kurdî dagirtî bû û ji bo wî Kurdistan yek welat û kurd yek netewe bû. Lewre jî, di dema wî de li kur, di kîjan beþê Kurdistanê de pêwîstî hebûya, ew li wir bû, ji bo rizgariya gel ji têkoþînê re amade bû. Ew serokekî ku tim di nav gelê xwe de bû.
Ez ji dil sedsaliya jidayikbûna wî pîroz dikim.
Bi rêz û hurmet wî bi bîr tînim.
Lokman Polat Stokholm, 14.07.2003
Dîtin û nêrînên birêz Ahmet Aras:
NAVÊ BARZANÎ SEMBOLA SERFIRAZIYA KURDA YE
Navê Mistefa Barzanî di jiyana min de ciyekî taybetî digire.
Min di sala 1955an de li Erzeromê dest bi xwendina xwe ya lisê kir. Ez ji gund hatibûm û haya min ji dinyayê tinebû. Min wê demê Kurd û Kurdayetî tiþtekî baþ ne didît. Lê min ewqas jî texmîn ne dikir.
Roja ku ez cara yekem çûme lisê û çûme sinifê, çend zarok hatin ji min pirsîn, gotin: ”Qardaþ tu Kurd î?”
Min got ”Erê !”
Bi wê bersiva min re, ew giþk (hemû) bi hev re qêriyan û gotin ”Weyê hela werin mêzekin Kurdek hatiye!...” Bi ser min ketin, bi min tinazên xwe kirin û ji min re digotin ”Kurdo ha Kurdo!...” Êdî ez bûbûm pêleyîstokên wana. Kingê dilê wan bixweste, dihatin hû-hûyî min dikirin.
Wê rewþê bi salan dom kir, ez pir diqehirîm, lê tiþtek jî ji destê min nedihat.
Payîza sala 1958an bû, min di lisê de dixwend. Wê demê di derheqê Mele Mistefa Barzanî de li ser hev di rojnaman de xeber derdiketin. Li gor wan xeberan Barzanî piþtî sirgûna 11 salan ji welatê Uris vegeryabû Iraqê û wek serokê dewletekî hatibû ezimandin. Gellek ajans û rojnameyên biyanî di derheqê Barzanî de cur-be cur xeber diweþandin.
Rojnameyên Tirkiyê jî ew neqil dikirin, qala têkoþîna wî, lehengiya wî û meþa wî ya dirêj dikirin. Bi wan xeberan ve ez pir dilxweþ dibûm û êdî sifetê Kurdayetiyê li min qar nedihat. Min di rojnameyekê de þiklekî (wêneyekî) wî yê bi ûniforma eskerî dît. Di binê þikil de wiha nivîsandibû: ”Qizil General” Helbet rojnamê ji bona ku Mele Mistefa di çavên Kurdan de reþ bike, bi qest wisa nivîsandibû. Lê di çavê min de ew hê jî bilind dibû. Piþtî vegera Mele Mistefa li Iraqê, dinya min jî hatibû guherandin. Êdî ji wê demê þûnde sifetê Kurdayetiyê ji bona min bar û piþtî û qîle nebû, sifetê serfiraziyê bû.
Ez bawer im ku ji wê rojê þûnde ne ji bona min tenê, ji bona hemû Kurdan navê Mele Mistefa Barzanî bûbû sembola serfiraziyê û baweriyê.
Ahmet Aras Izmir, 15.07.2003
Dîtin û nêrînên birêz Þivan Perwer:
Barzaniyê Mezin bo min gelek tiþtî îfade dike, þanî dike û beriya her tiþtî ger mirov dîroka Barzaniyê mezin bixwîne, yan guhdar bike, ku min bi xwe jî gelek kesên wan yanê pêþmergeyên li gel wî xizmet kirine, zarokê wan ku di nava pêvajoka þoreþê de mezin bûne, ta birêz kek Mesut Barzanî, guhdar dibe, mirov dibîne ku demeke pir dijwar sert bi kuþtin û mirin bi rev û bez bi ser û ceng bi berxwedan û hêvî bi taybetî serê Barzaniyan re û tevayî di serê gel derbas bûye ewan hemû serpêhatî bûyer çîrok hemû weke qamuþkeke bigrin di þexsiyeta mezin de cih girtin. Mixabin ji ber perçebûna geografîk, stratejiya dozê civakî û çandinî, sosyal, têgihîþtin û perwerdeyî, Kurdan hevdû halî nebûn, li hev tê negihîþtin. Ji ber vê yekê jî Barzaniyê mezin baþ fêhm nekirin. Dîroka doza Barzaniyan ji Þêx Ebdilselamê Barzanî de li dawiya sedsala 19an dest pê dike. Þêx Ebdilselam Barzanî heta 1920an dozeke pir dijwar ji bo rizgariya netewî li hember hêzên kolonyalên der û dagirkerên hundir, li darxist.
Ebdilselam Barzanî di dîroka Kurdsitanê de ramaniyên yekîtî û rizgariya netewa Kurd û Kurdistanê anî ziman, ji ber vê yekê jî pir bandorek mezin çêbû û hat girtin û dijminan ew li dar xistin, þîara wî ev bû û wî digot:
Rojeke li welatê me yê azad, ji jiyaneke bindest, ji bo min bi rûmetir û þereftir e.
Her weha ewê dîroka serhildanê dest pê kir û bi Mele Mistefayê mezin berdewam kir. Barzaniyê mezin yê jîr bê rawestan heta dilovaniya xwe berdewam kir û pêre emanetî me kir. Mirovekî ewqas zorî û zahmetî dît, lê ew zor û zahmetî ji xwe re kir xizmet ku îro gotinên wî yên hêja ku gava mirov bi kek Mesût re suhpet dike û ji wî dibîhze ku mesela Mele Mistefa ji tu kesî re ne digot bila wiha an jî wanî bikin, tu kesek mecbûrî xebat û xizmetê ne dikir. Bi tenê giringî û pêwistiya xizmetê digot. Bi xwe jî ji mirovan re digot em ji bo we dikanin çi xizmetê bikin. Ber wê jî her kes heyranê xwe dihîþt. Mirov dil diket wê berxwedan, hêvî û armancê wî. Mirov dil diket þexsiyeta wî. Þexsiyetek Kurdayetî hêvî bi berxwedanî û giringiya jiyanê lê hebû. Ez pir dixwazim ku her Kurdek Mele Mistefa Barzaniyê mezin baþ binase.
Mesela îsal min Konserek li Awistirya li Viyana di Wienbûr Theater li gel hûnermendê wan Kurt Ostban Konserek da vekirina.
Konsera me bi destê serokê Parlamena Awistirya Dr. Heinz Fischer vebû. Beriya Konserê em çûne ziyareta wî. Wî ji min re got tu dizanî ez ji Kurdan hez dikim. Ji ber ku Kurd mileteke pir fêdekar e, ji bo dost û heval û cîranên xwe her tiþtî dikin, heger nîvê wî karî ji bo xwe bikirana vê gavê xwedî îdareke pir mezin bûn. Lê ligel hemû zor û zahmetiyan ez vî miletî pîroz dikim ku hîn li ser linga ye û bere bere nêz 1i azadiyê dibe. Lê ji bîr nekin ku dîroka we miroveke dayî ku ez pir heyranê wî me. Heger we ew baþ fêh kiribe, him fîlozof e, him dozdar e û him jî rêberekî mezin e, ew jî MELE MISTEFA BARZANÎ ye. Dr. Heinz Fischer digot gava ez xwendevan bûm resmê Mele Mistefa Barzanî tim li mala min bi dar de bû. Min ew kiribû nava qehreman û efsaneyên dinyayê.
Ez diherim kudera dinyê min konser dane xelêkê beyaniyan ji min re gotine (do you now that we live Barzanî) Hûn dizanin ku em ji Barzanî pir hez dikin.
Þivan Perwer Almanya, 16.07.2003
Nivîskarê hêja Kakþar Oremar di nivîsa xwe ya bi navê jiyan û bi serhata General Mistefa Barzanî de li ser dîroka malbata Barzanî û têkoþîna wan disekine û di nivîsa xwe de wiha dibêje:
Piþtî wefata Þêx Ebdulselamê yekem kurê wî Þêx Mihemed Barzanî dibe cîgirê wî. Þêx Mihemed piþtî zewacê dibe xwediyê pênc kuran: Þêx Ebdulselam, Þêx Ehmed, Mistefa Barzanî, Mihemed Sidîq û Þêx Babo. Wan tevan ji destpêka xwenasandinê bi hemû awayan xebat kirin ku riya kalkê xwe ya xizmeta ji bo gel di hemû warên siyasî, olî û civakî de bidomînin.
Navdartirîn endamê vê malbatê ku tevaya temenê xwe di riya xebata siyasî ya ji bo Kurd û Kurdistanê derbas kir, Mistefa Barzanî ye.
M. Barzanî kî ye, çi kiriye û serhildana wî di dîroka Kurdistanê de xwedî rolekî çawa ye? Û … Jiyana tejî bûyer, derbiderî û nîþtimanperweriya Mistefa Barzanî yê heya radeyekê bersiva van pirsên me bide.
Mistefa Barzanî ji ber cesaret, mêrxasî û sedema jeopolîtîkbûna coxrafiya herêma jiyana xwe û rewþa taybeta jiyana siyasî-civakîi ya gelê herêmê di kar û barê þervanî û taktîkên þerê partîzanî de zû liyaqet û þiyanên xwe yên fermandarbûnê ji herkesî re dan îspatkirin. Ji bona wê jî di nava gel de bi hurmet û çavekî mezin li wî dinêrin. www.pen-kurd.org
Nivîskarê hêja Mehmed Dehsiwar di gotara xwe ya gelek dirêj û delal de ku di malpera înternetê de ya www.kerkuk-kurdistan.com de hatiye weþandin û Kovara PÊNÛS jî ev nivîs di hêjmara xwe ya 13an de weþandindiye, li ser Mele Mistefa Barzaniyê mezin wiha dibêje:”Çaxê mirov çavekî bavêje dîroka têkoþîna rizgariya neteweyê kurd, dê mirov gelek lehengên hêja û bi rûmet bi bîr bîne. Bi taybetî di vê sedsala dawî de, gelê kurd li hember koledarî û zordestiyê, ji bo rizgarî û azadiya xwe, car bi car serî hildaye û ji nav van serhildan û berxwedanan gelek lehengên birûmet derketine. Ev leheng, ji gelê kurd re bûne rêber û baweriya berxwedan, serhildan û rizgariyê; di dîroka tekoþîna gel de bûne nimûneyên payebilind. Yek ji van lehengan jî Mistefa Barzaniyê nemir e ku ezê wî bi çend rûpelan be jî bi bîr bînim.“
Helbesta min jo bo bîranîna sedsaliya serok Mele
Mistefa Barzanî:
Pîroz be rojbûna te
Pîroz be sedsaliya te
Te ronî kir riya me
Pîroz be xebata te
Li Kurdistanê þervan
Li Rûsyayê bêwestan
Te kar kir ji bo Kurdistan
Pîroz be xebata te
Nayê jibîrkirin tu carî
Ew keda ku te dayî
Li hemberî zordarî
Pîroz be xebata te
Em in lawên te
Em soz didin te
Qet bernadin ala te
Pîroz be xebata te
Bi bîr tînim navê te yê þîrîn Mele Mistefa Barzanî
Te ala têkoþînê hilanî
Te ji bo me rêz û rêçik danî
Pîroz be sedsaliya te...
(Fuat Akpinar, 15.03.2003)
Çavkanî
1- http://www.kdp.pp.se (malpera PDK ya înternetê)
2- http://www.pen-kurd.org (malpela Pen’a Kurd)
3- http://www.kerkuk-kurdistan.com
|
|
Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com
Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=124
|